Sitranên Kurmancî : 3
Amadekirina Cankurd
(*) Di vir de em li ciyê (þ) (sh) bi kar tînin.
Di birrê sêyemîn de van stran hene :
[ Farisê Dodo, Fatimê, Fermana mala Brahîm Pasha, Ferza Çolo, Hacî Mamo, Hecî Mûsa Begî, Hefsedê, Helîmcanê, Heme Teyar, Henîfe, Heso rebeno !, Heynayê, Henne û Medo, Hiso, gewram (Gewra minê, Gewrê Gênco, Gidyano, Gulê(1), Gulê(2), Gulê(3), Gulê(4), Kalo rebeno !, Kanî, Kejê(1), Kejê(2), Kevanjenê, Kezîzer(1), Kezîzer(2), Kirîvê, Koçer Doskî, Kotiko, Law Osmane, Lorî, Mala me ji malan wê de, Mamo, Mam delalê, Mamo Pismamo, Memir, Mero, Mêremê, Mihemedê Henne, Mîrê Kurda, Mîro, Mûsa xaîn, M’ xewna te dî.]
Ji stranên:
Tor Abdîn
Civandin, derxistin û wergerandin bo Almanî :
EUGEN PRYM û ALBERT SOCIN
St.‑ Pétersbourg, 1887
Farisê Dodo
Carik ji cara, car zemana, (1)
Farisê Dodo, Dalo eslana.
Rikêba hiltînin bi darê rumana,
Dikevin trat û meydana,
Gurza hiltînin li ser milana.
Ji mala Farisê Dodo bîst û du xortana.
Li dor qesra Birahîm axa sherkî girana.
Ji mala Birahîm axa hesht birana.
Serê xwe li hev dixin ferh û berana,
Heçî xatûna çavbelek bikshênê bi darê zorana,
Wê bidin (bibin) ji Farisê Dodo ra, ya (Faris)ê Dalo eslana.
Biran (bira) nadin xûshkê wana,
Herro li wê derê sher girana,
Sherrik li dor qesrê girana,
Li hev dixin bi rum û gurzana,
Didu ji mala Faris axa kushtiye.
Yek ji mala Îbrahîm axa birîndare,
Li lingêd hespa nema tu nale..
Dilê min dadiye,
Mala Faris axa hijûm kiriye..
Xatûnê çavbelek ji qesrê kishandiye,
Faris axa xatûnê çavbelek biriye.
Hêvarê Birahîm axa ji gunda hatiye,
Di dûv mala Farisê Dodo ketiye.
Birahîm axa xwe bi wa gihashtiye,
Sher bû kifristaniye.
Birahîm axa tishtik bi mala Farisê Dodo nekiriye,
Korî poshman (wek: porî poshman) vegeriye,
Lê didu ji mala Faris axa kushtiye,
Bira yê wî birîndar bû miriye,
Birahîm axa rabû piye,
Shergeh û kemîne kiriye,
û e’sker civandiye.
Bi baskê mala Faris axa çûye,
Sher ters û talan hishtiye,
Ters û talan aniye,
Çar qîz û du kur bi xwe raaniye, li mal daniye.
Hêvarê mala Faris axa bi derketiye,
Dûv wa da ajotiye,
Sher li dora gunda kiriye.
Faris axa Dalo eslana, î hatiye,
Awê Faris axa hatiye,
Sher li dor gunda kiriye,
Çar gund batmîsh kiriye,
Agir di nav da berdayiye.
Didu ji bira yê Birahîm axa kushtiye,
Yesîrê xwe aniye,
Birahîm axa yesîr girtiye,
Heta mal shenq kiriye.
Ji nu va xatûna çavbelek li xwe mehir kiriye.
Faris axa go me didu kushtiye û me didu dayiye...
1. Tîpa (a) li dawiya rêzikên vê parçeyê wek lêvkirina xelkê Cizîrê tê lêvkirin.
Fatimê
Erê Lê Fatimê lê,
Xatûnê xanimê lê,
Yasitar li vê bêbavê lê,
Keçê mi te navê lê.
Erê lê Fatimê lê,
Fesalê bi kesimê lê,
Xeshîmê hakimê lê,
Yasitar li vê bêbavê lê,
Keçê min te navê lê.
Îshev êvara înê,
Mele dixwîne Yasînê,
Fatimê kar û barê xwe kir,
Kil û mirêka tînê.
Çavê resh e kil didê,
Berê xwe da Mêrdînê,
Hêdî, hêdî xwe dihejînê,
Ba ber biska dixînê.
Kilê çava diweshînê,
Dilê xorta d’êshînê,
Erê lê Fatimê lê,
Xatûnê xanimê lê.
Gava Fatim meshiya,
Çaarî bi dû de kishiya,
Kil ji çava weshiya,
Dilê xorta êshiya,
Kul ket mala efendiya,
Erê lê Fatimê lê,
Xatûnê xanimê lê.
Fermana mala Brahîm Pasha
sala 1919
Ebdilhadî Mihemed
Wezîro! bajo li vê fermanê,
Ev fermana wek fermana cara hanê,
Ferman rabû ji cumhûriyetê, ji Selanîkê,
ji Anqerayê, ji meb’ûsanê,
Sibe sherek çê bû li Tel-Henê, li Etshanê,
Shahidê Mehmûd Begê Zerî, exû Nûra, Ebû Ezza,
Gelek hene li Tel-Henê, heta li Wêransharê,
Bi shûra girtin, xar berdanê belûka Hemdîn Begê,
Hêsîr kirin Ajat xanê...
Kunya Ramê, sera mezin shixat girtin ar berdanê,
Kesek tune li sherê kurê Brahîm Pasha rab temayê rab seyranê,
Pêshiya duxana ewraqê, mehkûma xwe da Tel-Henê, da Etshanê,
Gelek xelas kirin ji bêshê û ji qançarê, ji salyanê,
Bego! Sibe bû, sherek çê bû li Etshana xopan,
Li diyara ji nîro b’ shûn da li Wêransharê,
Tê dengê topa leqî-leqa,
Sherap-nara shehîdê Mehmûd Zerî gelek hene,
Eqal xwar kir da ber siwara.
Ji Tel-Henê heta b’ Wêransharê ajot nav qumandara,
Belûka Hemdîn Begê hêsîr kirin, pishta wan da dîwara,
Mehmûd Beg ban kir: Evdirehman, keko!
Ev ferman ji berê da fermana bav û kala,
Wexta di gaziya me were Temir Beg siwarê Hedla,
Bavê xunêsa, gurê Siwara,
Hêsîrê me hustu xwarin li ber dîwara, birîndar e.
Elo Dado exû Rîma, gurê siwara,
Li Dialya xopan li beyara,
Li Kerkûkê li va xubara pêshiya.
Ramê xwe da Nebî Eyûb eleyhisselam, tev zabita qumandara,
Dawî ma li kêshê û li mizarê,
Li gundê Evdilqadir Rahil-elya, tev teresê wan neyara,
Bego! Bajo, melezîne,
Ya xwesh bajo meleqîne,
Xensê ban kir: Mehmûdo! Lawo! shev dirêj e, qiyamet dûr e,
Nefîr a’mê bi hev gihîne,
Dizgîna mitêra li dest bigerîne,
Guçê shal qedîfa li milê xwe werîne,
Ji nîro b’ shûn da evdurehman bavê Haçim,
Biçûkê bira gelek hene, li kêleka rastê Xerzanî ne,
Serê Xerzaniya lî û yaban doz lê gerandîne,
Xensê ban kir: Mehmûdo! Lawo!
Bazde xwe b’ rêka Wêransharê shewitî gihîne,
Lêxê serê topçî û borîzana bifirîne,
Topa mezin, cûra devresh jê bistîne,
Heyfa milk û meashê Brahîm Pasha jê hilîne,
Lêxê navê bav û kalê xwe bi derxîne,
Êshîr shîrîn me terkîne,
Ram (Rom: Tirk) xaîne, me dixapîne,
Mala we ji berê da ji dewletê fermanlî ne,
Xensê ban kir Mehmûdo! Lawo!
Wexta Xelîl Beg siwarê firêca Ebû Subhî, xwe bi xwe gihîne,
Li Edwan û ehlê Ebrê biqîrîne,
Bazde xwe bi rêka Nebê Eyûb eleyhisselam,
Xwe bi derbendê asê gihîne,
Tomatîqa axir makîna li ber reqîne,
Topa mezin cûra devresh pê gumîne.
Wezîro! Lêxê, pêshî li Nebî Eyûb,
Dawî li kêshê û li mizarê vegerîne,
Bi destê her çend peyên mala Lihê bigrin bi xwe gihînin,
Birîna Elo Dodo, kekê Rîmê, gurê siwara hûn me êshînin,
Wêranshara shewitî bi hûrkanî ne,
Xensê ban kir; Mehmûdo! Lawa!
Hêlkê li burcê, belek qesr û baxê me sipîne,
Kaxedek ji Begê mi ra ji Anqerê, ji meb’ûsanê resh anîne,
Mi gelkî kêf kir, mi go: Belkî efwa Begê mi anîne,
Mi bi xwendin da, got Mehmûd Beg û Xelîl Beg û Smaîl Beg,
û Evdurehman Beg û Temir Beg,
her pênc bira ji dewletê fermanlîne.
Enabî bishewite, wa bi dar e,
Bashka û Hecê Zêd bi ser da mêl û xwar e,
Eskerê Hemdîn Begê li Hecî Zêdê yek hezar e,
Elaya Husên Pasha li Etshanê du hezar e, shad û shûd e.
Evdurehman bavê Haçim gelek hene,
Li Etshanê, li ber Romê bû zinar e, bû parçak polat e,
Hat xwar e, Xensê ban kir Mehmûdo! Lawo!,
Elo Dodo, exû Rîma, gurê Siwara birîndar e,
Li Hecî Zêdê, li her du asha wezîro!,
Li hevde malê li ber du asha.
Sibe bû sherekî mezin çê bû li Etshana xopan,
Li Enabiyê, li berê kasha,
Ji nîro bi shûn da, li Wêransharê tê dengê topa, liqiliqa bêsh atasha,
Kesek tune li Hecî Zêda shewitî rab seyrana koma lasha,
Ji nîro b’ shûn da resh bû bextê Hemdîn Begê û her du qerasha,
Hemdîn Beg sê denga ban kir, go: her bijî Mehmûd Pasha,
Temir Beg Ban kir, go:
Hûn zanin ji berê da ev fermana mala Temir pasha..
Wezîro! Bajo, li vê fermanê, hêdî bajo, hûn fermanlî ne,
Sibe bû, bira li me ne, heta roja vê bazarê,
Xensê ban kir: Mehmûdo! Lawo! Mêze Romî pir e,
Pêshiya zabita xwe da Nebî Eyûb eleyhisselam,
pêshiya qumandara,
Xwe da girê Wêransharê, hêlkê xwe da welatê Çwîva, wê Hesarê,
Romî pir e, rava jorîn xwe da Qerej-daxa shewitî, wê Necarê,
û hêlkê xwe da her du kurê deve qirana, wê minarê,
Rava jorîn xwe da welatê Tirka qijî darê,
Ordiya xalid Begê ma li Swêrekê, li Heywanetê li Çîm Hesarê,
û rava jêrîn xwe da welatê shêxa, shêx û sharê,
û pêshiyê xwe da Nebî Eyûb eleyhisselam,
dawî ma li gundê Qedûrê lawê Dire’ê,
li Kêsha shewitî, li wê mizarê..
Bejna evdurehman, bavê Haçim, apê Redda xwesh e,
bi rextê enextarê,
Shahidê Mehmûd Begê Zerî,
Sê tabûr eskerê romî li Wêranshara shewitî xist hesarê.
Wezîro! Ev êvar bû, ro tune,
Ma sî kulupî (qulibî) ser kelema,
Xensê ban kir: Mehmûdo! Lawo!
Mila xaîn, tu tê nema eshîr xaîn,
tu tê nema gazî dûr e, îmdad nema,
Wexta digaziya we were, çend peyê Çiwîva,
Shêst û du peyê Dodkan teyê ye, shêxê Berha,
kekê Qudretê, siwarê sorbozê, exû Sema,
Wezîro!...
Mi ji Tel-Henê heta bi Wêransharê,
Pozê serê Hey’et geriya li Mehfelê,
Civat geriya li Mehfelê.
Xensê ban kir: Mehmûdo! Lawo!,
Pêshiya qumandara xwe da girê Wêransharê,
Û quweta mezin xwe da ashê Elo Dîna, Til-Bênderê,
Xema me xwe, ev ferman weka fermana cara berê.
Wezîro! Wêranshara shewitî bi kevir e,
Û hevde mala shewitî bi hûrkevir e,
Shahidê Evdurehman Beg bavê Haçim apê Radda gelek hene,
Ji Til-Henê, heta bi Wêransharê, hucûmî topa mezin kir e,
Barûda topê li ser serê bavê Haçim bû komir e.
Wezîro! Ew sibe ye, xwesh sibe ye,
Xensê ban kir: Mehmûdo! Lawo!...
Topa ewilî teqiya, ji Heçî Zêdê, ji gundê we ye,
Kaxidek ji Begê mi ra hatiye ji Anqerayê,
Ji meclîsê ji bo birîna serê we ye,
Wêransharê meterkîne, ji berê da mulk û meashê bavê we ye.
Xensê ban kir: MehmûdO! Lawo!..
Ev ferman ji berê da fermana mala we ye,
Mehmûd Beg ban kir Evdurehman:
Bavê min qapiyê Romê aîdê te ye,
Sherê Etshanê, sher qulipî li milê te ye,
Ji nîro b’ shûn da sherê her pênc kurên Brahîm Pasha,
Li Wêranshara shewitî, li ber topê lê me’ne ye.
Bego! Dilê, dilê min dibê ye.
Etshan bishewite wa bi rê ye,
Ji nîro b’ shûn da alaya Husên Pasha
Tevî duwazde manqa pêda tê ye,
Tev top û tev bariyê ye,
Sherkî mezin çê bû li Til-Henê ye,
Çandir (çadir) vegirt li Etshanê ye,
Alayî teshkîl kirin li Enabiyê ye,
Tabî kolan li Nafelyê ye.
Shahidê Mehmûd Begê Zerî, exû Nûra, gelek hene ji Til-Henê,
Heta b’Wêransharê ajot ser topê ye.
Bêlûka Hemdîn Begê hêsîr kirin, kir xanê ye,
Shixat girtin ar berdayê belediyê ye,
Pêshiya duxana ewraqê mehkûma xwe da Til-Henê û Etshanê ye.
Xensê ban kir: Mehmûdo! Lawo!..
Wexta digaziya we were Temir Beg siwarê Hedla,
bavê Xunêsê ye,
Bi qêrînke li Edwan û Ehlil xazanê di ebrê ye,
Xwe bigehînin rêka Nebî Eyûb eleyhisselam,
derbendê di asê ye,
Pêshî li Nebî Eyûb, dawî li Kê ê û li Mîzarê ye,
Dengê qumandara tê, li pêshiyê ye,
Dengê topa mezin, cûra devresh tê, li dawiyê ye,
Qedûr Rahil-Elya bi xwe tevê ye,
Eyb tunîne, ew fermana dewletê ye,
Mêze Gulî sorê mila pan bûn li çolêye,
Pêshiyê xwe da qesra Husênê Qenco û girê Helêliyê ye.
Mêze pêshiya hêsîrê me xwe da qeza diyarbekirê ye,
Û hineka xwe da ashê Qazan-Gêdûkê ye,
Û dawî ma l’ Qerej-daxa shewitî ishka xwînê, kaniya di mîhe ye,
Xensê ban kir: Mehmûdo! Lawo!..
Tirsa mi ji wê tirsê ji pê ra li bêsîrê (pêsîr) me xin,
eskerê Mûsh û Mêrdînê ye,
Deshtiyan û Mehelyan li Gulîmorê Milan bikin neheqiyê ye,
Mehmûd Beg ban kir: Evdurehman ! Bavê min,
Heçî besîrê mayî xelaske bavî bin xetê ye,
Eyib tunîne, bav û kalê me daîm mirin, bi fermana dewletê ye,
Wezîro! Mi ji vira heta bi wira,
Sibe bû sherek çê bû li Etshana xopan li girê Ûzil-Eçanê,
Li ber Dugira ji nîro b’ shûn da sherê topê,
Sher qulibî ser milê Mehmûd Begê Zerî, exû Nûra, mezinê bira..
Ferza Çolo (1)
Dota Hacî Mamo
Ji welatê Xiya,
Sereka rinda,
Çira shevreshiya,
Bînxweshka e’wîla,
Li me’qûd meclîsa,
Temir paayê Millî zengî zêrîne,
Qelengê Ferza Çolo tej dikirin,
Bi xerdelê bergîra,
Boshê loka,
Lokê tewla,
Telê nijda,
Colê miya,
Bi yozê hulika (miya),
Qenterê devan û taliya,
Bi sedhezar qurush,
Qelengê Ferza dibirrîne,
Ji Teyar axa kurê Mûsê Samî re,
Li deshta Sencarê,
Xudanê pênc êl male û malpir î, halxwesh î, gelek zengîne...
(1): (Mixabin ! Elî Heyder ev strana negihand dawiyê)
Hacî Mamo (1)
Hacî Mamo pishtî li welatê wî xela peyda bû:
Dilê min î li yan e,
E’rd î hishke, ezman li ban e,
Çar salin, reh’ma Xwedê nebû barane,
Feqîr û hejar direvin ji malane,
Ji ber zarzar û barbara zariyane,
Di hundirên wan de nema za û nan e,
Evqas îns û cane,
Hal û dema wan nemane,
Çend mirovên biliyane,
Gotin:" Hacî Mamo ! tuyê herê ba dewleta Alî Osman e,
Tuyê ji me re bistînî peran e,
Em tenzakin li nav eshîr û malan e,
Dewlet li bajarê Istanbûlê ye
Sandiqa wê heye li Diyarbekira xopan e ."
Hacî Mamo bervê xwe da wan e,
Sed û heshtê hezar qurush stand ji Alî Osman e,
Li bajarê Diyarbekirê kirrî arvan û nan e,
Sal bi sal xirabtir bû li wan e,
E’shîr helak bû, sozê wî bi du salan e,
Li Diyarbekirê fermana Alî Osmên e,
Kutik û defteran li hev dixîne,
Heft salin Hacî Mamo vêrg û salyane nedane,
Teh’sîldarê dewletê, karwan û bazarganê bi hev dixîne,
Bervê xwe didin erdê Xiya, deftera li pêsh Hacî Mamo datîne,
Sed û heshtî qurushe, deynê dewleta Alî Osmane,
Merivên Hacî Mamo, gelek li dorê civîne,
Xezîn û defîna wî valane, gûca wî nagîne..
Di ber re hêshtirêd xûnê dibarîne,
Demê çav li qantira dikevin dizane, ku ji bo doshekêd birsê,
Kulavêd ort bi gul, astar û qulîna wê bi qulbîne..
Birano ! ezê bikim û bilezînim,
Panzdeh hezar malên Xiya ezê bicivînim,
Ez daxaçê van im, nikanim, berxûtekê ji wan bistînim..
Werin ez sozekê di navbera me de dînim,
Ezê deynê dewletê pishtî du salan vegerînim..
Ewan dibên: em teh’sîldarên dewleta Alî Osmên in,
Mirovên fermanqulîn in,
Em hatine, dosheka, mal û melal,
Tenê canan jê derîne,
Li nav panzdeh malên Xiya,
Ji me re van peran bi kemilîne..
Teh’sîldarên dewletê ferman dan leshkerê,
Ji gan, ji miyan û hespan,
Ji astar û qulîna bistînine, heta van peran dikemilîne,
yek jî di defteran de dinivîsîne..
Sadiq kurê Hacî Mamo, bi çavê serê xwe dibîne,
Jinêd can, bûkê salekê, shesh mehakê,
Pîrekên serdarên tevra û cilên bi çehn,
Leshkerê turkan destên wan radikishîne,
Doshek û nivînên wanan ji bin dikishîne,
dibe borbora keçan û lawan, giriyê shîne..
E’kaliyê Xalê, Lokê Mûsilê, besrekî girgîne,
Gava çav li teh’sîldaran dikeve, dîn û îman li ser namîne..
Sadiq û E’kalî, yek bi yek sîwarê Mendohê,
yek sîwarê Meshîne,
Serê xwe li heyat û qetebê xwe dixîne,
Soran û galgalan tênagihîne,
Mirina shewitî li ber çavan nabîne,
Destê xwe avêt qevza shûrê devdabanî, pisht hishîne,
E’kalî rakir shilfê darê begêr,
Bi çarde nofirka, bi deh û du qîta,
kirin sherê leshkerê dewleta Alî Osmêne..
--------------------------------------------------------------
(1): (Ji devzarê E’lî Heyder e)
Hecî Mûsa Begê
(Xwêtî û Gulê)
Ebdilhadî Mihemed
Eman Gulê, Ermeniyê!,
Te kerem ke ji ber tavê wer ber siyê,
Gula Narîn, axçîka fila, hevde berda ji teshiyê.
Çeng bi çînê, neqshê lengeriyê,
Sifet panê wek sêniyê,
Tu kerem ke elb û eyra-shîrê xwe hilîne, da em herin bêriyê.
Hecî Mûsa Begê zirav siwar bû li xam ciwaniye,
Dike Gula Narîn, axçîka fila, qîza reîsê Dêra,
bên ser dînê Sulmaniyê (Musilmaniyê).
Gulê ban kir: Eman Bego!, mi li diyara diyarê ay zemana,
Li min û li va dema li va dewarana,
Sûnd xwarî me, bi sûnda keshakî û du metrana,
Heta tu goshtê canê mi raneke bi wa dirana,
Heta tu hestiyê canê mi nefirîne, bi çakûça û kerbetana,
Tu car nabim jina mêrkê bisulmana ( musilmana ).
Eman Gulê!, mal shewitiyê, mi li diyara diyarê Abyemana,
Koç û keriyê me, neçû zozana,
Ramîsanê Gula Naarîn, axçîka fila, li cem dilê,
Pir xweshtir e ji ramîsanê heft keçikê musulmana.
Gulê ban kir: Eman Bego!, Dêra bavê min pir mezin e,
Keshe û rehab û metran lê rûnishtin ser û bin e,
Sund xwarî me, tu car ji mêrkê musulman ra nebûm jin e.
Ax lê eman, lê, lê Gulê!, lê axçîkê ermeniyê, dil kafirê,
Tu li ba dilê mi sifet sorê, fena çirê,
Te gulkê qezê berda ser qonderê,
Gula Narîn meshiya li ser pirê,
Hecî Mûsa Begê zirav bi qevda shwîr (shûr) girt û xar dibirrê.
Gulê ban kir: Eman Bego!, Tu qe mê û xwe me êshîne,
Ezê dengekî dudo li kesha û li metrana biqîrînim,
Tu musilman e, ez file me,
Tishtekî dînê min û te tev tunîne.
Ezê daw û delikê xwe hilkishînim,
Rêka qoce Stanbûlê bigirim, bi ca’dînim,
Textê sultan Evdulhemîd, di bin da bihejînim,
Perda sultan Evdulhemîd biqetînim,
Kêra qelemtershê ji bêriya xwe bi der xînim,
Ezê bi canê xwe ê gewr xînim,
Pêlê xwînê bi ser textê sultan Evdulhemîd da birjînim,
Heft duwelê ecnebî û dewleta Alî Osman bi xwe û te bihesînim.
Kirasekê bê pêsir, bi ser bejna xwe û te da tev de dînim,
Belkî Sultan Evdulhemîd heqê mi ji te bistîne.
Gulê ban kir: Eman Bego! Ezê ban kim,
Dengekî dudo ban rahiba, ban kesha kim,
Mal shewityo! Ma tu musulman e, ez file me,
Ez dikim û nakim xwe ji destê te pak nakim,
Sûnd xwarî me, bi Incîla Isa û Mûsa,
Ez tu car terka dînê Îsa nakim,
Mehra mêrkê musulman bi eshhedê, bi shefae’ta Muhemed,
li ser xwe qebûl nakim,
Zimanê Katolî û Ermeniya li ser xwe zêde nakim,
Ezê ruhê xwe li ber dînê bavê xwe canfîda kim.
Hecî Mûsa Begê ban kir: Eman Gulê!, ew sibe ye, xwesh sibe ye,
Tu kerem ke, ezê bîskê werim hinda te ye,
Ezê maç kim cotê memkê te ye,
Mirin heq e, qebra tarî mala me ye,
Gulê ban kir: Eman Bego!,
Te wer mebêje, ji dînê bavê mi ra pir xerabe,
Keshe rabû ji ber rahibe,
Heta ez li darê dinyayê sax bim,
Cotê memkê mi wê ji Miqsiyê lawê apê di mi ra be.
Hecî Mûsa Begê ban kir: Eman Gulê!,
Tu wer mebêje, û me xingire,
Heçî cara ez te dibînim, dilê min mezin dibe, dibe gir e,
Ez bi mêraniyê ji Miqsiyê lawê apê te mêrtir im,
Bi xurtîbûnê jê xurtir im,
Mi wellehî, qesem kire,
Eger tu qîz be, eger tu jin be,
Eger tu bi mêr be, eger tu bi mehir be,
Îllim ezê shevkê bi destê zorê li te bihêwirim.
Gulê ban kir: Eman Bego!, tu bes li mi de, ez gune me,
Ez Gula Narîn, qîza reîsê Dêrê, ez bi xwe me,
Tu musulman e, tu begler e, ez xaçîk im, ez file me,
ez hestîyakî heram im.
Li nav cimae’ta musulmana, ji te ra ser hevde me,
Ez ji dîna, rebena dînê bavê xwe me.
Hecî Mûsa Begê ban kir: Eman Gulê!,
Roja me hilatî qirî perî,
Shewqa xwe da qesra bavê Gula Narîn da, qapîkê her çar derî,
Eman Gulê! Malshewityê!,
Tu ne biçûk e, ne mezin e, tu nuh kemilî,
Heger tu file ye, heger tu çila ye, mi tu qebûl kirî,
Shev û rojê Xwedê bîst û çar sae’t in,
Mi seba Gula Narîn, miraq kirî.
Gulê ban kir: Eman Bego!
Tu bibêje faîde nake,
Gotina mêrkê musulman, li cem min pere nake,
Mi ji te ra nego: Sûnd xwarime,
Ez tu cara terka dîna Îsa nakim,
Mehra mêrkê musulman, li ser xwe qebûl nakim,
Rûyê xwe ji hizûra bav û birê xwe resh nakim..?!
Hecî Mûsa Begê ban kir: Eman Gulê!,
Ew havîn e, xwesh havîn e,
hêviya xwe dikim ji rebê jorîn e,
Ezê carkê, carkê te bi tenê, li baxçê bavê te bibînim,
Tu zanî, ez Mûsa Begê xwêtî, baxê welatê jorîn im,
Tu zanî, ezê destê xwe li qevda Xelefsorê xînim,
Ezê Xerzaniyê ji ber fota ecem dê bikshîn im,
Ezê Guliyê t’a (te ya) sor û sosinî, li destê xwe bigerînim,
Temamê fila, eshîra bavê te bên,
nikanin te ji destê min biderxînin.
Gulê ban kir: Eman Bego!
Dêra bavê mi biçûk e,
Keshe û rehab û metran lê rûnishtin sera sûk e,
Sûnd xwarî me, bi Încîla Îsa û Mûsa,
Ji mêrkê musulman ra nabim bûk e.
Sibe bû, bira nehata,
Bîna bayê li newala,
Sibe bû Hec M6sa Begê zirav, sekinî li orta mala,
Carkê nêrî Gula Narîn qufik hilanî,
ji kûçikê bavê xwe ra, çû hinara,
Hecî Mûsa Begê zirav,
serê xwe girêda bi yazmakê û çar desmala,
Mîrê zirav çente dagirt ji derbê enextara,
Hêdî, hêdî meshiya nava dara,
Guliyê Gula Narîn, li destê xwe gerandî weke cara,
Berê Gulê da çem û sheta û qilîcê behra..
Heftsedê
Berhevkirina Thomas Bois
Lê warê....
Erê Heftsedê, dotmama Genc !
Xelîl axa ji xewka shîrîn hishyar bûye.
Bi sê denga bi dengê zîzî li jinbabê xwe dikit,
qîrîn û hawar û gazî ye.
Dibit:" Erê, jinbabê !, xewnekî min dîtiye:
Cotekî ava li ber darê kinika
Bîracûkê mala babê min zenzeliye;
Cotekî spîndara li ber de shîn bûye;
Cotekî reshmara pê ve hatiye;
Mehfûrekî sor î Xorasanî li bin daniye;
Kerekî beqala bi sê linga hêdî hêdî
xwe li sera gihandiye;
Kewekî sipî zimzim kirî, li serê zinarî dixwendiye;
Teyrekî bashûkî li serê kewekî dabî, kewekî firandiye.
Dilo, nemayê..
dê bila nemînim bo siwarê xerîbiyê....
Lê warê....
Jinbabê dibêjît:
Erê, keça min Heftsedê !, xewna te raste, derew nîne:
Cotê ava Bêracûkê rondikê çavê teye;
û cotê spîndara bejna teye;
Cotê reshmara kezî teye;
û cotê sêvê Entabî memkê teye;
û mehfûrê sor î Xorîsanî sîng û berê teye;
Kerê beqalî ew dezgirê teye;
Kewî sipî zimzim kirî, li serê zinarê,
ew pismamê te Genc Xelîl axa ye;
Zimzima li milê rastê, giltekî frengî girtiye;
û teyrê bashûkî hatî li ser kewekî dabî,
kewekî firandiye,
Ew Erzaîle, li ser rûh’ê pismamê te
Genc Xelîl axa hazir bûye.
Dilo nema o !,
Dê bila nemînim bo suwarê xerîbiyê...
Erê, erê, jinbabê dibêjît:
Keça min Heftsedê, xema nexu, xem xirabin.
Shûl û teqtîr (teqdîr) û miqqederê di Xwedê ne,
Bi ser te û pismamê te tên û betal nabin;
Çigarekî bikêshe, da xema dilê te, pê belav bin;
Her mirov hewdekî gul û rêhana biçînit û xizmet bikit,
shivê desta ewwil, her dê rabit.
Heftsedê dibêjît:
Erê, jinbabê, bi raste, xema naxwum, xem dê xirab in.
Shûl û teqdîr û miqqederê di Xwedê ne.
Li ser min û pismamê min,
Genc Xelîl axa tên û betal nabin.
Her mirov hewdekî gul û rêhana biçînit,
û heft cara bi rojê xizmet bikit,
Shivê desta ewwil, her ranebin.
Min wê sûnd xwarî:
Kesî pishtî pismamê min î Genc Xelîl axa,
bi sing berê min shahî nabit.
Dilo, nema o !, dê bila nemînin bo suwarê xerîbiyê...
Lê warê...!
Erê sibe ye, li min tishta zuwa.
Heftsedê, dotmama Genc Xelîl axa,
li jor tewla mala babê xwe ketiye;
Hespekî quntanêr deraniye.
tengê wî shidandiye,
bi shev û rojê ajotiye,
li serê duriyanê sekiniye,
pisht qefla bashbazarganê rûnishtiye,
Têto bashbazerganekî misilmana,
Heftsedê dibêjît bashbazerganê misilmana:
Tu bi Xwedê û Mih’emmed pêxemberana,
Te pismamê minê Genc Xelîl axa nedîtiye?
li welatê xeyran û xirbana,
Bajarê Kola Mehmûdî li Tilsîn û Mislîn, welatekî xerîbî ye..
Bashbazerganî dibêjît: Erê, Heftsedê pismamê te,
Genc Xelîlaxa e’mrê Xwedê kir ;
min veshart û bi vê destana.
ez hatim shûnana.
Heftsedê dibêjît :
Erê bashbazerganê misilmana,
hêviya min ji Xwedê û pêximberana,
Hêj tu ne gihishtî mal,
termê te dayim ser pishtê di van hespana.
Lê warê....! Têto bashbazarganekî filana.
Heftsedê dibêjît:
Tu bi Xwedê û Îsa pêxemberana,
Te pismamê min Genc Xelîlaxa ne dîtiye?
bi welatê di xeyran û xirbana.
Li bajêra kola Mehmûdî Tilsîn û Mislîn, bajarekî xerîbiye..
Bashbazarganê filana dibêjît:
" Pismamê te Genc Xelîl axa çi nav û nîshane?"
Heftsedê dibêjît:
Roja ji mal derketî, suwarî hespekî bozî bayaziye;
simkotî, simkirî, difin zornayî ye,
Stêra Mexribî rawesta ye,
suwarê ciwanekî Manegîye, manegî dûkixgî ye.
zînê zerê Tewrîzî ye,
Serkel û silah’bend Dirizî ye,
cotekî danisqa pishta zînî çikilandiye.
Ew bi xwe simbêl sor î sosinî ye,
qelûnbeskê Osmanî ye,
berdefka wî kehrebanî ye,
û xencerê wî Salîh’begî ye,
çef û e’galê wî Mendelî ye,
kurk û e’ba ya wî Besrawî ye,
Shalê wî Kermanî ye,
bi çekme ya Siftalî ye,
bi tomamê Romanî ye,
hoçkêd wî sê gazên gaza Qeyserî ye,
pishtqûna boz î beyaz î li e’rdê dikishî ye.
Pêr kaxezekê ji dotmama xwe hinartî bû:
" Par nefer bûm, û ev sala yûzbashî me".
Bashbazargan î filana dibêjît:
Erê Heftsedê !
Min Genc Xelîl axa, pismamê te nedîtiye,
bi vê çavana.
Ez nakim bikim çu bêbextî û çu derewana.
Lê warê....!
Têto bashbazargan î cuhiyana.
Heftsedê dibêjît:
Erê, tu bi Xwedê û Mûsa pêxemberana,
Te pismamê min ê Genc Xelîl axa nedîtiye?
li welatê di xeyran û xirbana.
Li bajêra Kola Mehmûdî Tilsîn û Mislîna,
bajêrekî xerîbî ye..
Bashbazarganî cuhiyana dibêjît :
Pismamê te Genc Xelîl axa nesaxekî nesaxane.
ser milê di du Romiyane,
bir û avête xestexane.
Lê warê...lê warê....!
Heftsedê rabû, çil keç ji bo xwe kom kirin,
Hemî romanî xemilandin.
û ew bi xwe kire diktorê Loqman,
û qesta pismamê xwe kir.
Deh nefer hinartin:
“ Bila hemî diktora derkevin,
dê diktora Loqman têtin û Genc Xelîl axa sax bikin.”
Hemî diktora derketin û hatin diktorê Loqman,
û nizanit çawa xwe bi Genc Xelîl axa bînit derê..
Dest avête strana:
Ava Firatê, çemê bi kend û lende.
Ezê guharê xwe bikim nala,
û bazingê xwe hûr-hûr bikim bizmara,
Ezê kezî xwe bikim tenga,
û biskêd xwe bikim deshevsara..
Herçî gav pismamê min Genc xelîl axa derkevît,
bi koçmal û çadirana..
Û da xek nebêjin:
“eve suwara kurê Heftsedê çi bêkar û bare.
Lê warê..!
Genc Xelîl axa çavê xwe vekir,
Got: “Ev strana te ji kî re girtîne?
Diktorê Loqman dibêjît:
“Heker tu va strana bo min bêjî,
her stranan hespekî didime te.”
Dest avête strana, gote:
“Ew çil keçê digel libasê xwe bikin,
Oda bashbazerganî odakî shîne,
Kelek û gemiyê di Hacî Bedran axa, tên û dikishîne,
Dê hilo pismamo!, Genc Xelîl axa,
Destê xwe li gerdenê zer werîne..
Lê warê..!
Heke çavê xwe vekir,
û berê xwe dayî, ku dît dotmama xwe Heftsedê,
di vê gavê de mir..
Lê warê..!
Ji bajêrî salî neçime bajarê Misrî ye.
Ezê pishtî pismamê xwe Genc Xelîl axa,
Ezê sing û berê xwe bikim li binaxê qebrê ye..
Nemayê, nemayê, nemayê..!
Dê bila ez nemînim pishtî pismamê xwe Genc Xelîl axa,
li ser dinyayê..
Lê warê..!
Ji vê odê neçime çu oda,
mamkê min nabîne befrekê li zozana,
û xwe kisha, îna li serbanê di vanî oda,
Ezê desmalekê shîn bikim, bavêjime çavê xwe,
û ezê xwe avêjime avê, bila bikim bi ruh’ de..
Helîmcanê !
De can bi can be, Helîmcanê !
Ê lê Helîmcanê,
Heyran, ez ne tî me û ez ne birçî me,
Ez li ber sihka Bedlîsa xopan rûnishtîme,
Ê lê Helîmcanê,
Heke tu avkishênî, ez gelekî tî me,
Heke tu nanpêjî, ez birçî me,
Heke tu singfiroshî, ez mishterî me..
Heger tu na firoshî roj hezûra heq,
Ezê li ser pela selatê,
Destê min û dawa te,
Ezê li Helîmcana xwe de’wecî me,
de can bi can be, Helîmcanê,
Bav kopekî, mêr xulamê,
Ê lê Helîmcanê ez heyran,
Bedlîs bishewite, wa li wê ye,
Heyfa min nayê li ser malê dinyayê,
Evê teresê polîs destê min girêdanê,
Berê min dan mîrata eskeriyê,
Ez ne ketime ber wê heyrê, ji mi’re tê ye,
De can bi can be, ê lê Helîmcanê,
Bava kopekî, mêr xulamî..
Heme Teyar :
(Ev stran ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de li Zaxo hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)
Hêy… Hemeteyar vê dibêjîd dayê,
Li min bike tegbîrê rayê
Ez dê rabim çime (biçime) Bexdayê
Go: Kurê min Zibêr paþa xweþ paþa ye
Zibêr birayê te ye
Ew hakimekî bi zorbe ye
Dê tu here, dilê te ye
Vê Hemeteyar tuyî delalî
Çenteyeg (çenteyek) lee’l û mirarî
Bo wezîrî bike diyarî
Hemeteyar derketiye
Ji Amêdiyê bi xwar ketiye
Çenteyeg lee’l û miralî (mirarî) vî biriye
Ji Amêdiyê suwar bûye
Li Navkurê peya bûye
Ji Navkurê suwar bûye
Li ava Zey derbaz bûye
Li Heblêrê (Hewlêrê) peya bûye
Ji Heblêrê suwar bûye
Li konaxeke vê çûyî ye
Li gundekî peya bûye
Ji wî gundî suwar bûye
Sê konaxa vê çûyî ye
Li Kerkûkê suwar bûye
Sê konaxa vê çûyî ye
Li Bexdayê peya bûye
Qesta wezîrî kiriye
Ew diyarî bo wezîrî biriye
Kêfa wezîrî pê hatiye
Wezîrî vê dibête
Hemeteyar te kî divête?
Hemeteyar vê dibête
Min paþay ji te divête
Go ev wezîr e xweþ wezîr e
Ew paþay e bê qusûr e
Bo Hemeteyar vê dabî (dabû) semûr e
Go hatî mala Hedrîs e (Edrîs e)
Ew nav þûla qewî pîs e
Hemeteyar ser xwe bi bêrî kîs e
Hemeteyar vê rabûye
Wezîrî xilat kiriye
Kîse li ser xwe bibiriye
Ji Bexdayê derketiye
Ew hatî Karaçolanê
Kaxezek hinartî bo Xalid axa, mîrê Dobanê
Em dê kîne (keyne) du mîranê
Hemeteyar xweþ kelat e
Kaxez hinartin welat e
Bo eþîreta dane xilat e
Ji Karaçolanê verê bûye
Li Kerkûkê peya bûye
Bi çevê rojê ve hatiye
Li Heblêrê peya bûye
Ji Heblêrê derketiye
Li ava Zey derbaz bûye
Hemeteyar xwey kîn e
Kaxezê hinarte bo Behdîne
Hemeteyar xwey mekseb e
Ordî dêna girê Mihemmê Ereb e
Girê Mihemme Ereb e rûniþtiye
Ordiya xwe vegirtiye
Kaxez Behdîna gerayiye
Ew Behdîna verê bûne
Ji Zêrbarê bi derketîne
Girê Mihemme Ereba suwar bûye
Hemeteyar çav bi kêl e (kil e)
Tu þeng e suwarî di kehêl e
Ordî di înadîne Simêlê
Li Simêlê ordî bûyîne
Çen (çend) eskere vexundîne
Li Simêlê kom kirîne
Ji Simêlê suwar bûye
Li Asîhê peya bûye
Hemeteyar sing bi go ye
Xalid Axa dîlî çûye
Go em dê çîne (dê biçine) ser Zaxo ye
Ew rabû subehî zû ye
Eskerê xwe rakiriye
Li ber Zaxoyê ordî bûye
Top dêna li Tirbê Ciho ye
Zaxoyê rabin subehî tîtave
Ordî dêna þikefta zav e
Þer kirî li piþta xendekê
Hedê Namirê pi (bi) çavekê
Evro diçin tola Hesen Begê
Simo, Nêmir herd (herdu) birane
Herduka þîrêt (þûrêd) xwe kêþane
Evroke diçîn tola mîrê Þêxan e
Þer kirî li pira Mezin e
Dez (dest) avêt þîrê (þûrê) sosên e
Evro diçin tola sayê mezin e
Þer kirî diwazde Milan e
Þêxa dane vêtkin þedîdan e (vê dikin li cedîdane!!)
Berwarî mandî amane (man remane)
Ha (hat) Tetarê Nîrî (Nûrî) ye
Dez (dest) avêt þîrê (þûrê) Misrî ye
Derbê ewwil temiriye
Hat sarêmê (þûrê) bi ciwanî
Tu çi þêreg (þêrek) ji van þêran î
Ji hemiya vî desêlanî (dest hilanî)
Þêxa û dana (zana) rabûne
Ew hemya bi xar çûne
Berwarî xelas kirîne
Nee’man Beg vegeriye
Suwareg (suwarek) bi dîv (dûv) ketiye
Þaþiga xwe avêtiye
Suwar li þaþigê peya bûye
Ew ji ber suwarî xelas bûye
Suwarê vê gihîþtiye
Þêrî xwe avêtiye
Suwar li þîrî (þûrî) bûye
Heta þîrê (þûrê) xwe lê girtiye
Nee’man Beg zêde kiriye
Xencera xwe avêtiye
Li xencerê peya bûye
Heta vî xencerê standiye
Nee’man Begê zêde kiriye
Ji ber suwarî xelaz (xelas) bûye
Þêxa dana (zana) zivirîne
Ser ordiyê peya bûne
Namûsê xwe vê kirîne
Berwarî qut kirîne
Qubad paþa ji qesrê hatî xware
Bi gel xwe man çen (çend) suware
Çû bin xîvetê Hemeteyar e
Go: Me sulh e, me hîvî ye ev care
Qubad paþa vehatiye
Bin xîvetê peya bûye
Hîvî ji Ehmed paþa bûye
Qise li ser xwe bibiriye (biriye)
Ehmet paþa vê rabûye
Ji ber Zaxoyê ve çûye
Eskerê xwe vî biriye
Ew li Akrê peya bûye
Derba vî zêde kiriye
Qîzê di wezîrî vê dayiye
Ew hemiyê sulh kirîne
Zibêr paþa paþayê Behdîna
Hemî hakimê razî kiriye
Kelha Amêdiyê rûniþtiye
Hukmet li hemî Behdîna kiriye
Go : Hatî careg (carek) ji cara
Vê tþimbîne (diþibîne) belgêd dara
Ez hatim ji wê ve
Rehmet lid ê babe guhdara…
Henîfe
Henîfe keçka keyê ye,
Keçka meleyê deshtê ye,
Xeftankî shamê lê ye,
Çi behnek çînar lê ye,
Dilketim wê behnê ye,
Ezê bi çeplê te bigirim,
Bavêm binya xetê ye,
Emê herin Bêrûtê,
Bêrût weleh l’ ber behrê ye.
Henîfa çû bû cila,
Cil shushtin b’her du mila,
Porê sor ketî mila,
Tama memkên te xwesh in,
Mîna qinê behîva,
Mîna qinê giwîza,
Mîna rûnê ê hîza,
Ezê bi çeplê te bigirim,
Bavêjim tara fila,
Henîfa dît l’ ser qubê,
Bejn ziravê, j’ darê rimê...
Hesso rebeno !
Hesso Goyîno, bayê sibê li min rabû,
Shehîd shihûdê Hessê Balo gelek hebû,
Li nîv meydanê çirp li ber axayê xwe peya bû,
Rabe, suwar be, bila malkekî mîrata bê,
Da nebêjin koçka wê mîrata Xelîlê bi lav nabê,
Kî digo Hesso Êkane çê kir,
Kibara sibê, zînê hemdanî lê kir,
Shehde û shihûdê Hessoyê Balo gelek hene,
Serê xwe bi goriya serê axê kir..
Ezê bi girê Mehmedana shewitî ketim, ji giranî gir gûnike..
Ferho gazî dike:
Bira ka namûsa te kirî?
Birê min wê çawa namûs nekirî?
Min wê bi shelîta kona hesirandî,
Eza rabûme ser rikêbekî,
Min wê rima li darzê qolincê da,
Min got: Eve heyfa Hessê Balo, qumandarê ser bilûka,
Ezê giranî ketim, giranî û peyda,
Ferho got; Bira ! Ka namûsa te kirî?
Çawa wê Bishêrê Çeto nîvê suwara ferîqa kirî,
Min wê li shelîta kona asê kirî,
Ezê rabim ser rikêbekî,
Min wê rimekî li darza qolincê da,
Min got: Eve heyfa Hessê Balo,
Xulamê banê min rebenê,
Xulamê ji xulaman î Zêda..
Heynayê!
Heynayê lê Heynayê!,
Ez ban te dikim, çima nayê,
Lingê min xistin qeydayê,
Stoyê min xistin lelayê,
Destê min xistin kelepçayê,
Berê min dane serayê.
Heynayê lê Heynayê!,
Tama memkên te xwesh in,
Wek xurmayê Bexdayê,
Wek hejîrê Rihayê,
Heynayê lê Heynayê!.
Xwedê o, xwesh Xwedêo!
Kengê her û kengê bêo !
Tu gewra min rakî ji xewêo !
Çavê min lê ket bejnêo,
Xulam bejn û balêo.
Ezê bi çeplê te bigrim,
Bavêm gundê Herbêo,
Cem Mehmûdê Korêo.
Xwedê o Tu bakî rakî,
Gewra ji xewê rakî,
Bazina di desta kî,
Xilxala di linga kî,
Eyûna di ber riwa kî,
Xizêma di poz ra kî,
Tu qîza behra xorta kî,
Ez terka çavê resh nakim,
Heya qiyamet rabe,
Pêwir û mêzên l’me dayê.
Henne û Medo
Berhevkirin: Thomas Bois
Go hebû û nebû, çêtir ji Xwedê nebû. Metranik hebû, li dêrê Zehferanê rûnitî bû. Henne xulamê vî bû, sêh xulamê wî hebû (n), Henne mezinê wa bû. Metran e’wênya deman kir hasilê wî, Henne shant (shand) ser hasilê. Ev û yeg (yek) diçûn e’wênya, rûnisht li mala shêx. Keça shêx heye bê zewace, navê wê Medo (1) ye, gellik spahiye (2). Bi Henne dinêrê, ew û keçikê henek çê dikin. Henne bîrê keçikê nebir, go bibê filleh. Keçik lê bû bela. Shêx bihîst, dey nekir. Shêx got Henne, go wilo meke bi keçikê, aqilê wî mebe, tu fellehî û ew musilmane, ji te re nabe. Go hajê min jê nîne. Keçik li Henne distirêne:
"Mih’emmedê Henne ji mal hat nas nekir,
Me pirsa gohtina xwe jê nekir,
Rû wê (yê) min ramîsan nekir.
Mih’emmedê Henne suwar bû li dondilê,
Ji dêrê hat ser hasilê,
heke li vir nebû, ezê birevênim bibem Mûsilê.
Ew e’wîna bi geya yê shîne,
Berdana Henne qet tu nîne,
Înshallah ez ya wî me."
Henne lê vegerand:
" Go keçê nabê, vê shuxul li me xarê be,
diyê te û bavê te qayîl nabe."
Keçik bi vê xeberê da girî. Gund hemû bihîstin, rabûn li Henne lêxin. Yek ji gund go lê mexêne, Metran bibhîse, vê gilhê me bikê, vê gund batmîj be. Lê nedanê, Henne hasil temam xelas kir. Rabû, siwar bû bê dêrê, keçik vê re hat. Kirin û nekirin, keçik vegerê, venegeriya. Bû bela li Henne, vê re hat dêrê. Metran bihîst, go ev çiye Henne ? go h’alê h’ewal eve, dibêje ji metran. Go ê qence. Du roj sekinîn, shêx û gundî hemû hatin ji ewênya hatin dêrê, gon ( gotin) em keçê xwe nadin felleha. Henne û Medo birin ewênya. Go musilman be, keçik bustîne, shêx dibêje: Sihir jêra çêkirin, aqilê wî birin, bi wa ra çû Henne, çû E’wênya. Keçik dibêje: Hûn serê min bibirrin, terkê wî nadim, felleh bi kêfê wî ye, musilman bê dîsa kêfê wî ye. Go; Ez musilman nabim û keçik nastînim. Keçik digrî. Henne rabû bê mal, Medo rabû vêra. shandin Mêrdînê, keçik bernadê. Ew û keçikê hatin Mêrdînê, çar ji gundî vê ra heye, çûn cem pasha, meclîs civiya, felleh hatin meclîsê, wekîlê metran hat xoce Cabbûr (3). Ew û pasha li hev dan bi xebera. Xoce Cabbûr go emê felleh bikin keçik. Pasha go nabê, bara keçik bê camiyê û bara mêrik bê dêrê û dîsa bara hevdu bistênin. Go: nabe, xoce Cabbûr, keçik heband û di dûv hat. Keçik dibêje: ezê felleh bim û mêrik dînê xwe bernade. Pasha heyirî me, nizanê çi bibêjê, go: emê bikin hewale cem mesûrê (4) Diyarbekrê, cem (5) xoce Mûsa. Gotin: bara bê, meclîs hemû felleh û musilmane. shandin Diyarbekrê Henne û keçikê. Çûn Diyarbekrê, cenderma (6) bi wa ra heye, teslîmê meshûr kirin. Go: Çî hewale? Meshûr got Henne. Go: Efendim! ez xulamê metranim, ez çûm ser hasîle E’wênya, ev keça shêxe - keçik rabûye li dîwan - li me bû bela, me gotiye ez te nastînim, go çima? Me go ez felleh me û tu musilmanî, nabê. Henne dibêje: Vaye keçik, ne wilo ye? Keçik go: belê. Mishûr go: Were tu musilman bibe, emê keçik li te meher bikin. Go: na..na..ez nabim musilman. Meshûr Henne qani’ kir, go: Musliman bibe, ezê te çê bikim midûr, te bishênim ser E’wênya. Go: Bara (bila) be. Henne shash bû. Birin alî camê, shehde rakirin û musilman kirin. Xanîk malik jêra dan, û tê da rûnisht, ew Medo meher kirin, tayînê wa bi derdikeve ji serayê. Mahya dima, poshmam bû, nekirin midûr. Di vê birevê, riyê wî nîne, Henne daloqî, dilê wî ji Medo sar bû, ji boyî wê xeberê go musilman bû. Ma Medo distrêne, li ber dilê wî tê, ew nema dikene:
“ Li me hat roja înê,
Pasha dûv te dishînê,
Dilê te ji me dimînê,
li min û li vê defterê,
Ezê vegerim cihê berê,
Ez hatim Diyarbekrê,
Lê ne bi vê xeberê..
