 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1939
Zelzela Ezirganê. 40 hezar kes mirin.2011 Di encema êriþên Balafiren Þerî, yên Tirkan de, yên li nîzikê Gundê Roboskê (Ortasuyê), li ser sinorê Herema Kurdistan ê, di êvara 28.12.2011' de, komek Civanên Kurd Þehîd bun, piranîya wan, 15 û 20 salîbun... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Ya 27—28—29 ê Berfenberê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), her sal, di 27—28—29 ê Berfenberê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
BÝLÛRA MÝN
BÝLÛRA MÝN
Bilûra min a þîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê þivan û dilketiyan î.
Dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min.
bilûra min tu î,
xemrevîna terkeserên dinyayê!
Dengê bilûra min,
çiya û zozanên bilind,
kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
guhê þkeft û serê zinaran
guhdarên te ne!
û sira bayê xerbî
te di nav pelên darê de digerîne.
Bilûra min, were emê
bi wî çiyayê bilind re
bi hewa kevin,
û bibin cîranê bayên xurt
û hevalê kimtên wan
yên bi mij û dûman,
û tê de dengê xwe berdin,
û zarîna dengê me
bikeve nav kortal û geliyan
û bêcaniya erdên jêrîn
bihejîne;
û pêlên ava heftreng
ên xemzebaz
nalîna me bigehîne
deþta Sirûç û Diyarbekrê;
û beriya mêrxasên Berazan;
û kalîna berxan
tev þehîna hespan
li me vegerînin.
Bilûra min, binêre û bibihîze!
Roj çû ava,
stêra êvarê bû geþ,
kolosên çiyan ên gewr
û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
bûne çûn;
û pêlên ava þevê ên reþ
ketine deþt û newalan
heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
kevir piyê þevgera dixapînin
û bêdengiya þevê de
pêjna lingên mêrxasan tê.
Bilûra min,
dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî berþîr,
ket dergûþa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birevîne!
Bilûra min tu î.
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
û li rohelatî
dema ko dinya hiþyar dibe
ji xew radibe
ji me re
strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
binehwirîne,
û dengê wê stranê, bila,
mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min,
Tu î xemrevîna dilketiyên welêt.
Celadet Alî Bedir - Xan
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-18 (6592 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|