ÞAM ÞEKIRE WELAT ÞÊRÎNTIRE
ÞAM ÞEKIRE WELAT ÞÊRÎNTIRE
Welatê min tiwî bûka cihanî
Hemî bax û bihiþt û mêrg û kanî
Þepal û þeng û þox û naz û gewrî
Gelek þêrîn û rind û pir ciwanî
Serî taca Silaheddînê kurdî
Enî roje, di birca asimanî
Du birhên te kevanên Rustemê Zal
Du zilfên te ji tîrên qehremanî
Riwê te agirê Zerdeþt û Mezdik
Ji te hêstir þeraba Kamîranî
Du lêvên te kitêba Hacî Qadir
Zimanê te ji benda þêxê Xanî
Çena te guhê Cûd û Þax û Hebler
Qirik eywan û taqa kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendevista
Memik ferfûre têde neqþê manî
Du destên te tixûbên Tirk û Îran
Hero cenge bi tîrên zerveþanî
Ji sînga te bi jêr de geliyê Laleþ
Ziyaretgehe bo me her zemanî
Bi nîþan û bi nan û xwîn rija
Me dest girt û qelen da û tu anî
Ser û pa zend û baz in tev bi hinne
Hemî sor in ji rengê erxewanî
Bi te em þa ne bûn ev bû du sed sal
Ji me dengê tivinga çûye banî
Bira û law û bav û ap û pismam
Li ser te hev di kuþtin pehlewanî
Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer
Dihatin hev li meydanê beranî
Bi talan û bi kuþtin, hem bi sotin
Me konê þer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paþa û axa
Kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halan
Li alîkî sedayê xweþê sanî
Hemî bûne mirîd û þêx û sofî
Bihiþtî ne çikin nav û niþanî
Li axur radizin lê þêx diçî jor
Berî nîvro ji banî tê giranî
Ser û pa tev dikî gulav û ember
Dibê nûre kero ma tu çi zanî?!
Bi van xapan dixwarin xiwarinên xweþ
Wekî þêx û melayên vî zemanî
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar
Xizanî yek, ewê di her nezanî
Weke þêr û pilingan em diçûn hev
Penîr rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan
Bi zîvarî, belengazî, þivanî
Herê bûkê pepûkê jar û mestê
Li ser sînga te zava man biyanî
Te reþ daye serê xwe ber li ser me
Li te rokê dibî pîroz kitanî
Cegerxwîne kurê te her dinal
Ji ber jana nezanî û xizanî...
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-03 (6680 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |