Me çîk hebû
Seyid Feysel Moctevî
Me çîk hebû
Me ji nav seran
Serek hebû
Qanûn û yasayek hebû
Wexta ku me
Rêber[1] hebû
Tu kes wira xwya nebû
Destê me naw destê hew bû
Dîyako bime rêber bû
Hemedan bime zîwerbû
Em ketin naw gêrevêrê[2]
Tengavîyê tarîtîyê
Bûn du deste
Tîre tîre
Bûn eþîre
Bûne dujmin ji hewdure
Bûn dost û yar dujminî re
Bûn bê qanûn bûn bê kitêb
Ji dest me derketin hisêb
Me nepirsî
Ka medrise
Kanê kitêb
Ka dîroka sedan qirna
Kanê feqî[3]
Kanê mela[4]
Em dûr bêxin
Nakokîyê neyarîyê
cudatîya biratîyê
Em dibe bînne bîra xwe
Yêkîtyê aþitîyê
Mirvanîyê dostînîyê
Bi yêkîtî dest bidin hew
Bigrin rêya avaîyê
Herin rêya edlaîyê
Naw milletî
Naw zarûka
Biken pirsê me çîk hebû
Zarû me pitir dizanin
Me çi hebû çi çinebû
Me bax û baxevan hebû
Em heyî bûn
Me pez hebû me rez hebû
Me þîr û mast û do hebû
Me hiþ û reng û rû hebû
Zozan û deþt û der hebû
Dirext û dar û ber hebû
Xudê û pêxember hebû
Zorjî iîman bigel hebû
Dilê me þikest
Me cî hebû
Em man bê cî
Me kes hebû
Em man bêkes
Me zana bû
Gelek gelek
Em bûn nezan
Zanayê me man xelkê re
Paxla dîyê de cî nebûn
Çon oripa çon imrîka
Em mane ser tendûra sar
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-12-26 (4793 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |