Panzdeh helbestên curbecur. Panzdeh helbestên curbecur.1 - ) ZÝMANÊ KURDÎZimanê Kurdî çiqas þirîn eBaxçê gulan e, hingivîn e Þaristanî ye, pir jî rengîn e Zimanê Kurdî jîn û evîn e Zimanê Kurdî kesayetî ye Helwest û hesta neteweyî ye Jibîrkirina wî þerm û fedî ye Çendî þirîn e zimanê Kurdî Tîrêj û roja hemû Kurdan e Awaza xem û xeyalê wan e Wekî aqil e taca zêrîn e Þan û þeref e zimanê Kurdî Zimanê Kurdî çar zarava ye Kur û fireh e, wekî derya ye Nasnama me ye zimanê Kurdî Çiqas þirîn e zimanê Kurdî Ger tu nizanbî bi vî zimanî Hêjarê hûþ î, pir bê aqil î Kêm feraset î, baxçê bêgul î Ger tu nizanbî zimanê Kurdî * * * * * * * * * * * * * * * 2 - ) BÝBÊJEDe bibêje dayika minJi min re lorîkên zelal bêje Ka ji min re bibêje Wek avên çavkaniyan Kulîlkên li ber avên geliyan Çi dibe, bêje Bêje ku razêm Bi xeyalên agir û rojê Bi sibehên nû Þiyarbim bi lez û zû Bêje dayika xewjînên bêdawî Bibêje ku jibîrbikim Evîna xwe, van xewn û xeyalan Di dilê min de rabûnê pêdarê Peyvên bi tilsim û xwîn û hêsir Melodiyan, Stranên evîna min Hesreta min... Bêje dayika min bibêje Stranên cengê ji min re bêje Bêje ku bila germ bibin Germ bibin navên li ser dilê min Navên li ser dilê min kolayî Çiyan û robaran bêje Þivarêyên teng û xwar Kulilk û beybûnên qefa zinaran Wan avên sar, belekiyên berfê Guje guj û fure fura çile û sibatê Wan lehengên xebat û lebatê Qîma min nayê bi serê xwe Wekî din tu çi bibêjî Bitenê çiyayên welatê min, Berf û baran Serma û zivistanan bêje Hinek jî ji pencên rojê Ji wan stêrkên azadiyê bêje * * * * * * * * * * * * * * * 3 - ) ÇAR DEMSALBahar demsala rengîn eBax û bostan gul gulî ne Mêrg û zozan þaneþîn in Di kesk û sor de xemilî ne Havîn germ û zuha ye, Dema adanî û tama ye. Pale zeviyan diçinin Dewê sar pir hêja ye. Sar û germ e, payîz e, Roj dubendî dilîze, Quling bi rêz difirin. Dema cot û payîze. Zivistan berf û serma ye, Dema cemed û qeþa ye Þev pir kur û dirêj in, Her der bahoz û ba ye! * * * * * * * * * * * * * * * 4 - ) NAVÊ TEMin baþ fêm kir bê te nabeNe li ba te me, wê çawa be Cîh û civak wek axa sar Dil û ceger bûn mest û jar Ez hêsîr im ji evîna te re Ez dihelim ji xemla te re Were bi destê min bigire, Tiþtan bêje ji dilê min re Dizanim tu hêviya min î, Ronahiya çavên min î Bê te sar û zivistan e Tu bihara dilê min î Havîn li min zivistan e Þev û roj wekî salan e Ji ber çavên min tu naçî Bîr û baweriya dilan e Derdê dilê min tev êþ û jan e Ji ber êþ û janê girî hawar e Gazî dikim dilorînim Çima dengê min nayê te Ev çend sal e ji te durim Li hêla welatê jêrim Tu ji ber çavên min naçî Ez digirîm û dizarim Rengên gulan li ser te ne Sewta bilbilan li ser te Te bibînim temaþekim Da ku xweþ be dilên me Navê te xweþ û giran e Navê þirîn Kurdistan e Em giyan û canê xwe nadin Ew ji me re rih û can e. * * * * * * * * * * * * * * * 5 - ) YARA MÝNEvîndar im dil bizarimTe nebînim pir bêhal im Bejna zirav ku min nedît Ji vî derdî ez dinalim Roja bê te derd û kul e Xala gerdena te gul e Ji bo te axînan dikþînim Evîna min ji can û dil e. Yara min yeka çavxezal e Wekî avek tim zelal e Roja yara xwe nebînim Jiyan ji min re xeyal e Yaram yeka çavbelek e Bejin zirav e gula geþ e Roja yara xwe nebînim Ew roj li min þeva reþ e Yara min gula Kurdistanê Kulîlka nav þaristanê Ezê bi destên yarê bigirim Em biçin ber Gola Wanê * * * * * * * * * * * * * * * 6 - ) BERFÎNBi sirra êvar rê,Bîhna te digirim Bi bîhna bayê berbangê re, Dengê te hiltînim Çend mij û moran Çend bahoz û boran Bûn nêvanê paþila te, Nizanim. Ez diçim Bi hemû xewn û xiyalên xwe ve, Diçim seyra ramiyarê. Li pelên te, Li pelên te yên nazdar dinihêrim, Navê te distirêm bi þev û rojan Navê te wekî xeleka zincîreki qetiyayî, Belav bûye di navbera kendalên dilê min de. Wekî gula di nîvê jiyana xwe de, Xatir ji min xwestiyayî. Demsal bihar e, Zînde û vekiriye çavên axa çilmisî Senfonîyek bênav e dengê qaz û qulingan Jiber ku rojê mala xwe barkiriye, Þevê reþ girêdaye Bihar Bihar jiyan û ar e Çiqas dilê min xweþ be jî berfînê, Li coxrafya min qêrîn û hewar e. Nizanim Nizanim çend sal Çend meh Çend roj Çend saet û kêlî derbas bûn, Ez û tu ji hev cûda ketin e. Lê min hê xatirê xwe nexwestiye ji te. Berfîna min Dîroka evîn û jîna min. * * * * * * * * * * * * * * * 7 - ) JiyanJiyan germ e, jiyan sar eWekî evîn û bihar e Carina þirîn e, Carina jehra maran e Jiyan çem û kanî ye Hewar û feryad û gazî ye Carina bahoz û ba ye, Carina gulaza gula e Jiyan sor e, lê rengîn e Kesk û sor û hiþîn e Av û agir û vîn e Him dîlan e, him jî þîn e Jiyan sivik e carina Carina barêkî giran e Jiyan hebûn û dîtin e Wek stêrka li ezmîn e Sorgul li ba dibe bi sira sibê re Perên xwe li ba dike bi rihanê re Dikeve dîlanê bi beybûnê re Geþ dibe nêrgiz bi jiyanê re Jiyan ketin e Jiyan rabûn e. Carina matiþt e Carina mizgîn e. Jiyan ketin û rabûn e Jiyan vîyan û jîn e Jiyan agir û tîne e Jiyan jiyan e jiyan! * * * * * * * * * * * * * * * 8 - ) KULÎLKEw kulîlkên biharêXemla heyva adarê Kulilkê sor û zer in Þên bûne li Kurdistanê Ew kulîlkên havînê Wek ala serxwebûnê Ser bilind û dilþad in Li ser hemû gerdûnê Beybûn rihan û sosin Rê û rêçan dipirsin Tev çûne ber bi çiyan Xwînxwar ji wan ditirsin Ew kesk û sor û zer in Tev þêr û dilawer in Þoreþger egîd mêrxas Tev bi dozê bawer in Ew keç û xortên Kurdin Zanyar û jêhat û merd in Nebiyê Kawayê Hesinkar Evîndarê welat in Wekî baz û piling in Li palka çiyayê Cudî Li serê Çiyayê Sîpan Wek Þêrê Rojhilat in * * * * * * * * * * * * * * * 9 - ) HESRET Û XEWLETEm dîn bûne ji hesretêXilas nabin ji xewletê Heta halê me wahabe Em çi bikin ji mal û serwetê * * * * * * * * * * * * * * * 10 - ) HELEBÇESal, 1988Di meha Newrozê de Þehîd diket bajarê Kurd Helebçe! Li ser qiraxê Dîjle, Li ber ava Feradê Zuha dibûn çavên me Ji ber hesreta avê Terikîbûn lêvên me Ji ber xewa mirinê, Qerimîbûn laþên me! Min nikaribû, Nikaribûm bifiriyama, Bi lêdana dilê xwe. Min nikaribû ne ji Dîjle Ne jî Ferad a xemgîn Vexwara qurteke av Li Çiyayên Zagros Koç daniye jana min, Li Helepçe canê xwe da, Cana min! Newroz e newroz e Bigrin dîlan û þahiyan Nekin girî û þîna min Bila fedayê welat be jîna min Nevemrînin agirê ser dilê min! Zarok dimirin, Kulîlk vedimirîn Di himbêza dayikên bi aram de, Bi zarîn Hêsîr ketibûn ji mirinê re! Ji mirinê re Teyr û dar û tev jîndar Di himbêza Newrozê de. Bi gef û gurr Jehrî bar dikirin bi ser me de ewrên xayîn Li ezmanan bombeyên kîmyayî Li ezmanan mirin û hêvî li hev geriyan Mirin û hêviyên ser bi xêlî * * * * * * * * * * * * * * * 11 - ) Bavêje AgirLi hogiran bigereBike rêheval ji xwe re Aþitîyê bike jiyan Xweþik be bila cîhan Waha sazke karên xwe Da ku hilgirî barê xwe Bi taveke her jiyan Ronahî bike warê xwe Dijmintiyan nexwaz e, Dostaniyan saz bike Bi þadûman û geþ be, Cîhana xwe xweþ bike Bimeþe ser tariyan, Wan bavêje agirek gur Aþitiyê bike armanc, Rûyê dijmin reþ bike * * * * * * * * * * * * * * * 12 - ) ÞEVÊN TARÎÞahî ye tenêbûna di tariyê deÞahî û xemrevîn in hûcreyên kor Tariyên zîndanên bi qêrîn û zarîn Hil didin ji ser me, hemû bêhîtiyan Bi me dide hez kirin Talî û tengezariyan Amade dike ji bo rojên nû Ji bo rojên bi tav Ramiyarê dide ronahiyê bi vî awayî Hûn dizanin birano... Rojek bê, wê hilwebiþe Saltanata zilm û zorê Wê biþkên zincîrên zordariyê Wê biqetin xelekên bi qirêj Ji nû ve tê nivîsandin rojbûna min Tê nivîsandin çarenusa dahatuya min Tê nivîsandin dîroka mirovatiyê Saleke nû tê, Bihareke nû dibiþkive Þîn dibin di dilên me de, Hêviyên serbixêlî. Di dilên me de, Digurucin ser tariyan Ewr û wolkanên di dilên me de. Em dibin ar, dibin jiyan Pê dikevin li serê çiyan Rengîn dibin deþt û zozan Pêl dide ala azadî, Rizgar dibe Kurdistan * * * * * * * * * * * * * * * 13 - ) ÞÝVANÎDizanim þivaniyêEw hûner û azadî ye Xweza ye, Ya ku tenêbûna þivana hil dide Hezkirina kedê ye þivaniyê dide hezkirin Û dike hûner Bengiyek þivanan heye Bi hevbeþî Ew bengî jiyan û vîn e Jiber ku Bê qedexe tên gotin Kulam û helbest. Yên evînî, aþitî û biratiyê Av bê kul û derd e Di lîlîne bi dilê xwe Heybeta salan heye bi axê re Dibe êvar, heyhv digere Diçûrisin stêrkên temirî Bilindtir dibe rengên azadiyê Dibiþkivin sorgul û pîvok Bîna gul û gulbengiya tê bi ser min de * * * * * * * * * * * * * * * 14 - ) QAQLÝBAZNû dîtibû minBehr û tergeyên bi kevz Kelekên bi behrê re diheciyan Ew teyrên hogirê behrê Wek tumek per Sivik û firoke Geh li wî alî geh li vî alî Teyrek bi ber çavên min ket Azad û bextiyar Li hev dixist baskên xwe bi delalî Bê axîn û derd û kul Bê keser û hesreta ji dil Nenasdarî çi zor e lo... Bazê behrê bû çi ew? Baz hey baz! Hogirê çiyanî tu Hogirê deþtanî tu Naxêr! Ne baz e ew Tirsonek û xwîngerm e ew. Geh li jêr û geh li jor Wek sîwarek xeþîm Wek kefê sibik Qaqlibazek baskspî ye ew Min rêçikand ew kur û dûr Bask dihecand wek qevda þûr Ji min dur ket wek hulmek ba Silav dibir ji ewran re Carna dilîst bi masiyan re Carna dilê wan dileqand Tu aþitî û azadî yî Qaqlibazo hey qaqlibaz * * * * * * * * * * * * * * * 15 - ) SONDA MÝNMin sond xwar sedsalan berêLi hêmîna Kawayê nemir Noþîrewan pir namîdar Min soz daye dayika mezin Li hêmîna Rustemê Zal Nakim tu car gilî gazin Ezê derxînim ji welat Wan xunmij û wan kedxwaran Bi dest û diranên xwe Diçirînim roj bi roj ala zulmê Di qewirînim hemû neyaran Dikolim ji ser axa pîroz Þopa devê çar seyên har Ez dilezim bê dawestin Bi gavên dirêj, gavên nebez Pêþwaz dikim dayika xweþik Pîroz dikim bi navê gel Di Newrozan de Lê Medya, Dayika nazdar! Baþ dizanim birîndarî Pir nexweþ û pir bê halî Xeman neke ne lorîne Dilê xwe bi xwe neþewtîne Dawiya kulan serxwebûn e Dayika Medya Çi dibe Jandar neke rûyê xwe, Neþewtîne dilên me Bila nemîne di dilê te de Nemîne tirs û mîtole Ez bi milyona me Ne bitenê me Em dizanin û dibînin Bi hezar salan e Li welatê Medya mezin Xunmij û mijdewanên neftê Ciritan davêjin bêsekan Li welatê þêrên navdar, Hey gazî û hey hawar Hemû rovî bûne seyda Zerengê didin sîxuran Lê waye xuya ye Çiya û zinar War û bajar Dijminin ji dijminên me re Cîhan xalî û bêdeng e Þeþ reþahî û sê oqyanûsên mezin Hêvîdar in, hêviyan dikin Ji zarokên te dixwaz in An azadî an jî mirin * * * * * * * * * * * * * * * |