PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ji trajîdya gelê Kurd



Gulistanê !

Lê xuhikê karwaniyê,

serê koçê vegerîne,

em gihane talya xeman.

Li ser dûvê vê qûnaxê

ji xwe re rûne.

Li zozanê çêregeha

axîn û keserên min û te xuhikê,

sed awirî tu biçîne.

Gorepana termê jînê

lê bixwêne.

Lê bixwêne dîroknama derbiderî,

penaberî,

rojê dimrin hezar biçûk,

xort û zerî,

li nav sir û serma,

berf û herî.

Ev dîmen û hezar hezar,

hezar wêne tu dê bibîne.

Ji bîr ne ke,

ji bo xemla pêþanîka roja siba,

keskesora li pey hewra

li teþîka xwe birêse.

Li kovanên cerg û dilan biparêze.

Bi derzîka -Leyla Qasim-

bihîvêze,

bihîvêze.

Gulistanê !

Mizgîniya min li te bê,

deriyên tarîþevan ji ber ketin.

Mijgûlên êþ û jana,

yeka yeka va þikestin.

Li paxila birîna kûr

xem raketin.

De rabe lê !

ji dîwarên bendîgehan

singan hilke.

Tevnepîrka lme gencilî

(konê penaberî)

bidirîne.

BiÞûn xwe de

hezar tifan di þûn piyên xwe de bibarîne.

Li vegerê ,

her birêve,

li ser lêva qemûþgirtî ,

ya tihnîtî

guliyên berfê ,

yên lêlavê tu bihûne.

Di þûn piyên pêÞmerge de,

dirxên dilovanî , hejêkirin

tu biçêne.

Li ser çiqlên darzeytûnê,

ji kevoka -Soran û Botan- re

hêlînekê ,j vîna welat tu biçîne.

Ji helbesta kevn û taze

xweþgotinan helbijêre,

Ji pencera dilê camþikestî,

ji dergûþa bêwextî re

bilorîne,

bilorîne.

Ji bîr neke,

ji bîr nabê;

li ser kevya çemê jînê ,

di þîngeha serbestî de,

kewê bîranînên xwe bi çêrîne

Di xwendegeha gelêrî de,

dersa pêþî,

ji biçûkan re,

teracîdya gelê Kurde

pê bi xwemlîne,

pê bi xemlîne.



.......... / ........ 1991
www.kecakurd.de





Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !