Bi xêr hatin ser PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
         
                Kurdish   |   Turkish   |   Engilsh  |   German

Menu
  • Rûpela Serî
  • Nivîskarên Xoybunê
  • Nivîskarên Mêvan
  • Dîrok û Kurd
  • Nexiþê Kurdistanê
  • Belavok Lêgerîn
  • Cand û Huner
  • Helbestên Gel
  • Forum
  • Ankêt
  • Nuce
  • Album
  • Slayd Show
  • Muzîka Kurdî - 1
  • Muzîka Kurdî - 2
  • Kovara Xebat Vejîn
  • Kovara Xoybun
  • Pelgeyên bi Kurdî
  • Perwerdeya Siyasî
  • Malperên Kurdan
  • Li ser me
  • Arsiva Nûceyan
  • Nivîs & Nûçe Biþîne
  • Game-Cilîp- Listik
  • Game - 36KurdishTV

  • Nivîskar

    Ali Cahit Kirac

    Belavok
  • Belavokên Me
  • PDK- ARSIV
  • Belavokên We
  • Arþiva Xoybunê
  • Arþiva Niviskaran
  • Niviskarên Derkirî

  • Helbest
  • Ehmedê Xanî
  • E. Xanî - Memozîn
  • Mela Ahmedê Cizîrî
  • Dîwana Melayê Cizîrî
  • Feqîyê Teyra
  • Celadet Elî Bedirxan
  • Cîgerxwîn
  • Ciwanê Abdal
  • Osman Sebrî
  • Alî Cahît Kiraç
  • Feqîr Ehmed
  • Ahîn Zozanî
  • Abdullah Karabag
  • Alî Kolo
  • Armanc Nerwey
  • Aydin Coþun
  • Aydin Orak
  • Agir Abad
  • Bihrî Bênij
  • Dildar Îsmail
  • Ezîz Xemcivîn
  • Fethî Gezneyî
  • Felemez Akad
  • Hemreþ Reþo
  • Hîwa Qasim
  • Hindirîn Gullî
  • Hekîm Xêlexî
  • Hejarê Kurd
  • Hekîm Xêlexî
  • Husên M. Hebeþ
  • Amade Dive !!!!
  • Leyla Þemmo
  • Kiyaksar Temir
  • Konê Reþ
  • Kovan Sindî
  • Kalê Kurdîsî
  • Mehmed Çobanoxlu
  • Mehdî Mutlu
  • M.Kewê Dilxêrî
  • Mihemed Salih Alî
  • Tê Amadekirin !!!!
  • Navser Botanî
  • Nîhad Temir
  • Royarê Tirbesipîyê
  • Seydayê Dilmeqes
  • Sebrî Botanî
  • Sediq Sindavî
  • Seyid Feysel Mojtevî
  • Þivan Perwer
  • Þengal Osman
  • Seyda yê Arî
  • Îsmet Dax
  • Î. Xelîl Þêxmusoglu
  • FeyzulleKhaznawi
  • Xizan Þîlan
  • Y. Sebri Qamiþlokî
  • Helbestên We
  • Helbest û Stranê We
  • Helbest û Stranê Gel
  • Helbestê Bêperde-1
  • Helbestê Bêperde-2
  • Helbestê Bêperde-3
  • Helbestê Bêperde-4

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Kurd
  • Kronolijî
  • Imp. Med
  • 200 Salê dawî
  • Mervaniyan
  • Cum. Mahabad
  • Serhildanên Kurdan
  • Serokên Kurdan
  • Kerkuk Kurdistane
  • Nasîna Kurdistanê

  • Cand, Huner
  • Pêkenî 1
  • Pêkenî 2
  • Cîrok
  • Bûyerên Dîrokî
  • Gotinên bapîra
  • Tistonek
  • Dîlok
  • Durik
  • Henek
  • Kilîp û Vîdeoyê Kurdî
  • Pirs, Bersîv û Pêken
  • Çand huner û tiþt
  • Xwarinên Kurda
  • Sitran, Def û Zurne
  • Lîztik, Spielen, Game
  • Listikên Zarokan
  • Kincên Kurda
  • Edebîyata Kurdî
  • Zimanê Me
  • Perwerda Ziman
  • Perwerda Civana
  • Perwerda Zarok
  • Zarok
  • Qutîya Muzîkê-3

  • Nivîsên Siyasî
  • Kurdistana Serbixwa
  • Rêzname & Program
  • Projeyan

  • Rojane
  • Serxwesi
  • Biranin
  • Pirozbahi
  • Daxuyani
  • Sirove
  • Lekolin
  • Roj buyîn pîroz be
  • Roportaj
  • Agahdarî
  • Bang - Pêþwazî
  • Daxwaz
  • Xebatên me
  • Wesiyetname
  • Þermezar
  • Þahî û Þabun
  • Þirîgatî - Yekitî
  • Name ( Mektup )
  • Dîtin û Ramanê we
  • Civîn û Semîner
  • Ji Raya Giþtî Re
  • Xonçe, Xwençe

  • Jina Kurd
  • Tekoþina Siyasi
  • Tehdeyîyen Siyasi
  • Tehdeyîyen Civaki
  • Daxwazen We
  • Perwerde
  • Tenduristi

  • OL
  • Ola Êzîdî - Agahdarî
  • Ola Êzîdî - Nasîn
  • Ola Êzîdî - Wêne
  • Ola Zerdeþtî
  • Ola Cihû - Nivîs
  • Ola Cihû - Wêne
  • Îsa Mesîh - Jesus
  • Bibel & Jesus - Film
  • Ola Îslamî - Nivîs
  • Ola Îslam-Mewlud

  • Survey
    Hun dixwazin di vê malperêde zêdetir ci bibînin?

    Sîyaset
    Nûçe, Radyo, TV
    Dîroka Kudistan
    Cand & Huner
    Muzîka Kurdî
    Wêne ( Foto )
    Nivîskarên Kurd
    Zimanê Kurdî
    Pirtûk û Kovar
    Helbestên Kurdî
    Dibistana Kurdî
    Ansîklopedî



    Encama Pirsînê
    Pirsînên me

    Dengdan: 43299
    Nirxandin: 0

    PDK - Slide Show
  • Barzani Slide Show
  • PDK Slide Show 1
  • PDK Slide Show 2
  • PDK Slide Show 3
  • PDK Slide Show 4
  • PDK Slide Show 5
  • PDK Slide Show 6
  • PDK Slide Show 7
  • PDK Slide Show 8
  • PDK Slide Show 9
  • PDK Slide Show 10
  • PDK Slide Show 11

  • Di dirokede iro
    Rojek wek îro...

    Slide Show – Xoybun

    Muzîka Kurdî – 1

  • Muzîka Kurdî - 1

  • Muzîka Kurdî – 2
  • Muzîka Kurdî - 2

  • Photo Gallery–Xoybun

    Foto & Animasyon
  • Nîþana Azadîyê
  • Tekoþîngerên Kurda
  • Wene ( Foto ) - 1
  • Wene ( Foto ) - 2
  • Flaman û Logo
  • Anîmasyon
  • Lîztik-Spielen-Game

  • Projeyên Kurd
  • Projeyên Kurd

  • Lêgerin / Link
  • Malperên Lêgerinê

  • TV'yên Kurdistan ê.
  • Kurdistan TV - Zindî-1
  • Kurdistan TV - Zindî-2
  • Zagros TV - Zindî
  • Kurdistan TV
  • Kurdsat - Zindî - 1
  • Kurdsat - Live
  • Roj - TV - Zindî - 1
  • Roj - TV - Zindî - html
  • Roj - TV - Zindî - swf
  • MMC - TV
  • XOYBUN - TV
  • Þîn Þahî - TV
  • Êzidî - TV / Zindî
  • Malpera Êzidî-TV/Zindî
  • Rojava - TV
  • KNN - TV
  • Rojhelat- TV
  • Zagros - TV
  • Komala - TV
  • Kurd-1 TV - Zindî
  • Tishk - TV
  • Vîn - TV
  • Newroz - TV
  • Zaza TV-Flash-Player
  • Zaza-TV-Media-Player
  • Zaza TV

  • Paltalk Download
  • Paltalk Download

  • Reklam
  • Hunermendên Kurd
  • Karmendên Kurd
  • Kirîna Tiþtan
  • Firotina Tiþtan

  • Radio Xoybun
    Radio Xoybun - Dengê Vejîn ê, Amade Dibe !

    Ansîklopedîya Xoybun
    Ansîklopedîya Xoybun ê A û B, Amade Dibe !

    Partî û Rêxistin


    Medya Kurd, Ereb, Tirk
    Bijî Kurd û Kurdistan
    Malperên Kurdî, Yê
  • Polîtîk-Civak-Huner.

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Erebî

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Tirkî


  • Qutîya Muzîkê-1
  • Qutî ya Muzîkê - 1

  • Zêrzewat ( Sewze )
    Zêrzewat ( Sewze )

    Sazîyên Dijberê Tirka
    Rêxistinên Dijberê Tirka

    Radyo Zindî ( Lîve )
    7 - Radyo yên Zindî

    Qutîya Mizîka Kurdî - 3
    Qutîya Mizîka Kurdî - 4

    Kurdî û Îngîlîzî
  • Perwerde ya Zimanê Kurdî û Îngîlîzî

  • Musa | Cihû | Jewry

     
    Mistefa Barzanî



    Serokê kurd Mistefa Barzanî ( 1903–1979 )


    Mistefa Barzanî ( 1903–1979 )


    Yek bi yek, qor bi qor, ber bi gulistanê ve, ber bi baxê Îrem ve çûn; di dilên wan de bêxofiya dijmin, a xeterên jiyanê û hêviyên salan, di paþilên wan de hêz û tecrubeyên berhemdar, di destên wan de gul û sosinên rengîn, di gel hêviyên mirovantî û jiyaneke têr û tijî, hîmdarên hebûn û jiyana gelê me, mêrxasên aþtî û azadiyê, ji nav me bir bi bir koç kirin. Bi hêz û hêvî bûn, bi sebir û aram bûn; ji bo azadî û rizgariyê di kolanên reþ û tarî de, di rewþên zor û bi xeter de, bêtirs derbas bûn. Di zilûmatên tarî de, ji nivþên nuh re þewq, hêvî û berxwedanê; û her wiha bêxofî û tekoþînê diyarî kirin. Nivþên nuh bi evîn û dilsoziya wan, bi bawerî û tekoþîna wan agirê hêvî û berxwedanê, di riyên zor û pergalên nûjen de dan domandin; ew ji xwe re, ji hebûn û keftelefta gelê xwe re mînakên giranbuha, di riya azadî û rizgariyê de rêberên payebilind hesibandin. Gelê kurd, lehengiya wan piþtî alîjiyanbûna wan jî di berxwedan û serhildanên nuh de da domandin; ew nedan jibîrkirin.

    Çaxê mirov çavekî bavêje dîroka tekoþîna rizgariya neteweyê kurd, dê mirov gelek lehengên hêja û bi rûmet bi bîr bîne. Bi taybetî di vê sedsala dawî de, gelê kurd li hember koledarî û zordestiyê, ji bo rizgarî û azadiya xwe, car bi car serî hildaye û ji nav van serhildan û berxwedanan gelek lehengên birûmet derketine. Ev leheng, ji gelê kurd re bûne rêber û baweriya berxwedan, serhildan û rizgariyê; di dîroka tekoþîna gel de bûne numûneyên payebilind. Yek ji van lehengan jî Mistefa Barzaniyê nemir e ko ez dê wî bi çend rûpelan be jî bi bîr bînim.

    Sal 1914. Çile bû û rojên serma nêzîkahiyê li sersala nû dikir. Waliyê Osmanî yê Mûsilê Suleyman Nazîf fermana serokê Barzaniyan Þêx Ebdiselam derxistibû. Mîna gelek serokên din ew jî bi xiyaneta kurdekî din hatibû zeftkirin. Þêx Ebdiselam û sê hevalên xwe li ber çavên kurdan hatin bidardakirin. Dewleta serdest dixwest bi vî awayî gelê kurd çavtirsandî bike. Li gora dijmin, tekoþîna kurdan bi vî awayî ji bo demeke kin be jî hatibû tefandin.

    Birayê wî, Barzaniyê biçûk ê deh duwanzdeh salî, tevî çend hevalên xwe çûbû meydanê da ko bidardakirina kekê xwe bibîne. Çaxê wî rewþê fêm kiribû û kekê xwe di sêpî de daleqandî dîtibû, çavên wî xumam girtibûn û agir bi dilê wî ketibû.

    Wî hê jî baþ fêm nedikir bê kekê wî û hevalên xwe çima dihatin qetilkirin. Ji bo çi malbata wî û kurdên din dixistin bin vê tade û zordariyê? Çima ew jî mîna herkesî di aþtî û azadiyê de ne dijiyan? Wî fêm nedikir. Ta niha jî wî fêm nekiribû bê ji bo çi çaxê ew neh mehî bû tevî diya xwe li Amedê xistibûn zindanên Osmaniyan. Wî fêm ne dikir bê çima ew sê salî cara duyem tevî diya xwe ketibû zîndanên Mûsilê. Gundê wan hatibû þewitandin, mêr hatibûn kuþtin û ew tevî dayika dilovan dîl girtibûn. Ji bo çi?

    Dê wî ev rewþ piþtre fêm bikira. Ne zêde dûr, pir di nêz de. Dê rewþa gelê kurd, tade û zordariyên li ser neteweyê kurd wî di demeke nêz de bigihîþtandina û bikirina tekoþer û serokê doza kurdan.

    Helbet ne hêsan bû ko mirov lawê welatekî bindest be. Dê wî ev zû fêm bikira. Welatekî di bin destên dijminê barbar û xedar de, di kûrahiya dilê xwe de tekoþerên bêhempa û serokên doza neteweyekî derdixist pêþ. Dê rewþa welêt û bindestiya neteweyê Kurd, tade û zordariyên li ser gelê kurd Barzaniyê biçûk hîn di xortaniyê de li çaraliyê Kurdistanê bidana gerandin. Dê gavekî wî li cem Mehmûd Berzenciyê nemir, gavekî wî jî li kêleka Seîd Birokî bûya. Êdî jiyan ne jiyana wî bû, jiyana wî ya neteweyê kurd bû. Ew hem di xîzmeta serokê serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paþa de, hem jî di ya Komara Mehabadê û Qadî Mîhemedê pîroz de bû. Kî dikaribû bibe xwediyê vê bextewariya bêpîvan? Kî dikaribû ewqas dilþad û serfiraz bibe?


    Malbata Barzaniyan

    Navenda malbatê û Barzan dikeve hêla çepê rûbara Zapê, ber quntara çiya. Bapîrê Mistefa Barzanî Ebdiselam Barzanî, berî ko ew were dinyayê serî li ber Împaratoriya Osmaniyan hildabû, lê çaxê ji bo hevdîtinê û aþtiyê çûbû Mûsilê ew girtibûn û bidardakiribûn. Dijmin bi vê jî nasekine û piraniya endamên malbatê piþtî bidardakirina serokê eþîrê, dixe zindanan. Dijmin piþtî demekê malbatê ji hev belav dike û bi hêla Suleymaniyê, Hewlêr û Kerkukê ve nefî dike. Endamên malbatê nêzî salekê di van riyên dûr de þerpeze dibin.

    Piþtî þêx Mihemed wefat kiribû, birayê wî Ebdiselam ketibû dewsa wî. Ebdiselam malbatê û eþîrên din civandibû ser hev û piþtî salên 1906an, ko di dema Sultan Abdulhemîd de rewþa kurdên hawîrdor xweþtir bûbû, dest bi daxwaza mafên xwe kiribû. Wê demê Sultan Abdulhemîd ji nav kurdan bi dehhezaran kurd dabû hev û xistibû nav hêzên leþkerê Osmaniyan. Navê wan "Hamîdiye Alaylari". Dê vê rewþê di nav eþîrên kurdan de nakokî û bêhizûriyeke mezin derxista holê. Ji bilî ko ji teref Jontirkên nû nîjadperestiyeke bêhempa dest pê kiribû, asîmîlasyoneke kesnedîtî jî bûbû xetereke mezin.

    Li ser wê di sala 1907an de serokeþîr û mezinên kurdan dicivin û digîjin encamekê. Li ser navê kurdan telgrafekê ji Dewleta Osmaniyan re diþînin û daxwaza kurdan pêþkêþ dikin. kurd di telgrafê de doza azadiya zimanê kurdî dikin. Pêwîst bû cihên ko kurd lê dijîn, kurdî bibûna zimanê fermî û yê xwendegehê. Daxwaza duyem a karmendan bû û pêwîst bû li Kurdistanê kesên kurd bihatina wezîfedarkirin. Her wiha pêwist bû ko hiquqa îslamî weke zagonên bingehîn bêtin qebûlkirin û bikaranîn. Daxwaza dawî jî li ser zikatê bû. Pêwîst bû ko zikata li Kurdistanê dihat civandin, ji bo avakirina xwendegeh û çêkirina riyên Kurdistanê bihatina xerckirin.

    Hukûmeta Jontirkan ev daxwazên herî hêsan jî mîna serhildanekê pejirand û li hember kurdan dest bi seferberiyê kir. Daxwazên kurdan di nav kurdan bi xwe de jî bi du þêweyên cîhê hatin nîqaþkirin. Hinek li hember van daxwazan derdiketin û nedixwestin bi hukûmetê re têkevin nakokiyan. Hinekên mîna Seyîd Abdulqadir, Emîn Elî-Bedirxan, Þerîf Paþayê Suleymanî û derdora wan jî bi kêf li van daxwazan xwedî derdiketin.

    Piþtî van daxwazan hukûmetê kurdan bi hevalbendiya Rusyayê sûcdar kirin. Ev dihate wê maneyê ko bersîva hukûmeta Osmaniyan destpêkirina þer bû. Hukûmetê êrîþ bir ser kurdên herêmê û Þêx Ebdiselam jî bêçare dest bi berxwedanê kir. Hêzên kurdan li hember hêzên dijmin berxwedaneke baþ û serkeftî pêk anîn, lê çaxê eþîrên din ên kurd xwe dan alî û þer nekirin, malbata Barzaniyan bi tenê û bêhêz man. Berxwedan zû hat þikandin û leþkerê tirk gund û bajarên Kurdan þewitandin û wêran kirin. Suleyman Nazîf, ko ew bi xwe jî Kurd bû û waliyê Mûsilê bû, car bi car êrîþ bir ser Þêx Ebdiselam lê nikaribû wî zeft bike. Þêx Ebdiselam derbasî Kurdistana rojhilat bû û li wirê bû mêvanê Seyîd Tahayê Nehrî. Wî her wiha Îsmaîl Axayê Þikakî (Simko) jî ziyaret kir. Piþtre ji wir vegeriya û bû mêvanê kurdekî. Ev merivê bêbext jî ew da dest.

    Mistefa Barzanî wê demê bi tenê sê salî bû û tevî diya xwe cara duyem ket zîndanê. Vê carê heta ko di sala 1909an de hukûmeta Îttîhad û Teraqî nehat ser hukim jî ew bernedan. Bi darde daleqandina Þêx Ebdiselam û hevalên wî tesîreke mezin li ser Barzaniyê piçûk kiribû. Her wiha wê tesîr li ser rewþa gel û ya malbatê jî kiribû.

    Piþtî kuþtina Þêx Ebdiselam, Þêx Ehmedê 18 salî dikeve dewsa kekê xwe û dibe serokê malbatê. Piþtî berxwedanê malbata Barzaniyan di herêmê de dibe xwediyê roleke girîng; ango serokatiya pirsa neteweyî.


    Þerê Cîhanê yê Yekem

    Berî Þerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918) kurdan rêxistina Hêvî di sala 1912an de damezrandibû û kovara Hetawê Kurd jî dest bi weþanê kiribû. Çaxê Dewleta Osmaniyan di þer de li gel elmaniyan cî girt, xwest ji þer îstîfade bike û muxalefetê bêtesîr bike. Bi vî awayî êrîþ birin ser kurdan jî. Pêþî rêxistina Hêvî û kovara Hetawê Kurd hat qedexekirin. Piþtre endamên girîng xistin hepsê û dû re jî ew þandin eskeriyê.

    Di sala 1915an de fermana ermeniyan derket û bi vî fermanî re qirkirina mezin jî dest pê kir. Di nava demeke kin de nêzî 1.500.000 ermenî û 600.000 jî kurd hatin qetilkirin. Hukûmetê ji bo her serê ermeniyekî 25 qirûþ bexþîþ dida. Ango qîmeta mirovekî bûbû 25 qirûþ! Ji ermeniyan ên ko dikaribûn birevin xwe bi awayekî xelas kirin, ên mayî çi bêje bi giþtî hatin qetilkirin. Nêzî 700.000 kurd hatin nefîkirin û ber bi Anatoliyayê (Ankara, Konya, Kirþehir û Nevþehir) ve hatin þandin. Cihên ko ermenî û kurd jê hatibûn valakirin bi tirkan hatin dagirtin.

    Piþtî þer bi dawî hat, rewþa beþê Kurdistana ko di destê Osmaniyan de bû bi tevahî guhirî. Hêla El-Cezîre û Çiyayên Kurd bi Sûriyeyê ve hat berdan û îdareya Sûriyeyê kete destê Fransayê. Hêla ko niha di nav sînorên Iraqê de ye (niha di beþek baþûrê Kurdistanê de îdare di destê kurdan de ye) jî kete bin hukmê îngîlîzan.


    Peymana Sewrê û serhildana Berzencî (1882-1956)

    Piþtî ko elmanî û bi wan re jî osmaniyan þer wenda kirin, di peymana Sewrê (1920) de biryar hat dayîn ko kurd û ermenî jî li bakurê Kurdistanê bigihîjin azadiya xwe. Lê mixabin ev bi tenê li ser kaxez’ ma. Xuya bû ko hê ji hingê ve Dewletên Hevbeþ li ser kurdan difikirîn, lê hesabê wan her tim li ser "hespê" qewîtir bû.

    Îngîlîzan ko Iraq di bin bandora wan de bû, vê carê ji hukûmeta Iraqê daxwaz kirin ko li deklerasyona xwe xwedî derkevin û mafên kurdan ê otonomiyê bi cî bînin. Li gora vê deklerasyona ko di navbera hukûmeta Îngîlîz û ya ereban de hatibû îmzekirin, diviya ko kurdan di nav sînorên Iraqê de otonomiyê bi dest bixista.

    Hukûmeta ereb ne razî bû ko çi otonomî bide kurdan, lê ji ber rewþa xwe ya bindestiya Îngîlîzan û bêhêzbûna xwe ne digot "na" jî. Çawa hebe "kurd jî beþek ji gelê dewleta Iraqê" bûn. Her wiha kurd bi xwe jî ji rewþê ne razî bûn. Hê di sala 1918an de Þêx Mehmûdê Berzencî û gelek pêþevanên kurd îmze berhev kiribûn da ko di bin bandora Îngîlîzan de hukûmeteke kurd ava bikin.

    Malbata Berzencî ji salên 1850an ve di herêma Suleymaniyê û derdora wê de pêþevanî dikirin. Bavê wî Þêx Saîdê Suleymanî jî piþtî serhildana 1908an hatibû bidardakirin.

    Di çiriya paþîn de temsîlkarê Îngîlîzî Noel, li ser navê Împaratoriya Îngîlîstanê hukumdariya Baþûrê Kurdistanê da Mehmûd Berzencî. Lê piþtî demekê ko Soan kete dewsa Noel, rewþ guhirî û împaratoriyê xwest ko li hember Berzencî û hukûmeta kurd hinek guhartinên fermî pêk bîne. Kurdan ev qebûl nekir û Berzencî biryara berxwedanê da. Piþtî þer, Berzencî di gulana 1919an de wezîfedarên Îngîlîzan da girtin û serxwebûna xwe îlan kir.

    Berzencî her wiha ji çaraliyê Kurdistanê alîkarî daxwaz kir. Wî digel vê ji Lenîn re jî bi nameyekê ve daxwaza piþtgiriyê kir. Mala Barzaniyan bi serokatiya Þêx Ehmed çûn hewara Berzencî û di þerê li hember Îngîlîzan de ciyê xwe girtin. Mistefa Barzanî hê di wê demê de serokatiya hêzeke kurdan dike û di Dola Piyaw de bi cî dibe. Þêx Mehmûdê Berzencî di sala 1922an de xwe milûkê Kurdistanê îlan kir. Îngîlîzan bi balafiran ve Kurdistan û bi taybetî jî hêla Suleymaniyê seranser bombebaran kirin. Tevî vê jî hêzên Berzencî nêzî du salan bi ber xwe dan.

    Çi mixabin serhildan zêde dom nekir. Îngîlîzan tevî balafirên xwe êrîþan birin ser Suleymaniyê û hukumeta ereb û îngîlîz dor li hêzên kurdan girtin. Ev serhildana Berzencî jî di sala 1924an de bi dawî hat. Dê Berzencî þeþ sal þûnde dîsa serî li hember dijmin hilda û Suleymaniyeyê bixista bin destên xwe. Lê ev jî bi ser nakeve û îngîlîz Berzenci demeke dirêj li cihekî mihkem dixin bin çavan. Mehmûd Berzencî ko xwe milûkê Kurdistanê îlan kiribû û li ser navê xwe dirav dabû çapkirin, piþtre derbasî Bexdayê bû û li wir di sala 1956an de çavên xwe ji jiyana bêbext re girt.


    Peymana Lozanê (1923)

    Piþtî þerê cîhanê niþtîmanperwerî li çaraliyê cîhanê bela bû û li Rojhilata Navîn jî di rojevê de cihê xwe girt. Li Balkanê piraniya welatên di bin destên Împaratoriya Osmaniyan de gihîþtin azadiya xwe. Li Afrîkayê û li Rojhilata Navîn jî gelên bindest daxwaza serxwebûn û azadiyê dikirin. Kurd jî beþdarî nav wan neteweyên ko daxwaza rizgarî û serxwebûna xwe dikirin bûn.

    "Kurd Tealî Cemiyetî", "Kurd Mîllet Fikrasi" û "Kurd Îçtîmaî Cemiyetî" çend rêxistinên kurd bûn û daxwaza Kurdistaneke serbixwe dikirin. Lê xuya bû serxwebûna Kurdistana ko ji hêla neft û madenên xwe yên binerdê ve pir dewlemend bû û ji teref dewletên cihê ve hatibû parvekirin, ne ji Hêzên Hevbeþ û ne jî ji dewletên dorhêlê re ne zêde girîng bû. Her çiqas dewletên ko di þer de bi serketibûn behsa rewþa kurdan dikirin jî, di Rojhilata Navîn de "rehetî" û "stabîlîte" dixwestin. Wan "nikaribû" ev axa dewlemend bi destê "çend eþqiyayan" ve berdana.

    Bi Peymana Lozanê re rewþa kurdan hê bêtir xerab dibû û ev car Kurdistan dibû çar perçe. Dewleta tirk a ko sînorên îro di bin hukmê wê de ye, bi serokatiya Kemal Atatürk hat damezrandin û perçeyê mezin ê Kurdistanê ket bin bandora wê. Herçî di destpêkê de komara Türkiyeyê ya kurd û tirkan jî bû û herdu netewe "efendiyên welêt" bûn jî, ev soz û gotin zû hatin jibîrkirin û piþtre jî bi dehhezaran kurd hatin qetilkirin û bi sedhezaran jî hatin nefîkirin.

    Ji hêla din ve baþûrê Kurdistanê ketibû bin destê erebên ko di bin bandora Îngîlîzan de mabûn û Baþûrê Piçûk jî di bin destê Suriyê ko di bin bandora Frensayêde mabû. Êdî li dewletên ereban du hebên nû zêde bûbûn: Iraq û Sûriye.

    Tevî ko þerê cîhanê bi dawî hatibû jî, kurd heta 1930an bi dijminên dagirker re çaralî þer dikirin. Ya rastî serhildanên Koçgîrî û Dersimê jî bi cureyekê berdewama þer û serhildana Agiriyê bû. Bi kurtî ji destpêka Þerê Yekem ê cîhanê û dawiya Þerê Duyem, kurd bi her awayî û bênavbir di þer de bûn.

    Li Rojhilatê Kurdistanê Îsmaîl Axa (Simko) di sala 1921an de serhildaneke mezin pêk anî. Simko bû waliyê Þinoyê û ta sala 1930an jî vê domand. Þah Rizayê Pehlewî di vê salê de wî diezimîne cem xwe da ko pê re li hev were. Þertê wî jî ew e ko Simko bêçek were. Bi vî awayî wî dixin xefikê û piþtre jî dikujin.

    Piþtî ko dewleta tirk a nû tu mafên kurdan qebûl nekir û sozên xwe zû ji bîr kir, kurdan dest bi daxwaza azadiyê kirin. Lê bersîva dewleta tirk ji ya Îngîlîzan cudatir bû. Di sala 1925 an de kurdan bi serokatiya Þêx Seîd serî hildan û gelek bajar û qesebeyên Kurdistanê jî bi dest xistin. Lê serhildan bi tenê ma û dewleta tirk bi hemû hêzên xwe ve çaralî dor lê girt.

    Di sala 1927an de rêxistinên "Kurdistan Tealî Cemiyetî", "Kurd Teþkîlatî Îçtîmaî Cemiyetî", "Kurd Mîllet Fîrkasi" û "Kurd Îstîklal Komîtesî" digîjin hev û Xoybûnê ava dikin. Ev di dîroka kurdan de ji hêla rêxistinî ve gavekî pir girîng û modern tê pejirandin. Generalê kurd Îhsan Nûrî Paþa jî dibe serokê partiyê.

    Îhsan Nûrî li hêla Agiriyê hêzên kurdan civand ser hev û serhildana ko bi navê Agirî tê ziman, berferehtir kir. Wê demê Îbrahîm Haskê Tello jî hukûmeta kurdan ava kiribû. Her wiha rojnameya "Agirî" jî dest bi weþanê kiribû.

    Hukûmeta tirk di gulana 1930an de êrîþeke mezin bir ser tekoþerên kurd. Hukûmeta Sovyetê jî sînorên xwe girt û nehiþt ko leþkerên kurd bi wir ve herin. Bi vî awayî dewleta tirk li Agirî û Zîlanê qirkirineke mezin pêk anî. Îhsan Nûrî û çend hevalên xwe pêþî çûn ser Agiriya Biçûk û piþtre jî derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn.

    Li ser daxwaza Xoybûnê, Mistefa Barzanî tevî 500 leþkerên xwe çûbû hewara serhildana Agiriyê û li hêla Oramarê êrîþên giran biribû ser dijmin. Êrîþên Barzanî û hevalên wî wisa dijwar bûn ko dewleta tirk pir tirsandibû û ji ber wê jî piraniya hêzên xwe bi ser Oramarê ve þiyandibû. Lê Barzanî bi çeknasî xwe bi paþ ve kiþandibû û derbasî Barzan bûbû.

    Agirî û tecrûbeyên wê, di dîroka kurdan de xwedî roleke girîng e û gelek jî balkêþ e. Kurdan yekem car bi rêxistinî û awayekî modern þer kiribû. Her wiha leþkerê kurd zerarekî gelek mezin jî dabû dewleta dijmin. Lê dijmin gelek xurt bû û ji çaralî ve alîkarî wergirtibû. Vê carê Îngîlîz jî hatibûn hewara dewleta tirk. Wan ne dixwest ko kurdên baþûr werin alîkariya kurdên bakur û bi vî awayî bêtir nêzî hev bibin.

    Wê demê li Barzan jî rewþ ne xweþ bû û serhildaneke nû nêzîk dixwiya. Çaxê hukûmeta Iraqê digel îngîlîzan bi balafiran êrîþ birin ser Barzan û herêmê dan ber agir, Barzaniyan biryara berxwedanê da. Tekoþîna wan her berdewam bû. Lê kurdên azadîxwaz û malbata Barzaniyan ne bi tenê li hember îngîlîz û ereban þer dikirin. Her wiha gelek eþîrên kurd jî derdiketin pêþiya wan û êrîþ dibirin ser azadîxwazên kurd.

    Mistefa, Ehmed û Sadiq Barzanî tevî leþkerên xwe berxwedaneke mezin dan û tekoþîneke bêhempa kirin. Lê çaraliyê wan hatibû girtin û dijmin zor dida wan. Bêçare di hezîrana 1932an de derbasî Bakur bûn û ketin destên dewleta tirk.

    Malbata Barzaniyan pêþî li Serhedê hatin bicîhkirin, lê piþtre cihê wan her tim hat guhertin. Çaxê îngîlîz di sala 1934an de bi hukûmeta Iraqê efûyek dan derxistin, penaberên kurd û malbata Barzaniyan vegeriyan Behdînan. Her sê Barzanî ji malbatê hatin veqetandin û þiyandin Hîlleyê, çoleke li navendeke ereban.

    Mistefa Barzanî li wir zêde debar nekir û vegeriya Barzan. Dê ev vegera wî bibûna serhildeneke nû. Barzanî tevî hevalên xwe Rewandiz xist bin destên xwe. Lê çaxê hukûmet bi hêzên mezin êrîþ birin ser wan, Barzanî tevî leþkerên xwe çû serê çiyê. Piþtî demekê bi hukûmeta Iraqê re li hev kirin û Barzanî vê carê derbasî Suleymaniyê, cihê nefiyê bû.

    Hukûmeta Mistefa Kemal di destpêka Þerê Duyem ê cîhanê de rewþa xwe bêtir xurt kiribû. Piþtî têkçûna Serhildana Agiriyê, kurd jî demekê bêdeng mabûn. Herçî di sala 1935an de li Sasonê û di nav salên 1937 û 38an de jî li Koçgirî û Dêrsimê serhildanên girîng pêk hatin jî, hukûmeta tirk bi plan û barbariyeke kesnedîtî ew zû da tefandin.

    Dewleta nû ya tirk heta niha li hember serhildanên kurdan alîkariyeke mezin ji Yekîtiya Sovyetan werdigirt. Lê piþtî ko dewlet bi hêz bû û alîkarî ji dewletên kapîtalist wergirt, êdî pêwîstî bi alîkariya Sovyetê nema bû. Dê hukûmeta tirk tevî Iraq û Îranê di sala 1937an de "Peymana Sadabadê", ko li hember kurdan û komunîzmê bû, îmze bikira û bi vî awayî sedaqeta xwe ya li hember welatên Rojavayê nîþan bidana. Her sê dewletên dagirker dê bi vî awayî hem di serhildanên kurdan de alîkariya hev bikirana û hem jî sînorên xwe ji çûyin û hatina kurdên azadîxwaz re bigirtina.


    Rewþa Iraqê

    Çaxê Iraq di sala 1932an de dibe endamê Yekîtiya Neteweyan, hingê li ser kaxez li Kurdistanê cihê ko kurd tê de piraniyê pêk dianîn, zimanê fermî kurdî û erebî hat qebûlkirin. Li gorî peymanê pêwist bû ko beþek ji hatina aboriya neteweyî li Kurdistanê bihata mesrefkirin. Lê di rastiyê de rewþ qet jî ne wisa dimeþiya. Ne xwendegeh û ne jî riyên welêt hatibûn avakirin û ji hêla aborî ve jî rewþ pir xerab bû.

    Lê ji hêla têgihîþtina pirsa neteweyî ve rewþ roj bi roj diguhirî. Kurd hêdî hêdî þiyar dibûn û li doza xwe xwedî derdiketin. Her wiha Partiya Komunîst ko endama Komînternê bû û Partiya Gel ko xwe sosyalîst dihesiband, xebata xwe eþkere dikirin.

    Di sala 1936an de general Bekir el-Sidqî dest danî ser hukim. Hatina Bekir a ser hukim rewþê hebekî pozîtîf guhirandibû. Êdî nîqaþeke eþkere hebû û meriv dikaribû xwe bi þêweyeke azad îfade bikira.

    Lê ev azadî zêde dom nekir. General Nûrî Saîd tevî hevalbendên xwe yên nîjadperest bi alîkariya Îngîlîzan Bekir el-Sidqî ji ser hukim daxistin û ew kuþtin. Dê vê rewþa nû tesîreke zêde li ser welatperwerên kurd bikira û ew mecbûrî jiyana îllegaliyê bikira.

    Ev rewþa nû û zordariya serdestan, kurd bêtir nêzî hev dikirin. Ji hêlekê ve eþîrên din xwe nêzî malbata Barzaniyan dikirin û ji hêlekê ve jî kurdan gav bi gav ber bi avakirina rêxistineke neteweyî ve gavên girîng diavêtin.

    Di sala 1939an de di bin serokatiya Refîq Hilmî de Partiya Hêvî hat damezrandin. Tevî ko Partî çi bêje herkesî himbêz dikir jî, bi taybetî du fikrên girîng xwe didan diyarkirin. Alîgirên fikra yekem dixwastin bi îngîlîzan re pêwendî bête danîn da ko bi alîkariya wan mafên kurdan têkeve rojevê. Xwediyên fikra din jî dixwastin bi Sovyetê re, ko niha ketibû nav Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, pêwendî bête danîn. Li gorî wan îmkaneke pir mezin hebû ko li wirê bikaribin ji rewþê îstîfade bikin û di bin bandora Sovyetê de kurdan bigihîjînin azadiyê. Lê çi mixabin berpirsiyarên Hêviyê negihîþtin encamekê û nakokî her dom kir.

    Di sala 1941an de Reþît Alî dest datîne ser hukim û bi Elmanyaya Hîtler re pêwendî datîne. Lê Îngîlîzan bi alîkariya kurdan êrîþ birin ser wî. Her wiha di vê demê de dezgeha mîsyonerên elmanî li Tehranê jî hebû. Herçî þah Riza xwe bêteref îlan kiribû jî, baweriya Hêzên Yekbûyî pê nedihat û nikaribû bi taybetî ji bo petrolê çavên xwe ji hebûna elmanan re bigire.

    Li hêla din peymana navbera Stalîn û Hîtler jî bi dawî hatîbû û hêzên leþkerî yên Elmanan êrîþ biribû ser Sovyetê. Vê rewþê Sovyet jî ji bêçareyî beþdarî nav Hêzên Yekbûyî kiribû. Di tebaxa 1941an de leþkerê rûs ji bakur ve û yên îngîlîz jî ji hêla Iraqê ve ketin Îranê.

    Vê rewþa nû bala kurdan jî kiþandibû. Êdî Rojhilatê Kurdistanê bûbû cihê herî girîng. Partiya Hêvî ji bo ko rewþê bibîne û raporekê amade bike, Mîr Hac diþîne Mehabadê. Mîr Hac li Mehabadê berpirsiyarê "Komeley Jiyanewey Kurdistanê" dibîne û herdu li ser rewþê dûr û dirêj diaxifin.


    Ber bi serokatiyê ve...

    Mistefa Barzanî hê ji zarokatiya xwe ve di nav þerê azadiyê de pijiyabû. Bûyerên ko li çaraliyê Kurdistanê dibûn û rewþa malbata wi tesîreke mezin lê kiribû. Þertên Kurdistanê û bûyerên giran ew hê di zarokiyê de derxistibû pêþ. Ew êdî merivekî bîrewer û bi rûmet bû. Wî Kurdistan jî baþ naskiribû. Dema li bakur bû rewþa kurdên wirê û sîyaseta dewleta tirk, çaxê ew nefî kiribûn nav ereban jî rewþa ereban bêtir fêm kiribû. Ew her wiha di Medreseya Kurd de jî þagirtekî zana û bîrewer bû.

    Barzanî mîna serokeþîrên din ji gelê xwe ne dûr bû. Wî êþa gelê xwe baþ fêm kiribû û ji çareserkirina wê re jî bi her awayî çalakî dikir. Nefspiçûk û aram bû. Ne merivekî kîndar û çavnebar bû. Lê bi sebir bû û xwedî baweriyeke pir qewî bû. Tevî ko car bi car xiyanet dîtibû û jiyabû jî, tu caran bêbawer nebû. Li gorî wî pêwîst bû ko gelê kurd xwe bi rêxistin bike. Ji vê pê ve tu rê tune bû. Bi tenê rêxistineke xurt û bi bawer dikaribû gelê kurd ji bin zordarî û bindestiyê rizgar bikira.

    Wî hê di xortaniya xwe de ji serhildanên kurdan re bi her awayî alîkarî kiribû. Bi vî awayî jî hem wî Kurdistanê nas kiribû û hem jî kurdan ew baþ nas kiribû.

    Di sala 1943an de dema ew li Suleymaniyê li surgûnê bû, bi alîkariya kurê Berzencî ji wirê reviya. Tevî çend hevalên xwe pêþî derbasi Kurdistana Rojhilatê bû û piþtre jî vegeriya Barzan û li wir bi cî bû.

    Piþtî ko li Barzan bi cî dibe, li Çolemêrgê serhildana Saîd Birokî dest pê dike û Barzanî tevî leþkerên xwe diçe alîkariya wan dike. Herçî serhildan zêde dom nake û zû têk diçe jî, lê navê Barzanî pir belav dibe û êrîþên ko dibe ser dijmin, di nav gelê kurd de nav û deng dide.

    Piþtî vê bûyerê Barzanî derbasî Barzan bû û vê carê bi xwe serî hilda. Li ser vê kurdên Mehabadê ji Barzanî re nameyekê diþînin û jê daxwaz dike ko serhildan bi tenê di nav sînorên baþûrê Kurdistanê de nemîne. Kurdan her wiha daxwaza civîneke neteweyî jî dianîn rojevê.

    Lê Barzanî vala ne disekinî. Wî ji hêlekê ve êrîþan dibir ser qereqolên dijmin û xwe ji çekan ve xurtir dikir û ji hêlekê ve jî ji eþîrên kurd re xeber diþand da ko piþtgiriyê bikin. Lê çî mixabin gelek eþîr dûrî serhildanê diman. Her wiha di navbera eþîran de dubendî û neyartî jî ji serhildanan re xetereke mezin bû. Barzaniyan ev baþ fêm kiribûn. Di navbera malbata Barzaniyan û Zîbariyan de jî nakokiyeke kevn hebû. Malbat biryar dide ko vê nakokiyê ji ortê rake. Li ser vê Mistefa Barzanî bi keça serokeþîrê Zibariyan re dizewice û bi vî awayî ev nakokî jî bi dawî tê.

    Hukûmeta Iraqê li ser bûyerên ko li Kurdistanê dibin malbata Barzanî careke din bi hêla Hîlleyê ve nefî dikin. Serokwezîr Nûrî Saîd bi hîle û zor li ser navê Þêx Ehmed Barzanî name jê re diþîne da ko Barzanî teslim bibe. Lê bersîva Barzanî dibe êrîþeke giran a ser hêzeke mezin a Iraqê.

    Di vê demê de Partiya Hêvî ji vê rewþê zêde hêz digire û di nav gel de bi rêxistin dibe. Partî hê di vê demê de ji hukûmetê dawxaza otonomiyê dike. Hukûmet li ser vê daxwaza kurdan "Wezareta Karûbarên Kurdistanê" dadmezrîne û gelek kurdên ko di daîreyên dewletê û di nav hêzên leþkerî de kar dikirin, derbasî nav hêzên kurdan dibin.

    Barzanî di dawiya sala 1943an de navbirekê dide êrîþên xwe. Armanca wî ew e ko bi awayekî siyasî û bêyî ko xwîn birije, pirsa kurdan hel bibe. Ew di sibata 1944an de diçe Bexdayê û digel daxwazên Partîya Hêvî ji hukûmetê re pilanê çareserkirina pirsa kurdan pêþkêþ dike. Hukûmeta Nûrî Saîd hinek ji van daxwazan qebûl dike û dixwaze ko di meclîsê de van bide qebûlkirin. Lê ev pêþneyar û hinek pilanên din ko wî dixwast bi cî bîne, di meclîsê de qebûl nabin û Nûrî Saîd xwe vedikiþîne. Piþtre jî hukûmeta Hamdî Paçacî tê damezrandin.

    Barzanî dîsa derdikeve serê çiyê û li wir qerergeh vedike. Lê wî êdî dixwast tekoþînê bi awayekî rêxistinî bidomîne û di sibata 1945an de di serokatiya wî de Partiya Azadî tê damezrandin. Partiya Azadî Kurdistaneke otonom kiribû armanca xwe.

    Lê Împaratoriya Îngîlîzan û hukûmeta Iraqê li hember vî gavê nû bêdeng ne man. Car bi car êrîþ birin ser kurdên azadîxwaz. Barzanî û leþkerên kurd di tebaxa 1945an de li hember êrîþên dijmin berxwedaneke mezin pêk anîn û hêzên dijmin ji hev belav kirin.

    Barzanî ji hêlekê ve li hember hêzên dijmin ko bi sed caran bi hêztir bûn þer dikir, ji hêlekê ve jî hewil dida ko serhildana kurdan fereh bike da ko bibe serhildaneke neteweyî. Wî car bi car bangî rêxistin û serokeþîrên kurdan dikir da ko di nav þoreþê de cihê xwe bigirin. Tevî vê jî mîna piraniya caran gelek eþîr dikevin himbêza dijmin û êrîþ dibin ser þoreþa gelê xwe.

    Dê vê carê jî çaraliyê þervanên kurd ji teref dijmin ve bihatina zeftkirin. Weke ko tanq û topên leþkerê dijmin ne bes bin, piraniya eþîrên kurd jî êrîþ dibirin ser þoreþê. Her wiha leþkerê tirk jî ji jor ve dor li hêzên kurdan girtibû. Dê vê carê jî serhildana kurdan ji teref dijmin ve û bi piþtgiriya kurdên xwefiroþ bihatina þikestandin.

    Piþtî ko þer têk çû, Barzanî bi malbata xwe û tekoþerên xwe re derbasî Rojhilatê bû. Wê helbet careke din dora wan bihata. Serhildana 1943-45an jî bi vî awayî negihîþt armanca xwe.


    Komara Kurd a Mehabadê

    Dema peymana Hîtler û Stalîn bi êrîþên Hîtler ve bi dawî hat, Yekîtiya Sovyetê jî beþdarî nav Hêzên Hevgirtî bûbû. Îranê, ko ji hêla neftê ve yek ji wan ciyên herî dewlemend bû û di bin bêvila Sovyetê de bû, bi dizî bi Elmanyayê re pêwendî danîbû. Hêzên Hevgirtî (Yekîtiya Dewletên Amerîkayê, Fransa û Îngîlîstan) ji jêr ve û Sovyetê jî ji jor ve Îranê zeft kirin. Hêzên Sovyetê heta Kurdistanê meþiyan û piþtre jî xwe bi paþ ve vekiþandin.

    Wê demê kurdan ji rewþê îstîfade kir û xwe ji bo bûyerên nû amade kirin. Heyeteke kurd ko Qadî Mihemed jî di nav wan de bû, çû Moskovayê. Hukûmeta Sovyetê, ji ber ko rewþa wan û siyaseta wan li Îranê baþ neçûbû û Partiya Tudeh jî ne zêde xurt bû, dixwast bi kurdan re têkiliyeke xurt deyne. Wan dixwast bi vî awayî kurdan bigîjînin hêla xwe da ko di herêmê de xurttir bibin.

    Kurd jî ji hêla xwe ve vala nedisekinîn. Mehabad û derdora wê di nav hêzên Sovyetê û Îngîlîzan de, di cihekî tampon de mabû û her wiha azad jî bû. Kurdan dixwast bi alîkariya hêzeke mezin mafên xwe bi dest bixin. Û di vê rewþê de ya herî nêz jî Yekîtiya Sovyetê bû. Îngîlîzan bi salan Baþûrê Kurdistanê di bin bandora xwe de girtibûn û tu niyeta wan î ko welatê kurdan ji destê xwe berdin tune bû.

    Bêþik Îngîlîzan li Îranê siyaseteke cuda didan meþandin. Çaxê ko þah Riza ko hevalbendê Elmanyayê bû, cihê xwe dewrî kurê xwe Muhammed Riza Pehlewî kir, îngîlîzî gihîþtibûn armanca xwe. Ji xwe Pehlewî hevalbendê wan bû û îngîlîzî jî ne zêde xwediyê armanca guhertinekê bûn. Li gorî Îngîlîzan heke rewþ biguhiriya dê hingê rewþa neftê jî têketa xeterê. Her wiha heke kurdan mafên xwe yên neteweyî li Rojhilat bi dest xista, wê gavê dibû ko Baþûrê Kurdistanê jî ji dest derketa.

    Rêxistina Komelê (Komeleya Jiyaneweyê Kurdistanê) ko di îlona 1942an de hatibû damezrandin, heyetekê hilbijart da ko li Yekîtiya Sovyetê temsîla kurdên Îranê bike. Heyeta kurdan bi serokatiya Qadî Mihemed di îlona 1945an de çû Bakuyê. Serokwezîrê azerî Bagirof pêþneyar kir ko kurd di bin bandora Azarbeycana Îranê de bibin xwediyê otonomiyê. Lê heyeta kurd ev pêþneyar qebûl nekir. Pêwîst bû kurd bi serê xwe di nava Îranê de otonomiyê wergire. Tevî vê nakokiyê jî li ser dawxaza hukûmeta Sovyetê, Bagirof soza piþtgiriyê da.

    Barzanî piþtî ko gihîþt Þinoyê, dest bi pêwendiyan dike. Di demeke kin de hêzeke mezin a leþkerî dicivîne û diçe Mehabadê cem Qadî Mihemed. Êdî tekoþerên kurd bi serokatiya Barzanî dikevin xîzmeta doza kurdan. Êdî ew li ser navê doza kurdan serleþkerekî mezin û þêwirmendekî giranbiha bû.

    Piþtî ko heyeta kurd ji Sovyetê vegeriya, di çiriya pêþîn a sala 1945an de bi endamê Komelê re civînek pêk anî. Dê ev civîn bibûna kongreyeke rêxistinê û civînê li ser pêþneyara berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetê jî navê partiyê bi "Partiya Demokrat a Kurdistanê" ve guhert. Bi vî awayî dê hem partî ferehtir bibûya û hem jî dê ji Yekîtiya Sovyetê alîkarî werbigirta.

    Di çileya pêþîn a sala 1945an de Komara Demokratîk a Azarbaycanê hat damezrandin. Dê vê biryarê rê ji kurdan re jî vekira. Pêþevanên kurd di çileya paþîn a 1946an de li Mehabadê civîneke mezin li dar dixin û wê rojê jî Komara Demokratîk a Mehabadê îlan dikin. Alaya kurdî bi jor ve tê hilkiþandin û Qadî Mihemed di sibatê de weke serokkomar sond dixwe. Êdî parlamento û hukûmeteke kurdî jî hebû.

    Barzanî û du kesên din ji teref hukûmeta Kurd ve weke general tên hilbijartin. Barzanî êdî di bin xîzmeta Komara Kurd de bû û hêzên xwe yên leþkerî hê bêhtir xurt dikir. Ev her wiha jê re dibû tecrûbeyeke bêhempa jî. Barzanî ji bo hukûmeta kurd û Komara Demokratîk a Kurd xîzmeteke baþ kir. Weke serleþkerekî Komarê wî leþker gihand hev û ji bo parastina Komarê xebateke bêhempa pêk anî.

    Lê dê ev serkeftin jî zêde dom nekira. Rewþa cîhanê û bidawîhatina þer, siyaseteke nû derxistibû holê. Êdî ji nû ve parvekirina cîhanê ketibû rojevê. Hêzên Hevgirtî dev ji Îranê bernedidan, lê Sovyetê jî ne dixwest destvala vekiþe. Bi vî awayî peymanek di nav Sovyetê û Hêzên Hevgirtî de pêk hat û leþkerê Sovyetê di þeþê gulana 1946an de xwe ji Îranê vekiþand.

    Ew rewþ di nav kurdan de panîkeke mezin derxist. Hêzên komara nû hê ne zêde bi qewet bûn û kurd ji rewþeke wisa re ne amade bûn. Her wiha kurd niha ji hev bela jî bûbûn. Êdî bi tenê Barzanî û hêzên xwe li piþt Qadî Mihemed mabûn.

    Bi piþtgiriya Hêzên Hevgirtî û bêdengbûna Yekîtiya Sovyetê, Îranê haziriya êrîþên mezin dikir. Pêþî Komara Azarbaycanê bi hêsanî û bêþer hilweþandibûn û niha jî dor hatibû ser Komara Mehabadê.

    Barzanî car bi car ji Qadî Mihemed daxwaz kir ko bi ber xwe bidin. Lê Qadî Mihemed xwe ne dida ber vê pêþniyarê. Barzanî ji bo berxwedanê hazirî dikir, lê tu niyeta hukûmetê ko þer bike tune bû. Xwînrijandin ne pêwîst bû li gora wan. Ji niþka ve tu kes li piþt Qadî Mihemed û Komara Demokratîk a Kurd nemabû.

    Hukûmeta kurd bêþer teslîmî hêzên Îraniyan dibû. Lê Barzanî bi þid li hember vê bû û dixwest kurd bi her awayî Komara Kurd biparêzin. Di dawî de Qadî Mihemed jî li dijî berxwedanê derket. Wî ne dixwest xwîn birije. Qadî Mihemed alaya kurdî bi emanetî teslîmî Barzanî kir. Barzanî li ser daxwaza wî tevî leþkerên xwe ji Mehabadê vekiþiya. Bi vî awayî leþkerê dijmin bi hêsanî ket Mehabadê. Hukûmeta Îranê bext dabû ko serokên kurdan ne kujin. Lê tevî ko endamên hukûmetê û serokkomar Qadî Mihemed bêþer teslîmî hêzên dijmin bûbûn jî, ew li ser bextê xwe ne rawestiyan û wan li meydana Çarçirayê, cihê ko Komara Mehabadê ya Kurd hatibû îlankirin, di 31 adara 1947an de bi darde hatin daleqandin. Kurdên çaraliyê Kurdistanê ko zêdeyî salekê bi Komara Kurd pesinîbûn û ew pîroz dikirin, dîsa ketibûn xemgîniyê. Komara Kurd a dema modern jî bi vî awayî hilweþiya.


    Damezrandina PDK-Iraqê

    Çaxê Barzanî li Mehabadê bû gelek daxwaz ji kurdên baþûr dihatin ko partiyeke nû bête avakirin û rêxistinên din jî derbasî nav wê bibin. Di sala 1946 an de rêxistinên Hêvî, Rizgarî û Þoreþ gihîþtin hev û PDK-Iraq ava kirin. Navê wê Partiya Demokrat a Kurd bû û tevî ko Barzanî ne li wir bû jî ew weke serokê partiyê hat hilbijartin. Mistefa Barzanî êdî navekî namdar bû û çaralî dihat nasîn. Wî her wiha di þerê li hember dijmin de bawerî û tekoþeriya xwe dabû îspatkirin. Wekî din jî wî bêtir dikaribû hêz û eþîrên kurdan li hev bicivîne.


    Meþa dîrokî ya Barzanî

    Piþtî têkçûna Komara Mehabadê û bi dardakirina Qadî Mihemed û serokên kurdan, Barzanî mecbûr mabû ko xwe ji Îranê vekiþîne. Hukûmeta Îranê dixwest wî û hevalên wî êsîr bigire û wan bêçek bike. Lê Barzanî û hevalên xwe teslîm nebûn. Malbat û zarok vegeriyan Baþûr û Þêx Ehmed û serokeþîrên din ji teref hêzên dewleta Iraqê ve hatin êsîrkirin. Barzanî û 500 leþkerên xwe di nav þerîda her sê sînoran de man û derbasî Iraqê nebûn. Çaxê hukûmet bi wan hisiya, dor li wan girt. Peyman bi Turkiyeyê re jî çêkirin da ko derbasî wir nebin. Her wiha leþkerê Îranê jî li pey wan bû.

    Li gorî lihevhatinê pêwîst bû ko teslîmî hukûmeta Iraqê bibin, lê wan ev bi cî ne anîbû. Hukûmetê ji hêlekê ve bi leþkerê bejî û ji hêla din ve jî bi balafiran êrîþ dibirin ser Barzanî û leþkerên wî. Ew pêþî derbasî bakurê Kurdistanê bûn. Gundiyên kurd ew li wirê bi kêf û þahî himbêz kirin. Lê ew nikaribûn li wirê jî rawestiyana, ji ber ko leþkerê tirk jî dor li wan girtibû. Her wiha riya wan jî dûr bû û pêwîst bû ko bidomînin.

    Çaxê ew di ser çiyayên Þemdînan re derbas bûn, bi þefeqê re tirkan êrîþ birin ser wan. Leþkerê tirk jî bi balafir û topan dor li wan girtibûn û ew xistibûn bin çemberê. Lê tevî vê jî leþkerên kurd bêzerar ji çembera tirkan filitîn. Ew di ser þerîda nav herdu sînoran de dimeþiyan. Îcar leþkerê Îranê jî dabû pey wan. Îranê fêm kiribû ko ew ber bi Sovyetê ve dimeþin û ji lewre jî leþkerên wan li Koturê pêþî li wan girtibûn û xefik danîbûn. Lê kurd bi hostetî ji vê xefikê jî rizgar bûn.

    Li Makûyê mecbûr mabûn ko bi wan re têkevin þer. Wan ev biryar ji bo ko derbasî hêla Tirkan nebin û bi wan re nekevin þer dabûn. Di nav leþkerên kurd û Îraniyan de þerekî mezin çêbû. Leþkerê dijmin bi her awayî hat þikandin lê çar tekoþerên kurd þehît ketin û 15 kes jî birîndar bûn.

    Dê ev meþa dirêj ko nêzî 350 kîlometreyê bû, ji Mehabadê dest pê bikira û di ser Þino, Rizaiye, Shapûr, Qotur, Makû û Agirî re derbasbûya û li sînorên Sovyetê bi dawî bihata. Barzanî û hevalên xwe di 10ê Hezîranê de gihîþtin Agiriyê û daxwaza penaberiya siyasî ji Sovyetê kirin. Hevalekî xwe ji bo vê daxwazê bi dizî þiyandin Sovyetê û ew bi xwe jî li gundekî kurd li benda bersîva Sovyetê rawestiyan. Lê leþkerê Îranê dev ji wan bernedidan. Ji bo ko zêde balkêþî neyê ser wan bi dijmin re neketin þer û ber bi Arasê ve meþiyan. Heke þer derketina, êdî pêwîst bû bi tirkan re jî biketina þer. Di rewþeke wiha de pêwîstî bi vê tune bû. Piþtî ko îltîcaya wan qebûl bû, di 18ê hezîranê de derbasî nav sînorên Yekîtiya Sovyetê bûn.

    Navê Barzanî bi vê meþa dirêj û bi xeter kete dîrokê û di nav gelê kurd de hê bêtir belav bû. Êdî ew lehengekî gelê xwe û canfîdayê þoreþ û berxwedanê bû.


    Piþtî meþa dirêj rewþa kurdên baþûr û Iraqê

    Piþtî têkçûna Komara Mehabadê rewþa kurdan çaralî xerabtir bûbû. Serokên kurdên Îranê hatibûn qetilkirin, kurdên Iraqê bêserok û bêserwer mabûn û kurdên din jî xemgîn û þermezar bûbûn. Tade li ser kurdan roj bi roj zêdetir dibû. Afateke mezin bi ser kurdan ve hatibû û zordariyên dijmin li çaraliyê Kurdistanê bûbûn jiyana rojane.

    PDK-I demeke dirêj sanciyên bêserokatiyê kiþand. Serokê Partiyê Barzanî li dervayî welat jiyana penaberiyê dijiya, sekreterê wê Hemze Abdulah di hepsê de bû û xebata Partiyê ketibû rewþeke xerab.

    Îbrahîm Ehmed û çend hevalên xwe di vê demê de ketibûn nav sefên Partiyê. Weke ko tê zanîn Îbrahîm Ehmed bi fikrên çep dihat nasîn û dixwast partiyê bikþîne ser fikrê çepîtiyê. Ew di kongreya 1951an de bû sekreterê partiyê û tevî hinek hevalên xwe di programa wê de hinek guhertin pêk anî. Navê partiyê di kongreya sêyemîn de ko di sala 1953an de pêk hat, ji "Partî Demokratî Kurd" bû "Partî Demokratî Kurdistan-Iraq". Dê ev rewþ û guhertinên nû gelek eþîran ji partiyê bi dûr bixista û partiyê qels bikira.

    Di sala 1954an de di rewþa Iraqê de guhertineke mezin çêbû. Hukûmeta Nûrî Saîd destûr dabû ko partî eþkere kar bikin. Her wiha Partiya Komunîst ya Iraqê, Partiya BAAS, Partiya Rizgarî û ya Demokratên Neteweyî bi biryarekî di nav "Eniya Neteweyî" de yekîtiyekê ava kirin.

    Partiya Baasê mîna seksiyoneke Partiya Baas a Suriyeyê ko di salên 1940an de ji teref Mîþel Eflaq ve hatibû damezrandin, kar dikir. Programa partiyê giranî dida ser "þoreþa neteweyî".

    Di sala 1955an de Partiya Rizgarî û ya Demokratên Neteweyî gihîþtin hev û pirsa kurdan jî xistin programa xwe. Êdî Iraq ji kurd û ereban pêk dihat. Digel ko ev gotin bi xwe re zêde tiþt ne dianî jî, ev gaveke girîng bû û kurdan dixwest ji vê îstîfade bikin.

    Lê dê ev rewþ jî zêde dom nekira. Piþtî hilbijartinan Nûrî Saîd partiyên din qedexe kir û êrîþên li hember kurdan zêdetir bûn. Di sala 1955an de ji teref Turkiye, Iraq, Îran û Pakîstanê ve "Peymana Bexdayê" hat îmze kirin. Amerîka jî weke çavdêrê vê peymanê bû. Piþtî ko Iraq xwe di sala 1958an de ji vê peymanê vedikþîne, navenda wê diçe Ankarayê û navê wê dibe Cento.

    Di nav Partiyê û Partiya Komunîst de gelek caran nakokiyên mezin derketibûn. Lê di sala 1957an de ev nakokî zêdetir dibin. Êdî Partiyê jî xwe nêzî fikrên çep kiribû û beþek kurdên di seksiyona Kurdistanê de ketibûn nav sefên Partiyê.

    Di 14ê tîrmeha 1958an de bi serokatiya general Abdulkerîm Qasim cuntayeke leþkerî hat ser hukim. Cûntayê Melîk Feysel û Serokwezir Nûrî Saîd da kuþtin. Wan bi vî awayî welat ji melîktiyê jî rizgar kiribûn û komara nû damezrandibûn. General Qasim di hukûmeta nû de cî dabû partiyên din jî. Her wiha Baba Eliyê kurê Berzencî jî ji kurdan neqandibû û kiribû wezîrê karûbarên avakirinê. Wî her wiha ji bo ko cihê xwe ewle bike "Konseya Neteweyî" jî ava kiribû. Di vê konseyê de alewiyek û kurdek jî hebûn.

    Hukûmeta nû girtiyên kurd ko di nav wan de Þêx Ehmed Barzanî û þaîrê mezin Goran jî hebûn, serbest berdidin. Herçî hukûmeta nû otonomiya kurdan bi tevayî qebûl nekira jî, ne dixwest kurdan di rewþeke wiha de bike dijmine xwe û li hêviya ko bi wan re pêwendiyeke xweþ deyne.

    Li gora qanûnên ko ji nû ve hatibûn amadekirin Iraq beþek ji niþtîmanê ereban bû lê kurd û ereb bi her awayî mîna hev xwedî par bûn. Dê mafên wan yê neteweyî li gora çarçoveya neteweyî ya Iraqê bihatina dayîn. Her wiha tu ferq di nava netewe, ziman, ol û baweriyan de jî tunebûn.

    Îbrahîm Ehmed li ser navê partiyê nameyekê ji Bexdayê re diþîne û ji bo ko hukûmetê pirsa kurdan xistiye bernameya xwe, piþtgiriya wê dike û pîrozbahiyên xwe pêþkêþ dike.

    Dema zagonên bingehîn hatin îlankirin, li ser navê partiyê Îbrahîm Ehmed axaftinek kir û li ser van guhertinan razîbûna xwe û ya gelê kurd pêþkêþ kir. General Qasim jî di axaftinekê de diyar kir ko hukûmetê bangî Barzanî kiriye da ko vegere "welatê xwe".



































    » Ev wêne sala 1952an li Sovyeta berê hatiye girtin.

    Barzanî li Yekîtiya Sovyetê

    Piþtî ko Barzanî û hevalên xwe bi meþeke dûr û dirêj ko 52 rojan diajo derbasî Sovyetê bûbûn, li Nahçîvana Azarbaycanê hatibûn bicîkirin. Barzanî û hevalên xwe li wir ji hev tên veqetandin. Ew di kampên leþkerî de, di rewþên xerab de dest bi jiyaneke nû dikin. Piþtî demekê hukûmeta herêmî Barzanî diþîne Bakûyê.

    Barzanî û hevalên xwe ji hev hatibûn veqetand û ne dihiþtin ko ew hev bibînin. Her wiha rewþa penaberên kurd roj bi roj xerabtir dibû. Li ser þîkayeta Barzanî çend caran rê dan ko ew hev bibînin.

    Xuya bû ko berpirsiyarên Partiya Komunîst a Azarbaycanê kîna xwe ya dema Mehabadê ji bîr nekiribûn. Berpirsiyarên kurd di dema azadiya Mehabadê de ne xwestibûn ko Komar têkeve bin hukmê Azarbaycanê û niha jî fersend ketibû destê Bagirof û berspirsiyarên Partiya Komunîst. Bagirof Beriya jî kiþandibû hêla xwe û herduyan li gora dilê xwe agahdarî didan Stalîn û Komîteya Merkezî.

    Barzanî û hevalên xwe di dema Stalîn de ji ber van sedeman gelek êþ û derd kiþandin. Car bi car Barzanî û penaberên kurd dihatin nefîkirin. Nefîkirineke di nav nefiyê de... Penaberên kurd pirê caran birçî diman. Her wiha di nav kampên kar de yan jî di nav kampên leþkerî de kar dikirin. Lê ya herî xerab jihevqetandina wan bû. Ev jihevqetandin û birin û anîn ta ko Stalîn sax bû jî dom kir. Her tim ji hev dûr û di bin çavan de bûn. Di kampên xerab de nîv têr û nîv birçî dijiyan û her ji çend mehan an jî salan carekê dihatin nefîkirin.

    Barzanî ji vê rewþê ne razî bû û pir aciz dibû. Wî ji berpirsiyarên hukûmeta herêmî destûr xwest ko here cem berpirsiyarên partiyê û Hukûmeta Sovyetê da ko pirsa neteweyê kurd bîne ziman. Dê wî bi vî awayî rewþa penaberên kurd jî bianîna ziman û gilî û gazincên xwe pêþkêþ bikira. Lê ev daxwaza wî nehat qebûlkirin.

    Hukûmetê di tebaxa 1948an de penaberên kurd þiyandin Özbekîstanê. Barzanî li Taþkentê hat bicîhkirin û bi alîkariya mamosteyekî rûs xwe fêrî zimanê rûsî kir. Tevî ko Barzanî ne li Azarbeycanê bû jî, Bagirof hê jî dijîtiya wî dikir û di derheqa wî de raporên xerab diþand navenda partiyê. Wî her wiha merivekî xwe þiyand cem serokkomarê Özbekîstanê Yusufov û ew jî mîna xwe kir dijminê Barzanî.

    Bi vî awayî Bagirof, Yusufov, Larentî û serokê parastinê yê dema Stalîn Beriya li dijî Barzanî cepheyeke dijberiyê ava kiribûn. Barzanî jî vala ne disekinî. Wî ji çend rojan carekê nameyên ko rewþa penaberên kurd diyar dikirin ji Kremlînê re diþand. Lê mixabin ev name bi giþtî li cem Beriya diman û ne digihîþtin cihê xwe.

    Di adara 1949an de dîsa cîhê Barzanî hat guhartin. Vê carê ew þandibûn giraveke ko di nav gola Aralê de dima. Piþtre gav bi gav ên din jî birin Aralê, lê ew li sê giravên cihê belav kirin. Yên mayîn jî li cihên din belav kiribûn. Pêwendiyên wan ji hev qut bûn û haya wan ji hev ne tunebû. Daxwazên hevdîtinê jî bi tu þeklî ne dihatin qebûlkirin. Barzanî rojekê di sala 1950an de bi jineke cîran ko dê biçûya Moskovayê re dikeve pêwendiyê da ko nameya wî li wirê bavêje qutiya posteyê. Ji bo vê wî îþilkekî xwe firotibû û hinek pere dabû jinikê. Bi alîakriya jinikê name digîje Kremlînê.

    Li ser daxwaza Stalîn di serokatiya Finikradof de heyetek diçe Taþkentê û Barzanî jî tînin wir. Ev heyet jî daxwaza Barzanî qebûl nake, ango destûr nade ko ew here Kremlînê.

    Di destpêka 1953an de li ser daxwaza Barzanî penaberên kurd tev li meydana hukûmetê dirûnin û dest bi boykota xwe dikin. Þertê wan ew bû ko di serokatiya Barzanî de heyetek biçe Kremlînê û pirsa kurdî ji serokên dewletê re bîne zimên. Ew nêzî 72 saetan li wir rûniþtin û daxwazên xwe ji berpirsiyarên herêmî kirin. Li hember zirtên serokê hukûmetê jî Barzanî û kurdên din xwedî biryar bûn. Pêwîst bû ko pirsa neteweyekî bindest çareser bibûya û Barzanî amade bû her xeter himbêz bikira.

    Ancax piþtî vê rê dan ko du kes li ser navê kurdan herin Moskovayê. Tevî ko rê nedabûn Barzanî ko du nav van du kesan de be jî, wî qîma xwe bi vê pêþniyarê anîbû.

    Tevî vê ji heta ko Stalîn sax bû, xirecira penaberên kurd û hukûmeta herêmî dom kir. Çaxê Stalîn mir û Kruschev ket dewsa wî, rewþ bi her awayî guhirî. Serokê KGBê Beriya hat kuþtin û gelek ji hevalbendên wî jî hatin cezakirin. Piþtî ko rewþ hebekî sivik bû, Barzanî çû Moskovayê da ko Kruschev û serokên Sovyetê ziyaret bike û doza alîkariyê bike. Lê ew jî ne hêsan bû. Barzanî li ber Kremlînê sê roj û sê þevan dikeve greva rûniþtinê. Di dawiyê de Barzanî derdikeve hizûra Kruschev û rewþê bi giþtî jê re diyar dike. Kruschev û hevalên xwe bi hevre Barzanî guhdarî dikin. Barzanî her wiha tiþtên ko Bagirof û Beriya anîbûn serê wan tîne ziman û wiha dibêje:

    ”Hûn ji hêlekê ve alîkariya gelên bindest dikin û ji hêlekê ve jî Beriya û merivên mîna wî li dijî van kiryaran xebat dikirin.” Barzanî li gotinên xwe wiha dom dike: "Ez xwe niha serkeftî dihesibînim. Ji ber ko ez niha pirsa neteweyê kurd bi heyeta herî bilind a rojhilatê re, ango bi heyeta Kremlînê re diaxifim. Ji xwe ez jî ji bo rewþa neteweyê kurd ko ji teref dagirkeran ve û çaralî hatiye perçekirin bînim ziman, hatime vir. Vî neteweyî baweriya xwe daye min. Hûn dewleteke mezin in û dibêjin ko ûn alîkariya gelên bindest dikin. Ez ji bo vê li vir im. Ez ji bo ko doza gelê kurd a heqiyê bi ser bikeve alîkariya we dixwazim."

    Kremlînê jî 74 nameyên ko Barzanî ji hukûmeta Sovyetê re þandibû bi dest xistibûn. Lê yek ji van nameyan jî ne gihîþtibû cihê xwe. Barzanî ji Kruschev û hukûmeta Sovyetê piþtgiriya mafên kurdan daxwaz kir. Kruschev jî soz û bextê ko dê kurd bi xwe li ser çarenûsa xwe biryar bidin, da Barzanî.

    Piþtî vê hevdîtinê rewþa penaberên kurd baþ dibe. Gelek xortên kurd (nêzî 200 kesan) li unîversîteyên Moskovayê dest bi xwendinê dikin. Her wiha xaniyek û otomobîlek dan Barzanî û wî jî dest bi xwendina ziman, siyasetê û aboriyê kir. Barzanî her wiha beþdarî kurseke leþkeriyê jî dibe. Ev kurs ji generalên rûs û yên dewletên sosyalîst re dihat amadekirin.

    Barzanî li wir ronakbîrên kurd ên mîna Qanatê Kurdo û Erebê Þemo dît û di sala 1956an de çû Êrîvanê û li wir kurdên din ziyaret kir. Barzanî piþtgiriya daxwaza kurdên Sovyetîstanê ya otonomiyê kir. Hukûmeta Sovyetan ev daxwazê qebûl nekir lê ji bo pêþketina çanda kurdî biryarên nû wergirt û bi vî awayî weþanên kurdî, radyo û pirtûkên kurdî bi serbestî û bi alîkariya dewletê dest bi weþanên xwe kirin.

    Dema Barzanî û hevalên xwe li Sovyetîstanê diman, bi serokatiya Celal Talabanî heyetek li ser navê kurdên baþûr beþdarî kongreya navneteweyî ya þagirt û ciwanan bûbû. Çaxê Barzanî û Talabanî hev dîtin, Talabanî jê re rewþa Kurdistanê û kurdan anî ziman û li pêþneyarên Barzanî guhdarî kirin.

    Barzanî li Sovyetê vala ne disekinî. Wî ne bi tenê bi kurdên Sovyetîstanê re danustandin dikir. Wî her wiha bi gelek heyetên navneteweyî re jî pêwendî datanî û pirsa kurdan dianî ziman. Ji bilî wan heyetan wî bi berpirsiyarên Kremlînê û Partiyê re jî pêwendiyan xurt danîbû.


    Barzanî vedigere Kurdistanê

    Di 14ê tebaxa 1958an de general Abdulkerim Qasim dest datîne ser hukim û melîkê Iraqê ji ser text tîne xwarê. Êdî rê ji Barzanî û penaberên kurd re vebûbû ko vegerin ser axa bav û kalan. Her wiha hukûmeta nû jî destûr dabû ko Barzanî vegere welatê xwe. Hinek penaberên kurd li Sovyetê man, lê yên din bi kêfxweþî û bi def û zirne vegeriyan Kurdistanê. Barzanî û hevalên xwe di ser Romanya, Bulgarîstan û Çekoslovakyayê re çûn Misirê û li wirê jî Cemal Abdulnasir ziyaret kirin.

    Çaxê Barzanî di 6ê çiriya paþîn de li Bexdayê ji balafirê peya dibe, mîna qehremanekî neteweyî tê himbêzkirin. Bi sedhezaran kurd li meydanê li benda wî bûn. Her wiha general Qasim jî hatibû pêþiya wî. Dê hevdîtina Barzanî û Qasim ne bi vê tenê bima û dê herdu serokan li ser pirsgirêka kurd û ya Iraqê car bi car bihatina cem hev û ji bo çareserkirinê guftûgo bikirana.

    Bi vegera Barzanî re Partiyê dîsa xurt bûbû û dest bi xebateke nûjen kiribû. Partî êdî eþkere kar dikir û dikaribû çaralî xebatê bikira. Rewþa nû hem li Kurdistanê û hem jî li Iraqê azadî û rehetiyeke berbiçav anîbû holê. Lê dê ev jî zêde dom nekira. Pirsgirêkên civakî û neteweyî rê ne dida ko ev azadî û rehetî zêde dom bike.

    Yek ji wan pirsgirêkên sereke ew bû ko Misir û Iraqê dixwastin bi hev re Komareke ereb damezrînin û xwedêgiravî xwe xurttir bikin. Lê di rewþeke wisa de Kurdistan mîna perçeyekî vê komarê dihat hesibandin. Ev rewþ bêþik ne li gora fikrê Barzanî û kurdên din bû.

    Di nav leþkerê ereb de jî pirsgirêkên bingehîn hebûn. Gelek ji generalan ne dixwest ko yekîtiyeke wiha pêk bê. Her wiha di pirsa kurdî de jî nakokî hebûn. Gelek ji nav serokên leþkeran nîjadperest bûn û pirsa kurdî ji bo çaxê ko kurd bi hêz bûn qebûl dikirin. Wan bi vî awayî dixwest xwe bi hêz bikin û dîsa êrîþ bibin ser kurdan.

    Dewletê bi vê niyetê pêþî xebata rêxistinan azad kir lê piþtre wan bi xasûkî da pêþberî hevdu. Hukûmetê dîsa soz û bextê xwe ji bîr kiribû. Wê dor bi dor rêxistinan ji ortê da alî û piþtre jî kovar û rojnameyên kurdî qedexe kir. Bêþik Qasim ji nakokîyên nav rêxistinan jî îstîfade dikir. Lê ew bi wê jî nema û xwest di nav eþîrên kurdan û Barzanî de jî nakokî derxe. Û di vî awayî de jî baþ bi ser diket.

    Barzanî bi vê rewþê gelek diêþiya. Çaxê li Moskovayê beþdarî pîrozkirina þoreþa Oktobrê bû, gilî û gazinên xwe ji berpirsiyarên hukûmeta Sovyetê re pêþkêþ kirin. Lê wan bi tenê Barzanî guhdar kirin û piþtre jî bêdeng man.

    Piþtî ko Qasim muxalefeta din belav dike, dor tê ser kurdan û bi taybetî jî Barzanî. Ji ber nakokiyên reforma axê gelek serokeþîrên kurd çek hilgirtibûn û êrîþ dibirin ser hêzên leþkerî. Ji xwe Qasim jî ev rewþ bi zanebûn hazir kiribû. Piþtî ko dît di nav kurdan de nakokiyên girîng hene, di îlona 1961 an de êrîþ bir ser Kurdistanê. Pêþî bi balafiran Kurdistanê da bombekirin û piþtre jî du tumen leþker þiyandin welêt.

    Barzanî û Partiyê fêm kiribûn ko ew nikarin bi vî þeklî kurdan biparêzin. Pêwîst bû ko ew dest bi berxwedanê bikin. Li ser vê biryar hat girtin û Barzanî tevî 400 pêþmergeyên xwe derket serê çiyayê Metînan û herêma Berwarî. Þerê çekdarî pir lawaz dest pê kir, lê di nava demeke kin de çaralî belav bû. Pêþmergeyan roj bi roj ax ji destê dijmin rizgar dikirin û êrîþên dijmin jî bi hostetî diþikandin. Di þer de bi hezaran leþkerên ereb hatin kuþtin.

    Ji hêlekê ve serhildana kurdan û ji hêlekê ve jî nakokiyên nav rêxistin û hêzên ereban, hukûmeta Qasim roj bi roj qels dikir. Her wiha muxalefeta ereban jî ji bo armanca xwe, þoreþa kurd pir girîng dipejirand. Ji bo ko bi serkevin û Qasim ji ser hukim daxînin, piþtgiriya kurdan û rebêrên wan pêwîst didîtin. Ji lewre jî car bi car xwestin ko bi serokatiya þoreþê re têkevin pêwendiyê û hevkarî bikin. Kurd jî bi þertê bidestxisitina otonomiya kurdan û hatina demokrasiyê li Iraqê ji bo xebateke wiha amade bûn. Nûnerên kurd û berpirsiyarên Koalîsyonê çend caran hev dîtin û biryar girtin da ko hukûmeta Qasim ji ser hukim hilweþînin.

    Koalîsyonê di destpêka sibata 1963an de dest bi xebata xwe kir. Ji hêlekê ve grev û boykot û ji hêlekê ve jî serleþkerên muxalîf êrîþ birin ser Qasim û hukûmeta wî. Baasiyan di demeke kin de hukim xistin destên xwe û general Qasim kuþtin. "Serokatiya Konseya Neteweyî ya þoreþger" ango Koalîsyonê Abdulselam Arif weke serokkomar û Hesen al-Bakr jî weke serokwezîr hilbijartin.

    Koalîsyon ji Baasî û Nasirîstan pêk dihat. Koalîsyonê wezîrên hukûmetê di nav hev de parê vekirin û du heb jî dan kurdan. Li gorî wan pirsa kurdî jî bi vî awayî hel bûbû. Tevî ko kurd bi þertê ko otonomiyê bi dest bixin piþtgiriya wan kiribûn jî, qet behsa wan nedibû.

    Kurd nikaribûn dev ji otonomiya xwe berdin. Ji ber ko niha garantiya tu tiþtekî tune bû û çaxê ne li gora hesabê hukûmetê bûya, dîsa dikaribû êrîþê bibe ser kurdan. Ji lewre jî Barzanî di serokiya Celal Talabanî de çend nûnerên kurd þand Bexdayê da ko li ser pirsa kurd bigîjin biryarekê. Piþtî çend car çûyîn û hatin, nîqaþ û dilhiþtin û di dawiyê de jî çûyina cem Cemal Abdulnasir û bi "erêkirina" wî, hukûmetê otonomiya qismî ya kurdan qebûl kir.

    Kurd her tim ji bo aþtiyê amade bûn û di vî awayî de car bi car gav avêtibûn. Vê carê jî xwe hazir dikirin da ko dev ji çekan berdin. Lê ta niha jî tu garantiyek tune bû. Pêwîst bû ko Kurdistan azad bibe û kurd di nav axa xwe de bibin xwedî erk û desthilatdar.

    Lê piþtî ko Koalîsyonê dest danî ser hukim, fermana komunîstan derxist. Mîlîsên hukûmetê di demeke kin de bi hezaran komunîst û kesên çep kuþtin. Hingê gelek komunîst û bi taybetî jî endamên PKI yê, ko heta niha þoreþa kurd bi xayîntî û ajantiya emperyalîzmê sûcdar dikirin, êdî xwe avêtibûn bextê kurdan û hatibûn Kurdistanê.

    Bêþik Barzanî û Partiyê ev anîn bîra wan, lê wan nikaribû van merivan bi paþ ve biþînin kuþtinê. Piþtî ko PKI di Kurdistanê de bi cî bû, êdî xwe beþek ji þoreþa kurd dihesiband û ew "pêþverû" dipejirand. Endam û alîgirên ko ji ber destê Baasê rizgar bûbûn, li Kurdistanê bi cî bûn û bûn xwediyê kampên xwe.

    Hukûmeta Yekîtiya Sovyetê heta dawî piþtgiriya Qasim kiribû. Lê piþtî ko hukûmeta nû dest bi kuþtina komunîstan kiribû û gelek ji wan jî xwe avêtibû tor û bextê kurdan, hukûmetê nisana 1963an de siyaseta Qasim a li hember kurdan di rojnameya Pravdayê de rexne kir. Nivîsa ko di rojnameyê de derketibû piþtgiriya mafên kurdan jî dikir. Berpirsiyarên Sovyetê bi vê jî neman û di medyayê de car bi car hukûmeta Iraqê rexne kirin û piþtgiriya þoreþa kurd kirin.

    Her wiha di vê demê de Yekîtiya Dewletên Amerîkayê jî nêzîkayî li pirsa kurdî dikir. Bi vê armancê nameyekê ji Barzanî re diþînin û jê daxwaza pêwendiyan dikin. Ew di nameyê de piþtgiriya xwe ya Kurdistaneke otonom jî diyar dikin.

    Planên Yekîtiya Komara Ereb jî ko ji dewletên Misir, Iraq û Sûriyeyê ve pêk dihat, di 17 ê nîsana 1963an de bi dawî hat. Hukûmeta Iraqê dixwast pirsa kurdî bi Yekîtiya Komara Ereb ve girêde. Lê Barzanî û kurdên din vê qebûl nedikirin. Dê ev "Komar" an jî federasyon bi tenê mehekê dom bikira û neketa jiyanê.

    Hukûmeta Iraqê di gulanê de piraniya leþkerên xwe þand Kurdistanê. Lê Barzanî hê jî dixwest pirsa kurdî bi riya aþtiyê hel bike. Ji bo wê jî Barzanî doz ji serokwezîr Hasan al-Bakr kir ko li gorî þertên pêvajoya aþtiyê gav biavêje û pirsa kurdî bi vê riyê çareser bike. Barzanî ji bilî vê bala al-Bakr kiþand ser leþkerê ereb ko Kurdistan seranser dager kiribû.

    Bersîva al-Bakr bû hepiskirina nûnerên kurd ko ji bo hevdîtinan li Bexdayê bûn. Di destpêka hezîranê de jî li Suleymaniyeyê nêzî 300 kurd hatin girtin û wendakirin. Hukûmeta mirdar bi vê jî nema. Wê ji bo kuþtin an jî girtina Barzanî 100.000 dînar jî pêþkêþ kiribû.

    Hukûmetê di vî þerî de ji sê hêlan ve êrîþ biribû ser Kurdistanê: Amediyê, Rewandûz/Barzan û Koy Sancaq. Her wiha nêzî 5000 leþkerê Sûriyeyê jî beþdarî vê êrîþê bûbûn. Nêzî 200 gund seranser hatin þewitandin û wêrankirin. Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin. Cuntaya Arif û al-Bakr biryar dabû ko vê carê doza kurdî ji binî ji ortê rake û ji lewra jî Kurdistanê seranser wêran dikir. Lê tekoþerên kurd di serokatiya Barzanî de, bi þerê gerillayî leþkerê ereb car bi car þikandin û di dîroka kurdan de lehengiyên bêhempa pêk anîn.

    Hukûmeta Iraqê dîsa bi Sovyetê re pêwendî danî û wan kiþand aliyê xwe da ko dev ji rexneyên xwe berde û piþtgiriya kurdan neke. Li ser daxwaza Sovyetê, Moxolistana ko demek berê di Yekîtiya Neteweyan de doza kurdî anîbû ziman, vê pêþniyara xwe bi þûnde kiþandibû. Dê Barzanî li ser vê rewþê wiha bigota:

    "Em ne di wê baweriyê de ne ko em dê mafên gelê xwe bi pêwendiyên di nav lordan de wergirin. Em dê vê serkeftinê bi tekoþîna xwe ya pîroz û çekên xwe bi dest bixin."

    Bi rastî jî pêþmergeyan tekoþîneke wîsa bêhempa dabûn ko caþikan dev ji çekan berdabûn û leþkerê dijmin jî xwe bi þûnde vekiþandibû. Di çiriya pêþîn de gelê kurd axa rizgarkirî bi giþtî ji destê dijmin derxistibû.


    Aþtiya 1964an û dubendiya kurdan

    Þerê azadiyê hukûmet jî berdabû pêþberî hev. Di çileyê pêþîn de Arif di hukûmetê de guhertinên mezin çêkir û Baasî ji kar û barên hukûmetê bi dûr xist û bi vî awayî hukim bi tevayî xist bin kontrola xwe. Di hukûmeta nû de cî dabû kurdekî Nexþebendî jî.

    Arif bi gotin aþtî dixwast û "em dixwazin vî welatî bi birayên xwe yî kurd re par vekin" digot. Li ser daxwaza Amerîkayê, Cemal Abdulnasir û Ben Bella însiyatîf girtin û di 10ê sibata 1964an de þer rawestiya. Êdî Arif þer dabû rawestandin. Bêþik ev ji bo kurdan jî baþ bû.

    Li gorî þertên lihevhatinê dê di nava çarçoveya yekîtiya Iraqê de çareserkirina mafê neteweyî ya kurdan bi zagonên bingehîn bihata garantîkirin. Dê bi efûyeke giþtî kurdên girtî serbest bibûna û dê malên wan bi paþ ve bihatina dayîn. Dê "Wezareta karên Bakur" bibûna sîvîl û ji nû ve bihatina sazkirin. Dê karmendên kurd vegeriyana ser karên xwe û ambargoya aborî ji ser Kurdistanê rabûya. Dê her wiha komîsyonek ji bo zerar û ziyana Kurdistanê saz bibûya û tazmînata wê bida kurdan.

    Barzanî weke prensîb ev peyman qebûl kir û ji bo þer rawestandinê biryar da. Wî li ser vê ji medyayê re weha digot:

    "Em fersendekê didin hukûmetê da ko sozê xwe bi cî bîne û mafên me yên neteweyî têxe jiyanê. Ger ew li ser sozê xwe nesekinin, em dê ji mecbûrî bersîvê bidin. Bidawîanîna þerê çekdarî nayê maneya ko em dev ji çekan berdidin. Em dê li gora rewþê û pêkanîna þertên kurdan biryar wergirin."

    Tevî van gotinan jî þer rawestandin lê vê peymanê di nav Partiyê de dubendî derxist holê. Îbrahîm Ehmed û hevalên xwe vê peymanê ji bo kurdan têr nedidîtin û doza otonomiyeke ferehtir dikirin. Li gorî wan rewþa cûntayê a niha ne baþ bû û hêzên leþkerî jî pir qels bûbû. Pêwîst bû kurdan ji vê rewþê îstîfade bikira û þerê xwe dom bikira da ko otonomiya xwe bi dest bixista.

    Ji aliyê din ve ji ber ko rewþa kurdan jî ne baþ bû, Barzanî jî ne dixwest þer dom bike. Pêwîst bû ko kurd jî hebekî bêhna xwe berdin û pêwîst bû Kurdistana wêran bihata avakirin. Diviya ko girtiyên hepsan bihatina berdan û vegeriyana malên xwe û gundiyên kurd axa xwe biajotina. Li gorî Barzanî rewþa xerab a aborî piþta kurdan þikandibû.

    Bêþik ev nakokî ne bi tenê ji rewþa niha derketibû holê. Nakokî çi bêje ji destpêka ketina Îbrahîm Ehmed a nav partiyê dest pê kiribû û car bi car di rewþên wiha de xwe nîþan dida. Lê dê ev nakokî bi vî awayî jî ne rawestiya û Ehmed û hevalên xwe roj bi roj ji Barzanî û þoreþê bi dûr biketina. Ew û hevalên xwe di kongreya 6 em de beþdarî civînê nebûn û li hember partiyê û Mistefa Barzanî dijberiya xwe eþkere kiribûn.

    Ev nakokî di demeke kin de mezin bû û di nava herdu hêlan de þerê çekdarî dest pêkir. Îbrahîm Ehmed, Celal Talabanî û Omer Debabe serokatiya muxalefetê dikirin û her sê jî endamê polîtburoya partiyê bûn. Dê grûba wan di þer de zêde bi ber xwe nedaya û derbasî Îranê bibûya.


    Cûnta li ser sozê xwe nasekine

    Dê hukûmet dîsa li ser sozê xwe nesekiniya. Nameyên ko Barzanî car bi car ji wan re diþand ne digihîþtin wan an jî bêbersîv diman. Cûntayê di dawiyê de piþtî ko rewþa xwe hinek sererast kir û xwe ji þer re amade kir, þertê ko kurd dev ji çekên xwe berdin anî pêþberî kurdan. Dê her wiha hêzên pêþmergeyan jî bihatina belavkirin. Li ser wê bersîva Barzanî eþkere bû: "Pêþmerge bersîva hêviya mafên neteweyî yên dîrokî ne. Ew parêzgerên pîroz ên mafên gelê kurd in. Her kî bixwaze bêyî ko kurd bigîjin mafên xwe hêzên pêþmergeyan bête belavkirin, ew pirsê berevacî dikin. Her weke mêrikê ko erebeyê li pêþiya hespan girê bide."

    Cûntayê di destpêka sibatê de ultîmatomek ji Barzanî re þiyand û xwest ko ew û hevalên xwe teslîmî hukûmetê bibin. Cûntaya þovenîst niha dixwest ji belavbûna kurdan îstîfade bike û wan di rewþeke zor de zeft bike. Lê kurdên ko derbasî Îranî bûbûn û çendeyek berê li dijî Barzanî û þoreþê bûn, niha dîsa dixwestin beþdarî þoreþê bibin. Li ser vê Barzanî ji bilî Î. Ehmed û S. Azîz efûyeke giþtî derxist û ew jî dîsa gihîþtin hêzên þoreþê. Ji bilî vê Barzanî eþîrên din jî gihîþtandibû þoreþê. Di demeke kin de êzîdiyên kurd jî ji hêla xwe ve serî hildan. Vê carê êdî kurd di bin serokatiya Barzanî de weke neteweyekî hevgirtî serî hildabûn.

    Lê Arif jî vê carê xwe baþ xurt kiribû. Ji hêlekê ve Sovyeta ko heta niha pereyê ko dê bida Iraqê dabû rawestandin, niha dabû cûntayê. Piþtî ko merivên Baasê ji hukim hatibûn bidûrkirin, hukûmeta Sovyetê ji rewþê razî bû. Her wiha Nasir, Kruschef û Arif bi hevdu re dabû naskirin û Arif jî bi her awayî temînat dabû Sovyetê. Ji bilî vê hukûmeta Amerîkayê jî di Rojhilata Navîn de îstîkrar dixwest û ji siyaseta Arif razî bû. Bi kêmasî bawer dikir ko dê bikaribe wê ji bin kontrola Sovyetê derbixe. Dê her wiha Nasir jî bangî Barzanî bikira û daxwaza ko tevî leþkerê xwe teslîm bibe bikira û bi vî awayî li hember þoreþa kurd rûyê xwe yê rastî eþkere bikira.

    "Yan Kurdistan yan neman!"

    Di nîsana 1966an de Ebdulselam Arif û du wezîrên xwe di qezayeke helîkopterê de mirin. Birayê wî Abdurrehman Arif ket dewsa wî. Abdurrehman li ser daxwaz û bangên Barzanî mîna Ebdiselam, behsa biratiya kurd û ereban dikir. Lê xuya bû dê ew jî zêde dom nekira. Serleþkerên cûntayê ji bo domandina þer zor didan hukûmetê û hukûmetê jî car bi car bangî Barzanî dikir da ko tevî pêþmergeyên xwe teslîmî hêzên dewletê bibe. Riya kurdan a dirêj û bi tade her berdewam bû.

    Di dawiya gulana 1966an de tekoþerên kurd hêzên dijmin perîþan kirin. Hukûmet mecbûr ma ko dest bi hevdîtinê bike. Ev dihat maneya aþtiyê. Dê hukûmetê dîsa mafên kurdan qebûl bikira. Arif di çiriya pêþîn de diçe Kurdistanê, cem Barzanî. Ev yekemîn car bû ko serokkomarek diçû Kurdistanê. Barzanî hingê þîara xwe ya tarîxî diyar dikir: "yan Kurdistan an neman!"

    Barzanî vê carê þert danîbû ber cûntayê ko di bin kontrola Yekîtiya Neteweyan de mafê kurdan ê çarenûsiyê bête dayîn. Arif ev jî qebûl kir. Lê cûntayê vê carê jî ev bi cî neanî.


    Baas tê ser hukim

    Li Iraqê þerê navxweyî ya li ser îdarekirina welat yek ji wan pirsgirêkên herî girîng e. Ji ber wê jî di nav hêzên leþkerî û siyasî de her tim nakokî hene. Herçî Baas ji bo demeke kin ji îdareyê hatibû bi dûrxistin jî, ji hêza xwe zêde tiþt wenda nekiribû. Di 17ê tîrmeha 1968an de cûntayeke nû hat ser hukim. Vê carê Hesen al-Bakr bi piþtgiriya leþkerên muxalîf û bi alîkariya Partiya Baasê dest danîbû ser hikum û hukûmeteke nû ava kiribû.

    Mîna cûnta û hukûmetên din, ji bo ko Baas bikaribe birêvebirina hukmê xwe ewle bike, pêwîstiya wan bi kurdan hebû. Ji bo wê jî di hukûmeta nû de çar wezaret ji kurdan re veqetandin. Ji van du kes ji hêla Barzanî, yekî serbixwe û yek jî ji aliyê Îbrahîm Ehmed û grûba wî bû.

    Lê Barzanî li hember vê derket û nehiþt ko hevalên wî beþdarî hukûmeteke ko hevalbendên Îbrahîm Ehmed tê de cî digirtin, bibin. Barzanî ji ber du sedeman li hember vê biryarê derdiket. Ya yekem ew bû ko hukûmetê bi zanebûn dixwest kurdan perçe bike û ev bike ”de facto.” Ya duyem jî li gorî Barzanî êdî ev grûb ne di nav sefên kurdên azadîxwaz de bû.

    Digel vê jî dê Partiya Baasê di destpêka çileya paþîn a 1969an de di kongreya heftemîn de mafên kurdan qebûl bikira û li deklarasyona xwe ya hezîranê xweyî derketa. Li gorî vê deklarasyonê diviya ko kurd û ereb li hember emperyalîzmê û siyonîzmê hêzên xwe bidana ser hev û welat bi hev re ava bikirana. Tevî vê jî armanca cûntayê ew bû ko ji rewþa kurdan îstîfade bike û wan berî hevdu bide. Wan qaþo dixwest ko pirsa kurdî hel bikin, lê ne bi serokatiya þoreþê re. Serokên dewletê ji dewsa ko bi Barzanî re têkevin pêwendiyê, berê xwe dabûn kesên "pêþverû" yên mîna Îbrahîm Ehmed û hevalên wî.

    Barzanî nikaribû ev tiþta qebûl bikira. Xuya bû ko þerekî nû xwe nêz dikir. Pêþmerge niha ji bo þerekî nû amade bûn. Wan êrîþ birin ser hêzên cûntayê û Qeledizê û Pencewînê ji destên wan rizgar kirin.

    Cûntaya Ereb ji hêlekê ve êrîþ dibirin ser kurdan û ji hêlekê ve jî dixwest eniyekî giþtî ava bike. Lê ev bi ser nediket û Barzanî jî armanca wan fêm kiribû. Li ser vê Partiyê di 15ê gulana 1969an de ji bo yekîtiyeke ko mafên kurdan bîne cî û cûntayê ji ser hukim daxîne, dest bi xebatekê kir û ev bi daxuyaniyekê jî diyar kir.

    Þoreþ her diçû xurttir dibû û ji hêla çekan ve jî pir bi hêz bûbû. Cûnta bêçare mabû. Her wiha li ser Þat al-Ereb bi Îranê re jî nakokî derketibû. Nakokiyên navxweyî û þoreþa kurdan du pirsgirêkên din bûn.

    Di îlona 1969an de Sovyetê bi xwe xwest ko ji çareserkirina vê pirsê re bibe alîkar. Baas ji berê ve amade bû, lê ya herî girîng ew bû ko Barzanî qayil bikin. Li ser vê dê Sovyetê merivekî bi navê Ezîz Þeref ko ji sala 1965an ve li nefiyê dijiya û bi saya kurdan ji destê cûntayê rizgar bûbû, biþanda cem Barzanî.

    Barzanî bi xwe ji cûntayê bi þik bû. Baweriya wî bi hukûmetê nedihat. Li gorî wî dema wan di odeyekê de li ser çareserkirina pirsa kurdî nîqaþ dikirin, di odeyeke din de planên leþkerî dihatin amadekirin. Ya rastî vê carê jî rewþ wisa bû. Hukûmetê ji hêlekê ve bangî aþtiyê dikir û çareserkirina pirsa kurdî li hember emperyalîzmê dianî rojevê, ji hêlekê ve jî leþkerê xwe diþand Kurdistanê.


    Ber bi 11 yê adarê ve...

    Di destpêka 1970an de di hukûmeta Hesen al-Bakr de guhertineke din çêbû. Vê carê Ezîz Þerîf kiribûn wezîrê edaletê. Wî her wiha di nav hukûmetê û Partiyê de navbeyntî jî dikir. Civîn carinan li Bexdadê û carinan jî li Kurdistanê pêk dihatin.

    Di dawiyê de Saddam Huseyn, ko hingê cîgirê serkarê leþkerî yê herêmî bû, çû Kurdistanê û sê rojan li cem Barzanî bû mêvan. Deklarasyona peymanê ji teref Barzanî û Saddam ve hat îmzekirin û di 11ê adara 1970an de ji teref al-Bakr ve di radyoyê de hat îlankirin.

    Ev peyman di dîroka gelê kurd de gavek ji yên herî girîng bû. Kurdên baþûr bi vê peymanê digihîþtin azadiya xwe û li bakurê Iraqê Kurdistaneke otonom dihat damezrandin. Dê di demeke eyan de jimartinek li Kurdistanê çêbûya û li gora wê jî kar û xebata Kurdistanê têketina destên kurdan. Kurd êdî di welatê xwe de îdare dixistin destên xwe.

    Bi vê peymanê re ji hêlekê ve cuntayê û ji hêlekê ve jî PDKê efûyeke giþtî derxistin. Bi vî awayî piraniya kurdan serbest bûbûn. Di dawiya adarê de hukûmeteka nû ava bûbû û di nav vê hukûmetê de pênc wezaretên ko Barzanî jî ew tesdîq kiribûn, dabûn kurdan. Samî Abdurrahman jî bûbû wezîrê karûbarên "Bakur".

    Dê li gora peymanê serki






    [ Vegere ]

    Kovara Xebat Vejîn.

    Mafê Parastinê © ji PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. - (5365 car hat xwendin)



    | PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |


    PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
    Email : xoybuncom@yahoo.de
    _______________________________________________

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Download !!!

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    _______________________________________________

    Content û Naverok


    _______________________________________________

    Pêlê Logoyên Li Jêr Bikin ! Press the Logos Below !


    Open Society Foundations


    Clinton Foundation


    Bill & Melinda Gates Foundation


    Rockefelleer Foundation


    International Monetary Fund (IMF)


    Office Of George W. Bush


    Bush Foundation


    George W. Bush Foundation


    IBRD - IDA | World Bank Group


    Rockefeller Capital Management

    _______________________________________________

    _______________________________________________


    Private Bank - Deutschland Frankfurt

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Neue, Biligen und Große Wohnungen Zu Vermieten.

    Gratis Strom und Heizung für Mieter.

    _______________________________________________


    _______________________________________________


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Pîzza, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Kîosk, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Tabacco

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________



    Kurdistan, ''Þerab bi kurdî xweþ e''.

    _______________________________________________



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.

    _______________________________________________


    Wodka Stepanoff - Doppelkorn - Weinbrand und etc

    _______________________________________________






                    
    Google