ÞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN (1914-1918) PEYMANA SEWRÊ YA AÞTIYÊ
1911-1913 piþtî þerên Balkanê, dewletên Ewrûpayê di navbera xwe de bûne du beþ. Dewletên bi ku hêz Îngilîstan, Frensa, Rûsya û Îtalya di beþê hevpeyman (Itilaf). Dewletên Elmanya, Awusturya û Macaristan jî di beþê hevkariyê (Ittifak) de cih girtibûn. Di temûza 1914an de ew þerê ku di navbera Împeratoriya Awusturya-Macaristan û Sirbistanê de dest pê kir, bu sebeba dest pê kirna ew dewlete Ewrûpayê ku di navxwada bubuna dubeþ. Di destpeka vî þerîde, Împeratoriya Osmanî bêalîtiya xwe diyar kir û beþdarê þer nebû. Ji ber vê yekê di Tebaxa 1914an de ew þer bû þerê Dewletên Ewrûpayê.
Lê Hikûmeta Osmanî ket xamgînekê ku pistî þerê Balkanê, dewletên Ewrûpayê wê xwe bigehînin xwezaya Rojhilata Navîn û kaniyên petrolê ji têxin binê çavdêriya xwe, herweha dê bi hêsanî jî karibin xwe bigehînin Rojhilata Deryaya sipî û Rojhilata dûr. Ji vê zêdetir, perçekirina împeratoriyê jî wê zûtir bê cih.
Wek nimune: Di Rohilata navîn de piþtî ku mafê hindikayîyên gele Fileh têxin garantiyê, wê mafê azadiya neteweyên Ereb, Kurd, Ermenî û Rûm jî bi avakirina wek Dewletên Manda bikevê rojevê. Ji bo gele Areb ev daxwaz hata cih. Xasma jî avakirina Dewleta Kurdistana Azad, dê we wendakirina beþeke mezin ji axa Împeratoriyê çêbibûna. Ji ber wê yekê, dê qaqilê Împeratoriyê we biþikesta. Herweha ew Kurdistan ku pirek girîng bû di navbera Împeretoriyê û Erebistan, Qafkasan, Rojhilata Dûr de jî wenda dibû û xeyala Împeratoriya Tûranî ji di ketibûna avê. Ev awayên ha, deshelatiya Îtîhad û Tereqî ya Osmanî di vediciniqand.
Deshelatiya Îtîhad û Tereqî ya Împeratoriya Osmanî, bi hebûna van fereziyan, man û nemana bêterefiya þer ji nû ve di ber çavan re bihurand. Elmanya jî dema ku nêzîkayî da ”Împeratoriya Osmanî, Împeratoriyê sûd wergirt û eger wek alîgirê Elmanyayê dabeþê þer bibûna, we hesabê Dewletên hevpeyman li ser Rojhilata Navîn ku dê bihata berterefkirin û ew deverên ku ji ber þerên Balkanê wenda kiribûn, dê þûnde bistenda. Eger serkeftina Rûsyayê jî çênebûna, wê di ser Qefqasan re yan ji Îranê re derbasê Navenda Asyayê bibûna. Ha bi wê xewnerojkê, dê Împeratoriya Turan (Tirk) a Mezin damezirandibûna.”1
Ji aliyê din, bi ve deme ku Dunyaya Filehtiyê (Ewrûpayê) hate çeliqandin û di Rojavada alîkariya Elmanya, li Balkanan jî ya Avusturya-Macaristan wergirt, li rêgeha ji Balkanan haya bi Rojhilata Navîn, ji Rojhilata Navîn haya bi Qafqasyayê ku dirêj dibe Rûm, Kurd, Ermen û gelên Fileh ên din, berî ku bibin xwediyê avahiyeke nijadî û rêxistinî li bakûrê Kurdistanê polîtîkaya dabeþkirinê û îdarekirinê bi kar anîn. Ji bo ku xeyala paqijkirin û asîmîlasyona eqeliyetan pêk were.
Çewa ku wisa jî çêbû. Pêþî bi bîr û baweriyên misilmantiya gelê kurd îstîsmar kirin û kirin havalên xwe. Mixabin bi rîya misilmantî û Flahtî ji gele Kurd û gele Fillah kirin neyare hev. Piþtre hewl dane ser qetlîama Ermenî û eqeliyetên gele Fileh ên din. Ev qetlîam bi destên Hikumeta Dewleta Osmanî di 24ê Nîsana 1915an de hate destpêkirin. Di vî þerî de ji, gele Kurd û gelê Fileh bi hev dane kuþtin.
Talat Paþa yê ku di desthelatiya partîya Itîhad û Teraqîyê de navekî xurt bû, Ji ber vê hindê, þerê Ewrûpayê jî wek fersend dît û bi nihênî bi Elmanyayê re têkilî danî û li ser þertên ku Împaratoriya Osmanî têkeve þer li hev kirin. Keþtiyên cengî yên Dewleta Osmani di 28-29/10/1914an de derketin Deryaya Reþ û benderên Rusyayê bombebaran kirin. Herweha Osmanî di 1914an de bi Dewletên Hevkarre, þerê Dewletên Hevpeyman kir. Dewletên Hevpeyman jî eniya Rusya, Filistîn û Îraqê êrîþ birin ser Osmaniyan. þerê Ewrûpayê wisa bû þerê Cîhanê yê yekemîn.
KURDISTAN DI ÞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN DE
Tê fehmkirin ku Neteweyê Kurd, di dema þerê yekemîn de, wek rêxistinî ne di haziriya þer de bû. Ji ber hindê gele Kurd berxuwdana rizgariya neteweyî ya Kurdistanê bê rijandina xwîn dabû berxwe, bi riyên dîplomasî bi kar benin.
Lê Neteweyê Kurd, ji delva ku bi desthelatiya hikûmeta Îtîhad û Teraqiyê ya Stenbolê û Enqerê re þer bike, lê mixabin ji derveyê daxwaza xwe, to danî ser nanê Osmaniyan û ew bêgav hiþtin ku bi dewletên ku jê re dost bûn wek Îngiltere, Fransa, Rûsya û xelkên eqeliyetê di navaxwade weke Ermen û Filehên din re þer kir. Di þerê Cîhanê Yê Yekemîn de, hikûmetê Îtîhad û Teraqî bubuna xwadi bawerîyêkê ku konjuktûra paqijkirina eqeliyetan bestiye û ji ber hindê jî li xwezaya Kurdistanê projeya qetlîam û köçberîya gele Kurd û gelên Fileh daxistiye jiyanê.
KONFERENSA AÞTIYÊ YA PARÎSÊ
Dewletên hevkar ku Împeretiriya Osmanî jî di navê de bû, gava di þerê Yekemîn ê Cîhanê de bindest bûn, di 30. 10. 1918an de bi Peymana Agirbirîna Mondrosê giha dawiyê. Lê nûnerên dewletên hevpeyman di 19ê Nîsana 1920î de li Îtalya, bajarê San Remoyê civiyan û esasên aþtiya hertimî peyitandin. Di navbera herdu aliyan de, ji bo peyitandina dîtinên bingehîn ên aþtiyê, li Parîsê ji bo konferensa Aþtiyê civiyan. Delegasyona Kurdistanê jî bi serokatiya siyasetmedarê Kurd, General þerîf Paþa beþdar bû. General Þerîf Paþa nivîseke bi sernavê Daxwazên Gelê Kurd di 22yê Adara 1919an de pêþkêþê Konferensê kir.
Tê de sînorên Kurdistanê weha kifþ kiribû:
"...Ez dixwazim rewatiyên Neteweyê Kurd, li pêþberî Konferensê zelal bibêjim. Ji etnografî ve sînorên Kurdistana Osmanîyê ji aliyê bakûr ve ji Zivendeya Qefqasan dest pê dike, ber bi rojavayî ve heta Erzerom, Erzingan, Kemah, Erebkêr, Erbîl, Kerkûk, Silêmanî, Ekelman û Sine ye. Ji aliyê Rojhilatê ve jî Rewendiz, Baþqele, Wezîrqele û ji sînorê Îranê yê nû heta Çiyayê Agirî didomîne.
Kurdan li vê herêmê ji tarîxa pir kevn, bi gelek navên cuda û ji berî sedsala 13an ve jî, bi navê Kurd bingera xwe vegirtine. Heta dema Siltan Selîm ku ew bi daxwaziya xwe pê ve hatine girêdan, ji 46 Mîriyên Serbixwe hatine holê. Weke Diyarbekir, Dinwer, Sary Sul, Ler, Ardial, Hekarî, Emadiye, Kurkel, Finik, Hesenkêf, Cemsgozek, Mirdas, Egil, Sasûr, Hezan, Kilîs, fiêrwan, Derzin, Xak, Terkel, Seyd, Silêmanî, þehran, Tekûl, Qele, Dawid, Pelinkan, Bedlîs, Xerzan, Botan û hwd. di binê desthelatdariya begantiyan de bûne..."2
Lê belê di pêveka nivîsa wê serlêdanê de, di nexþeya Kurdistanê de, kêmasî di peyîtandina sînorên Kurdistanê de hebû û xeberdan belav bûye ku beþeke mezin ji axa bakûrê Kurdistanê dane Ermeniyan. Li ser wê yekê, nerihetiyeke mezin di nava rêxistinên Kurd ên netewî de dest pê kiriye. Îcar ji bo rastikira wê þaþiyê, Seyîd Ebdulqadir ku wê demê serokê senatoya Osmanî bû, bi xeysetê Serokê Navenda Konseya Kurd digel nexseyeke nû ya Kurdistanê, bi nivîsekê serî da Komsêrtiya Frensa ya Bala ku li Stenbolê bû da bisîne Konferensa aþtiyê. Bi kurtî nivîsa wê serlêdanê eve:
"Di 22yê Adara 1919an de ew nexþeya ku ji aliyê General Þerîf Pasa ve hatiye hinartin, di sînorên bakûr de hin cudatî têne dîtin. Ew herêmên ku akinciyên wan %70 Kurd in, li derveyê nexþeya ku Þerîf Paþa destnîþan kiriye mane. Wisa tê zanîn ku ew têr nehatiye agahdarkirin... Wek encam divê ku General tevahiya sînorên bakûr, digel rêderketineke li deryaya Sipî biparêze. Lewra ji bo berfirehtiya aboriya vî welatî pêdivî ye."3
Li virê peyîtandina sînorên Kurdistanê yên kêm, bi daxwaza sererastkirina sînorên Kurdistanê, ji aliyê dewletên biserketî ve, hate xwestin ku ew çend bajarên bakûrê Kurdistanê dê ji Ermenistanê re hatibûna hiþtin, ji axa Kurdistanê ne. Wekî din jî bala kýþandin ser sînorên Kurdistanê jî ku dê bigîje Deryaya Sipî. Ew, peyîtandineke rastîn bûye.
Ji aliyê din ve jî gotineke weha belav bûbû ku Kurdistanê wek du herêmên otonom ên serbixwe, bi navê bakûr û baþûr dê bêne dabeþkirin. Lê belê Seyid Ebdulqadir daxwaz kiriye ku xelkê Kurd li pêsberî vê yekê ye û Kurdistaneke Yekgirtî û Serbixwe dixwaze û daxwazeke bi nivîs þiyandiye Konferensa Parîsê ya Astiyê. Nivîsa wê serlêdanê ev e:
JI SEROKATIYA KONSEYA BALA YA LI PARÎSÊ RE
Birêz, Serok!
”Ew gotina ku Kurdistanê kirine du beþ wek bakûr û baþûr ranaweste. Em bala we ekselansan dikiþînin ku Kurdistaneke dabeþkirî, rewþa Rojhilata Nêz hêzdar nake. Kurdên ku ne di binê desthelatiya Hikûmeta Îtîhad û Teraqiyê de bûn, bikaranîna çek li pêþberî hêzên hevpeyman bi þûn ve dane. Ew herêmên ku Osmanî desthelatiya xwe lê nikaribûn vegirin, Kurdan gelê Ermen parastin. Niha em ji wekhevîtiya Konferensê hêvî dikin ku Kurdistaneke yekgirtî binase. Bi rastî jî dabeþkirina wan sînorên ku me bi þeref pêþkêþê Konferensê kiriye, di navê de bi cudakirina formên etnîkî û dana mandeya hêzine din, ber bi tarîtiyeke bênasînve diçe.”4
Konstatinop / 2. 10. 1919
Senator Seyid EBDULQADIR
Serokê Konseya Navendî yê Liga Kurd"
PEYMANA AÞTIYA SEWRÊ
Di 26ê Nîsana 1920î de gava hevdîtina Konferensa Astiyê ya Parîsê bi dawî hat, Dewltên Hevgirtî ji Împeretoriya Osmani xwestin ku nûnerekî bisîne Parîsê. Bingehên Peymanê dane wî nûnerî û xwestin ku bersiv di nava deh rojan de bê dayîn.
Împeretoriya Osmanî, ew Peymana Aþtiyê ya Sewrê ku ji aliyê dewletên Hevpeyman ve hatibû amadekirin, xist nîqaþê û ji aliyê Komîteya herî bilind ya Împeretoriyê ve ku Þûraya Siltantiyê bû, bi serokatiya Padîþah di 22yê Temûza 1920î de li serayê civiya. þûraya Siltantiyê, ji xuyanîyên welêt hatibû avakirin. Civînê biryara îmzekirina Peymana Aþtiyê ya Sewrê da. Bersiva ku ji Dewletên Hevpeyman re hinartin, ev bû: ”Desthelatiya Osmanî xwe ji wan deverên ku ne Tirk in vedikiþê.”5
Peymana Aþtiyê ya Sewrê bi biryara þûraya Siltantiyê ya Osmanî, ji aliyê heyeta Serokwezîr Damat Ferîd Paþa ve di 10ê Tebaxa 1920î de, hatiye îmzekirin.
Dema ku li Peymana Aþtiyê ya Sewrê tê nihêrtin, dixuyê ku di pêvajoya þerê Cîhanê yê Yekemîn de, ji bo ku di deme pêþde Împeretoriya Osmanî bête perçekirin, dabeþ kirin û îdarekirin bi nihênî di navbera Îngilîstanê, Frensa û Rûsyayê de û di dema þerde Îtalya jî ku kete navê, peymana Sykes Picot di 1916an de hatîye pejirandin. Lewra xalê Peymana Aþtiyê ya Sewrê û peymana Sykes Picot hev digrin.
Lê belê piþtî þoreþa Oktobirê ya 1917an, hikûmeta Yekîtiya Sovyetan, biryara vekiþandina xwe ji þer da û bi Dewletên Hevkarre peyman îmze kir û ji imtiyazên xwe yên taybetî vekiþiyaye. Ji ber hindê li ser wan herêmên ku dê ji Rûsyayê re mabûna, dest bi lihevrastkirineke nû hate kirin. Bi wateyeke giþtî, hate xwestin ku Yekîtiya Sovyetan razî bibe. Li gorî Peymana Sykes Picotê, perçekirin û dabeþ kirina herêmên ku di bin desthelatiya Osmanî de bûn, weha hatiya pejirandin.
”Ingilîstan, li Rojhilata Navîn, beþeke mezin ji Îraq û Urduna îro digirt binê desthelatiya xwe û riya Hindistanê û herêmên petrolê dixist binê êmnatiyê.
Frensa, dê ji kendava Îskenderûnê dest pê bikira, Lubnana îro û tevahiya Sûriyê, herêmên weke Çukurova, baþûrê rojhilata Anatoliyayê heta ku bigiha Navenda Anatoliyayê bigirta.
Îtalyayê, herêma Egeyê û herêma Deryaya Sipî digirt.
Herêma Mermere û Tengav, diketin binê desthelatiya Dewletên Hevkar.
Rojhilata Anatoliyaya (Xwezaya bakûrê Kurdistanê ku ’herêma Rojhilat û baþûrê rojhilata îro a Tirkiyê') dibû Xwedmuxtar. (Kurdistana Xwedmuxtar) Li beþik herêma Rojhilata îro a Tirki jî Ermenistan ava dibû.
Herêmên ku ji ber van dabeþkirinan mabûna jî, dê gihabûna împeretoriya Osmanî.”6
DI PEYMANA AÞTIYÊ YA SEWRÊ DÊ, EW XALÊN KU BINGEHÊ DEWLETA KURDISTAN’A AZAT 62, 63 û 64 in.
"Xal: 62 – Hikûmeta Ingilistanê, ya Frensa û ya Îtalyayê, her yekê wê endamekî kifþ bike û komisyoneke sêkesî ku navenda wê dê li Stenbolê be damezirînin. Berpirsyariya wê komisyonê, piþtî îmzekirina wê peymanê, di nava þeþ mehan de, sînorên baþûrê Ermenîstana ku li rojhilata Firatî ye di pêþ de bê kifþkirin, herweha sînorên Osmanî yên bakûrê Sûriyê û li Mezopotamyayê piraniya herêmên ku aleciyên wan Kurd in, li gor xala 27/II ya Peymanê, li gorî radeya 2 û 3, wê ji wan re plana otonomiya navendî bê hazirkirin. Eger li pêþberî gelþekê yekdengîya komisyonê çênebe, wê endamên komisyonê rewþê bigehînin hikûmetên xwe.
Ev pîlana ku hate gotin, hemû kesên di van herêman de weke Suryanî, Kildanî û wekî din mafê etnîkên din û yê civatên olî, dê bikevin binê parastinê. Ha bi vê amacê, wê komisyonek ji Ingilîz, Fransiz, Îtalî, Faris û Kurdan bê damezirandin ku di cih de lêkolîn bike, eger çi sînorên Osmanî be yan sînorên Îranê be ku guhartinek pêdivî bibe, li gorî naveroka peymanê dê bête kirin.
"Xal: 63 – Hikûmeta Osmanî, ji vê demê û bi þûnde, dê weke van herdu komisyonên ku li gor xala 62an hatine damezirandin bike û di nava sê mehan de jî wê biryara wan bîne cih."
"Xal: 64 – Eger tiþtê ku komisyon bipeyitîne û jê bi pêþ ve di nava salekê de, di nêv çarçova xala 62yan de, xelkê Kurd bivê ku ji dewleta Osmanî biqete û serxwebûn bixwaze, eger muraceetê Yekîtiya Neteweyên Hevgirtî bike, û eger Yekîtiya Neteweyên Hevgirtî jî bawer bike ku daxwaza serxwebûnê dê bête ragirtin û eger tewsiye bike, dewleta Osmanî jî eynî vê yekê dê bipejirîne û ji hemû nasnav û mafên xwe yên li wan herêman jî þûnde vedikiþe, li wê gorê jî dê xwe ragire û erênî bike.
Xalên cudatiyên vê vekiþandinê, wê bi peymanbesteke taybetî ya di navbera Dewleta Osmanî û dewletên Hevkar de bête girêdan. Piþtî temambûna vekiþandinê û piþtî ku dewleta Kurdistanê jî hate avakirin, eger ev dewleta Kurd û Kurdên parêzgeha Mûsilê bi daxwazên xwe ku yekbûnê xwestin, Dewletên Hevkar li dij dernakeve."(7)
Aþtiya Agirbesta MONDROSÊ ku þerê Cihanê yê Yekemîn gihand dawiyê, bi Peymana Aþtiyê ya SEWRÊ di 16ê Tebaxa 1920î de ketiye derbasbûnê.
Di dema Þerê Cihanê yê Yekemîn de, serokên dewletên ku di þer de serkeftî bûbûn, her yek deklerasyonekê belav kir ku neteweyên ku welatên wan kolonî ne, wê azad bibin.
Þerê Cîhanê yê Yekemîn, li gorî van prensîb û dîtinên li jêr, bi Peymana Sewrê ya Asîtîyê gihaye dawiyê. Wek mînak:
*Serekkomarê Yekîtyîa Emerika, deklerasyonekê di 08. 01. 1918an de bi navê "Prensîbên Wilson" belav kir û got ku: ”Mafê her miletî heye ku daxwaza mafê xwe yê netewî bike û pêdivî ye jî ku ew maf bê naskirin.”
*Serokê dewleta Frensa, Kilimanson jî deklerasyonekê belav kir ku: "Dewleta Osmanî, ji xeynî Tirkan nikare miletekî din îdare bike."
*Yekîtiya Sovyetan (SSCB) jî piþtî þoreþa Oktobirê 1917, diyar kir ku: "Her Netewe wê bi xwe dahatuya xwe bi azadî kifþ dike (Self-determination)."
*Ev dîtina (Self-determination) ku her netewe mafê xwe heye ku ew bi xwe dahatîna xwe bi azadî di pejirenê, dîtina bingehîn a zagona Saziya Yetîkiya Neteweyên Yekgirtî ye.
Peymana Sewrê ya Astîyê, erê, hemû herêmên Kurdistanê nagire nava xwe, lê bingeha Dewleta Kurdistana serbixwe di pejirene, ku hata îro jî ev peyman di rojava navnetewî de di derbasbûnêde ye! Lê Komara Tirkiyê, hêza xwe ya leþkerî bi kar aniye û bich anînê peymane bi þûnve xistiye. Li gorî vê yekê divê ku Peymana Sewrê ya Aþtiyê li gorî rastiya xwezaya Kurdistanê têkeve rojevê û têkeve nava hedefên rêxistinên Kurdistanê yên netewî.
Konferensa Lozanê ya Aþtiyê, ne ji bo Kurdistanê hatibû civandin. Ew konferens, pistî peymana GÜMRÜ’yê û MUDANYA’yê, ji bo rawestina þerê di navbera Hikûmeta Enqerê, Ermenistan û Yûnanîstanê de çêbûye.
Her netwe mafê xwa heye ku ew bi xwe dahatîya xwa bi azadî di pejirenê (Self – determination) ew ditin despek û bingehîna netewiya gele Kürt jî ya. Weke ku te zanîn di Konferansa Lozanê ya Aþitiyê de gele kurd beþdar nebuye û daxwaz anji nerinexwa bi azadi peskes nekirîya û jejî nehatiye pirsin. Lewra, ’Konferensa Lozanê ya Aþtiyê û Sînorên ’Mîsaki Milli’ ku Tirk bi nav kiriye û di parezê, ji bo Neteweyê Kurd, ne têgihandinekê û ne jî nirxandinekê derdixe holê. Ji aliyê Kurdistanê ve jî tiþtekî nabestîne. Ji ber hindê Konferensa Lozanê ya Aþtiyê û Misaki Milli, divê ku ji aliyê rêxistinên Netewî yên Kurdistanê ve bê virde-wirde bê REDKIRIN.
Ez dibêjim pêdivî ye ku di serê peþî de Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK-T) û hemû rêxistinên netewî yên Kurdistanê, li van dîtin û prensîbên ku li jorê hatine gotin biþopînin.
10. 01. 2001
NEZÎR SEMMIKANLI
E – Mail : nezirsemmikanli @ yahoo.se
------------------------------------------------------------------
TÊBINÎ: Di dema Þerê Cîhanê yê Yekemîn de, ew rûdanên li Kurdistanê û polîtîkaya paqijkirina etnîkî, digel Konferensa Lozanê ya Aþtiyê wekî din peþerojê de bena nivîsandin.
1- Prof. Dr. Ahmet Mumcu: Atatürk Ýlkeleri ve Ýnkilap Tarihi-1, Atatürk Üniversitesi Açýk Öðretmen Fakültesi Yayýnlarý, Ankara, 1986.
2- Hasan Yýldýz: Fransýz belgeleriyle SEVR-LOZAN-MUSUL üçgeninde KURDISTAN, Köln, 1990
3- Hasan Yýldiz: Fransiz belgeleriyle SEVR-LOZAN-MUSUL üçgeninde KURDISTAN, Köln, 1990
4- Hasan Yýldýz: Fransiz belgeleriyle SEVR-LOZAN-MUSUL üçgeninde KURDISTAN, Köln, 1990
5- Prof. Dr. Ahmet Mumcu: Atatürk Ýlkeleri ve Ýnkilap Tarihi-1, Atatürk Üniversitesi Açýk Öðretmen Fakultesi Yayinlari, Ankara, 1986.
6- Prof. Dr. Ahmet Mumcu: Atatürk Ýlkeleri ve Ýnkilap Tarihi -1, Atatürk Üniversitesi Açýk Öðretmen Fakültesi Yayýnlarý, Ankara, 1986.
7-Garo Sasuni: Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt Ýliþkileri, Beyrut, 1969
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-03-09 (9438 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |