 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1910 Helbestvan Þêx Riza Telebanî çû ser dilovanîya xwa 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), her sal, di 12—13—14—15 ê Çile yê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û Hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
Ger jin ji mêrê xwa, qîztîya xwa bixwaze ! . . .

Li gundek serhedê merovek êvarê dixwaze biçê mêvanîya cînarê xwa. Ji mala xwa derdikeve derba û hindek bi rêva diçe. Di nav gunda ji malek dengê pevçuna jin û mêrê tê. Ev kes dixwaze gohdarîyê pevçunê bike. Gava gohdarî dike, xwa dide alîyê tarîyê û mize dike. Merê jinikê di hundurê malê da li jina xwa dixe û davêje ber derî. Jinik bi gîrîn di nav seqê merê xwada direve malê. Merê jinikê disa dikeve malê, li jina xwa dixe. Merik ji dêw bavê jinêra xiber dide û dibêje tu ji minra nabê û biçe mala bavê xwa.
Jina mêrikê piþtê çend caran direvê malê. Û mer her carê jinikê davê je derba. Cara dawîyê jinik li hember merê xwa asê dibe û ji mêre xwara van pirsana dibêje
Jinik : ''Lawê kuçukan welleh ez naçim mala bavê xwa. Te qîztîya min ji min girtîye. Ka qîztîya min bide, ez biçim mala bavê xwa''.
Merê jinikê le hember van pirsên jina xwa, bê çare dîmîne û dev ji berdana jina xwa berdide.
07. 10. 2004
Ali Cahit Kiraç
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-10-08 (5280 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|