PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DERWÊÞÊ BÊ EDÛL




DERWÊÞÊ BÊ EDÛL

Ez derwêþê bê Edûl im
hesreta min ji dilê bi kul tê,
hesreta ji evîna kûr...
evîna min welatê min e
welatê min Edûl e
wêran, wêran e Welatê min...

Ez Derwêþê bê Edûl im
dikim nakim nagihim te...
jiyana bê te Edûl, bê wateye
þer navê te ye ji bo aþtiyê
mirin rûmeta te ye ji bo jiyanê
mirin ji bo welatê min Edûl,
di jiyanê de tov avêtin e...

Ez Derwêþê bê Edûl im
hestên xwe yên veþartî diþînim ji te re
gurtir dikim agirê bi bedena xwe ve...
naxwazim tunebûna te bibînim
hebûna min î tu di rojek e geþ û bêdawî de
dirêsim keziyên te
di rojek ji rojên bihara bi kulîlk de

Ez Derwêþê bê Edûl im
ji dengê te bêhna Dîcleyê tê...
ji çavên te nêrînên tûj tên...
kevoka di govendê deyî, li çiyayê Qerejdaxê
hespê min, þûrê min, axa min, Edûla min...

Ez Derwêþê bê Edûl im
roja te pîroz dikim ji evînê re...
gulistanê pîroz dikim ji hemû kulîlkan re...
gel pîroz dikim ji Welêt re...
jiyana nû pîroz dikim ji Edûla xwe re...

Ez Derwêþê bê Edûl im...



AYDÝN ORAK

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg