Dilok û Kilam
Dîlok :
___________
Ez li vî alî tu li wî alî
Dîlberam êdî menalî
Xwedîyê sozê xwe me
Bîrana dilê min re tu delal î
*****************************
Min navê xwe kola ...
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez Þex Seîdê kal,
Bijîþk Fuad im
Pêþmergekî bê nav û nîþan
Û qevdek ji pancara welat im.
Ez duh þehîd bûm
Îro, nu hatim.
( R. BARNAS )
*****************************
Dîlok :
___________
Lawiko dîno çima çav nebar î
Min ji tera soz da mezin xwarî
Ya ji te ra ya ji axika sar re me
Dilê xwa ji min neke reþ û tarî
*****************************
Despêka Baharê
.........
Li welatê min niha despêka biharê ye
Dixulxilin çem û ro li berwara
Ji lêvên nevalan, þirav
Zirav... zirav
Diþirþirin.
( R. BARNAS )
*****************************
Dîlok :
___________
Temezîya serê te zer e
Dolê min bo te bi keder e
Tu qe li helê min napirsî
Hiþêm çu dil derbeder e
*****************************
Kur û Keç :
Bo kesê dildar firqî tune nav kur û keç
Her çend me'lûme firqî tune nav kûr û keç
Bo dilê þeyda firqî tune li her alî
Her alî be, vî alî kur, wî alî keç
......
( Edeb Ebdila )
*****************************
Dîlok :
___________
Porê reþî dirêj gulî gulî
Dvêjî ser vî milî wî milî
Ji evîna te çûm helakê
Hiþêm çû dilêm kemilî
*****************************
Çarîn
.......
Xala li dema dil rewa
Sed ruh û canim bin veda
Sotim gelo çû di min nema
Terkim kirin aqil û hiþe.
........
( Elî Herîrî )
*****************************
Dîlok :
___________
Çavþîn î awir xwaþ î
Bejn zirav birî rakêþî
Qedera min û te yeke
Eþqa zelal meke rureþî
*****************************
Lewkê Delal
.........
Te nedîye rojed melûl
Tu nebûy diz, tu nebûy qul
Selam vê rîya te teze ra
Þabûn gotî emrê te ra
( Emînê Evdal )
*****************************
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-12-13 (5695 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |