PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Me çîk hebû


Seyid Feysel Moctevî


Me çîk hebû



Me ji nav seran

Serek hebû

Qanûn û yasayek hebû

Wexta ku me

Rêber[1] hebû

Tu kes wira xwya nebû

Destê me naw destê hew bû

Dîyako bime rêber bû

Hemedan bime zîwerbû

Em ketin naw gêrevêrê[2]

Tengavîyê tarîtîyê

Bûn du deste

Tîre tîre

Bûn eþîre

Bûne dujmin ji hewdure

Bûn dost û yar dujminî re

Bûn bê qanûn bûn bê kitêb

Ji dest me derketin hisêb

Me nepirsî

Ka medrise ­

Kanê kitêb

Ka dîroka sedan qirna

Kanê feqî[3]

Kanê mela[4]

Em dûr bêxin

Nakokîyê neyarîyê

cudatîya biratîyê

Em dibe bînne bîra xwe

Yêkîtyê aþitîyê

Mirvanîyê dostînîyê

Bi yêkîtî dest bidin hew

Bigrin rêya avaîyê

Herin rêya edlaîyê

Naw milletî

Naw zarûka

Biken pirsê me çîk hebû



Zarû me pitir dizanin

Me çi hebû çi çinebû

Me bax û baxevan hebû

Em heyî bûn

Me pez hebû me rez hebû

Me þîr û mast û do hebû

Me hiþ û reng û rû hebû

Zozan û deþt û der hebû

Dirext û dar û ber hebû

Xudê û pêxember hebû

Zorjî iîman bigel hebû

Dilê me þikest

Me cî hebû

Em man bê cî

Me kes hebû

Em man bêkes

Me zana bû

Gelek gelek

Em bûn nezan

Zanayê me man xelkê re

Paxla dîyê de cî nebûn

Çon oripa çon imrîka

Em mane ser tendûra sar



Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com