Þeva Çille
Seyid Feysel Moctevî
Þeva Çille
Þeva çille giheþte ber li naw gundan û bajêran
Û herkes dû re bû bîne hinik tiþtan li xêzanan
Li nav Rojê berî Þev bêt li naw sûkan û kulanan
Tejî pîr û jin û mêr bûn ku bikrin ev heçî newan
Li devlemend û maldaran nexem bû bo kirîna van
Li gundoran tu bigre ta mevîj û moz û þivtiyyan
Li þirnîyan û acîlan û kîvîyan û tamsonan
Li sed þerbet ku navê wan li bîra min de namînin
Birincê Reþt û Geylana û guþtê cûce û berxan
Bi hêsanî kirin peyda û bêhnek etrî lêberdan
Li vê gavê û vê dem da biçûkek hate bazaran
Tinê bû bêkes û tenha ku bikrit yek du narincan
Û yan bikrit bi misqalan birincek bê biha erzan
Mi çav lêbû dema derket li dukkanê vekî mestan
Digotin bend û bajûrek bibû xwe halekî þadan
Demab keyfê û kîskê xwe li ser tilya xwe da badan
Birincê xalîser rijya li naw xolê li kulanan
Bi zû hatin du sê mêrik xodan îman li dukkanan
Bi sed derd û bela xir bû birincê wan bi xêrxazan
Digotin lawo tu megrî tu bêje dayka xwe kevran
Bi der ket nav birincî da li vê çêket pîçek dolman
Eveþ malek li malan bû bi hivya vê þevê mabûn
Ku ta êdî nebînin van þevan carek bi hîç salan
Hebûn bajêr û gundanda vekî Yelda bi nav malan
Diman birsî dibûn serma li tarîtiya þevê pinhan
Ema Yelda, cînarê wan bi xarin bûn nekir razan
Xodê, gunha feqîran vê dinê çîk bû nebûn terxan
Heger nînin bi xarin ra heqek dîtir çiye dendan
Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-12-26 (4975 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |