Genim
Seyid Feysel Moctevî
Genim
Þêx Mûs dike qîrîn biþer
Bab û bira rabin li der
(Hawar Hewar Hawar hewar)
( Van cûcika dexlê me xar )
Çara neçar em bûn neyar
Lev cûcika genmê me xar
Cûcik bi her sû ser ketin
Ev kunke wahid derketin
Ref Ref dihatne xarinê
Ber çavê me nav vê dinê
Hevce bi tarîtyê nebû
Eqlê serê me kêm hebû
Em bargiranyê rabibûn
Zanîngeha dûr keftibûn
Ilm û edeb ra ranebûn
Cehla muselsel rabibûn
Lev ixtiyara dexlê me
Ket destê yarên mirdele
Em raketin ev bûne kuk
Ev bûn xenî çengal û nuk
Me taqeta cûcik nema
cûcik ne bêj agir bela
Van cûcikan em pîr kirin
Em zor li dexl û dan kirin
Noka siya ra rêkirin
Lep lep genim tevhev kirin
Xwelî serê me verkirin
Coxîn li me van bar kirin
Rabe bira ya çoyî çû
Destan li kavê kevne zû
Bikkêþ bi eqlê þarezû
Vextê xwe tu ber ba nede
Kavê kevin tu ba nede
Dayka xema ber ba bide
Rêkên nexweþ vêran bike
Nezma nivîn bonyan bike
Taca li eqlê ser bike
Qîrîna Mûsa fem bike
Zarûkê gundan cem bike
Van hev du ra ageh bike
Keydan livan ruþan bike
Van keydê þeytan dûrbike
Da ev bikarin her demek
Bigrin li cûcik serdemek
Ber dexl û genmê xwe þevek
Bin pasebanê bê xewek
Rojekî rohnî bînne der
Tarîtiyê de biçne der
Dêl cûcika bigrin mefer
Dib qîjiya van kin nezer
Sofî û devrêþ bêne der
Mela Seyid jî bêne der
Pîr û kurik jin û kiçik
Þîx û mela û yên firîk
Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê
Ev helbesta li tarîxa 5.11.2004 li mailpera Avestakurd.net dajî çap bûye.
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-12-29 (4601 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |