PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DESTANA DÎROKÊ




DESTANA DÎROKÊ

Ey Dîcle û Ferat
We çend caran dîrok
di navbera xwe de
Ji nû ve daye nivîsandin ?
We çend gel di axa xwe de mêvan kirine?
Wê çend hezar salan li ser axa Mezopotamyayê
Þer berdewam bike ?
Bes e êdî axê !
Mirovan tu bin ax dikî
Bi xwîna mirovan kulîlk têne avdan

Ey Axa Mezopotamyayê
xwediyê te kî ye ?
Gilgameþê xweþ mêr e, an Kawayê hesinkar e ?
De bêje heta kengî tu yê bêdeng bê ?
Kî nehêle li ser axa te þer çêbibe
Ew xwediyê te ye
Ez ê þer bikim ji bo ku þer biqede
Ez nahêlim ku tu xêrnexwaz
Li ser axa te bimînin
Ez ê aþîtiyeke seranseri ser axa te çêbikim

Ey Ferat, pêþî tu û Dîcle li hev werin
Paþê keziyê xwe yên avê
Berdin ser axa Mezopotamyayê
Ey dîlan,dîlan bigrin
Aþtiya av û axê çê bû
Aþtiya gur û miyê çêbû
Dijminatiya hezar salan xilas bû
Þerên di navbera evîndaran de bi dawî bûn
Aþîtiya mirov û mirovahiyê çêbû

Ey Mezopotamya...
Min xwediyê te dît, Xwediyê te aþîtiye…


AYDÝN ORAK

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg