PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ger jin ji mêrê xwa, qîztîya xwa bixwaze ! . . .


Li gundek serhedê merovek êvarê dixwaze biçê mêvanîya cînarê xwa. Ji mala xwa derdikeve derba û hindek bi rêva diçe. Di nav gunda ji malek dengê pevçuna jin û mêrê tê. Ev kes dixwaze gohdarîyê pevçunê bike. Gava gohdarî dike, xwa dide alîyê tarîyê û mize dike. Merê jinikê di hundurê malê da li jina xwa dixe û davêje ber derî. Jinik bi gîrîn di nav seqê merê xwada direve malê. Merê jinikê disa dikeve malê, li jina xwa dixe. Merik ji dêw bavê jinêra xiber dide û dibêje tu ji minra nabê û biçe mala bavê xwa.

Jina mêrikê piþtê çend caran direvê malê. Û mer her carê jinikê davê je derba. Cara dawîyê jinik li hember merê xwa asê dibe û ji mêre xwara van pirsana dibêje

Jinik : ''Lawê kuçukan welleh ez naçim mala bavê xwa. Te qîztîya min ji min girtîye. Ka qîztîya min bide, ez biçim mala bavê xwa''.

Merê jinikê le hember van pirsên jina xwa, bê çare dîmîne û dev ji berdana jina xwa berdide.


07. 10. 2004

Ali Cahit Kiraç