PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þeva Çille


Seyid Feysel Moctevî


Þeva Çille


Þeva çille giheþte ber li naw gundan û bajêran

Û herkes dû re bû bîne hinik tiþtan li xêzanan


Li nav Rojê berî Þev bêt li naw sûkan û kulanan

Tejî pîr û jin û mêr bûn ku bikrin ev heçî newan


Li devlemend û maldaran nexem bû bo kirîna van

Li gundoran tu bigre ta mevîj û moz û þivtiyyan


Li þirnîyan û acîlan û kîvîyan û tamsonan

Li sed þerbet ku navê wan li bîra min de namînin


Birincê Reþt û Geylana û guþtê cûce û berxan

Bi hêsanî kirin peyda û bêhnek etrî lêberdan


Li vê gavê û vê dem da biçûkek hate bazaran

Tinê bû bêkes û tenha ku bikrit yek du narincan


Û yan bikrit bi misqalan birincek bê biha erzan

Mi çav lêbû dema derket li dukkanê vekî mestan


Digotin bend û bajûrek bibû xwe halekî þadan

Demab keyfê û kîskê xwe li ser tilya xwe da badan


Birincê xalîser rijya li naw xolê li kulanan

Bi zû hatin du sê mêrik xodan îman li dukkanan


Bi sed derd û bela xir bû birincê wan bi xêrxazan

Digotin lawo tu megrî tu bêje dayka xwe kevran


Bi der ket nav birincî da li vê çêket pîçek dolman

Eveþ malek li malan bû bi hivya vê þevê mabûn


Ku ta êdî nebînin van þevan carek bi hîç salan

Hebûn bajêr û gundanda vekî Yelda bi nav malan

Diman birsî dibûn serma li tarîtiya þevê pinhan

Ema Yelda, cînarê wan bi xarin bûn nekir razan


Xodê, gunha feqîran vê dinê çîk bû nebûn terxan

Heger nînin bi xarin ra heqek dîtir çiye dendan



Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê

Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com