Panzdeh helbestên curbecur.
Panzdeh helbestên curbecur.
1 - ) ZÝMANÊ KURDÎ Zimanê Kurdî çiqas þirîn e
Baxçê gulan e, hingivîn e
Þaristanî ye, pir jî rengîn e
Zimanê Kurdî jîn û evîn e
Zimanê Kurdî kesayetî ye
Helwest û hesta neteweyî ye
Jibîrkirina wî þerm û fedî ye
Çendî þirîn e zimanê Kurdî
Tîrêj û roja hemû Kurdan e
Awaza xem û xeyalê wan e
Wekî aqil e taca zêrîn e
Þan û þeref e zimanê Kurdî
Zimanê Kurdî çar zarava ye
Kur û fireh e, wekî derya ye
Nasnama me ye zimanê Kurdî
Çiqas þirîn e zimanê Kurdî
Ger tu nizanbî bi vî zimanî
Hêjarê hûþ î, pir bê aqil î
Kêm feraset î, baxçê bêgul î
Ger tu nizanbî zimanê Kurdî
* * * * * * * * * * * * * * *
2 - ) BÝBÊJE De bibêje dayika min
Ji min re lorîkên zelal bêje
Ka ji min re bibêje
Wek avên çavkaniyan
Kulîlkên li ber avên geliyan
Çi dibe, bêje
Bêje ku razêm
Bi xeyalên agir û rojê
Bi sibehên nû
Þiyarbim bi lez û zû
Bêje dayika xewjînên bêdawî
Bibêje ku jibîrbikim
Evîna xwe, van xewn û xeyalan
Di dilê min de rabûnê pêdarê
Peyvên bi tilsim û xwîn û hêsir
Melodiyan,
Stranên evîna min
Hesreta min...
Bêje dayika min bibêje
Stranên cengê ji min re bêje
Bêje ku bila germ bibin
Germ bibin navên li ser dilê min
Navên li ser dilê min kolayî
Çiyan û robaran bêje
Þivarêyên teng û xwar
Kulilk û beybûnên qefa zinaran
Wan avên sar, belekiyên berfê
Guje guj û fure fura çile û sibatê
Wan lehengên xebat û lebatê
Qîma min nayê bi serê xwe
Wekî din tu çi bibêjî
Bitenê çiyayên welatê min,
Berf û baran
Serma û zivistanan bêje
Hinek jî ji pencên rojê
Ji wan stêrkên azadiyê bêje
* * * * * * * * * * * * * * *
3 - ) ÇAR DEMSAL Bahar demsala rengîn e
Bax û bostan gul gulî ne
Mêrg û zozan þaneþîn in
Di kesk û sor de xemilî ne
Havîn germ û zuha ye,
Dema adanî û tama ye.
Pale zeviyan diçinin
Dewê sar pir hêja ye.
Sar û germ e, payîz e,
Roj dubendî dilîze,
Quling bi rêz difirin.
Dema cot û payîze.
Zivistan berf û serma ye,
Dema cemed û qeþa ye
Þev pir kur û dirêj in,
Her der bahoz û ba ye!
* * * * * * * * * * * * * * *
4 - ) NAVÊ TE Min baþ fêm kir bê te nabe
Ne li ba te me, wê çawa be
Cîh û civak wek axa sar
Dil û ceger bûn mest û jar
Ez hêsîr im ji evîna te re
Ez dihelim ji xemla te re
Were bi destê min bigire,
Tiþtan bêje ji dilê min re
Dizanim tu hêviya min î,
Ronahiya çavên min î
Bê te sar û zivistan e
Tu bihara dilê min î
Havîn li min zivistan e
Þev û roj wekî salan e
Ji ber çavên min tu naçî
Bîr û baweriya dilan e
Derdê dilê min tev êþ û jan e
Ji ber êþ û janê girî hawar e
Gazî dikim dilorînim
Çima dengê min nayê te
Ev çend sal e ji te durim
Li hêla welatê jêrim
Tu ji ber çavên min naçî
Ez digirîm û dizarim
Rengên gulan li ser te ne
Sewta bilbilan li ser te
Te bibînim temaþekim
Da ku xweþ be dilên me
Navê te xweþ û giran e
Navê þirîn Kurdistan e
Em giyan û canê xwe nadin
Ew ji me re rih û can e.
