PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Genim


Seyid Feysel Moctevî


Genim

Þêx Mûs dike qîrîn biþer
Bab û bira rabin li der

(Hawar Hewar Hawar hewar)
( Van cûcika dexlê me xar )

Çara neçar em bûn neyar
Lev cûcika genmê me xar

Cûcik bi her sû ser ketin
Ev kunke wahid derketin

Ref Ref dihatne xarinê
Ber çavê me nav vê dinê

Hevce bi tarîtyê nebû
Eqlê serê me kêm hebû

Em bargiranyê rabibûn
Zanîngeha dûr keftibûn

Ilm û edeb ra ranebûn
Cehla muselsel rabibûn

Lev ixtiyara dexlê me
Ket destê yarên mirdele

Em raketin ev bûne kuk
Ev bûn xenî çengal û nuk

Me taqeta cûcik nema
cûcik ne bêj agir bela

Van cûcikan em pîr kirin
Em zor li dexl û dan kirin

Noka siya ra rêkirin
Lep lep genim tevhev kirin

Xwelî serê me verkirin
Coxîn li me van bar kirin

Rabe bira ya çoyî çû
Destan li kavê kevne zû

Bikkêþ bi eqlê þarezû
Vextê xwe tu ber ba nede

Kavê kevin tu ba nede
Dayka xema ber ba bide

Rêkên nexweþ vêran bike
Nezma nivîn bonyan bike

Taca li eqlê ser bike
Qîrîna Mûsa fem bike

Zarûkê gundan cem bike
Van hev du ra ageh bike

Keydan livan ruþan bike
Van keydê þeytan dûrbike

Da ev bikarin her demek
Bigrin li cûcik serdemek

Ber dexl û genmê xwe þevek
Bin pasebanê bê xewek

Rojekî rohnî bînne der
Tarîtiyê de biçne der

Dêl cûcika bigrin mefer
Dib qîjiya van kin nezer

Sofî û devrêþ bêne der
Mela Seyid jî bêne der

Pîr û kurik jin û kiçik
Þîx û mela û yên firîk




Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê

Ev helbesta li tarîxa 5.11.2004 li mailpera Avestakurd.net dajî çap bûye.


Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com