Ji trajîdya gelê Kurd
Gulistanê !
Lê xuhikê karwaniyê,
serê koçê vegerîne,
em gihane talya xeman.
Li ser dûvê vê qûnaxê
ji xwe re rûne.
Li zozanê çêregeha
axîn û keserên min û te xuhikê,
sed awirî tu biçîne.
Gorepana termê jînê
lê bixwêne.
Lê bixwêne dîroknama derbiderî,
penaberî,
rojê dimrin hezar biçûk,
xort û zerî,
li nav sir û serma,
berf û herî.
Ev dîmen û hezar hezar,
hezar wêne tu dê bibîne.
Ji bîr ne ke,
ji bo xemla pêþanîka roja siba,
keskesora li pey hewra
li teþîka xwe birêse.
Li kovanên cerg û dilan biparêze.
Bi derzîka -Leyla Qasim-
bihîvêze,
bihîvêze.
Gulistanê !
Mizgîniya min li te bê,
deriyên tarîþevan ji ber ketin.
Mijgûlên êþ û jana,
yeka yeka va þikestin.
Li paxila birîna kûr
xem raketin.
De rabe lê !
ji dîwarên bendîgehan
singan hilke.
Tevnepîrka lme gencilî
(konê penaberî)
bidirîne.
BiÞûn xwe de
hezar tifan di þûn piyên xwe de bibarîne.
Li vegerê ,
her birêve,
li ser lêva qemûþgirtî ,
ya tihnîtî
guliyên berfê ,
yên lêlavê tu bihûne.
Di þûn piyên pêÞmerge de,
dirxên dilovanî , hejêkirin
tu biçêne.
Li ser çiqlên darzeytûnê,
ji kevoka -Soran û Botan- re
hêlînekê ,j vîna welat tu biçîne.
Ji helbesta kevn û taze
xweþgotinan helbijêre,
Ji pencera dilê camþikestî,
ji dergûþa bêwextî re
bilorîne,
bilorîne.
Ji bîr neke,
ji bîr nabê;
li ser kevya çemê jînê ,
di þîngeha serbestî de,
kewê bîranînên xwe bi çêrîne
Di xwendegeha gelêrî de,
dersa pêþî,
ji biçûkan re,
teracîdya gelê Kurde
pê bi xwemlîne,
pê bi xemlîne.
.......... / ........ 1991
www.kecakurd.de
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-01-28 (5125 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |