DERWÊÞÊ BÊ EDÛL
DERWÊÞÊ BÊ EDÛL Ez derwêþê bê Edûl im
hesreta min ji dilê bi kul tê,
hesreta ji evîna kûr...
evîna min welatê min e
welatê min Edûl e
wêran, wêran e Welatê min...
Ez Derwêþê bê Edûl im
dikim nakim nagihim te...
jiyana bê te Edûl, bê wateye
þer navê te ye ji bo aþtiyê
mirin rûmeta te ye ji bo jiyanê
mirin ji bo welatê min Edûl,
di jiyanê de tov avêtin e...
Ez Derwêþê bê Edûl im
hestên xwe yên veþartî diþînim ji te re
gurtir dikim agirê bi bedena xwe ve...
naxwazim tunebûna te bibînim
hebûna min î tu di rojek e geþ û bêdawî de
dirêsim keziyên te
di rojek ji rojên bihara bi kulîlk de
Ez Derwêþê bê Edûl im
ji dengê te bêhna Dîcleyê tê...
ji çavên te nêrînên tûj tên...
kevoka di govendê deyî, li çiyayê Qerejdaxê
hespê min, þûrê min, axa min, Edûla min...
Ez Derwêþê bê Edûl im
roja te pîroz dikim ji evînê re...
gulistanê pîroz dikim ji hemû kulîlkan re...
gel pîroz dikim ji Welêt re...
jiyana nû pîroz dikim ji Edûla xwe re...
Ez Derwêþê bê Edûl im...
AYDÝN ORAK http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-07-03 (5091 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |