: PDK - XOYBUN DIXWAZE ÇI XEBAT BIKE ?
di Thursday, 20.May. @ 00:00:00 CEST
EM dixwazin hun welatparêz û sîyasetmedarên kurd bi ruh û can alîkarî bidin me û bi merabin. Ger hun amadebin PDK - XOYBUN bi alîkarîya we ji boy bigêje Kurdistanek yekgirtî û serbixwa dezgah û sazîyên netew û demokratik darxîne.
Nivîsên giþtîyê li jêr bixunin.
1 . Komelên Xoybun : Emê bi navê : NAVENDA ÇANDA KURDISTAN - KOMELÊN XOYBUN komelan ava bikin. Komela Xoybun a çandî û hunerîye ... Em dixwazin bi avakirina vi Komelê li Kurdistan û li derwayê welat ji boy Kurd û Kurdistan xebat bikin.
2 . Komelên Karmendên Kurd : Emê li Avrupay Komelên Karmendên Kurd ava bikin ! Kesên dixwaze bive endamê Komelê bira li me bigerin ... PDK - XOYBUN dixwaze alîkarî bide Karmendên Kurd û warê Ekonomîyê da Kurd pêþva bikevin. Em dixwazin Karmendên Kurd dinav karmendên cîhanê da cîyê xwa bigire.
3 . Malpera Xoybun : Malpera Xoybun a sîyasî çandî û hunerîye ... Em dixwazin nuceyên xwa derxînin. Aniha aborîya me têr nake. Emê pêþerojê derxistina nuçayan amade bikin.
a . Nuçeyên bi Kurdî
b . Heber bi Tirkî
c . Nachricht bi Almanî
d . News bi îngîlîzî
PDK - XOYBUN dixwaze pêþerojê Rojname ya Xoybunê a rojane derxîne.
PDK - XOYBUN dixwaze bi alîkariya rojnemevan, akademiyen, mamoste û xwendewanên kurdên li Kurdistan ê û li derwayê welat çapemenîya kurda pêstaxîne.
4 . PDK - XOYBUN dixwaze bi navê Ansiklopedîya Kurdistan ansiklopediki derxine û di vî ansiklopedîyêda çand, huner, Siyaset, dîrok, biyolojî, fizik, kimya û îlmên curbecur hebe.
Emê Ansiklopedîya Kurdistan ya bi Kurdî; bi navê Ansiklopedîya Kurdistan - A û Ansiklopedîya Kurdistan - B derxînin. Em dixwazin hunermend, sîyasetmedar, akademîsyen û mamosteyên Kurdistan ê li welat û li dervayê welat bi mera têkilî çêbikin û emê rojek berê vî Ansiklopedîyê derxînin.
5 . PDK - XOYBUN dixwaze Radyo' ya - XOYBUN ava bike. Em li hêvîya alîkarîya kesên welatparêzin.
6 . PDK - XOYBUN di Paltakê' da Kocka : Xoybun Ji Boy Kurd û Kurdistan ava kir !
Em dixwazin Kurdên welatparêz bi huner, mijdar û ramanên xwa yê hêja û bi muzîka Kurdî beþdarê Kocka : Xoybun Ji Boy Kurd û Kurdistan bivin. Ji boy Kurd û Kurdistan xebatkarîya kockê bikin.
7 . PDK - XOYBUN dixwaze di malpera xwada bi Kurdî Dibistan a Perwerdeya Siyasî bi Tirkî Siyasi Egitim Okulunu amade bike. Û di warê sîyasîda xwa bigîjîne Kurdan wan perwerde bike.
PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN
Armanc û Mîsyona me:
Wek tê zanîn gelê Kurd di demekî tevlihev û dîrokî de derbas dibe û divê ji bo pêþketin, serkeftin û azadîya gelê Kurd em tev bi hemî quwweta xwe bixebitin. PDK-Xoybun.com malperekî Sîyasî û Çandîye û Redaksîyona wî ji alîyên xebatkarên kevneþopên PDK-1965 tê kirin. Armanca PDK-Xoybun.com pêþketina PDK di bakurê Kurdistan de, çareserîya paþvemayîna partîyê, nasandina mîsyona PDK yê, tekoþîna siyasi û xebatên liser dîrok û çanda Kurd e.
Armancên PDK - Xoybun.com :
Nasandina mîsyona sîyasî ya PDK yê
Xebat ji bo ji holê rakirina kêmasîyên li ser Dîroka Kurd û Kurdistan di internetê de
Lêkolîn, guftigo lis er tekoþîna netewa Kurd, þaþitîyên sîyasî yên tên (hatine) kirin, niqaþên li ser stratejîya siyasî ya pêþeroja Kurd
Tehdeyîyen Siyasi û civakî li ser jîna Kurd û çareserîyên pirsgirekên Jinan
Xebaten li ser çand û hunera Kurd û nasandina berheman
Xebat ji bo yekîtî, pêþketin û serkeftina gelê Kurd, lêkolîn û xebat ji bo çareserkirina pirsgirekên civakî, sîyasî di nav Kurdan de.
PDK-Xoybun.com wê bi weþana xwe hewl bide ku pirsgirek werin çareserkirin, ji ber vî wê weþanekî positiv were kirin û wê armanc çareserî û pêþketin be, ne heqaret, rexne, û mezinkirina problemên Kurdan be.
Herçiqas ev malper ji alîyê kevneþopên PDK li Bakurê Kurdistan hatibe amadekirin ji, her Kurdekî dikare bi qaideyên weþanên PDK-Xoybun.com ê ku li jor hatiyê ziman fikir û ramanên xwe bi azadî di vê malperê de bide weþandin û bîne ziman.
Redaksîyon : PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTAN - XOYBUN http://www.pdk-xoybun.com http://www.xoybun.com
|
|
| |
|
Têkeve |
|
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
|
|
Pûandanîna Nûçeyê |
|
|
Pûan Giþtî: 2 Dengdan: 5
|
|
|
|
|