 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0
1999 Tîmen dewleta terorîst, ya Tirkiyê, serokê PKKê, Abdullah Öcalan, li Kenya yê, radest girtin û piþtê girtinê, kirin Zîndana Girava Îmralî yê. 2021 1947 / 15.02.2021 — Dr. Roj Nûrî Þaweys, endamê Polîtboruya Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK), îro di temenê 74 saliyê de bi sedema nexweþiyekê li nexweþxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.
|
|
|
 |
| |
DÎCLE Û FIRAT
(159 gotin) (5151 car hat xwendin) 
DÎCLE Û FIRAT
Dîcle û firat day e heyat
Mêrg û cîmen kirî ye xelat
Kirî ye bihist Mezra Botan
Þewqa rojê jê ve hilat
Mirovatî û medenîyet
Kist û kalî û bereket
Fêkî û horîyên cunnet
Bi herka wan re derdiket
Ew xakê tovê genim e
Ava Dicle xum e xum e
Firat bi kêferat û gum e gum e
Mezra botan him e him e
Cîhê jînê û evînê
Warê Xanê, Mem û Zînê
Medresa kultura jînê
Bazara hindê û cînê
Newal û dest û zozanin
Dahil, zevî û grmîyanin
Li ser þênga Dîcle û Firatin
Hewraman, Bitlîs û Wanin
Bax û bostan û rezin
Avgerm û cîyayên berzin
Newal û Xurþin pir xweþin
Nîþanên Rustem û Guhderzin
Milkê Medya û Keya nin
Derya ola zerdeþtanin
Warê dêr û mizgeftanin
Bi mishef û bi quranin
Bexceyên gulên reng bi reng
Bi Laleþ û dêr û mizgeft
Ji bo hema bû ye cennet
Bi parêzin ji dil û bi dest
Di ava Dîcle de masî
Ji Firatê gelek razî
Mebesta Gulavdûn her wisa
Aþîtî, azadî û demokrasî
07. 11. 2004 Swêd
Felemez Akad
|
[ Vegere: Felemez Akad | Indeksa Beþan ] |
|
|