Kiwexi ji kune u nerinek li diroka wan
Kiwexi bi gisti Kurde Ezidina.
iro nezike ji %90,e wan li Almanya dijin.
Malbatin je he di sale hafteyide barkiribun Almanya.
Dema go mijara politik li Tirkiye u bakure Kurdistane dijwar bu di sale hesteyida sistema cerdevaniya (Köy koricisi) dewleta tirka ya li hember hezen tekoþina gele Kurda dest pekir u
Ji ber go kiwexi ji wek hemu Ezidi,yen din ne amade,bun ji bo dewleta ku bi sede sala zilm u zordari li wan kir u go ew mina parezvane "kifre" didan xuyandin tevli þere li hember bira,yen xwe en kurd bibin biryar dan go ew ji Walate xwe koç bikin.
Ew misilmanen hinkar go ji aliye dewleta tirkan va destur digirtin bele li kurdistane alikari ji digirtin sebebek je ji ew bu ku Ezidi dest ji welate xwe berdan.
Nive salen heþteyi koçberiya kiwexya ber bi Almanya destpekir.
Kiwex,yen dawiji di bihara sala 1993 ji kiwex,e ber bi Alman, ya barkirin.
Weki din ji heji gelek malbaten kiwexi li baþur,e bicuk e kurdistan (suriy) dijin .
Wan ji dest bi barkirina ji kurdistane kirina u ber bi Europa u bi pirani ew ji barkin Almanya .
Ýro di sala 2002 bitene neziki ji se bahra bahrik bitene li wir dijin.
Malbaten ko li wir dijin yan go li wir dijiyan di neziki sala 1926 bi serok,e haþira heverka Haco ra reviya bun wir ji bergo di wedeme ji hikimdariya wir di deste Fransiya debu.,
Bi alikariya Fransiya Haco u havalbenden xwe di nav wanda ji gelek Ezidi hebun Tirbespi(bi harabi Kahtaniye)avakiribun, di dema duvra gelek Ezidiya ji wir ji barkiribun di nav wanda ji kiwexi ji hebun .
Kiwex,yen go li wir mayin iro li Tirbespi u gunden derdoren we mina Otilce u Mala Habbas dijin.
Weki diji iro gelek Malbaten kiwexi li baþure kurdistan,e (irak) dijin.
Van Malbatan hin je nezi sedsali li Çiya,ye Þingal (harabi Ain sifni) dijin ew ji, ji ber fermanen li ser Ezidiya yen sadsala 18 da u destpeka sadala 19,da ji kiwexe barkiribun u xwe li brayen xwe yen Ezidi girtibun.
Weki go rusipiyen gunde kiwexe ji newiyen xwe ra digotin di demeke ji herema Hekarya çun herema Serhadan.
Sebeba barkirina ji welaten wan te texminkirin go ji ber Misilmanan bu, ji ber go wan Ezidi be bahweri (be ol )diditin ji ber we yeke ji zordesti liwan dikirin.
Li Serhadan ji gelek salan dijin.
Le bele ji ber nexweþiyek di navbera wan u Aðe (seroke hesir) mecburman go ji wir ji barkin .
Sebeba nexweþiye ji di navber kiwex,yan u Gele herme kure axe bu.
Dibejýn go kure axe hereme keçikek kiwexya go destgirtiya yekidin i kiwexi bu bi zore direwine u ji ber ve yeke ji pevçun di navbere kure axe u dest girtiye keçike da derkeve.
Di pevçuna li ber caven her du aliyan dest girtiye keçike kure axe dikuje.
Li ser ve yeke kiwexi u axe hereme bi þarte go kiwexi ji hereme barkin ji boyi go di peþe roje da naqoki di navbera wan da dernekevin li hew kin.
Dema go Kiwexyan ji serhadan barkirin ji çend mala pek dihatin.
Te gotin go ji se malbaten pek dihatin go ev herse malbat ji ji baviki bun yan go peþiye wan yek buya.
Ev herse malbat MUSI, SIMOKÝ u SEROKÝ bun.
Bele kiwexi ji bo ku naqoki dernekevin ji wi ware xwe ji barkin u di reda býraki xwe ji wunda dikin.
Revungtiya kiwexya bi mehan u salan di dome ta go di dawiyeda li kiwexa iro bi cih dibin.
Karwane kiwexya di rewingiya xwe da ji hevdu qut dibe.
Malbata Muso linav sera çiya yen botane qelibin u li gunde Kerreþan, li herema Finike Batane ji bo demeke bi cih dibin le li wan hereman þopa pismamen xwe neditin, li wan hereman xwe weki mitirban dabun niþandan, saz bi desten xwe girtibun da go kes biwan nizanibe ku ew Ezidina.
Piþti demeke ji wir ji barkiribun u hatibun li sere geliye Hacikesan,e li Þkeften Eliþewika deynin.
Li wir þopa pismamen xwe rastkin u ew sazen didesten xwe,da þikenin u ten cem pismamen xwe.
Malbata Þero,ji diser Çiya,yen Mawan re di ser Kerboran,e di ser nawala Ömerkan,re li herema Hezex,e(bi tirki idil) li gunde Xerabe Þeref bi cih bin.
Hin kes ji malbata Þero li gunde Xerabe Þeref u Þex hesene ji fakiri islamiyet,e dipejirinin. En go islamiyet ne pejirandibun, piþti go wan ji þopa pismamen xwe rastkirin u tekiliyen wan bi hevdura çebin ew ji ten cem pismamen xwe yen din li kiwexe bi cih dibin.
Bi vi avayi tevda li Gunde kiwexe bi cih dibin.
Hetani go kiwexi gihiþtin hewdu u li gunde kiwex,e bi cih bun bihevra bi tifakbun (yekbun ), le bele mixabin piþti go deste Axa (misilman bun) kete nav wan hin bi hin ji hevdu kutkirin u di her naqokiya di navbera kiwexya yek bi yek giredaye xwe kirin.
Piþti go desten axe Heverka ketin nava kiwexyan (me beriji go kiwexi tev ji bavikine) tifaka di nava van da xera kirin hetani bi hevdu dana kuþtin u ji hevdu kirin heft perçe.
Di dema berpirsiyariya Hesen,e Hacik u hetani ya Cengir,e Cahwer çar bavan (ji malbata Simo bun) berpirsiyariya kiwexe kirin , u piþti mirina Cengir,e Cahwer berpirsiyartiya kiwex,e bi raya tevayiya gundiya dan xwarziye wi Hesen,e Segven (ew ji malbata Muso bu).
Piþti mirina Hesen,e Segven berpirsiyari dane Xelefe,e Meþo (ji malbata Sero bu). Mixabin ji vir wehada desten axa betir ketin navwan .
Ji wir u ha da Axe mala Osman ( Serhan II.) fehl u fena dibendi kirin nav kiwexya u cindo li henber Xelef,e Meþo rakirin u jiwir u hada li kwexe dibendi çebu.
Le disa ji dile dijminen Ezidiya an ji Kiwexya rehetnebun.
Devleta Osmani ya bi deste axe hereme yen go bý Cindo, Hesene Dendel, Himedie Cahwer u Xelefe Meþo (mezine her car baviken kiwex,ya) dana girtin u kirin hepsa Merdine. Bi reya haval bende xwe, serok heþire misilmana u axa imperetoriya osmaniya dixwest da ku Ezidiyen serbixwe u ji xwe radi giredaye xwe bike yani go mecbure xwe bike. Ji wan her çar kiwexya sýseya je karibun bi bartil (rüþvet)xwe bidin berdan. Bartila wan ji jibo Mamure Osmaniyen Tirk her yeki ya keçek yan ji xwiçka xwe mecbur bun bidin.
Cindo, Xelefe Meþo u Hesene Dendel her yeki keça xwe weki bertil dana.
Himedie Cahwer ne keça xwe u neji xwiçka da u ji ber veyeke ji nehata berdanç
Hata iro ji kesi kiwexi nýzane ta go çi bi sere wi hat.
Mamüren devlata Osmani bý pýrani ji Kurden xayin u Axe Erba yanji ji malbaten serok heþira pek dihatin.
Armanca wan ji bi ve politikaye ev bu daku di nava gele kurdistane naqokiya çekýn u wan bexin cýwakek be bahweri jý hev du ra.
Piþti go herse kiwexi ji hepsa tirka hatýn berdan ji profakasyonen Axe u serok heþiren mýsýlmanan bý dawi nebun. Ezidiyen bi rumet u serbixwe ji bo hikimdaren Mýsýlman en Tirk u Axe u Serok Heþiren Kurden Mýsýlman e giredaye wan ji bo hikimdariya Mirowen Kurd u welate Kurdistane kelem bun. Xalefe Meþo serokek u xuyaki Eyidiya li herema xwe kelemeki diviya bu go be býrin di caven Axe Mala Osmenda. Ew neziki giþti malbata wi hatin þewitandin.
Li duv wira ji hem bere wi Cindo bi deste Axe mala Osmen hata kuþtin da ku kiwexi ji binid be serok biminýn, u Þerokiyen mayi ji bexin bin hikimdariya xwe u gredayi xwe bikin.
Piþti kuþitýna herdo berpirsiyaren (seroke) kiwexya Hiseyne kure Hesenike Dendel berpirsiyariya kiwexe kir deste xwe. Bele Serok heþiren mýsýlmanan ew ji dan kuþtin. Piþti Kuþtina Hiseyne Hesenike Dendel kiwexi ji hev vekatahan u bun heft bavýk.
Ýro ji Axe li kurdistane he politika xwe ya xayintiye u fesadiye di nava gele kurd da didominen. Ýro li dere di bin hikimdariya Ýmperatoriya Osmani yani ji go komara Tirkan dene Axe u serok Heþiren kurden xayin bi komkuji, pesturi u zore kirin go bakure Kurdistane bi giþti Ezidi je barbikin, bi nave sistema cerdevan ( bi tirki köy korucusu) go serokatiyan wan axe u serok heþiren kýrýmýnel u xayýn heji iro zordestiye li gele kurdistane dikin.
Niþte cihen gunde kiwexe iro dev je berdana. Kiwex ji bo axe mýsýlmana u cerdevanen kýrýmýnel bu talana þer, li kiwex iro cerdevanen mýsýlman bý cýh buna u li gund camiyek ji xwer avakirin u nave gund ji kirin gunde islame (islam köyü).Ziyareta go ji bo kiwexya piroz ya bi nave Merawe ji aliye axe hereme Þexmus Çelebi ji mala osmen u leþkeren Tirka va hata xerekirin u dare we yen piroz go hýn je …. sede sala kevnarbun hatýn býrýn u ji bo þevitandine hatýn fýrotýn.
Niþte cihen kiwexe ji bo xwe bax, bistan u rez li kiwexe çiyandina u xwe ji bo jiyaneka duv direj li kiwexe amade dikin. Bele dive ew ’mýsýlman’ zanýbýn go kiwexya di demak þer u zorda dev ji welate xwe berdan le heji koka xwe li kiwexe dibinin u we rojek be go le vegerin.
Ew nivis ji aliye Ömer Þahin bi alikariya mirowe wi u Xelefe Hese wa hatiya berhewkirin…..
http://www.kiwex.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-04-04 (7012 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |