GAZIYEK JI CERGÊ ASYA ( Xelîl Duhokî )
Xelîl Duhokî
PÊŞGOTIN
Sedan sale çi ji layê sîyasî, komelayetî û aborî û çi ji layê roşenbîrî û edebî ve perdeka reş ji nezanîn û paşkeftinê li ser gelê me vedaye. Dîsan rûçik, rewişt û adetên kevin -yên kirêt û nejêhatî jî- mil bi mil di gel dijminên çînayetî û netewî, asteng kirîne di rêka pêşkeftingelê me de û nehêlayîne bi dirustî qonaxa bibirît û bigehîte lok û pileyên bilind di jîyar û şaristanîyetê de. Her çende piraniya cûrên edebî û roşenbîrîî nebûn û kehniyên wan di hişik bûn, lê kehniyên helbesta kurdî berdewam zayîne û bi helbestên xoragir û şoreşgerî têhnagelê me şikandî ne. Bi dehan stêrên geş, asmanê edebê kurdî ron kiriye, her ji Cizîrî û Nalî, Xanî û Hacî adirê Koyî û heta digihîte Goran û Cigerxwînî. Wan şairan bi pêyv û ristên helbestên xwe, senger û çeperên dijminan têk di şikandin û gelê xwe hişyar dikirin û nebûne lêbok û yarên gavê, ji bo koçk û dîwanên derebeg, axa, şêx û dijminan.
Her çende bizaveka berdewam ji layê edîbên kurd ve hatiye kirin, lê di van bîst salên dawiyê de, wan piraniya rengên edebî û roşenbîrî geşe kirîne û bi taybetî helbesta kurdî ya hevçerx, ku pêş ve çûye û qonaxên dijwar û sext birîne. Bi dehan dîwanên helbestan, çi li Kurdistanê û çi li derveyî welatî, ronahî dîtîne û belavbûyîne. Piraniya helbestan basî derdeserî, hejarî, qaremanî û xoragirtina gelî dikin. Kiryarên çepel û kirêt ên dijminan berçav dikin û li dij radiwestin. Peyv mîna gula sîngê neyarê sitemkar disimîn û dibirîn, çinku peyvên şoreşgerî di şerê rizgarîyê de, kar û roleke giring dilîzin. Bi vî rengî nivîskar û edîbên kurd, nemaze yên bispor, zana û şoreşgêr xizmeteka mezin peşkêşî gelê xwe û gişt mirovayetiyê dikin..
Piraniya helbestên vê dîwanê, berî nuha di pirtukekê de bi pîtên erebî, li Kurdistana Îraqê hatibûne çapkirin û belavkirin, lewra ne dûr e li hindek cihan guherîn peyda bibin. Lê min çendîn helbestên dî jî dayîne di gel. Mebest ew e ku hindek ji wana ronahî nedîtibûn û asteng û kospa, rêka belavkirina wan girtibûn, çinku li Kurdistana Îraqê, ew azadiya me diviya û xebateka germ ji bo dikir, bi dest nedikeft û hukûmeta faşîst, hov û kevneperest, berdewam hewil dida ku rê nedite edebê şoreşgêr û xoragir belav bibit û bikefte ber destên cemawerî. Dîsan piraniya kurdên Kurdistana Turkiye û Sûriyê nikarin bi pîtên erebî bixwînin û binivîsin, lewra wan nikarîne berhemên me bibînin û bisengînin. Her çende me zêde destkariya helbestan nekiriye, lê dîsa me bi pêdivî zaniye hindek guherînên biçûk di naverok û devoka helbestan de bikîn. Wek me gotî, jiber nebûna azadiya belavkirina helbestên niştîman perwerî û şoreşgeriyê, em pir caran neçar dibûn hêma (remza) bi kar bînîn, nav û nîşanên helbestan biguherînîn. Carna me şoreş dikire narîneka şeng û ciwan, carna jî me ji zar devê şoreşgerên cîhanê qise dikirin û namên pêşmergên qareman ji bo xoştivî, kes û karên wan dihinartin. Lê di gel hindê jî me berdewam asteng dişikandin û dengê xwe digehande xelkê xwe yê bindest û derbeder.
Me berdewam hewil daye ku, xwendevanan tuşî tengavî û girêya nekîn û helbestên xwe ji tem û mij û giraniyê dûr kîn, çinku helbesta pirgirê nikarît xwe bigehînîte cemawerî û neşêt karekê baş li ser bikit. Me hewil daye, di gel bizava edebî û roşenbîrî biçîn û carna jî pêş bikevîn, lê belê eger hat û kêmasî jî di zimanê me de hebin, sedem ew e ku dijminî ew qedexe kiriye û rê ne daye bajarvanî bigehîte me û ber bi pêş ve biçîn. Bawer bikin min û çendîn edîbên kurd, bi taybetî li Kurdistana Îraqê li devera Badînan, li çi xwendingeh û zanîngehên kurdî nexwandiye û nenivîsiye. Bi tenê me erebî û Ingilîzî xwendiye û sod ji serekaniyên wan wergirtiye. Lê bi xoragirtin û dilsojiya çendîn hêzên sîyasî yên kurdistanî , kurdên welatparêz û xemxorên welatî û peyva jêhatiya kurdî, şîyan zimanê kurdî ber bi pêş de bibin û bigehînin pileyên bilindtir..
Ez di sala 1951 an de, li bajêrê Duhokê li Kurdistana Îraqê dagîrkirî, hatîme dinê. Her ji zarokatiyê, evîndar û şeydayê çîrok, helbest, stiran û serhatiyên kurdî bûm, mêvanê piraniya rûniştin û şeverokên taxa me bûm. Evîna folklorê kurdî yê zêrîn û bihagiran, keftibû di nav xwîna min de. Her ji sala 1970 ê min dest bi vehandina helbesta kiriye. Ya yekê min di sala 1972 ê de, di rojnama Hawkarî de belavkiriye. Di sala 1973 ê de, bûme endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd. Min di piraniya kovar û rojnamên kurdî de helbest, çîrok, gotar û vekolînên edebî, çi li Kurdistanê û çi li derveyî welatî belavkirîne. Zulm, sitemkarî û sansora dijminî, ez neçar kirim ku di sala 1982 ê de, bigehime rêzên şoreşa kurdî..
Min pir pê xweş e ku vê qefta helbesta pêşkêşî xwendevanên hêja bikim, hêviya min ew e ku li cihê razîbûna wan bît..
XELÎL DUHOKÎ
1987/11/20 Eskilstuna-Swêd
**********************************
GER MIRIM DÊ SAVA MÎNÎT
B'das û bivr û xencera
Dest me hiland da ber sera
Welat evro zorbey kurda
Sîngê danay j'bo çepera.
Hilnegire qehr û kula,
Bes e me û jan û kesera.
Soz bît j'bo te pêk ve rabîn,
Sorgula geş kîn ji te ra.
Eger ez kewekê jar bim,
Pera li min biqusînin.
Çîçik û bilbil heval in
Dê di gel xwe min firînin.
Eger gula bê xudan bim,
Belga li min biwerînin.
Wekî buhara me d'êtin
Gul dê di gel xwe min çînin.
Eger desta l'min bişkênin,
Dê xebatê kim bi çava.
Çava li min kore bikin,
Dê dil mînit j'bo bizava.
Welat ger wextekê mirim,
Neqehre dê mînit sava.
Ger min gavek havêtibît,
Ew dê havêtin deh gava.
Dê ji helbesta neqşînim,
Kirasa j'bo hemû rîsa.
Dê helbesta kime xencer,
Pê dirînim zikên pîsa.
Dê kime pîş j'bo hêlîna,
Bilbil biçine ser lîsa.
Ta ku rojek bêt j'bo kurda,
Zû biqetînin werîsa.
Kawe binive û xema nexwe,
Welatperês me tijî ne.
Zîndanên tarî çinînin,
Ne j'bo xweşiyê me bes jîn e.
Kul û kovan her bimînin,
Mem mir me Kurdistan Zîn e.
Me di dil xedeng tijî bin
J'bo rojeka nû çinîne.
Sond dixwim ez bi te Nevroz,
Êdî qet nexwin çi dev beş.
Bila ava şêlî bikin
Kurdistan e her gula geş.
Bila jîna me tal bikin,
Dijmin dê derkevin rûreş.
Dê gorî welatê xwe bim,
Ez bi ceger û dil û laş.
1973
WELATÊ MIN
Welatê min
Ha j'xwe hebe
Ava bê pêl hêdî hêdî masiya dixwit,
Ew buhara gul bû di geş
Ew b'xwe dixwit!
Van dijmina îro divên
Sikra çêkin, coka bigirin
Me nebît av...
Tîra berdin me kore ken
Da ji me ra nemînin çav..
Goristana me xemlandî
J'bo şehîda wê bisojin..
Xort û mêr û tev egîda
Bi xafletî ew bikujin..
Kewê li ser gira diqebît wî bigirin,
Ezmanî lê ew bibirin..
Por û çîçka bêxne dava
Derên rika lê bigirin..
Welatê min
Kavlek im ez bê derge me
Da rêvînga bihewînim.
Ez nemînim
J'bo feqîr û tev hejara
Ez çi bînim..
Lê welato min divêtin
Rondikên dayka kom bikim
J'bo têhniya..
Goştê laşî jê ve bikim
Danim têşta tev birsiya..
Nobedarên dol û çiya..
Welatê min
Pirek im ez .
Min dest û pê şengiste ne
Dê her mînim..
Birîndara dê bûrînim..
Bibîne tu
Bibîne yê bi destekê
Di cengê da hate birîn..
Lê dê j'bo te xweş welato
Xwe gorî kîn û ragirîn..
Xwe gorî kîn û ragirîn..
1973
KELEKVANO!
Kelekvano!
Aveka bûş e pir pêl e.
Me nehêle.
Evî qîtê me komkirî, wî lê bike.
Derbaz bike.
Ji destên dijminê neyar.
Bê birîn û paş bê hewar.
Kelekvano!
Were bibîne zarokê day lê mirî.
Gorî kirî.
Vê bîjina mêr lê nemay,
Şehîd kirî.
Birîndarê birîn evro lê kulkirî.
Kê sax bikim!
Kê ji pencên van dirinda rizgar bikim!
Lê nêzîk e difna dijmina b'kim bêder,
Ji dil cencerê l'ser bikim..
Kelekvano!
Kavlekê hey li ber girî,
Bê derge ye, ew yê me ye.
Hindek zarok tê de dijîn,
Şepirze ne!
Hêj biçûk in, çi nezan in ew yên me ne!
Zûbe vî qîtî b'gehîne.
J' destên xwînmêja derîne.
Hêj nû mal în..
Kêm heval în..
L'cem dijmina em çi nînîn.
Ya ji wan ve, em qaçax în..
Yan rêkgir în..
Em karwana di şelînîn..
Yan zaroka di qelînîn..
Ne we nîne
Ne bi gorên tev şehîda, ne we nîne.
Belê me d'vêt em jî bijîn,
Wek mileta.
Bes bimînîn li bin desta.
Kelekvano!
Bistanên me hişik kirin..
Av jê birin.
Zarokên me ser jê kirin.
Ev sorgulên bi xwîna me hatîn çandin,
Jinavbirin.
D'ser hindê ra we dibêjin!
Lê ya me d'vêt rojek nwî ye.
Buhareka xemlandî ye.
Gulên weryay sera rakin.
Ev hejare kolkên heriftî ava kin.
Me ev divêt, lew dibêjin
Kurd qaçax in.. kurd rêkgir in..
Kurd karwana dişelînin..
Kurd zaroka diqelînin..
Kelekvano!
Hindî kulyên xore hebin
L'nav genimî dirinde bin
Dê carna em jî birsî bîn.
Xudan kelem û stirî bîn.
Welê bila ew her hebin
Her mişe bin
Ew bi tinê dê rûreş bin
Demê rojeka nû d'êtin.
Zû dihelêtin.
Dê her êtin.
Kelekvano!
Rabûre, bêje cîhanê
Bêje cîhanê rastiyê.
Kî ne hevalên aştiyê û tenahiyê?
Bêje çi ne?
Kurd çi tuxmin?
Rast qaçax in?
Rast rêkgir in?
Yan divên mafa wergirin..
Dê wergirin.. Dê wergirin..
1973
EZ Û HEVAL
Gewriya min.. Hinavên min..
D'hişk in delal
Ez yê li çoleka ker û lal
Her bê heval
Çi av têhna min naşkênin
Heta te çav d'rêka min de
Nebine kanîkek zelal.
şev û roj l'min her şev in
Tarî ye û ez kêm dibînim.
şahî û ewra l'min her tev in
Welê ez yê rêkên pirî,
Stirî û durik dişeqînim.
Dilezînim.
Da destên xwe
D'şenge bejna te werînim.
Têr bibînim.
Têr bibînim..
1973
KAXEZEKA BELAV NEKIRÎ YA GÎVARAY
Hey cana min
Gava bîra te d'êt bi min
Jan û kovanên xwe, ji dil bivehîne..
J'min re b'şîne..
Hey cana min..
Demê l'govend û daweta
Xwe d'xemlînin. d'vehejînin.
Cerg û dilê te d'helînin
Li vêre canê
Ez yê çeper û xendeka d'herifînim
Zikên xwînmêj û nokera yê d'dirînim.
Yê d'peqînim.
Da rojeka pir xweşî û nû j'te re bînim.
Demê l'seyran û buhara xwe d'leqînin
Zerî serkêşên dîlana.
J'bax û bîstana d'derînin.
L'serê hemû kopên çîya
L'serên rêya
Dê min bînî, demê gurza d'veweşînim
Enya xwînmêjên welatî
D'herişînim..d'perçiqînim..
Hey cana min
Kutirkek im şaperekê dê kim sîber
L'ser serê te.
Dilê xwe dê kime kanî l'ser rêka te.
Da jê vexwî gava diçî
Wan şînewarên pir birîn.
Demê Pepo l'ser digirîn
Hey cana min bawer bike
Gava desta dihelînim
Zend û baska dişidînim
Wek mîha l'ber devê gurgî
Pişta dijminî d'qirînim..
D'veçemînim
Hey cana min
Soz û peymana didem te
L'rojeka geş.
Wan çavên reş
D'kilî wer kim..
Wan birîna vekewînim ji dil der kim..
Ji dil der kim...
1974
GAZIYEK JI CERGÊ ASYA
Ho birayno
Rêvîng în em her bê çira!
Erê çira!
L'nîva şeva reş û tarî.
Heval û hogir me nînin,
Hilgirin harî me barî!
Ma dibîtin
Kutirkên me mişext bibin!
Hêlîna b'hêlin derbibin.
Werin evroke bibînin
Kelexên çîçik û pora,
L'çal û kora, evro rizîn.
Kevokên me, l'hemû nizara qirqiçîn.
Masî hatine daîran yan xendiqîn.
Lê birayno
Her çend kelek dar belav e
Rûbarek pir tor û dav e.
Lê me xebat û bizav e.
Çinkî gelo
Kewên me her yê diqebin..
Mahînên me hemî sihara dişihin..
Gulên me çandîn namirin,
Her digehin..
Bawer bikin, dê rojek êt,
Her çar qolaçên dilê me,
Geş bin. Vebin..
We diyar e tev dijmina ne li bîr e,
Yê ku evro şehîd dibît
Gorî axa pîroz dibît
B'serfirazî.. bi şanazî..
Gencekê dî
B'tifeng û rexta radibît
Çinkî birayno ew bêhna,
Paşerojeka geş û nû,
Dihilkêşît.. di hilkêşît..
1974
EVÎNA MEZIN
Di derya jan û kovana da şirînê,
Zivroka êş û birîna,
Ez vexwarim.
Lew hejar im.. Qet nikarim
Xwe berdem pêlên evînê
Nazenînê
Birîna min hêj kûrtir e,
Ji birîna Mem û Zînê
Hindî zaroka hewar bît
Qêre qêr bît j'ber nalînê.
Hindî sorgula tazî bît
Behî û şînî û her girî bît
Ji ber buhar û havînê.
Hindî rêka xort û mêra
J'mij û tozê dagirtî bît.
Keproka bê kes û jara heraftî bît.
Qet nikarim
Xwe berdem pêlên evînê.
Ay şirînê. evîna min,
J'evîna te kevintir e..
Mezintir e..
Bi hêztir e.. Gerimtir e..
1974
CEJNEKA DÎ YA BI TOZ Û KADÎ
Careka dî
Cejna me zivirîve canê
B'toz û kadî.
Kanê ya dî!?
Evca bes min
B'soje û girkê xema kom ke,
L'ser vî dilî!
Bes min b'kuje û bes tu xwînê,
L'çava bide l'şûna kilî!
Were, were, sotim helyam
Ha şemalka şenge jîna min vemirî.
Genmê li zevya jîna min,
Ma ne durî!
Buhara min ya d'kit girî!
Were, were, xweş ke jînê.
Da nekevîn derd û xemên,
Mem û Zînê.
Gêleşûka evê jînê.
Evê jinê..
1974
AGAHDARIYEK JI BO CIVATA GELÊN YEKGIRTÎ
"Piştî pezî serjêdikin,
Digurên û kevil dikin.
Lê evroke l'welatê min,
Berî mirovî bikujin,
D'zîndana de kevil dikin.." (1)
Erê gelî daxaskerên serbestiyê
Yên aştiyê û tenahiyê
We dîtiye?
We dîroka gelê me jî bihîstiye!
L'welatê min, ker û golika,
Gêre d'kirin.
Nûha d'zirin.
L'gelyê Zîlan (2) û Çarçira(3)
Hizaran xelk, bin ax kirin.
Hêşta d'nirin.
L'sorya (4) û Deka, (5)
Sotin.gulebaran kirin.
Zîndan d'pirin.
Lê xelkê me,
şenge doza xwe bernedan,
Xendek, çeper çolnekirin.
Pa dê werin!
Hûn l'çi digerin!
Xwîn ya pengî.
L'kîrê û kengî,
Zikê jina avis bi şert,
D'êt dirandin?! (6)
L'kîrê û kengî,
Mirov b'saxî d'êt veşartin?! (7)
L'kîrê û kengî,
L'şûna dîyaryên sersala,
Napalm û top,
J'bo zaroka d'ên hinartin?!
Lewra gelo
D'nav kelexên mirovan de..
D'nav daristanên sotî de..
D'nav xanîkên heraftî de..
L'azadiyê ez digerim.
Her ya fere pêş de herim.
Bi bawer im.
Rojeka nû wê j'me ra bêt.
Buharek û kanî bizêt.
L'serê gir û kupên çiya
L'serên rêya
Agirekê geş hilbikîn.
Kurdistanê bi xemlînîn, himbêz bikîn.
Nevrozekê ji dil bikîn.
Cejna hewe û xelkê jêrdest,
Pîroz bikîn.
Pîroz bikîn.
1974
' Destkariya vê helbestê hatiy kirin, hinde rûdanên din jî çûne di nav rêzên wê de.
1) Ji helbestvanê ereb EBDULWEHAB BEYATî hatîye wergirtin.
2) Li geliyê ZîLAN, hizaran xelkê bêdeselatê sedan gunda kom kirin û di vî gelî de bi destên cendirmên tirka hatine bombe barankirin û şehîd kirin, dibêjin: rûbarê di gelî de diçû pir xwîn bûbû.
3) ÇARÇIRA, di vê meydanê de, serokê Komara Muhabadê, QAZÎ MUHAMMED û hevalên wî bi destên rijêma Şahê çepelr hatine bidardakirin.
4) Sorya, gundek e dikevîte devera BADÎNAN li nêzîk bajêrê ZAXO. Li sala 1963 ê hukumeta faşîsta Îraqê, gişt xelkê gundî, ku ji feleh û musulmanên kurd pêk hatibû, hemû gule baran kirin.
5) DEKA, şikeftek e, dikevîte devera BADîNAN nêzîk bajêrê ŞÊXAN, gişt xelkê gundî ji ber top û firokên hukumeta hov revîbûn û çûbûne di şikeftê de. Lê kirêgirte û leşkerê holakoy agir berdane şikeftê û hemû tê de şewitandin.
6) Di sala 1963 ê de, jineka kurd kefte destên leşkerê Îraqê, ji ber ku jin aviz bû, lewre şertanê kirin da ku bizanin, ka jinê kur heye ya keç!! Hovane armanca xwe cê bi cê kirin.
7) Di sala 1963 ê de, li bajêrê SILÊMANIYê ji heştê mirovan pêtir girtin û bi saxî havêtine di çaleka kûr de û veşartin.
DOSTA BÊWEFA
Dosta minê, ho hevalê.
Hemî salê
Babelîsk û barovên te,
Gef dikirin.
Xem dihêlan,
Xweşî d'birin!
Hingê dostê,
Hêviyên min, hemî d'mirin.
Koz û nizarên laşê min,
Her ew in yên ku te sotîn
Dîsa l'kîrê te divêtin
Kar û berxên min biçerin!
Here. Here
Min nedizanî d'mejyê te de
Direw d'pirin.
D'gera xapandina tê de,
Heval d'mirin.
Mirov d'mirin..
1975
NARÎN J'BO EVÎNÊ D'KETE GIRÎ
Gelo narînê girîn e,
J'ber evînê.
Gelo bêjnê,
Yê ku j'bo evînê d'jîtin.
Caran b'xweşî. caran hey ho,
Dê b'azar û kovan bîtin.
Caran evîn,
Mîh û karên şivanî pê
Can bêrî viyay,
D'bete çerwanî l'nizara.
Caran d'havêtin ber devê,
Gurg û hara.
Caran sikra j'xwîna dila dipengînît.
Caran buharê l'ber dilê,
Şenge tolaza d'xemlînît.
Caran birîna kûr dikit û d'arînît.
Caran stiranên xweşîyê
J'bo evîndara d'lorînît.
Evca narîn, j'ber evînê,
D'key girînê!
Ne tu b'tinê b'jan û kul î!
Tu b'wî dilî, pişkek kul î.
Lê evro ez û yê evîna j'dil kirî.
Yê laş lê hati kelaştî û
Pirt pirt kirî.
Yê ku piştî,
Hizar rim û tîr vêketîn,
Hêj evînî j'bîr nekirî.
Nexêr, nexêr nakîn girî.
Evca tu jî.
Bêy girîn û bêy xwe b'kujî.
J'bo evîna giran bijî.
Narîn bijî û her bijî..
1975
IMPERYALIZM Û KAREKÊ NE JÊHATÎ
Ev ne xewn e.
Ne destanek gelek kevn e.
Lê rastî ye û min dihêrît
Lew min divêt êk vegêrît
Ay xelkîno
L'warekê bê kes û xudan
L'çolekî hişk bê av û nan
Min dida rê.
Ax ji wê rê!
Stirî û heja,
şerenîx bû d'gel hir û bay.
Qêrî û nalîna mirovan,
Hirêna ew'r û birîsya j'dil çik dikir.
Toza j'gevizîna birîndara radibî,
Çavên dûkêl û kadiyê kore dikir.
Lê xelkîno, l'ber wê hurê
Min jî da rê
Lê hêşta j'rê qonaxek may.
Acûc û macûcên nemay, xirbûne ve.
Min dest û pê kiribûn stûna pira kara,
Lê j'bin birin û şikandin.
Çavên di geş
Çirayên şevreşa jara,
Ay bi kêra qoqilandin.
Sîngê min jî,
Germe hêlîna sêwî û birîndara,
Bijikandin.
Pişta min j'nîvê qirandin.
Evca hindabûn û firîn.
Piştî nêçîra xwe kirîn.
Ez b'wî rengî
L'rex û çanên laşê min xwîn
Gerek pengî
Welê kengî!?
Kî heye j'bo tev hejarên,
Vê cîhanê, çîroka min j'dil vegêrît,
Hêy ne jengî.
Hêy ne jengî...
1975
DESTANA PALEYEKÊ KURD
Ho birao.
Sîng pîlao.
Weku niha, bîra min d'êt,
Dema tu hatiye karxanê,
B'zikê vala û zaro d'birsî.
L'te jî d'xurîn, here, here,
Kî dizanît tu çi kesî!?
Hingê kekê jar min zanî,
Tu jî mîna min bê kesî!
Tu çi d'xwazî, tu l'çi d'pirsî!
Erê ma te ne li bîr bû,
Deme volkana Bêkesî (1)
Peqî û digotî bê tirsî:
"Bîst û hewt sale min rêncberî tum,
Be nan û aw û cil û bergî xum.
Xizmetim kirdî le Îran û Rûm
Le pênawî tu şikawe estum..."
Lê birao. Sîng pîlao.
Weku niha bîra min d'êt
Gava te çav bûyne dû stêr.
Te deng bûye hurmênek û
Tû bûye şêr.
Rast te gotî:
Ez pale me.
Barê min tev cara xem e.
Mera min j'bo zile çavên tev dijminan,
Kêr û çeqok û kelem e.
Bizava min ya herdem e.
Her ya fer e xwe hişyar kîn.
Zilm û sitem karyê rakîn.
Lewra min d'vêt
Gurg û rîvya rateqînim.
şêr û pilingên meydana,
Vezivrînim gêrê dîsa.
Kew û kevok û mirîşka,
J'mişextbûnê vegerînim,
Carek dî hêlîn û lîsa.
J'tev kaniya,
Ramalim kirim û zêriya.
Gewriyên jar û têhniya
J'qirqiçînê, j'hişikbînê.
Av bidim carek dî dîsa.
Bipeqînim, bidirînim.
Genî zikên noker û xwînmêj û pîsa.
Lê birao
Sîng pîlao
Taca serê tev jarao
Min hind dît tu l'min berze bûy.
Lê ker nebûy.
Bê deng nebûy.
L'hemî layên asmanî dengê te veda,
Gelê bê deng û ker û lal,
Nekin zaro b'mînin birsî..
Ne çi jîn e ya ku dibûrît bitirsî..
Ne çi jîn e.. ne çi jîn e..
1975
(1) Helbestvanekî bi nav û deng ê Kurdistana Îraqê ye.
ŞIVAN
Ho şivano
Min li bîr e û min yê zanî
Kanê çewa, ho b'bê dengî!
B'devê gura,
Pez mir û xwîn l'dûr te pengî!
Lê ya fer e, careka dî,
Mîh û kara.
Xirkeye, zom û nizara.
Çinku dibên:
"Serbilindî ne her hinde,
mirov çi cara nekevît.
Belku hinde, demê d'kevît
careka dî
rabît û ji nû bibezît."
1975
KANÊ ŞOREŞA NÛ!
Rabe bira
Ala xebatê biçîne l'hemî dira!
şemalkên şoreşeka nû,
Ya me divêtin helke ve..
Bibe lehî,
Hemî sikra bipeqîne
Careka dî nivistiya hişyar ke ve..
Bêje kanê?
Leşkerê mîna birîsyê,
Yê fer e dîsa bête ve..
Bêje bo çi hûn d'bê deng in?
Werin gurga rateqînin.
Da bes xwîna kar û berxa,
L'welatê min bête rêtin!
Werin buharê b'xemlînin.
Da bes bêhna gula b'dizin,
J'evro pê ve bo me bêtin!
Nanê sêlê her yê me ye
Dîsa bo me bête pêtin!
Kanî bo me bête zêtin.
Rabe bira,
Ala xebatê biçîne l'hemî dira.
L'hemî dira..
1976
YA TU DI XWAZÎ
Hey ho canê ya tu dixwazî..
Min jî gelek l'dwîf d'kir gazî..
Lê ew hêvî,
Kevn e ya par û pêrar e.
Tu bi zane j'î sal pê ve,
Evîna şenge welatî
L'ber derazînka dilê min nobedar e.
Ji serekanya mejyê min
Heta dawiyê bi kare.
J'dil bijar e.. j'dil bijar e..
1976
EV ÇI SAL E?
Gelo gelo, ev çi sal e!
Ev çi tazî û nale nal e!
Erê hemî çira û fener
J'bo çi ne ew
Ger şeva me j'dil ron nekin!
Erê hemî şêr û pilingên meydana
J'bo çi ne ew
Ger rêka me
J'dehbe û dirindên zaroxwar
Pakij nekin!
Erê hemî ev xort û genc
J'bo çine ew
Ger hêviya me
Nêzîk nekin!
Me nevên gul di weryay bin.
Me nevên mêr
Di tirsay û paşvemay bin.
Me nevên şêr,
Gêj û şepirze û damay bin.
Me nevên çi bi vî rengî..
Bi bê dengî..
Me divên mêr, me divên şêr.
Ku tev bi hev
Di rêka rojeka nû de,
Xwe gorî kin.
Xwe gorî kin...
1976
NE BÊJIN ME ÇI JÊ YE!
Bajarê min b'toz û mij e.
Çîroka min,
Mîna destana stêra kerwankuj e.
Kî ne evro b'kine gazî,
Ho dijmino,
Bes kal û zaroka b'kuje!!
L'ser kelexa
Bes bikene û bes b'girnije!!
Ay xelkîno!
Pisyar bikin!
Kanya xweşya bo l'me nazêt?
Buhara deyka kulîlka çira naêt?
Gencê j'bo rojeka ûsan evro gehî,
Bo çî xwe gorî nakit û lawka nabêt?
Ay kurdîno, xwe hişyar kin!
Çi çilxane ye hûn tê de?!
Erê ma kes nema d'rê da?..
Bes vegerin û bes bêjin,
Me çi jê ye!!
Yê l'ber pêlên derya ho har,
L'lavelavê şenge hêvî,
D'gel kenarê tenahyê ye.
Birsî çav l'nanê sêlê ye.
Zaroy çav l'şîrê daykê ye.
Bes vegerin û bes bêjin
Me çi jê ye!!
Xebat ne bes carekê ye.
Kerwan ne bes
Kerwanî yê her şevê ye.
Me jivanek d'gel rojê ye.
Ç av me lê ye..
Çav me lê ye..
1976
-----------------------------------------------
PÊRIST
1- Pêşgotin.........................................................5
2- Ger mirim dê sava mînît....................................11
3- Welatê min....................................................14
4- Kelekvano......................................................17
5- Ez û heval......................................................21
6- Kaxezeka belav nekirî ya GÎVARAY...............23
7- Gazîyek ji cergê ASYA....................................26
8- Evîna mezin..................................................29
9- Cejneka dî ya bi toz û kadî...............................31
10-Agahdarîyek ji bo Civata gelên Yekgirtî...........33
11-Dosta bê wefa..............................................37
12-Narîn ji bo evînê dikete girî.............................39
13-Imperyalîzm û karekê ne jêhatî.........................41
14-Destana paleyekê kurd....................................44
15-Şivan............................................................47
16-Kanê soreşa nû................................................48
17-Ya tu dixwazî...................................................50
18-Ev çi sal e!.....................................................51
19-Ne bêjin me çi jê ye?.......................................53
Spas ji bo Hevalên "Hêvîya Gel" ku ev dîwan e li datayê kirine û ji
bo heval N. Kirîv ku pergela rûpela amade kiriye.
Xelîl Duhokî
.............
Erê gelî daxwazkerên serbestîyê..
Yên aştîyê û tenahîyê
Hûn l'çi d'gerin!
Pa dê werin!
Xwîn ya pengî..
L'kîrê û kengî
Zikê jina avis bi şert
d'êt dirandin!
L'kîrê û kengî
Mirov b'saxî d'êt veşartin!
L'kîrê û kengî
L'şûna dîyaryên sersala,
Napalm û top
J'bo zaroka d'ên hinartin!...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2004-03-21 (6649 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |