| MIN DIXWEST BI KURDÎ HEZBIKIRA 
 
 
 
 
 Min dit keçek bejin zirav ü lewend ü þox ü þepal .
 Ew weke xwezayeke deyþt ü zozanabü ,anjî weke
 Sawêrekêbü ü min çiqas lê dinerî werqasî dilê min
 Jêra vedibü ü ez pê da dihatim girêdan ü min ji
 Sêrkirina wê têrnedixwar ew keça delalî bala min
 dikþand ü ez dixistim sawêra helbestan ü gava min
 lê dinerî li ser rüyê wê helbesten Evidarî min
 dixwendin ü bejna wê awazên jîyana buhuþtê
 sazdikiribün ü min ji guhdarkirina wê têrnedixwar
 ew porê wê wekî kerasê bejna çîyabü liser sîngê
 wê di nav bêna herdü çîyanda newalek kür ü dirêj
 ü bi sirbü ü helbestên min bi xweva girêdabün
 ü Evîna minjî bibü hêsîrê çavên wê lê ez
 nepoþmanbüm çi bi þewþenbü Evîna wê ü min
 dixwest ez wê bibînim ü îfada xwe jêra bidim
 lê min nikarîbü ew bidîta lê min namak jêra kire
 rê üþand .Mexabin wê nizanî bi kurdî bixwenda
 ku karibîya dîyarîya min bixwenda. lê wê xwest
 ew nama min jêra þandî wergeranda da ku karibîya
 tê bighîþta. lê mexabin wê nikarîbü ji ber zimanê
 kurdî qedexebü .wêjî namakji bo min kire rê ü þand
 lê mexabin minjî bi zimanê wê nivîsî nizanîbü.
 Ji ber wê bi kurdî nizanîbü ü minjî bi zimanêyî
 Bîyanî nizanîbü .mexabin ew hesret dilê minda ma
 Ew hesreta ku min dixwest bi kurdî ji wêra bigota
 Ez ji te hezdikim ü tu Evîna minî ü her wihajî me
 karibîya bizimanê kurdî çîrokê Evînî ji hevdüra
 bigotana ü biristana ü badana lê hün tü carî nikarin
 bipîvin ku li ber dilê min çiqasî girane ku min nikarîbü
 Evîna xwe jêra aþkere bikira bira bimrê sitemkarî ku
 zimanê me qedexekirin ü Evîna dilê me parçekirin .
 
 
 
 4.3.2002
 
 
 Hejarê Kurd ( Hejar  Elî )
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-01-01 (5134 car hat xwendin)[ Vegere ] | PRINTER |