Îro ji husna dilberê
Îro ji husna dilberê
Îro ji husna dilberê
Dîsa helak û serxweþ în
Remzên di wê þîrînsurê
Sohtim bi pêta ateþîn
Sohtim bi berqa lami' e
Ew necm û bedra tali' e
þemsa semayê rabi' e
Lew pir ji þewqê þewwiþîn
Pir þewwiþandin wê dil e
Zulfên siyah ser dan mil e
Tora muxalif silsile
Selwa 'eqarib lê meþîn
Selwa 'eqarib lê weten
Ew nazika nûrînbeden
Qendê dirêjin guft û ken
Biskan di lê kir baweþîn
Biska siyah re'na ye mest
Yek dî bi heyran pê ve dest
Hemyan bi mestî helqe best
Derbendê ew zulfa reþ în
Êsîr kirim zulfa çelek
Ew horiya þubhet melek
Tîr dan ji reþtûzên helek
Mecrûhê qewsê pirweþîn
Tîr dan ji qewsê malzirav
Ew gewhera pir þewq û tav
Sotin li min cerg û hinav
Lew têk ji cergê heriþîn
Cerg û cesed têk sohtine
Lew xef xedengan nuhtine
Ji qewsê hilalê jih tine
Heyranê dêma mehweþ în
Hem bedr û hem Zuhra ye dêm
Ji wê 'alema kubra ye dêm
Xweþ destxet û tuxra ye dêm
Herfan ji miskê lê niþîn
Lewhê ji nû sîqal bidin
Herdem ji nû ve xal bidin
Da dil bi yek dî pal bidin
Nuqtan ji zêrabê weþîn
Zulfa siyah 'enber bike
Xemlê ji zêrê zer bike
Zerbaf û dîba ber bike
Misk û gulavê lê reþîn
Mawer ke terh û biþkoyan
Cîranê berg û lû'lûyan
Ew 'er'er û selwa ciwan
þetrî bi mestî lê xwiþîn
Þetrî we tayên sor û zer
Bayê nesîm lê da seher
Li wê cebhetê hijiyan dû per
Lewra sekara bêhiþ în
Meþha seher yarê þefîq
Da min bi enguþtên 'eqîq
Ji wê badeya nûrîn rehîq
Mexmûrê xemra bêxiþ în
Mexmûrê bê camê ez im
Yexmakirê ramê ez im
Çavnêrê peyxamê ez im
Perwaneyê þem'a geþ în
Perwaneyên sotî kebed
Dilber ji ber Birca esed
Tîr dan ji reþtûzên semed
Lew têk ji xwînê neqqiþîn
Kuþtim bi qewsê 'enber e
þoxê ji dil mil dan ber e
Êxiste dil sed pencere
Evrenge em mihnetkeþ în
Mihnetkeþên roz û þebê
Der firqeta þêrînlebê
Zulma ji ber destê te bê
Ew 'edl e em pir pê xweþ în
Zulma tu kî pir pê xweþ im
Sohtîdilê hicrankeþ im
Mislê perengê ateþ im
Rûhek mucerred bêleþ în
Min dî sehergaha elest
Camek ji kewser dost di dest
Jê da Melê lew maye mest
Hetta heyatê serxweþ în
Melayê Cizirî
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-23 (7345 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |