HA-HÎ-HA
Hahiya
Tê de
Her li hev ket
Bê bin û ser
Bin û ser û tê de
Qulikên nû yên vala hişar kir
Afirdanka dilopên ronahiyan
Hûnana beroşên tavan
Bîranîna teqînan
Haş û hişar
Nermik nermik
Xwe da
Zindiyên hilkişîna hilweşanê
Ha-hî-ha
Leqiya
Çiqas av ewqas tozîn
Sar û germîn
Hevdemî hev xîj kir
Çemîn bada ax
Hevdijên hevgeş
Şevisî
Rojisî
Dengisî
Peyvisî
Her kêlik tenê xweyî
Ber ya ber
Hîsiya destpêkê
Famiya hestê
Demiya çîrokê
Zaniya dîrokê
Ha-hî-ha
Stêrisî
Bû qad dûrahî
Şewq bû hembêza tariyê
Sîmarê Masîcanik
Dewisand sînorê jînê
Bask bi bask tov reşand
Ji hev da zîldanê
Her ku mirisî
Avisî rojisî
Pêjn bi pêjn demsal
Deqisî tê de axiya
Giyanê xwe keskiya
Hîmê diyalektîk heviya
Ji xwe welidî eziya
SÎMAR MASÎCANIK
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2004-07-18 (5013 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |