 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Ya 27—28—29 ê Berfenberê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), her sal, di 27—28—29 ê Berfenberê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.2002 Di 27.12.2002 de, Gelê Kurd, Lawê Xway Hêja, Hemreþ Reþo yê Dilovan, Wenda Kir. Hemreþ Reþo, wekê her Tekoþerê Kurd, nemire û di dilê meda dijî.
|
|
|
 |
| |
LI ROJHILAT
LI ROJHILAT
Shev resh û tarî, bahoz û bandev
Nakevî dest me: ne razan ne rev
Hewrên rêzanî tarî û giran
Berfê bibarî, yan gulebaran ?
Em reshhewravin kevneperestî
Tênin bîra min dîlî, bindestî
Dar bikevî dest mirovên xwînxwar
Dîsa dimênin birçî û hejar
Karê me dibî veshartin û rev
Tavê nabênin bi rojê em tev
Tênin ber çavan dijûn û lêdan
Shemaq û qamçî, kawçûk û zindan
Pêlên zordestî wek lehî û çêm
Xwe berdin ser me xum-xum û lem-lem
Di ber xwe dibin bîr û serbestî
Pashve dishkênin nûjenperestî
Tên perçiqandin tev destûr û rist
Raserî me tên ev kevnepirist
Benda Azadî li xwe napirsî
Belkî ez shashim, ji wan natirsî
Tarîx û abor, herdu di gel me
Eger bitirsin ji bo me sherme
Badîhewane ev tav û bahoz
Eger em rabin hemî dibin toz
Vane, shiyarbûn cotar û karker
Dijmin têshênin bê ceng û bê sher
Çiqas bimênî ev cihan bê deng
Bê sher, bê kushtin, be halan û ceng
Em her diçin pêsh, dijmin diçin pash
Bê av digerin ev dolab û ash
Sermayeperest, tev top tavêjin
Nabênin îro çawan sergêjin ?!
Ew çi talan û çi ceng û pevçûn
Bila xwesh bikin hemî cî û shûn
Hemî em mirov bibin wek bira
Cî nedin diza, rê nedin gura
Cihan xwesh bikin tev bax û bihisht
Ne shûr, ne xençer, ne derf û ne xisht
Keser nemênî wek min dilbirîn
Ev dinya xweshe, dinya Cigerxwîn
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-03 (5345 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|