Irfan di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de
Perwîz Cîhanî
Irfan di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de
Umêd ew e ji ehlê ‘irfan
ew dê nekirin li me çu ‘herfan
Teþnî’ nekin wekî ‘xeyûran
Îslah bikin me qusûran
Nasandina Ehmedê Xanî û þahkara wî Mem û Zîn ne karê rojek û du rojan e û bi gotaran kes neþê Mem û Zîna Xanî, bîr û hizra bilinde Xanî di gel tewawî taybetmendiyên wê þirove bike. Ji vî karî re nivîsîna çend pirtûkan pêdivî ye, lê:
" Çi bikim ko qevî kesad e bazar
Nîn in ji qumaþ ra xerîdar"
* Ev gotara ko nuha ez pêþkêþî we dikim dilopek ji deryayê ye. Gotar li du piþkan serrast bûye. Piþka yekê nasandina Ehmedê Xanî û þûnewarên wî ye. Piþka duyê nêhêrînek li þûn û þopên felsefe û irafanê li Mem û Zîn a Xanî de ye. Hêvidar im li ser gotina gorbihîþt Cigerxwîn:
"Dixwazim biborî di kêmasiyan
li çolê gihame ne Walansiyan."
* Hêja ye ko em Ehmedê Xanî tava ronake toreya kurdî bi navê rêveberê gelê kurdî bi navê rêveberê gelê kurd bi nav bikin. Çima? Lewra ko Xanî Baba weke rêvebirekî dilsoj û agah li xema gel û welatê xwe daye. Ew wekî rêvebirekî zana, mamosteyekî dilþewitî dixwaze giþt zanistên gûna (dewrana) xwe li rêka pirtûkên xwe de ferî gelê Kurd bike… Eger em hûr û kûr dîna xwe bidin þûnewarên wî, dê, ji me re rojîn û eþkere bibe ko mebesta wî li wan þûnewaran tenê vehûnana helbestek evîndariyê, yan çîrokek sade nîne. Ew dixwaze li rêka helbest û çîrokê, gelê xwe hiþyar bike û zanistên cur bi cur raberî xwendevanên pirtûkên xwe bike. Pirtûka wî ya eqîda Îmanê rê û þûna ayînî û xîm û binêþeyên baweriya îslamê raberî xwendevanan dike. Yekemîn ferhenga zimanê kurdî yanê ferhenga Nûbihar tenê ferhengek sade nîne. Xanî digel wê hindê ko xwestiye xwendekarên kurd digel peyvên cur bi cure kurdî û erebî nasiyar bike, ewana digel zanista erûz û qafiye û kêþa helbestan û behrên erûzî ji xwendekaran re þirove dike, ko eva karekî bêheval e.
* Gava ko em Mem û Zîna Xanî Baba dixwînin em dibînin Mem û Zîn ko piþtî þûnewarên Feqiyê Teyran yekemîn çîroka helbestî ye di nav toreya klasîka kurdî de, tenê çîrok û serhatiyek sade ye evîndariyê nîne, belkû deryayeke li zanistên cur bi cur yên weke: felsefe, irfan, xwedênasî û ayîndarî, komelnasî, stêrnasî, sazbendî, ciwankariyên toreyî, çîroknivîsî, deb û rismên cur bi cure kurdî, deb û rismên weke: Cejna sersalê, nêçîr û nêçîrgeh bawerî bi falvegirtinê, çawaniya keça kurd di komela kurdewarî de, rê û rismên jin înan û zava û birazava û bûkguhastinê, þîn û þîngêrî, biratî û mercên biratiyê, dîwanxana kurdî û çawaniya mîratiya kurdî û bê desthilatdarî û sadetiya mîrên kurd ko bi xeber û gotina xebergerînekî wek Bekirok çavê wane besîretê kore dibe û li kar û barên xwe de kûrbîn û dûrbîn nebûne û nînin. Û çendin zanist û hunerên dî di vê pirtûkê de bi curekî rêk û pêk wek mîrvariyên pêvekirî rêz bûne.
* Li bara ziman û ciwankariyên toreyî de heta roja îro çi kes li hozanên kurd negehiþtine toza reþbozê Xanî. Xanî çi peyvekê di helbestên xwe de bêçine nade xebatê. Ji bo nimûne eger em hema yekimîn beyta pirtûka Mem û Zînê bidin ber hûrbîniya ciwankariyê, emê bibînin ko Xanî çawa bi hostanî ciwankariyên toreyê di vê beytê de xebintadiye, Xanî dibêje:
" Sernameyê name namê Ellah
Bê namê te natemam Wellah"
Li bara ciwankariyên toreyî yanê senetên bedî’ de, peyvên sername û name pêkve cinasa zayîda mutteref serrast dike, name digel nam zayîda muzeyyele, di nîveka her çar naman di herdu misraan de seneta tekrîrê serrast bûye. Ellah û Wellah jî dîsan pêkve cinasê serrast dikin. Her weha ev beyta Tehlîl yan lêkdaneveya hedîsek nebewî ye jî, yan di van beytên xwarê de ko îmaj û teswîrên xeyaliye zor ciwan înaye û awa behsa hilatina tavê dike:
" Damanê ‘erûsê pakê gerdûn
Damad ku kir bi mêhrê gulgûn
Tarîtî bi rohniyê ku rakir
Xem þubhetî zulmetê fena kir"
Yan di van beytên xwarê de ko dîsa behsê hilatina tavê dike. Bibînin ko îmajên çende ciwan afirandiye:
" Sersub’he ku þehsewarê efleq
eþheb ku kiþande cayê ebleq
Edhem di tewîleyê nehîn kir
Eþheb ji xwe ra ji nû ve zîn kir
Gurzê xwe yî atêþîn deranî
tî’xê xwe yî zerfeþan ku danî
Dunya ji mehabeta xwe zer kir
Tî’x û kemera çiyan bi ‘ker kir"
Negotî nemîne ji bilî teswîrsazî û îmajê, ji vê senetê re Beraetê îstihlal jî dibêjin, ko curek fesaziyê bo wê hindê ko xwendevan pêþta seha serhat û qewmînê bikin. Lê ta cîhê ko ez dizanim ta roja îro kesî ev layê hunerî di Mem û Zîna Xanî de nedaye berçavan û kesek jî li ser vê hindê nexebitiye, da ko roþin be ko Xanî di vî hunerî de çi kiriye û rastî hema ‘Elema kelamê mewzûn, gihandiye banê gerdûn û li ber perê asîmanan jî derbas kiriye.
* Gelek nivîskar û tuwêjkarê me gotine û dibêjin ko Ehmedê Xanî gelek peyv û goteyên erebî û farisî di Mem û Zînê de xebitandiye ko ji Kurdan re nenasiyar in!…Rast e!! Lê du egerên binêþeyiye vê yekê hene. Yek ew e ko di gûna Xanî de xebitandina peyvên giran di nivîsîn û axiftinê de huner dihate jimartin. Kesê ko gelek ew cure peyvane bida xebatê, serketî dihate zanîn. Lê egera duyê ko egera binêþeyî û zor girîng e, eve ye ko, Xanî Baba li Mem û Zînê de ji Kurdan re felsefe û irfan nivîsiye. Zimanê felsefe û irfanê jî zimanekî taybet e. Têm û îdyom û îstilahatên wa di irfan û felsefê de hene ko ne tenê di zimanê kurdî de, ew zaravayane peyda nabin û tunene, belkû di tewawî zimanê rojhilata navîn de ji bil erebî li çi zimanên diyê navçê de tunene. Peyv û gotinên weke: Îmkan, wacibulwucûd, wucûb, mewalid, enasir, masewa, xelq, emr, nasût, lahût, eþbah, þehadet, xeyb, zahir, batin, cewher, erez, hiyûlî (heyûla), hadis, qedîm, ebed, ezel û çendîn peyv û îdyomên dî. Îca Xanî Baba neçar bûye ko ji van peyvana wêc û kelkê werbigre.
Vêca em bên li ser felsefê û irfanê di Mem û Zîna Xanî Baba de:
Em bi xwendina Mem û Zînê pê dihesin ko Xanî zanista felsefê baþ zaniye û di vê zanistê de melevanekî bêheval û somekarekî bêbevl e. Lê Xanî fîlosof nîne, Xanê arif e. Ya baþ ew e pêþ wê hindê de ko em dakevin kûraniya gotarê, em bizanin kanê irfan û felsefe çî ye û arif û fîlosof kîjan e?
arif û fîlosof herduk jî li dû peydakirina heqîqet û rastiyê de ne, herduk li heqîqetê digerin. Lê cudayiya wan li çawaniya belgevehênan û þîweyta peydakirina rastiyê de ye. Fîlosof dixwaze bi rêka hiþ û jîrbûna xwe û belgevehinana mentiqî rastiyê peyda bike, lê arif dixwaze li rêka evîn û evîndariyê rastiyê peydabike û bighîje heqîqetê.
Amraza nasîn û peydakirin heqîqetê di felsefê de hiþ û belgevehênan e: Lê di irfanê de evîn e. arif evîndarê tecelaya nûra Xwedê ye û dixwaze di vê rêkê de bighîje Xwedê, lê fîlosof kemala mirovaniyê di wê hindê de dibîne ko hemû tiþtî li rêka aqil û zanistê dest xwe ve bîne, lê arif hêvîdar e ko pê fenaya xwe di heq de bekaya ebedî, yanî manewa herehereyî dest xwe ve bîne û weke dilopekî bighîje deryayê û di gel deryayê bibe yek. Em evê hindê di serbihuriya Mem û Zînê de dibînin. Evîn û evîndarî di rêbaza irfanê de binêþe ye. Evîn sermaya herehereyî û kaniya ava heyatê ye ji arif re. Maþûqa arifan Xweda ye, aþiq gerek e di vê rêkê de dest ji dinyayê û tewanî tiþtên wê ye nefsanî ve cismanî bikiþîne, ta bigihîjin Xwedê. Dilê arif cîhê tirîþkdanewe û çilvilîna nûr û ronahiya Xwedê ye, ewe ye ko piþka zor e arifan çîrok û serhatiyên irfanî û evîndariyê yan helbestên evîndariyê nivîsîne. Ehmedê Xanî jî yek ji wan arifan e ko hem bi xwe evîndar bûye hem jî ji çîroka evîndariyê bi þêweyek irfanî afirandiye. Xanî li bara evîna xwe de dibêje:
" Saqî mi bigir ko ez bidest im
Mexmûr im û meynexwarî mest im
Gava ko vexwar Memê û Zînê
Axift li min cihê birînê
Em ‘aþiq eger çi meyperest in
Emma ji meya Elestê mest in
Ew mey ne wekî meya te al e
Ew mey ji cemala Zulcelal e
Ew hubba ‘hebîba pakzat e
Qinwanê ‘hedîqeyê sifat e
Saqî bide min ji boy Xwedê ra
Camek ji meya te duh digêra"
Di van beytana de Xanî bi eþkeretî ko evîndar e, lê evîndarê cemal û ciwaniya Xwedê ye, hebîba wî ya pakzat Xwedê ye. Gorekî bîr û hizra arifan saqiya cama elestê Xwedê bi xwe ye. arif evê ayeta Quranê ko dibeje:
" We seqahum rebuhum þeraben tehûren" awa þirovedikin û dibêjin: Xwedê mirov ji meya giyan têrav kir û ji nebûnê anî hebûnê. Xanî jî durust evê hindê digerewe û dibêje:
Saqî ji boy Xwedê camek ji meya te duh yanê roja elestê digêra bide min jî.
" Her cur’eyekê ezê bikim ‘tam
yek neþie bese’heta serencam"
Me got ko piþka zor a arifan serhatiyên evîndarane yan helbestên evîndariyê nivîsîne, Xanî jî Mem û Zîn nivîsiye.
Lê tiþta ko ji hemûyê balrakêþtir e, eve ye ko li nav serhatiyên evîndarane û irafanî de yên weke: Leyl û Mecnûn, Xusrev û Þirîn, Wamiq û Ezra, Seleman û Ebsal, Weys û Ramîn, Samson û Delîle, Þêxê Senan, Yûsuf û Zuleyxa, Huma û Humayûn, Xurþîd û Xawer di nav wan hemûyan de Mem û Zîn xudane serratiyek (îmtiyaz) taybet e. Tewawî van çîrok û serhatiyên jorîn, tenê di destpêka çîrokê de bahsê pirsa irfan û felsefe dikin, lê gava ko daketin gêraneweya çîrokê, tenê hunera wan çîrokbêjî yê, êdî irfan û felsfe ji bîra wan diçe, lê Xanî li dema gêraneweya çîrokê de jî irfanê ji bîr nake, di seranserê çîroka Mem û Zînê de Xanî wate û zaravayên irfanî dixebitîne û reng û rûyê irfanî dide tewawî piþkê wê û pirsa irfanê li xir piþkan de li ber çavê wî ye, û çîrokê bi curekî irfanî kuta dike.
Ev yek e di gel berçavgirtina nenasiyariya zimanê kurdî di gel felsefe û irfanê û nebûna piþtivaneyek mêjûyî ji toreya kurdî re rastî karekî yekcar dijwar e. He rastî Xanî þahkarek mezin afirandiye ko þitaqek (hîç yek) li wan çîrokên evîndarî û erfanî nikarin di gel vê þahkarê beranberiyê bikin. Xanî di serataya Mem û Zînê de awa arifane di eþqa Xwedê de dibêje û dibilîne:
" Ey mettle’ê ‘husnê ‘eþqbazî
Me’hbûbê ‘heqîqî û mecazî
Me’þûq tu yî bi fexr û naz î
‘Aþiq tu yî lêykî bê niyaz î"
Di van helbestana de Xanî dibêje ko Xwedê sereta û cihê helatin û higavtina cîwaniya evîndariyê ye, Xwedê mehbûba heqîqî û mecazî, yara zemînî û asimanî ye, Xwedê hem aþiq e hem maþûq, lê Xwedê aþiqeqî bêhewce û niyaz e . Ev beyta Mem û Zînê îþare bi vê ayeta Qurana pîroz e ko dibêje:
" Fesewfe yeitiyellahê biqewmên yuhibuhum we yuhubûne" (ayeta 54 li sûreya 5 dike). Wate bi van zûyana Xwedêyê hoz yan desteyekî bîne ko hez ji wan bike û ewan jî hez ji wî bikin. Arifan di þirovekirina vê ayetê de gotine: Her wisan ko beniyên Xwedê evîndarê Xwedê ne, Xwedê jî hez ji wan dike û evîndarê wan e. Lê hindekan di hember vê qiseyê de gotine ko evîndariya Xwedê ji beniyên xwe re curek hewcedarî ye, lê arif dibêjin peyva "hum" di vê ayetê de bi hesabê ebcedê dibe (45) ko beranber e di gel jimara ebcediya Adem. Û her ew emaneta ko dibêjin Xwedê roja elestê daye mirovan, her evîna bûyê.
Xanî jî he ji ber vê hindê ye ko dibêje. Xwedêyo!" Aþiq tu yî lêykî bêniyaz î"
Xanî di vê mesreê de evîndariya Xwedê û nehevewcedariya wî binecî dike û paþê dibeje:
" Mutleq tu mufîd û mustefad î
Bêþubhe murîd û hem murad î
Nûr î tu di ‘husnê rûyê dildar
Nar î tu di qelbê ‘aþiqê jar
Þem’ î ne ji qismê nûr û nar î
Þems î ne ‘eyan tu perdedar î
Genc î tu di nêv tilismê ‘alem
Kenz î tu ‘eyan ji ismê Adem
Ev ‘alem û ademê di meþhûd
Ev mumkin û masewayê mewcûd
Hemiyan bi te ye medare û debr
Feyyazê riyazê xelq wel emr"
Xanî di van beytana de bi ronahî dibêje ko Xwedê hem wêc û qazancê werdigre, hem qazancê distîne, hem mûrîd e, hem murad e, hem nûr û ronahiya ciwaniya rûyê dildarê ye û hem jî agirê evîndariyê ye di dilê aþiqê belengaz de. Xwedê yelmûma evînê ye, lê ne yelmûneke ko ji qism û new’ê agir û ronahiya cismanî be, Xwedê tavek e, lê di piþt perdê de ye, Xwedê xezîneyek veþartî ye ko bi navê adem ev xezîneya veþartî derkete eþkeretiyê. Lêre de Xanî îþare bi vê hedîsê dike:
"Kuntû kenzen mexfiyyen fe ehbebtû bi en u’refe fexeleqtûlxeqe lîkey u’refe" Xwedê fermayîþ kiriye: Ez xezîneyek veþartî bûm, min dixwest bême naskirin, lewra min cîhana cismana û mirov afirand.
Xanî di van beytan de mesela wehdet di kisret û kisret di wehdetê de heldixe. Gorekî bîr û hizra arifan, Xwedê di hemû tiþtê de heye û hemû tiþt mezreh û nimûd û sîmbolek li hebûna Xwedê ye. Xanî li dû re dibêje:
"Ela lehuxelqû welemr tebarekellahû rebil’alemîne"
Xanî li du gotinên xwe ra digre û dibêje:
"Emrê te bi lefzê kun du ‘alem
Mewcûd kirin ‘xerez çi? Adem
Adem bi xwe yek ji herdûwan e
Yek ‘herf ji emrê kun fekane
Ev ‘herf ‘heqîqetên mu’heqeq
Hem emr e bi qudreta te hem xelq
Eþba’h muresem in ji nasût
Erwa’h muwesem in bi lahût
Ev rûh û cesed bi cebr û îkrah
Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah
Nasûtî eger çi reng sefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e
Xanî jî weke tewawî arifan li ser wê bîr û bawerê ye ko Xwedê giþtî hebûnê seb xatirê Adem çêkiriye. Xwedê cîhan bi gotina yek peyva bibe (kun) afirand ko Adem pîtek li wê peyvê ye. Mirov hem cîhana cismanî ye û hem jî cîhana rûhanî ye lewra, ruh yan giyan asimanî û laþ jî zevînî ye. Xanî li beytên:
"Eþba’h muressem in ji nasût
Erwa’h muwessem in bi lahût
Nasûtî eger çi reng sefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e"
Îþare bi musula Eflatûn (Plato 428-347 BZ), dike û dibêje:
Mirovên vê dunyayê jî weke êxsîrên þikefta ko Eflatûn nimûne hênaye, nikarin rastiya cîhanê bibînin, meger ko ewê zincîrê li piyê xwe vekin û ji þikefta vê cîhanê rizgar û aza bin. Xanî dibêje: Laþ û tapo yanê þebehê me (reþayiya me) di cîhana zevînî û cismanî de neqiþiye û rûh û giyanê me jî di cîhana rûhana rûhanî û asimanî de hatiye zincîr kirin. Cîhana nasûtî jêrîn e û cîhana lahûtî jî ronahî û pertewa cemala Xwedê ye. Xanî li dû gotinên xwe ra digre û di bara mezinayî û pileya here jore mirov de weha dibêje:
" Herfa ko me gotî neqþê hûr e
Lê meqsed û me’niya wê kûr e
Zahir te eger numaye su’xra
Batin ewe neqþê xame kubra
Mewcûd e di wê þehadet û ‘xeyb
Meþhûd e di wê seyadet û ‘eyb
Însan bi xwe hem zelam e hem nûr
Adem ji te hem qerîb e hem dûr"
Xanî di pey gotinên xwe yên pêþ de digre û dibêje:
Ew pîta ko me gotî neqþek hûrik û biçûk e, lê amanc û mebest û wateya wê mezin û kûr e. Mebest li wê herf yan pîtê Adem e ko Xanî dibêje " Yek herf ji emrê kunfekane…"
Wate Xwedêyo eger te mirov rû ve biçûk nîþan daye, lê di binêþê de ew mezin e, lewra ko neqþê qelema kibriyayî ye. Mewlewî arifê mezine îranî dibêje:
"Pes bi sûret ‘alemê es’xer tu yî
Pes bi me’nî ‘alemê ekber tu yî"
Eger rû ve tu cîhanek biçûk î lê wate û me’niyê de tu cîhanek mezin î. Xanî jî dibêje:
"Zahir te eger numaye su’xra
Batin ewe neqþê xame kubra"
Lewra ko mirov ji du tiþtên dijî hev hatiye afirandin: Ronahî û tarîtî, giyan û laþ, cîhana diyar û nediyar. Hem nêzîkî Xweda ye hem jî dûrî Xweda. Dûrî Xweda ye cismanî û zevînî ye, nêzîkê Xweda ye rûhanî û asimanî ye. Mirov her çend rû ve biçûk e, lê di batin de lewra ko neqþa qelema kibriyayiye mezin e.
Di wan helbestên han de em di gel hemberanî kirin û hevtasaziyek dulayenî rûberû ne. Em mesela dulayeniyê (Senewiyet-doganegî) di þûnewarên Iþraqiyan û mezhebê Zerdoþtî de dibînin. Zerdoþt bawerî bi Xwedayê qencî û neqenciyê yanê xêr û þerê heye, ew cudayiya wan herduyan wisa bilind dike ko wana dijî hev nîþan dide. Lê Iþraqiyan ko regeyek li mezhebê Zerdoþtî di bîr û bawerên wa de xwiya dike evê dulayeniyê kêmtir û mulayîmtir dikin. Em evê dulayeniya Iþraqiyan di piþka zore helbestên Xanî de dibînin, lê Xanî Iþraqî nîne, ew li jêr kartêkirina Iþraqiyan daye. Xanî arif e, arif her çiya ko dibîne tiriþkdanewe û ispênekirana nûra xwedika (neynika) Xwedê dizanin. Yanê giþtî bûnewaran xwedîkekê dizanin ko nûr û ronahiya cemal û ciwaniya Xwedê di wan de ispêne dike û tirîþk vedide.
Her wusan arif dibêjin cîhan weke neynikekê ye ko aliyekî wê reþ û tarî û aliyê dî ronahî û çilvilok û paqij e. Layê tarî û reþ cism û laþ e, layê ronahî û paqij jî rûh û dil e. Dibêjin Xwedê xwest ko cemal û ciwaniya xwe bibîne û dîna xwe bide husn û cemala xwe, îca bo vê hindê cîhan û bûnewar wekî neynikekî afirand ta ser gotina hedîsa qudsî di wê neynikê de xuya bike û dîna xwe bide husn û cemala xwe. Vêca Xwedê perde li ber cemala xwe hilgirt û Adem kire neynika cemala xwe. Gava cemala xwe di wê neynikê de dît, bû evîndarê xwe. Xanî jî li ser vê bîr û bawerê dibêje:
"Ayîne te çêkirin mukerrer
‘Husna xwe di wan te kir musewwer
‘Husna te ye zîneta ‘hebîban
Reþka te ye ‘xîreta reqîban
Meyla te ye ‘aþiqan dikêþît
Derdê te ye dil ji ber diêþît"
Yan di pesnê ciwaniya Sitiyê de dibêje:
"Ew sen’etê ûsitadê mutleq
Her çî ku didî digo huwel’heq"
Xanî li beyta (26)ê re digel pesn û spasa Xwedê basê tewawî heyiya cîhanê û felsefa afirandina wan tiþtana dike ko hebûna her yekê ji wan têra bunecîkirina hebûna Xwedê dike û dibêje:
" Ev renge felek hemî mu’ezzem
Ev çendemelek hemî mukerrem
Ev karigeha ‘ezîm û devvar
Ev barigeha bedî’ û seyyar
Ev çende zemîn digel ‘enasir
Ev renge ’erez digel cewahir
‘Heywan û me’adin û nebatat
Metlûb û meqasid û muradat
Ey baqiyê bêzewal û daim
Wey hadiyê bê fenayê qaim
Mulk û melek û felek bi carek
Bilcumla te çêkirin tebarek
Ev neh sedefê di pirr mirarî
Durrê di sipî þebê di tarî
Heftê di misalê durrê ‘xeltan
Her þeþ cîhet û çihar-i- erkan
Hersê weledê di pirr mewalîd
‘Xebra û sema di gel meqalîd
Lew’h û qelem û sewabit û ‘erþ
‘Heywan û nebat û me’den û ferþ
Zahir te kir ev qeder senayi’
Peyda kirin ev qeder bedayi’
Her yek ji ‘edem kirin te peyda
Ibda’ kirin te bê heyûla"
Xanî di van helbestanan de di gel wê hindê ko îþare bi felsefa afirandina cîhanê dike, radigehîne ko cîhan hadise û qedîm nîne. Bawerî bi hindûsa cîhanê yek ji baweriyên mezhebê Eþerî ye. Emê evê hindê paþê þirovebikin.
Di helbestên han de Xanî dibêje: mulk û melek û felek, karigah û barigah, erd û enasir, erez û cewahir heywan û me’den û þînawerd, neh tebekê asîmanan, yan neh felekên cîhanê, þev û roj, her heft stêrên gerok, her þeþ alî û erd û esman, lewh û qelem û erþ û ferþ hemû Xwedê ji nebûnê aniye hebûnê. Pêþda ewana tune bûn, paþê bêyî madeya eweliye bêyî heyûlaya binêþeyî afirand.
* Lêrede ronkirineweyek bo beytên 44ê ta 49ê pêdivî ye. Gorekî bîr û hizra zaniyar û fîlosofên berê Xwedê pêþda eqlê kul afirandiye, eqlê kul jî bûye egera peydabûna nefsa kûlî. Li wan herdûyana neh tebekên asîmanan û heft stêrên gerok û stêrên rawestayî serrast bûne. Gera stêr û erd û asîmanan jî bûne egera peydabûna tebîetên çarane yanê: Serma, germa, hiþkatî û teratî û herçar unsuran yanê: Av, agir, ax û ba. Neh tebekê asîmanan û çar unsur jî dibin egera peydabûna meeden û heywan û þînawerdan, ko mewalîdê selase yan zarokên sêyîne dibêjinê. Ewana heft tebekê asîmanan re bavê heftîne yan heft bavên asîmanî û ji av û agir û ba û axê re jî çar dayîk yan dayîkên çarîne digotin. Xanî ji durust îþare bi wê hindê dike û dibêje:
" Fîlcumle çi ewwel û çi axir
Elqisse çi muimin û çu kafir
Bê ‘husnê te nîne wan wicûdek
Bê nûrê te nîne wan nimûdek
‘Hikmet ewe batinê û zahir
Qudret ewe ‘xayibiyû ‘hazir
Nînin te te’heyyuz û temekkun
Emma we di wan dikî tewettun
Goya hemî cismek in tu can î
Goya hemî þehrek in tu xan î"
Dîsan Xanî dibêje: Xwedê tewawî cîhanê bêyî madeya eweliye yanê heyûlayê ji nebûnê aniye hebûnê. Dibêje: Tewawî heyiya cîhanê mezherek ji hebûna Xwedê ye. Her yek nimûd û sîmbolek ji Xwedê ye, Xwedê di tek tekî wan de veþartiye, bêyî ciwanî û husna Xwedê bêyî nûra Xwedê ew tiþtane yek ji hebûna wan diyar nake. Her weha Xanî dibêje: Her çend Xweda di çi tiþtî de cî nagre û teheyyuz û temekkuna wî çineye, lê di tek tekî wan de heye. Tu dibêjî qey tewawî bûnewerên heyî laþek in û Xwedê giyanê hemûyan e. Di van beytan de evê hizra arifane hildixe ko Xwedê nûr û ronahiya cîhanê û canê cîhanê ye. Hemû bûnewer bi ronahî û nûra ciwaniya wî têne xûyan û hebûnê peydadikin. Dîsan Xanî lêrede pirsa wehdet di kisret û kisret di wehdetê de ko binêþa bîr û bawera arifane hildixe.
* Li beytên 56ê ta 88ê bîr û baweriya mezhebiya Xanî ji me re ronahî dibe. Emê vira de îþare bi çend beytan bikin.
" Her çî divê bibî zelalê
Pabend dikî bi zulf û xalê
Her çî ku tu bînî ser hidayet
Vêrra bigirî bikî ‘înayet
‘Hazir wî dibî meqamê me’lûm
Ger xadime wî digêrrî mexdûm
Bê sicde te ey cenabê me’bûd
Adem kire qiblegah û mescûd
Iblîsê feqîrê bê cinayet
Hindî te hebû digel ‘inayet
Her roj dikir hezar ta’et
Lewra ku te da wî istitta’et
Wî sicde nekir li ‘xeyrî me’bûd
Gêrra te ji ber derê xwe merdûd
Yek sicde nebir li pêþ e’xyar
Qehra te kire muxeledunnar"
Bi xwendina van beytana ji me re ron û eþkere dibe ko Xanî di mezhebê xwe de sunniyê þafiiyê eþerî bûye. Eþerî li himber mutezelê daye. Êþerî bawerî bi cebrê hene û mutezele bawerî bi ixtiyarê. Cebrî dibêjin, herçiya ko li cîhanê de diqewime û dê biqewime bi xwast û ferman û viyana Xwedê ye. Bêyî viyana Xewdê pelg ji darê naweþe. Eva ye ko Xanî dibêje, Xwedêyo, te hezretê Adem bêyî taet û ibadet û sicde kire qiblegaha cîhanê, lê Iblîsê feqîr ko þev û roj ji te re hezaran taet û ibadet dikir te ew her ji ber vê hindê ko amade nebû serê xwe ji bilî te ji kesekî dî re xwarbike, ji ber dergahê xwe raqetand û kire cehennemiyê herehereyî. Xanî di kutayiya Mem û Zînê de dema ko digel qelema xwe qise dike dîsan cebrîbûna xwe radigehîne. Ev bîr û bawera bi ronahî li beytên 2600ê ta 2653 re diyar dike.
Li beytê 94ê ta 189ê ko li pesna hezretê Muhemmed û çawaniya afirandina cîhanê û maracê daye, Xanê îþare bi burhana îmkan û wicûbê dike û dibêje:
" Eþya bi ‘heseb delîl û burhan
Nabin çu meger wicûb û imkan
Wacib yek e zatê kibriya ye
Mumkin pirre cem’ê masewa ye"
Ev beytana li ser çawaniya afirandinê û egera afirandina cîhanê ko Xwedê giþtî cîhanê bo xatrê hezretê Muhemmed afirand dom dike ta dighîje beyta 188ê.
* Li beyta 189ê re Xanî digel berçavgirtina hedîsa "Men erefe nefsihî feqed erefe rebehî" û digel berçavgirtina vê hindê ko çi marîfet û nasîneweyek paþî nasîneweya Xwedê mezintir û baþtir û çêtir li xwenasîn û nasîneweya mirovan nîne, dest bi nasîneweya gelê xwe dike ko bi xwe jî endameke li wê komelê. Em evê jî bêjin arif yanê kesê ko irfanê bizanibe. Wateyek irfanê jî agadarî û zaniyarî ye. Mezintirîn û serratirîn taybetmendiya her mirovekî zaniyar û guhorînkar û xebatkar agadarî ye. Mirovê agadar ew mirov e ko agadariyek giþtî li ser hemû ho û egerên aqara jîna xwe, çawaniya hebûna xwe peyda bike û çi caran bi ruwalet û rûvayiya tiþtan nexape û lêpa reng û rûyan nexwe. Lewra ji arifan re agadar dibêjin ko li ser giþt kar û barên madî û manewiye jînê agadar in. Arifê me yanê Xanî jî xwedanê vê taybetmendiya bilinde mirovaniyê ye. Ew her çend ko li gûna zor û zulma sultanên Osmanî û þahên Sefewî de dijî, lê pê gotin û nivîsîna Mem û Zînê:
" Þer’ha xemê dil bikim fesane
Zînê û Memê bikim behane"
Piþtî helêxistina evîn û irfana ilahî û derbirîna cîhanbîniya xwe û pesnê Xwedê û Pêxember hedîsa: ‘Men erefe nefsihî feqed erefe rebbihî" Ji xwe re dike binêþe û gelê xwe dide nasandin.
" Sabit ke ku da ne naxelef bî
Da waqifê sirra men ‘eref bî"
Ew bi çavekî komelnase û rewannase perdê ji ser çawaniya Kurdan davêje û li sedeya 17ê de ko hê bîr û hizra netewayetiyê li nav çi gel û welatî de nehatibû hilxistin, hildixe û jarî û belengaziya Kurdan her wisa egera wê belengaziyê destniþan dike û dibêje:
" Hindî ji þeca’etê ‘xeyyûr in
Ew çend ji minnetê nifûr in
Ev ‘xeyret û ev ‘uluwê himmet
Bû mani’ê ‘hemlê barê minnet
Lew pêkve hemêþe bêtifaq in
Daim bi temerrud û þiqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Rom û ‘Ereb û ‘Ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî"
*Eflatûn dibêje:
Giyanê mirov di cîhana berîn de pêþ wê hindê ko bikeve ser cîhana cismanî û bikeve laþê mirovan de, ciwaniya mutleq û rastiya ciwaniyê bê perde dîtiye. Gava ko di vê dinyayê de ciwaniya rûveyî dibîne dikeve bîra wê ciwaniya mutleq û dibe evîndarê wê. Ruhê mirovan di vê dinyayê de weke baldariyeke ko ketibe rekeh wate qefesekê. Ew baldara dixwaze vê qefesê ko cismê wê ye biþkêne û xwe bigehîne ciwaniya mutleq… eþq û evîna mutleq pireke bo gehîþtina evîna heqîqî û ciwaniya mutleq.
Arifê bi nav û bange Îranê Mewlewî jî dibêje:
"Mur’xê ba’xê melekûtem niyem ez ‘alemê xak
Çend rûzî qefesî saxitêend ez bedenem"
Xanî jî dibêje:
"Saqî bike cama asimanî
Ra’ha wekû rû’hê cawidanî
Da em bikirin dema’xê can ter
Yek le’hze bi ra’ha rû’hperwer
Teisîri nefes bibit ji bo min
Teþrî’hi qefes bibit ji bo min
Mur’xê dilê murde bête perwaz
Bê perde bibit teraneperdaz
Bed’hal bibim seran bi derd im
Bê al ji batinê xeberdim
Teþbîhî neyê bikim terrenum
Totî sifet ez bikim tekellum
Da keþf bibin ji min keramat
Meþhûd bibin li min meqamat
Xelkê ji "yu’hubbêhum " digergûn
Her çî ji ezel bûyî "yu’hubbûn"
Da bên û biken ‘hikayetê gûþ
Hindek bikirin xwe pê feramûþ
Hindek bikirin bi can sema’ê
Hin pê bikirin ji dil wuda’ê"
Xanî jî di van beytana de bi curekî rûvayî ewê hindê radigehîne û basa murxê dil dike û dîsan îþare bi ayeta 54 li sûreya 5 ko mebesta wê ew e Xwedê evîndarê mirovan û mirov jî evîndarê Xwedê ye, Yuhubbuhum we yuhubbûne dike û dibêje: Meygêrê! Cama asimanî pir li meya giyanperwer bike ko ez pê wê meyê mejiyê giyanê xwe ter û têrav bikim, da ko qefesa laþê min biþke û ez xwe li holê rakim û baldara dilî ko dûrî hêlûna asimanî û dergahê rûhanî û îlahî bûye, wek neyê binalînim û miqamê evîndariyê lêdim da ko ew Xaliq û mexlûq, ew aþiq û maþûqê roja berîn, Yuhubbuhum we yuhubbûne bên û evê serhatiya evîndarane û arifane, sebuhoriya Mem û Zînê guhdarî kin û xwe pê bihîstina wê gum kin û di Xwedayê xwe de winda bin û bigehine qonaxa fenafîellahiyê. Xanî bi van gotinên hanê çîrokê destpêdike û çîroka Mem û Zînê jî he li ser vê bîr û bawerê vedihûne û bi wê þêweya eflatûnî baldara rûhê wan digihîne ciwaniya mutleq.
LI SER QEHREMANÊN ÇÎROKA IRFANÎ YA MEM Û ZÎNÊ
Qehremanên vê çîroka irfanî birtîne li: Sitî û Zîn, Mem û Tajdîn, Bekirok û Mîr Zîneddîn, Arif û Gurgîn, Çeko û Dayîn.
Sitî û Zîn, Mem û Tajdîn, Bekirok û Mîr Zîneddîn qehremanên sekerî ne. Arif û Gurgîn, Çeko û Dayîn jî qehremanên layekî ne. Xanî tenê ji bo kutakirin û hevanîna çîrokê li qehremanên layekî wêcê verdigre. Dimîne qehremanên serekî. Qehremanên serekî jî dibine sê desteya. Sitî û Tajdîn evîndarên cismanî û zevînî ne. Mem û Zîn evîndarên rûhanî û asimanî ne. Bekirok û Mîr Zîneddîn jî nûnerên xerabî û neqenciyê ne. Evîna zevînî û cismanî qonaxa tekûzkirina evîna asimanî ye. Eger aþiq û maþûq di evîna zevînî de pijiyan û tê da kamil bûn û gihîþtin, di evînê de diþewitin. Eger li ser rûbarê dinyayê negihîþtin hev dighîjin evîna rastî û evîna rûhanî û asimanî. Lê eger li evîna zevînî têper nebûn û he di meyla wusala cismanî de man, difewitin. Em di çîroka irfaniya Mem û Zînê de dibînin ko Sitî û Tajdîn he di cara yekê de ko hevdû dibînin, bo pêkgehiþtina zevînî û cismanî hazir in hemû karî bikin, belam Mem û Zîn wa nîn. Bo nimûne gava ko Dayîn gustîlkê ji Sitî û Zînê dixwaze Xanî weha dibêje:
"Hazir Sitiyê nigîn deranî
De destê ‘ecûzeya zemanî
Lê:
Zînê wehe gote ‘Heyzebûnê
Min dil bûye werteyek ji xûnê
Gava wekû werte tête coþê
Wextê ko diket biket xuroþê
Teskîn diket ev nigîn dilê jar
Dem dem ko didem di çeþmê xûnbar
Zînhar eger dibî nigînê
Zû bîneve bo mi dil’hezînê
Lewrra bi wê ye mi sebr û saman
Ew bo min e xatema Suleyman"
Yan gava ko Dayîn diçe gustîlkên Sitî û Zînê ji Mem û Tajdîn bistîne, Tajdîn bo wê hindê ko navbenda wî û Sitiyê xweþ be û zû bigehine hev zûka gustilê dide dayînê, lê Memê gustilê nade:
"Tacdîni nigîn ji dest deranî
Da destê ‘ecûzeya zemanî
Mem tê fikirî ko bêy nigînî
Kengê diketin medar û jînê
Go: daye tu min bidêre me’zûr
Kê canî didet ji dest xew destûr
Ev xateme ism e ger tilism e
Min can ew e qalibê me cism e
Ev daye, tu qasidê ‘hebîb î
Bê þubhe li derdê min tebîb î
Sedqa serê zîcemali Zînê
Mestîne ji destê min nigînê
Gava tu diçîve ey wefadar
Ev renge ji min bibêje dildar
Ew þah e eger çi ez geda me
Eltafê þehenþehane ‘am e
Ez bende ne laiqê wusal im
Xursende bi sûretê xiyal im
Razî me ji ew qeder cemalê
Min bînite xelweta xeyalê"
Em dibînin ko Mem þeyda û evîndarê cemala asimaniya Zînê ye û daxwaza wusala zevînî nake û dibêje bila Zîn di xiyalê xwe de min bîne bîra xwe. Ev bîrhanîna xiyalî seratayek e bo evîna rûhanî û asimanî. Herwa dema ko Mem û Zîn di nav baxê Mîr de hevdu dibînin herçend ko tenê ne û wesayilê wusala zemînî ji wan re saz e, lê Xanî dibêje:
"Hubba du dilan ji ‘heddê derbû
Ser ‘heddê zerafetan kemer bû"
Zîn û Mem wusala zevînî û cismanî naxwazin, evîna wan evîna asimanî ye û ewana evîndarên dawên pak in.
* Me got ko Mîr û Bekirok jî di vê serhatiya irfanî de nûnerê þer û neqenciyê ne, lê egerê bineþeyiye negihîþtina vê dinyayêye Mem û Zînê Bekirok e. Xanî gorekî bîr û hizra arifane ko dibêjin tewawî heyiyê vê dinyayê nimûd û sîmbolek li Xwedane, þer û neqenciyê jî he mezherek ji mezherên Xwedê dizanê. Lewra ew Bekirok jî ko bûye egera tekûzbûna evîna rûhaniya Mem û Zînê, û nehêlaye ewana bigihîjin wusala zevînî, wusala ko afet û aþîta evîna ruhanî ye. Di kutayiyê de li þaya serê evîna rasteqîneya Mem û Zînê digihîne pileyek rûhaniyê û dike dergevanê bihîþtê.
Lê mîr ko binêþê de dixwest Mem û Zîn bigijîn hev û di dilê xwe de razî bi peywenda wan bû, her wusan di nîviya rê de poþman bû û destûra Zînê da ko here Memê ji xwe re azad bike, nagîje wê pilê û meqama rûhanî ko Bekirok gihîþtiyê. Xanî li bara evîna zevînî û asimanî de dibêje:
"Ger þêx in û ger mela û mîr in
derwêþ û ‘xenî weger feqîr in
Kes nîne ne talibê cemalê
Kes nîne ne ra’xibê wusalê
Hin ra’xibê ‘husna layezal in
Hin talibê qalibê betal in
Lakin hemiyan yeke yeqîn dost
Ferqa ku heye ji me’xz ta post
‘Husna ku nebit çu ‘hedd û ‘xayet
Nabit ji bo ‘aþiqan nihayet
Lê ‘aþiq û bulhewes cuda ne
Hin faidexaz û hin fida ne
Canan teleb in hinek ji bo can
Hin can teleb in ji boy canan
Hin wesl’heb in ji rengê Tajdîn
Hin derdguz in wekî Mem û Zîn"
Evaye cudayiya evîna Mem û Zînê digel evîna Sitî û Tajdîn. Sitî û Tajdîn canan (Maþûqê) ji canê xwe re dixwazin. Lê Mem û Zîn canê xwe ji canan re dixwazin.
* Lê tiþta here giring di serhatiya evîndaraneya Mem û Zînê de mirina mecaziya wana ye. Mem û Zîn herdu carekî dimirin û rûhê wan dighîjin hev û xelk pêkgihîþtina ruhê wan dîsan zindî dibin. Dema ko Mîr ji karyarê xwe peþîman dibe û dibêje: Zînê here Mem ji xwe re azad bike, Xanî ji zarê Mîr weha dibêje:
"Dîsan tu herre digel xeberde
Qeydan tu veke ji bo xwe berde
Ey ‘xunçeyê naþikufte sorgul
Biþkên qefesê derîne bulbul"
Zînê bi bihîstina vê mizgîniyê li ber xweþiya þanemergî dibe û nehiþ dikeve û weke miriyan dikeve erdê.
"Zîna ku dused birîn li cergê
Ço ‘haletê fewtê þadimergê"
Gava ko cemaeta heremserayê li Mîr tûre dibin û dibêjin, te çira Zîn kuþt tu bûyî egera mirina Zînê, Mîr dibêje:
"Mîr go mekirin xiyalê batil
Ew bêhuþê ez nebûme qatil"
Lê ehlê heramserayê her çend dikin û nakin Zînê li nehiþiyê dernakeve û nayê serhemdê xwe, da ko kesek ji derda tê û dibêje, serê we xweþ Memê temenê xwe da we:
" Yek hat ji derve nagehanî
Go, Mem mir û da we zindeganî"
Dema ko Zînê navê Memê dibîze ruh dikeve ber:
"Zînê mirina Memê bi guh ket
Goya miribû ji no bi ru’h ket"
* Lêre de ye ko Zîn sira dilê xwe bal wan eþkere dike û pêkgihîþtina xwe û Memê di cîhana ruhanî de li bal hemûyê servedike û dibêje:
"Can çûvo bi canî muttesil bû
Ev ru’h bi ru’hî muzme’hil bû
Ru’h im te ji dil dema riza da
Þah im te di mulkê ten sela da
Cismê mine bênewa giran bû
Ru’ha mine natewan rewan bû
Der’hal ji qalibî bi der ket
Þewqek ji ru’ha Memê bi ber ket
Wan terk kirin serayê fanî
Lew çûne cîhanê cawidanî
Har çî ku qebûl neket mekanan
Dê seyr biket di lamekanan
Hûn vê seferê ‘xelet mexûnin
Þahid ji mirra muqerrebûn in
Gava weku can ji ten rewan bû
Canan ewî dît û can bi can bû
Fîlcumle ji merkeza turabê
Ew zerre gihane afitabê"
Di vira de Xanî bi zimanê Zînê gihîþtina ruhê evîndaran bo hev û gihiþtina wan bo zatê heq ko armanca serekiya arifan û kutatirîn pileya irfanê yanê qonaxa fenafîellahiyê ye, radigîhîne û paþê dîsan bi zimanê Zînê dibêje:
"Þêxê wekî ez bi dil murîd im
Ew ru’hê rewane ez qedêd im
Her çend li ba we navî Mem bû
Lê padiþehek ‘elahumem bû
Bû layiqê ferrê padiþahî
Meqbûlê teqerruba ilahî
Qelbê wî ye wadiya muqeddes
Ru’ha wî bi nûra heq muqebbes
Hilgirtim û birme Tûrê Sîna
Bînende kirim digel xwe bîna
Îname derê ji vê ‘hicabê
Ev zerre gihande afitabê"
Lêre de em dibînin ko Memê di rêka evîna rastaqîne û asimanî de gehîþte pileyek wusan bilind ko bû meqûlê teqerruba ilahî û qelbê wî ko weke çiyayê Tûrê Sîna ronahiya xwe li heq vergirtibû, bû egera wê hindê ko ruhê Zînê jî ko weke zerreyekî bû gîhande afitabê û ew jî digel xwe bire wadiya muqeddes.
Piþtî hingê Zînê van sir û razana ser vedike, bi destûra Mîr "Sed cariye û Sitî û Dayîn" çûn ko Memê li bendixanê derxin. Lê gava ko gihîþtin zindanê dîtin ko Memê:
" Durrdaneyê Bêbehayê canî
Derdayê ji dest xwe rayiganî"
Ewana çawaniya qewimînê ji bendiyan dipirsin:
"Xelqê ku digel Memê giriftar
Gotin ku me dî ji set’hê dîwar
Berqek bi ‘eceb Memê bi ser ket
Þewqek ji serê Memê bi der ket
Yek þubhetî roj û yek çu hîv bû
Yek þubhetî zêrr û yek jî zîb bû
Ew þems û qemer ku mettesil bûn
Der’hal bi pêkve muzmehil bûn
Gava wekû pêkve muqtebis bûn
Ew herdû li zewiê mun’ekis bûn
Ew reng kiriyan munîr û rewþen
Zindan li me kirne se’hnê gulþen
Mem jî bi vî rengî bêxeber bû
Xûna dilê wî bi derve der bû"
* Xanî dibêje ko hemsuhbetiya Memê di bendiyan de jî eser kiribû. Kar li ser wan kiribû, ko ewana li jêr kartêkirina Memê çavê dilê wan roþin bibû û karîn ewê dîmena han, wate teceliya ruhan bi çavê ser bibînin. Xanî li dû re dibêje ko teceliya ruh tiþtekî rast e, evê hindê înkar nekin. Ew yeka hulûl yan nesx û xurûc û duxûl nîne. Ew tenasuxê erwah nîne. Belkû ew tiþtekî rast e, wekî xewnekê ye. Lê xewn tiþtek li þihûda nivîþkane, teceliya ruh ser xewnê re ye.
Gava ko Sitî û Zîn, cariye û Dayîn rastî laþê bêgiyane Memê tên, herçend dikin û nakin, nikarin Memê ji nehiþiyê rakin:
"Hindî ku reha dilî diþandin
Hindî ku gulav lê reþandin
Wan sehnekirin di cismî canek
Illa ji serî diçû duxanek"
Daku:
"Zîn hat û ji pêþve bû ‘hewale
Bedrê ku veda ji ber xwe hale
Burqe’ ku veda ji ber cemalê
Xurþîd numa digel hilalê
Zînê wehe gote wî bedîhî
Qum ya ceseden nefexto fihî
Þewqa xeberê di wê þepalê
Berbûyê serê di wê þemalê
Wî dûyî qebes ji þewqê ragirt
Qendilê qefes qebes ku dagirt
Ew xelwetiyê di ê’tikafê
Rabûve bi niyyeta tewafê"
Piþta Xanî ji zarê Zînê got ko qelbê Memê wadiya muqeddes e û ruha wî ji nûra heq bizot û nûr vergirtiye û Memê bi evîna rasteqîne ew nûra ko cemala layezal e, berda ye dilê Zînê, vê carê jî Zînê îca nûra dilê xwe berdide serê þemalka vemiriye laþê Memê û ruh bi laþê bêruhe Memê dixe û ewî zindî dike. Xanî bihanîna ayeta 29ê li sûreya 15ê ji Qurana pîroz " Qum ya ceseden nefexto fîhî" zindîkirina Memê bi destê Zînê digel zindîkirna Adem bi destê Xwedê beranber dike û wana dide berhev. Xanî cemala xwe û cezebeya Zînê piþkekê ji cemala layezalî dizane û dibêje, çawa Xwedê bi cemala xwe pufî qalibê bê giyane Adem kir, Zînê jî wusan Memê mirî vejand. Piþtî hingê Xanî bihanîna vê beytê:
"Perwaneyî þem’wê ‘teyîsa
Wer murdeyî hate ser te ‘Îsa"
Îþare bi zindîbûna miriyan bi destê hezretê Îsa jî dike û evê hindê digel wê yekê jî beranber dike. Çawa miriyên mûcîza hezretê Îsa bi evîna dîna tecelaya heq di rûyê Îsa de zindî dibûn Memê jî bi evîna dîna rûyê Zînê ko tecelaya cemala Xwedeyê zindî dibe.
Piþtî wê hindê ko Mem zindî dibe û digel Zînê dikeve qisadanê, ew cemaeta ko li wê derê bûne, dibêjin, Memê rabe em biçin ba Mîr, Mîrê ko destûra zewaca te digel Zînê daye, rabe mirazê te hasil bû. Memê weha bersiva wan dide:
"Ez naçime ‘hezreta çu mîran
Ez nabime bendeyê esîran
Mîrê ku mirin hebit ne mîr e
Me’zûlî hebit ewî esîr e
Em çûn ‘hizûra mîrê mîran
Wî ‘hakimê ‘hakim û feqîran
Ê çêkirî neynûka cemalê
Tîra xwe numa bi zulf û xalê
Fanûsa beden kirî mutella
Têda ji mirra kirî tecella"
Li dû wan gotinana re Memê dibêje, em pêkgihîþtina vê dinyayê naxwazin, emê herin bihîþtê û hûr û xilman çav li riya me ne ko daweta me bikin. Emê di bihîþtê de bigihîjin hev. Lê bihiþta me bihîþtek dî ye:
"Lê cinneta ‘aþiqan cuda ye
Mî’ad liqaya kibriya ye
‘Alître ew ji baxê rizvan
Naguncine wê çu hûr û ’xilman"
Memê li dû van gotin û daxwazane re dimire:
"Gava ewî kir temenna axir
Dergah vebû li ber wî hazir
Teyrê ku qefes li ber vebûyî
Ew reng firrî wekî nebûyî
Þehbaz ji qeyda merkeza ferþ
Prewaz kir û gihîþte zul’erþ"
Xanî li vira de dîsan îþare bi baldara ruhî dike ko ji hêlîna xwe ya binêþî dûr ketiye û dîsan diçe digihîje binêþe û heqîqeta xwe.
* Em dibînin ko Xanî di vê serhatiyê de Mem û Zînê di pileya here jêrîn ko rojekî li cil û bergên guhorî de tolazî dikirin bi saya evîna rasteqîne digihîne pileya here bilinde ruhaniyê û zereya wicûda wan digihîne afitabê û baldara giyanê wan digihîne hêlûna binêþeyî û giyanê wan digihîne canan û ewana digîjîne cîhana cawidanî û heqîqetê. Eve rêbaza arifan e. Arif dibêjin mirov dikare li saya evîna rasteqîne de û destkiþandin ji daxwazên vê dinyayê û fenaya xwe bigîje beqaya ebedî û bigîje heqîqeta Xwedayî:
"Fanî mebitin fenayê mutleq
Nabînitim ew beqayê bil’heq
Fanîtî ji bo wîrra beqa ye
Baqîtî ji bo wîrra leqa ye"
Xanî mirina mecaziya Mem û Zînê teceliya ruh dihejmêre. Ew layekî dixwaze pileya here jorîne evînê ko li rastiyê de fanafîellah û gihîþtina zereyekî bo tava ehediyetê nîþan bide û layekî dî jî radigihîne ko pêkgihîþtina zevînî bend û sedek e bo pêkgihiþtina asmanî. Xanî bo nîþandana vê hindê dest davêje bikaranîna þêweyek taybet û nenasiyar û neasayî. Þeweyek wusan ko hem jortirîn pileya tekamulê nîþan dide û hem jî evîn dibe evîna ruhanî. Ruhê Memê û zînê li pêþ cemaetê de dighijîn hev.
* Mirov li bara mirina mecazî yan bi gotina Mewlewî mirina pêþ mirinê de dikare sê pirsê giring bide ber çavan.
Ya yekê: Mirin û zindîbûna Memê û Zînê di kerametê arifan de tiþtekî hêjayî bûnê ye, arif bi îzn û destûra Xwedê dikarin tiþtê weha bikin çawa ko Mewlewî arifê mezinê Îranê dibêje:
" Ewliya ra hest qudret ez Ellah
Tirê ceste baz arendeþ zi rah"
Wate: Qudret û karîna ewliyayan ji karîna Xwedê ye. Ewana dikarin bi qudreta Xwedê tîra ko ji kevên derketiye li nîviya rê de bizivirînin ser ciyê wê.
Ya duyê: Hindek arif li ser vê bawerê ne ko eger mirov gihîþte jortirîn û serratirîn qonaxa teequlê ko qonaxa eqlê feal dibêjinê, dikarin ruhê xwe têxin ixtiyara eqlê xwe ko ji wê hindê re mufariqetê nifûs min el ebdan yanê cudayiya can ji laþ dibêjin.
Wate: Eger mirov gihîþte wê pileya teequlê, her gava ko bixwaze dikare ruhê xwe ji laþê xwe derîne û dîsan vegerîne laþê xwe.
Memê jî di zîndanê de dibe sofî û paþê ta pileya þêxîniyê jî diçe, çawa ko Xanî dibeje:
"Sofî ko gihîþte kuncê xelwet
Þêxînî gihand meqamê we’hdet"
Mem di zindanê de digihîje axirîn pileya irfanê ko pileya wehdetê ye. Di vê qonaxê de salik tenê tiþtekî dibînin û ew tiþta jî her heqîqeta mutleqe û bes. Xanî dîsan ji zimanê Zînê dibêje ko Mem Þêx e:
"Þêxê wekû ez bi dil murîd im
Ew rû’hê rewanê ez qedîd im"
Yan gava ko Memê di zindanê de ye, Xanî ji zarê Memê dibêje:
"Sofî me û sewmi’e niþîn im
Xoþ talibê nûra rûyê Zîn im
‘Hasil qewimî meqamê mûtû
Bermewcibê qeble en temûtû"
Vêca Memê jî gorekî vê bir û rayê dikare rûhê xwe li laþ azad bike û dîsan bi teceliya rûyê Zînê ewî vergerîne ser ciyê xwe. Xanî pêþ vê qewmînê gava ko Memê di zindanê de ye, bi hînana hedîsa: "Mûtû qeble en temûtû" Mirina pêþ mirinê ji Memê re pêþbînî dike.
Ya sêyê: Hunur û fendekî çîroknivîsiyê heye ko dibêjinê flaþforward. Flaþforward li himber flaþbakê de ye. Flaþbak ew e ko nivîskar demên bihurî û bîreweriyên çûyî di bîra qehremanê çîrokê re derbas dike. Lê flaþforward dahatiya ko neqewimiye, qewmîna ko dê biqewime, di bîra qehreman re derbas dike û tîne pêþ çavên wî. Xanî jî digel wê hindê ko li evê teknîka çîroknivîsiyê wêcê verdigre flaþforwardê li qonaxa zêhniyetê digehîne qonaxa eyniyetê û ewê bi navê teceliya rûh nîþan dide. Ev hinde gorekî bîr û raya irfanê heman fenafîellahî ye.
Lê Mewlewî arifê îranî ji vê hindê re digel berçav girina hedîsa "Mûtû qeble temûtû" mirina pêþ mirinê dibêje:
"Mergê pêþ ez merg în est ey feta
În çunîn fermûd ma ra Mustefa
Goft mûtû kullêkum min qeble en
Yeitiyelmewto temûtû bêlfêtên"
Mewlewî evê hindê li çîroka temsîliya Totiya Bazirgan de tîne û dibêje:
"Qissêyê tûtiyê can zîn san buwed
Kû kesî me’hremê mur’xan buwed"
Wate: Çîroka Totiya Can jî her wek vê ye, lê kanê ew kesê ko bibe mehremê baldaran.
Bi vê hindê em digihîjin vê akamê ko çîroka Mem û Zîn çîrokek irfanî ye. Xanî arifekî tam e. Ew çîroka xwe li jêr kartêkirina irfana îranî dinvîse. Xanî digel toreya farisî baþ nasiyar e û ewî tewawî zanistên gûna xwe bi baþî zaniye. Digel þûnewarên hozan û torevanên mezine Îranê yên weke: Firdewsî, Se’dî, Hafis, Camî, Ettar û Mewlewî baþ nasiyar bûye. Çîroka wî di bara bîr û hizrên irfanê de birekî li jêr kartêkirina Iþraqiyan, bîr û hizrên Þêx Þehabeddînê Sorewerdî daye. Lê bara toreyê de jêr kartêkirina Nizamiyê Gencewî de ye. Heta kêþa helbesta Mem û Zînê jî li ser kêþa Leyl û Mecnûna Nizamî yanê kêþa "Mef’ûlu mefa’êlun fe’ûlun" de ye. Lê her wekî me pêþda jî got Xanî li ser wana re ye. Xanî bêyî piþtewaneya dîrokiya toreyî di toreya kurdî de ev çîroka nivîsiye.
Xanî ne wekî ewanê dî ko çîrokên irfanî nivîsîne û irfan tenê li seretaya çîrokê de xebitandine, belkû ewî bîr û hizra irfanî di seranserî çîrokê de raçav kiriye.
Her bijîn!
Ez gorî we me
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-27 (6936 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |