PDK û YNKê serokatiyeka hevbeþ ava kir
di Sunday, 02.March. @ 00:00:00 CET
KK-Nûçe
HEWLÊR, 2/3 2003 — Di daxuyaniyeka hevbeþ de Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Nîþtmanî ya Kurdistanê diyar kir ko herdu aliyan serokatiyeka hevbeþ ava kiriye û ev serokatî dê rêberiya karên siyasî û leþkerî û îdarî û têkiliyên derve yên baþurê Kurdistanê bike. Daxuyanî dinivîsîne:
— Bi liberçavgirtina rewþa nazika ko welatê me tê re derbas dibe û weke xweamadekirinek ji bo bûyerên girîng yên ko tê hêvîkirin çêbibin ko hewcedarî xurtkirina bêtira rêzên gelê me û lihevcivandina karînên wî ye, herdu serokatiyên YNKê û PDKê zincîreke civînan çêkir û biryara avakirina serokatiyeka hevbeþ ji bo rêberiya tekoþîna siyasî û leþkerî û îdarî û têkiliyên nîþtmanî û derve û warên din da.
Di daxuyaniya hevbeþa PDKê û YNKê de herweha jî hatiye gotin:
— Birêz Mesûd Barzanî serokê PDKê û birêz Celal Talebanî sekreterê giþtî yê YNKê dê rêberiya vê serokatiya hevbeþ bikin û tê de herweha çend endamên polîtbîroyên herdu aliyan cî digirin û ev serokatî dê hevkarî û koordînasyonê bi hemû partî û hêzên din yên kurdistanî re bike.
Daxuyaniya YNKê û PDKê dawiyê jî dinivîsîne:
— Lihevciviyana hêzên kurdistanî di bin serokatiyeke bilind ya hevbeþ de, yekîtiya rêzên opozîsyona Îraqê ko dixwaze dawî li dîktatoriyê bêt û sîstmeka demokratîk û piralî û feredal li Îraqê çê bibe, xurttir dike.
|
|
| |
|
Têkeve |
|
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
|
|