* * * * * * * * * * * * * * *
5 - ) YARA MÝN Evîndar im dil bizarim
Te nebînim pir bêhal im
Bejna zirav ku min nedît
Ji vî derdî ez dinalim
Roja bê te derd û kul e
Xala gerdena te gul e
Ji bo te axînan dikþînim
Evîna min ji can û dil e.
Yara min yeka çavxezal e
Wekî avek tim zelal e
Roja yara xwe nebînim
Jiyan ji min re xeyal e
Yaram yeka çavbelek e
Bejin zirav e gula geþ e
Roja yara xwe nebînim
Ew roj li min þeva reþ e
Yara min gula Kurdistanê
Kulîlka nav þaristanê
Ezê bi destên yarê bigirim
Em biçin ber Gola Wanê
* * * * * * * * * * * * * * *
6 - ) BERFÎN Bi sirra êvar rê,
Bîhna te digirim
Bi bîhna bayê berbangê re,
Dengê te hiltînim
Çend mij û moran
Çend bahoz û boran
Bûn nêvanê paþila te,
Nizanim.
Ez diçim
Bi hemû xewn û xiyalên xwe ve,
Diçim seyra ramiyarê.
Li pelên te,
Li pelên te yên nazdar dinihêrim,
Navê te distirêm bi þev û rojan
Navê te wekî xeleka zincîreki qetiyayî,
Belav bûye di navbera kendalên dilê min de.
Wekî gula di nîvê jiyana xwe de,
Xatir ji min xwestiyayî.
Demsal bihar e,
Zînde û vekiriye çavên axa çilmisî
Senfonîyek bênav e dengê qaz û qulingan
Jiber ku rojê mala xwe barkiriye,
Þevê reþ girêdaye
Bihar
Bihar jiyan û ar e
Çiqas dilê min xweþ be jî berfînê,
Li coxrafya min qêrîn û hewar e.
Nizanim
Nizanim çend sal
Çend meh
Çend roj
Çend saet û kêlî derbas bûn,
Ez û tu ji hev cûda ketin e.
Lê min hê xatirê xwe nexwestiye ji te.
Berfîna min
Dîroka evîn û jîna min.
* * * * * * * * * * * * * * *
7 - ) Jiyan Jiyan germ e, jiyan sar e
Wekî evîn û bihar e
Carina þirîn e,
Carina jehra maran e
Jiyan çem û kanî ye
Hewar û feryad û gazî ye
Carina bahoz û ba ye,
Carina gulaza gula e
Jiyan sor e, lê rengîn e
Kesk û sor û hiþîn e
Av û agir û vîn e
Him dîlan e, him jî þîn e
Jiyan sivik e carina
Carina barêkî giran e
Jiyan hebûn û dîtin e
Wek stêrka li ezmîn e
Sorgul li ba dibe bi sira sibê re
Perên xwe li ba dike bi rihanê re
Dikeve dîlanê bi beybûnê re
Geþ dibe nêrgiz bi jiyanê re
Jiyan ketin e
Jiyan rabûn e.
Carina matiþt e
Carina mizgîn e.
Jiyan ketin û rabûn e
Jiyan vîyan û jîn e
Jiyan agir û tîne e
Jiyan jiyan e jiyan!
* * * * * * * * * * * * * * *
8 - ) KULÎLK Ew kulîlkên biharê
Xemla heyva adarê
Kulilkê sor û zer in
Þên bûne li Kurdistanê
Ew kulîlkên havînê
Wek ala serxwebûnê
Ser bilind û dilþad in
Li ser hemû gerdûnê
Beybûn rihan û sosin
Rê û rêçan dipirsin
Tev çûne ber bi çiyan
Xwînxwar ji wan ditirsin
Ew kesk û sor û zer in
Tev þêr û dilawer in
Þoreþger egîd mêrxas
Tev bi dozê bawer in
Ew keç û xortên Kurdin
Zanyar û jêhat û merd in
Nebiyê Kawayê Hesinkar
Evîndarê welat in
Wekî baz û piling in
Li palka çiyayê Cudî
Li serê Çiyayê Sîpan
Wek Þêrê Rojhilat in
* * * * * * * * * * * * * * *
9 - ) HESRET Û XEWLET Em dîn bûne ji hesretê
Xilas nabin ji xewletê
Heta halê me wahabe
Em çi bikin ji mal û serwetê
* * * * * * * * * * * * * * *
10 - ) HELEBÇE Sal, 1988
Di meha Newrozê de
Þehîd diket bajarê Kurd
Helebçe!
Li ser qiraxê Dîjle,
Li ber ava Feradê
Zuha dibûn çavên me
Ji ber hesreta avê
Terikîbûn lêvên me
Ji ber xewa mirinê,
Qerimîbûn laþên me!
Min nikaribû,
Nikaribûm bifiriyama,
Bi lêdana dilê xwe.
Min nikaribû ne ji Dîjle
Ne jî Ferad a xemgîn
Vexwara qurteke av
Li Çiyayên Zagros
Koç daniye jana min,
Li Helepçe canê xwe da,
Cana min!
Newroz e newroz e
Bigrin dîlan û þahiyan
Nekin girî û þîna min
Bila fedayê welat be jîna min
Nevemrînin agirê ser dilê min!
Zarok dimirin,
Kulîlk vedimirîn
Di himbêza dayikên bi aram de,
Bi zarîn
Hêsîr ketibûn ji mirinê re!
Ji mirinê re
Teyr û dar û tev jîndar
Di himbêza Newrozê de.
Bi gef û gurr
Jehrî bar dikirin bi ser me de ewrên xayîn
Li ezmanan bombeyên kîmyayî
Li ezmanan mirin û hêvî li hev geriyan
Mirin û hêviyên ser bi xêlî
* * * * * * * * * * * * * * *
11 - ) Bavêje Agir Li hogiran bigere
Bike rêheval ji xwe re
Aþitîyê bike jiyan
Xweþik be bila cîhan
Waha sazke karên xwe
Da ku hilgirî barê xwe
Bi taveke her jiyan
Ronahî bike warê xwe
Dijmintiyan nexwaz e,
Dostaniyan saz bike
Bi þadûman û geþ be,
Cîhana xwe xweþ bike
Bimeþe ser tariyan,
Wan bavêje agirek gur
Aþitiyê bike armanc,
Rûyê dijmin reþ bike
* * * * * * * * * * * * * * *
12 - ) ÞEVÊN TARÎ Þahî ye tenêbûna di tariyê de
Þahî û xemrevîn in hûcreyên kor
Tariyên zîndanên bi qêrîn û zarîn
Hil didin ji ser me, hemû bêhîtiyan
Bi me dide hez kirin
Talî û tengezariyan
Amade dike ji bo rojên nû
Ji bo rojên bi tav
Ramiyarê dide ronahiyê bi vî awayî
Hûn dizanin birano...
Rojek bê, wê hilwebiþe
Saltanata zilm û zorê
Wê biþkên zincîrên zordariyê
Wê biqetin xelekên bi qirêj
Ji nû ve tê nivîsandin rojbûna min
Tê nivîsandin çarenusa dahatuya min
Tê nivîsandin dîroka mirovatiyê
Saleke nû tê,
Bihareke nû dibiþkive
Þîn dibin di dilên me de,
Hêviyên serbixêlî.
Di dilên me de,
Digurucin ser tariyan
Ewr û wolkanên di dilên me de.
Em dibin ar, dibin jiyan
Pê dikevin li serê çiyan
Rengîn dibin deþt û zozan
Pêl dide ala azadî,
Rizgar dibe Kurdistan
* * * * * * * * * * * * * * *
13 - ) ÞÝVANÎ Dizanim þivaniyê
Ew hûner û azadî ye
Xweza ye,
Ya ku tenêbûna þivana hil dide
Hezkirina kedê ye þivaniyê dide hezkirin
Û dike hûner
Bengiyek þivanan heye
Bi hevbeþî
Ew bengî jiyan û vîn e
Jiber ku
Bê qedexe tên gotin
Kulam û helbest.
Yên evînî, aþitî û biratiyê
Av bê kul û derd e
Di lîlîne bi dilê xwe
Heybeta salan heye bi axê re
Dibe êvar, heyhv digere
Diçûrisin stêrkên temirî
Bilindtir dibe rengên azadiyê
Dibiþkivin sorgul û pîvok
Bîna gul û gulbengiya tê bi ser min de
* * * * * * * * * * * * * * *
14 - ) QAQLÝBAZ Nû dîtibû min
Behr û tergeyên bi kevz
Kelekên bi behrê re diheciyan
Ew teyrên hogirê behrê
Wek tumek per
Sivik û firoke
Geh li wî alî geh li vî alî
Teyrek bi ber çavên min ket
Azad û bextiyar
Li hev dixist baskên xwe bi delalî
Bê axîn û derd û kul
Bê keser û hesreta ji dil
Nenasdarî çi zor e lo...
Bazê behrê bû çi ew?
Baz hey baz!
Hogirê çiyanî tu
Hogirê deþtanî tu
Naxêr!
Ne baz e ew
Tirsonek û xwîngerm e ew.
Geh li jêr û geh li jor
Wek sîwarek xeþîm
Wek kefê sibik
Qaqlibazek baskspî ye ew
Min rêçikand ew kur û dûr
Bask dihecand wek qevda þûr
Ji min dur ket wek hulmek ba
Silav dibir ji ewran re
Carna dilîst bi masiyan re
Carna dilê wan dileqand
Tu aþitî û azadî yî
Qaqlibazo hey qaqlibaz
* * * * * * * * * * * * * * *
15 - ) SONDA MÝN Min sond xwar sedsalan berê
Li hêmîna Kawayê nemir
Noþîrewan pir namîdar
Min soz daye dayika mezin
Li hêmîna Rustemê Zal
Nakim tu car gilî gazin
Ezê derxînim ji welat
Wan xunmij û wan kedxwaran
Bi dest û diranên xwe
Diçirînim roj bi roj ala zulmê
Di qewirînim hemû neyaran
Dikolim ji ser axa pîroz
Þopa devê çar seyên har
Ez dilezim bê dawestin
Bi gavên dirêj, gavên nebez
Pêþwaz dikim dayika xweþik
Pîroz dikim bi navê gel
Di Newrozan de
Lê Medya,
Dayika nazdar!
Baþ dizanim birîndarî
Pir nexweþ û pir bê halî
Xeman neke ne lorîne
Dilê xwe bi xwe neþewtîne
Dawiya kulan serxwebûn e
Dayika Medya
Çi dibe
Jandar neke rûyê xwe,
Neþewtîne dilên me
Bila nemîne di dilê te de
Nemîne tirs û mîtole
Ez bi milyona me
Ne bitenê me
Em dizanin û dibînin
Bi hezar salan e
Li welatê Medya mezin
Xunmij û mijdewanên neftê
Ciritan davêjin bêsekan
Li welatê þêrên navdar,
Hey gazî û hey hawar
Hemû rovî bûne seyda
Zerengê didin sîxuran
Lê waye xuya ye
Çiya û zinar
War û bajar
Dijminin ji dijminên me re
Cîhan xalî û bêdeng e
Þeþ reþahî û sê oqyanûsên mezin
Hêvîdar in, hêviyan dikin
Ji zarokên te dixwaz in
An azadî an jî mirin
* * * * * * * * * * * * * * *
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-10-11 (5559 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |