Silav Birêz, Seyid Feysel Mojtevî dema ku helbesta xwa nivisandiye evîndarîya Alî Cahît Kiraç ya Kurdistanê fikiriye û evînîya xwa ya Kurdistanê jî bi gotinên xwayê kur, geþ û balkêþ anîye ziman. Hunermend di helbesta xwada herwiha dibê, Xoybun kincê yekîtîya Kurda ye. Silav Þev sare silava min germê dide vê jînê Cahit tu nerazayî ber derdê Mem û Zînê Em bûne Memê Alan aþiq li gulistanê Mîrê mi çima em man benda sir û payîzê Dinya bûye gur îro sir bûye sebeb gurhat ? pezkê me gura xarin ? em ketne bera tirsê ? Me tirs kire pêþe em ketne bi zindanê Em rût û perîþanin sir zêde dike sozê Payîz diçe zivistanê dê zêdebe îro sir Alî me dibe kurkek amadebe sermayê Em dê bibine micrim ger rût bimînin em Em dê mirinê sehken sir nake bi kes rehmê Rêkek heye bo manê pala xwe bidin hevra Kincê yekîtî berkin ser bidne xoyîbûnê Seyyid te feramuþ kir iþqa mezine kurda Bavir be digel cehdê bûz namîne ser erdê Erdê me kele lavo xwîna gelê kurdane Germa dilê meydanê dê reþ ke zivistanê Helbest : Xezel Vezn : Mefûlo Mefaîlon Mefûlo Mefaîlon Behr : Hezec Mosemen exreb Senendec : 30. 09. 2005 Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê mojtavy@hotmail.com |