STRANA MIRINÊ
STRANA MÝRÝNÊ
Piyana jiyina min hêj tejî û dagirtî þikiya
Emr û hestiyênmin pê keserên giran heliya.
Hêstir û girîn, ax û zarîn,
Ji derdê mirinê re ne tu derman in.
Siha mirinê bi ser serê min de tê;
Saeta min a dawîn lêdide;
Mirininê li nêzîkî min kiriye;
Xuya ye; ezê bibim mêvanê ax û qebrê
Ma ez çi bikim?
Tiþtek li destê min ne maye…
An girîn, an stran û dilxweþî.
Ezê bistirêm !...
Ko hêj dest û tiliyên min,
ji darê tenbûra min hê sar ne bûne.
Ezê bistirêm !...
Mirin min dixapîne û dilorîne;
Ez bûm, cîranê mirinê;
Dengê wê ê zîz û giran tê;
Û dikeve guhê min,
Gava saz diþkê ;
Teqîn jê tê ;
Mîna teqîna tifingekê.
Çira berî mirin û vemirandinê,
Bi þewq û lehba xurt dibiriqe;
Roj berî roavayî
Hîn mezintir û pehintir dibe.
Bi tenê em; însanê qels û reben
Li ber mirinê,
Hîn feqîr û belangaztir dibin,
rojên xwe ên borî tînin bîra xwe,
Û wan dihejmêrin;
Ax û ofa dikin û didin girî…
Ma rojên borî çine?
Ma kengê hêjayî girîn û hêstir in?
Rojek e, dîsa rojek e;
Saetek e, dîsa saetek e;
Yê ko tê mîna þev û roja borî ye.
Carna êþ û xebat û kêf û þahî;
Carana ax û of û girîn;
Carna di nav gul u gihê,
Carna di nav ax û herî;
Û dawî….
Þeva tarî bi ser me de tê….
Yên ko ji nezanî û timakariyxwe
Dest davêjin salên berî û rojên borî
Û wan roja di bîra xwe tînin
Destê xwe vedikin û parsekiyê dikin;
Wê bibînin…
Emrê çûyî venagere; rizqê çûyî na ye dewsê;
Wê seh bikin;
Hêviya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e.
Jo bona min
Ko tu cara rehê xwe erdê ne da
Çûyîn; bê girîn û zehmet e;
Ezê herim….
Mîna pelekî sivik
Ko ba ji darê diweþîne….
Ezê herim bê ax û zarîn;
Bê Þîn û girîn.
Girîn û hêstir ji bona çi?
Ezê herim!
Mîna ba û ablîsokê,
mîna av û ronahiyê….
Xwedê dilê min
Li ser sindiyana jiyînê danî;
Û bigirane û zomp^rn qehr û xweþiyê
Lê da.
Qehr û qîmeta saxiya min çi ye?
Dilê min ji dinyayê sar bûye;
Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim
Heta ko bikarim
Li ser rêka hêja bimirim;
Xwe bidim kuþtin.
Þeva tarî bi ser min de tê.
Ez mêvanê gor û tirba me;
Lê ez ê bistirêm!…
Ko hêj dest û tiliyên min,
ji darê tenbûra min sar ne bûne.
Ezê bistirêm!....
Berî mirinê
Ax û zarîn, þîn û girîn
Ji bona çi ?...
Ezê bistirêm!
Ko hêj dest û tiliyên min
Ji darê tenbûra min sar ne bûne.
Ezê bistirêm!
Strana azahî û serbestiya welatê xwe,
Û dengê stran û tenbûra min
Li çiya û zinara,
Li deþt û zozana;
Wê deng bide
Celadet Alî Bedir-Xan
Hawar : hêjmar 28
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-18 (5936 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |