Silav
Birêz, Seyid Feysel Mojtevî dema ku helbesta xwa nivisandiye evîndarîya Alî Cahît Kiraç ya Kurdistanê fikiriye û evînîya xwa ya Kurdistanê jî bi gotinên xwayê kur, geþ û balkêþ anîye ziman. Hunermend di helbesta xwada herwiha dibê, Xoybun kincê yekîtîya Kurda ye.
Silav
Þev sare silava min germê dide vê jînê
Cahit tu nerazayî ber derdê Mem û Zînê
Em bûne Memê Alan aþiq li gulistanê
Mîrê mi çima em man benda sir û payîzê
Dinya bûye gur îro sir bûye sebeb gurhat ?
pezkê me gura xarin ? em ketne bera tirsê ?
Me tirs kire pêþe em ketne bi zindanê
Em rût û perîþanin sir zêde dike sozê
Payîz diçe zivistanê dê zêdebe îro sir
Alî me dibe kurkek amadebe sermayê
Em dê bibine micrim ger rût bimînin em
Em dê mirinê sehken sir nake bi kes rehmê
Rêkek heye bo manê pala xwe bidin hevra
Kincê yekîtî berkin ser bidne xoyîbûnê
Seyyid te feramuþ kir iþqa mezine kurda
Bavir be digel cehdê bûz namîne ser erdê
Erdê me kele lavo xwîna gelê kurdane
Germa dilê meydanê dê reþ ke zivistanê
Helbest : Xezel
Vezn : Mefûlo Mefaîlon Mefûlo Mefaîlon
Behr : Hezec Mosemen exreb
Senendec : 30. 09. 2005
Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-09-30 (4965 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |