PARTIYÊN KURDISTANÊ YÊN BI NAVÊ ”DEMOKRAT ”
Têkoþîna gelên Kurdistanê ji bo bidestxistina serxwebûna xwe bêtir ji sed salî çêbuye. Hejmara serîhildanan, liberxwedanan, hewildanan, qirkirin û koçberiyan nayê hejmartin.Li Cîhanê neteweyekî din tune ku wek kurdan liber xwe daye û ji daxwaza xwe nehatiye xwarê, lê neteweyê herî mezine ku dike û nake nagihe armanca xwe ya biserxwebûnê.
Di vê dema dûr û dirêj de û ligor rewþa siyasiya Cîhanê gelek caran gelê kurd hinek fersendên hêja ji destên xwe berdana.Wek nimûne mirov dikare qala di dema mezinbûna dewleta Osmanî de û bi þerê wan yê bi dewleta Îrana wê demê re ku Kurdistan kire du perçe bike, dîse qala þerê Cîhanê yê yekem, þerê Cîhanê yê duyem û cara dawî û nêzîk þerê Kendavê bike ku dewleta Iraqê ya îro kiriye du perçe û bi vê yekê Kurdistana baþûr ketiye binê kontrola du dewletên bihêz yên Cîhanî, Emrîka û Birîtanya .
Ji van fersendê çuyî îro perçê Kurdistana Baþûr hê bi vê hêviyê dijî, perçeyên din wek ku tê xuya kirin ji mafê xwê yê serxwebûnê gelekî bidûr ketine û robiro berbi asîmîlesyonê u têkçûnê diçin.
Ev rastiya ha her çiqas bi me kurdan û partiyên me yên siyasi nexweþ jî be, divê mirov bi hiþyarî û bê ku alî bigre þirove kirina rewþa wan sê perçeyê mayî bike, ji bo ku rê li vê tekçûnê bigre.Wek korê beq girtî me teva bi Kurdistana Baþûr girtiye û hêviya xwe daye serxwebûna wî beþî.
Hêviya ku îro di destê me kurdan teva de mayî eve, lê bi vê pêþveçûnê û bi vê sistiyê xuyaya ku ji ¾ yekê cografya Kurdistan wê bidev dewletên dagirker ve here û perçeyek biçûk ji vê xaka pak, ew jî heger biser keve azad bibe.
Li wê deverê jî çi garantî îro tunin ku wê îngilîz û Emrîkî pîþgiriya kurdên baþûr bikin, di þereki nû yê di navbera hêzên Saddamî û kurdan de û divê neyê jibîr kirin ku di rewþek wilo de wê her sê dewletên dagirker yên din jî bi tevayiya hêzên xwe piþgiriya hêzên saddamî bikin û ew hêviyên me yê ku heyî jî têk biçin!!!
Sernivîsamin qala partiyên demokrat dike û divê ez vegerim ser wê pirsgirêkê. Wek ku tê zanîn li her çar perceyên Kurdistanê partiyên demokrat berî her core partiyên din hatine damezrandin û ji 50 salî betir di Kurdistanê de çalak û henin.Perçeyê rohilat û yê baþûr bihêztir û bêhtir yekbûyî di binê navê PDK de xwe liser lingê xwe girtine û carekê li Mahabad (1945) û îro jî li Hewlêr xwe gihandine pileya bidewletbûn. Haveynê wan yekîtî ye û yekîtiya wan ew bihêz kirine heta ku ew gihane vê pêngava bilind. Helbet ev ji bo kurdan hemiyan serbilindî ye.
Dixwazim bêjim ku li perçeyê herî mezin û perçeyê biçûk yê ku dibin destê sûrî de ye jî, ev yekîtiya ha di nava PDK de qet biser neketiye û buye sebeba jarbûna vê hêza ha ya netewî.îro li her du perçan jî, perçe perçe û bêhêz partiyên bi navê PDK henin. Gelo çima?
Helbet bi damezrandina dewleta ”sovyet” re êþa komunîzmê wek li welatên din yên Cîhanê jî, li van perçeyên Kurdistan jî xwe daye xuya kirin.
Lê tiþtê ecêb ewe ku di dema xurtiya komunîzmê de PDK li ser lingê xwe maye lê di dema têkçûna komunîzmê de PDK jî dest bi perçebûnê kiriye.
Îro ev perçebûna ha gelê kurd li van perçeyan bêhêz dike û rê dide partiyên din yên wek PKK ku bixwe alîkarê dewletên dagirkerin û di ”têkçûn û asîmîlesyona” gelê kurd de ji dijminê gelê kurd bêhtir çalak û bi hêzin.
Bihêzbuna du perçeyan ji yên Kurdistanê helbet pêþketin û serbilindayî ye, lê divê neyê jibîr kirin ku dijmin bixwe bi yek çavî li teva meyze dike û di wî warî de her tim ji bo ku partiyên kurd têk herin û kurd nemênin, bihevre yekin û yekdengin.Gelo çima partiyên me li hember vê yekîtiya dijmin nikarin yekîtiyekê ji bo xwe pêkbênin?
Dema perçeyên mezin ji cografya Kurdistan asîmîle û pûç bibe, wê çawa perçeyekî biçûk bi serê xwe bikaribe dinava van dijminan de bijî.Pirs û pirsgirêk gelekin.Lê çima em berbihev naçin û bikêmanî di nava partiyên ku navê wan PDK ye de hevdengiyekê, yekîtiyekê peyde nakin?
Hinek dilmanên ku peyde bune bi giþtî tên helkirin û ne nakokiyên mezinin. Bi kêmasî tu þerê çekdarî di navbera van kom û komikan de çênebuye, piraniya wan bihevre danustandinê jî dikin lê lihevnakin.Gelo çima nayên cem hev?
Bi a min dive insiyatîvek ji aliyekî ve were ji bo ku bi kêmayî her du perçeyên PDK a perçê mezin bibin yek û du yan sê ji perçekomikên li Suriyê jî bibin yek.
Di demên ku PDK ya baþûr diþer û têkoþîne de bu, piraniya kurdên din yên beþên din bi hemî hêz û hebûnên xwe alîkarê wan bun. Îro hebûn û hêz li aliyê wan e û divê ew rê liber vê perçebûnê bigrin bibin alîkar.
Ev însiyatîva ha bi a min divê ji aliyê PDK a baþûr û serokatiya wê ve were. Îro ew bihêz û xwedî dezgehin,destê wan dighê gelek deran û navbera wan û van perçeyan jî geleki xweþe. Ev bihêz bûna van perçeyên Kurdistan ji Baþûrê Kurdistan re jî dibe hêz. Heger bihevre bin wê bighin armanca xwe, an na wê tev bibin pariyê piçûk ji bo ku dijminê Kurdistanê wan hêsantir daqurtênin.
Di vê dema ku pirsgirêka kurdistan buye pirseke navnetewî û hêzên Cîhanî li Kurdistanê bicî bune, yekîtî haveynê serxwebûna gelê kurd e. Divê alternatîva demokratan li hember PKK û dewletên dagirker bê xwiya kirin daku gelê kurd ji vê bêbahweriya îroyin xwe azad bike û ji maf û daxwazên xwe dûr nekeve.
Partiyên ku navê we PDK ye werin cem hev û yekîtiya xwe çêbikin, dem dema têgihiþtin û yekîtiyê ye!!!
Reshîd Battê
Hezîran 2001
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-03-25 (4736 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |