Barzanî: Kerkûk dilê Kurdistanê ye
SELAHEDÎN, 21 / 07 / 2004 — Li gora agahdarîyên ji Kurdistanê hatin wergirtin, minaqeþeya pirsa Kerkûkê her ko diçe gûrtir dibe. Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî weke hertim îcar jî di pirsa Kerkûkê de, xetên sor destnîþan kirin. Mesûd Barzanî dîyar kir ko Kurd dê coxrafyaya ko di dema Sedam Hisênî de hatiye tayin kirin qebûl nekin. Mesûd Barzanîyê ko di vê pirsê de jî li ser giringîya kurdan rawestîya, bi awayekî pir zelal got ko Kerkûk hem bajarekî kurdan e û hem jî dilê Kurdistanê ye.
Weke tê zanîn, Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî berîya demekê, di hevpeyvînekê de dîyar kiribû ko divê hemû kurdên ko ji Kerkûkê hatibûn derxistin vegerin ser axa xwe û hemû erebên hatibûn bicîhkirin, ji Kerkûkê bêne derxistin. Piþtî wî jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotibû ko divê pêvajoya erebîzekirinê berevajî bibe.
( Wene : Mesûd Barzanî )
Barzanî dîsan dubare kir ko hewildana kurdan ew e ko Kerkûk ji bo kurd, ereb, tirkmen, asûrî keldanîyan bibe bajarekî nimûne. Mesûd barzanî behsa kirinên dema Sedamî kir û israra kurdan ya di warê demografîya Kerkûkê de dîsan anî zimên. Serokê PDKyê Barzanî bal kiþand ser midaxeleya rejîma hilweþîyayî ya ji bo guhartina struktura Kerkûkê û dîyar kir ko dijminên kurdan bi vî awayî xwastiye kurdan ji alîyê psîkolojîk biêþîne
Mesûd Barzanîyê ko li ser pirsa Kerkûkê, behsa giringî û pêwîstîya yekîtîya kurdan kir, got ko divê kurd li Kerkûkê bi mantiqê kurdîtîyê tev bigerin. Barzanî herweha got ko divê tu kes li ser kurdistanîbûna Kerkûkê hesabên þaþ jî neke.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-26 (5325 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |