PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



MIN DIXWEST BI KURDÎ HEZBIKIRA


Min dit keçek bejin zirav ü lewend ü þox ü þepal .
Ew weke xwezayeke deyþt ü zozanabü ,anjî weke
Sawêrekêbü ü min çiqas lê dinerî werqasî dilê min
Jêra vedibü ü ez pê da dihatim girêdan ü min ji
Sêrkirina wê têrnedixwar ew keça delalî bala min
dikþand ü ez dixistim sawêra helbestan ü gava min
lê dinerî li ser rüyê wê helbesten Evidarî min
dixwendin ü bejna wê awazên jîyana buhuþtê
sazdikiribün ü min ji guhdarkirina wê têrnedixwar
ew porê wê wekî kerasê bejna çîyabü liser sîngê
wê di nav bêna herdü çîyanda newalek kür ü dirêj
ü bi sirbü ü helbestên min bi xweva girêdabün
ü Evîna minjî bibü hêsîrê çavên wê lê ez
nepoþmanbüm çi bi þewþenbü Evîna wê ü min
dixwest ez wê bibînim ü îfada xwe jêra bidim
lê min nikarîbü ew bidîta lê min namak jêra kire
rê üþand .Mexabin wê nizanî bi kurdî bixwenda
ku karibîya dîyarîya min bixwenda. lê wê xwest
ew nama min jêra þandî wergeranda da ku karibîya
tê bighîþta. lê mexabin wê nikarîbü ji ber zimanê
kurdî qedexebü .wêjî namakji bo min kire rê ü þand
lê mexabin minjî bi zimanê wê nivîsî nizanîbü.
Ji ber wê bi kurdî nizanîbü ü minjî bi zimanêyî
Bîyanî nizanîbü .mexabin ew hesret dilê minda ma
Ew hesreta ku min dixwest bi kurdî ji wêra bigota
Ez ji te hezdikim ü tu Evîna minî ü her wihajî me
karibîya bizimanê kurdî çîrokê Evînî ji hevdüra
bigotana ü biristana ü badana lê hün tü carî nikarin
bipîvin ku li ber dilê min çiqasî girane ku min nikarîbü
Evîna xwe jêra aþkere bikira bira bimrê sitemkarî ku
zimanê me qedexekirin ü Evîna dilê me parçekirin .



4.3.2002


Hejarê Kurd ( Hejar Elî )