Medo rabû gotiye:
“ Malê (7) me rêk e,
Gava dilê te dixwazê rabe çêke,
Gava tu herê ez qayîlim...”
Medo dibêje: Dilê te namîne, tu divê emê felleh bin, emê me’lûmê qensera bikin, ev dînê musilmana em nahebînin; emê vegerin dînê felleha, me koteke, me shenq nakin. Nema zane Henne çi bibêje, shehda rabûn û musilman bû.
Medo distrêne:
“ Go (8) Mih’emmedo (9) pi (bi) te ra soze,
Mehêle xeberê te bigre toze,
Heke qenc û heke xerab,
Emê xwe bavêjin bextê balyose (10),
Ew Diyarbekrê li ser til e,
Bejna Medo weke gul e,
Emê bêjin balyose; emê bên ser dînê felleh,
Dismalê Medo ji mûmiye,
Alva casûs hene (11) birê Romiye,
Rabe de em herin cem balyose,
de em binêrin, (12)
Gohtine bejna (13) me ne dirêje, girovere (14),
Medo (15) rabe de em herin,
Li gohtinê (16) qansera em binêrin..”
Shesh meh man bi vî karî, ma’lûmê qansêr kirin, Henne çû mala qansêr, qansêr çû serayê, ew pasha sher kirin, qansêr rabû suwar bû here Stanbolê, gilhê pasha bikê, nehêshtin go herê Stanbolê, vegerandin. Henne bû felleh û Medo ma musilman. Pasha nehêsht, bir cem hermatê. Pashê subeha (17) leh’dê, Medo rabû ji mala pasha, xwe dizî, hat mala qansêr cem Henne, pasha lê pirsî, bi derket li mala qansêr cem Henne, pasha deynekir, qansêr rabû, destûrê va da û bûn felleh û hatin Mêrdînê. Li Mêrdînê rûnishtin, du kurê wî hene.
Tu ji me ra sax.
-------------------------------------------
Têbîniyên berê:
(1) Medo (di her derekê de). (2) Spehiye (3) Jabûr. (4) Meshûr. (5) Cam. (6) Gund. (7) Go rabe me. (8) Go. (9) Dê. (10) Beylosa. (11) Za. (12)alvaye (alva heye). (13) Casûs. (14) Giroverê. (15) Erê Meddo. (16) Li ba gohtine. (17) Subehe.
Hiso!
Hiso çûye Mêrînê,
Hiso way,
Toltajîkî b’xwer tînê,
L’ser do’shekê datînê.
Shêxmûs tê dimeyzînê,
Hish û aqil namînê,
Hiso way.
Sênca Hiso sor çilo,
Tu l’ rihê Hiso binêr,
Mîna teriya kûçikê shilo.
Mala Hiso li nav mala,
Dermanê rihê Hiso,
Hebik rêxa dewara.
Mala Hiso l’Erishkê,
Dermanê rihê Hiso,
Hebik zelqa mirîshkê.
Gewr’am (Gewra min)
Bejna te kehrê keleha Wethayê,
Mi hoste berdanê, ji aliyê Bexdayê,
Mi hoste berdanê, shagirtî nayê,
L’ ser sing û berê gewr’am, kêfa dinyayê.
Bejna te kehrê, kelha Bitûmê,
Sefer kira bû, ez pê de diçûmê,
Ser sing û berê gewrê, ez teqdîr dibûmê.
Bejna te kehrê kelha hesinî,
Mi hoste berdanê shagirtî sekinî.
Hey weleh tu dîn î,
Bileh tu dîn î,
Singê te gewrê tasik zêrînê.
Weleh û bileyê,
Xezalek geleyê,
Singê te gewr in, berfa çeleyê.
Çilo mi gotî, bi kêfa mi re yê,
Singê te bexçê gula, navê min tê de yê.
Singê te gewrê, bi qifl û mifteyê,
Weleh tu hatî, bileh tu hatî,
Tu wek kewek rebat î,
Tu wek sêvek xelat î,
Ser çav mi’r hatî.
Gewrê!
(Lê Gewrê!)
Lê gewrê man û man,
Delalê man û man,
Kiras-sorê hebreman,
Serê memkê te hildan,
D’ pashila te de xwey dan.
Min serê memka giwasht,
Sê fincan av j’ hatin xwar,
Min fincanek jê vexwar,
Û w’ez bûm wek zîvê al,
Ez bûm wek markî teyar.
E’j kashê Kûdê hatim xwar,
L’ Qera’îkê bû hawar,
Sê siwar derketin bi xar,
Yek lawê Elyê Biro,
Yek lawê Hefsa Kûnxwar,
Yek law’ Mehmedê Biro,
Karê oda xwe kiro.
Lo erdiko beyaro,
Min lê çandî xiyaro,
E’ çibikim j’ dosta bi yaro,
Min cotê memika xwaro,
Yek sêv, yek pirtiqalo.
Lo erdiko hilmishtî,
Mi’ sê gav lê rahishtî,
E’ çibikim j’ dosta b’dergistî.
Heçî çû odê !
Xizmeta odê kiro,
Nanê xwe b’ xwe re biro,
Tifî li maqûlê wilo,
Ko te kev halê wilo.
Hey gewrê, gewrê, gewrê,
Tama memkên te xwesh in,
Mîna hejîra Hewrê,
Ezê b’ çeplê te bigrim,
Bavêm seraya Stewrê.
Gênco !
Go (1) hespê Gêncê (2) min î reshe,
Riye (3) cada (4) dike meshe,
Gencê xwe bibînim gellik xweshe..
Bejna mina qutî mutî,
Kêr û meqes pi (bi) ser shemotî,
Dostim hebû ji me xeyidî,
Me xeber gotiye çû felitî,
zuman goshd (gosht) bû, hew xelitî..
Hespê Gencê me qula ye,
Ji xwe bi rext û bi reshma ye,
Gênco bajo malê me ye,
Sîngê min dosheka te ye,
Memka min balgihê te ye,
bixu û vexu besî te ye (5)..
Minê Genca (Gêncê) xwe dî ser sergoya,
Tezbî (tizbî) berda zo bi zo ye,
Hin dibê heyve û hin dibê ro ye,
Dostê min (6) delala li Hazro ye,
Hekeabor li vir nebû, ezê birevînim,
kevrezo (7) cem Haco ye.
Hazra shewitî xwsh her ba ye,
Set (8) mal felleh têda heye,
Hecî dostê wî felle ye,
e’mrik ji e’mrê (me) zêde ye..
Minê Gênca (Gêncê) xwe dî li beravê,
Shewqê da bû bejna ziravê,
Ezê Gênca xwe birevînim ji mala bavê..
Minê Gênca (Gêncê) xwe dî li zikakê,
Bira dengek ji me ra bakê, wê navê min bi buhakê.. (9)
Minê Gênca (Gêncê) xwe dî ser qarîshê
Tu tixafem (10) û li kaîshê,
Gênco dengê Nûrê ket (qet) nabihîsê..
Gênco were, Gênco were !,
Ji mala (11) me mere,
Kim î (kum) fesa, yesma di ber e..
Gênco were li ber shibaka,
Me bikshêne bi kotaka,
Bi Xwedê ya min û Gêncê min soz yek e..
Qalûnê Gêncê min yasîmî,
Dest birîndar bû ji kerîmî (12),
Gênco qurba (qurban) tu h’ekîmî..
Xeftanê Gêncê min etlese,
Tê gundê me ji xwe (13) bilez e,
Gênco mi (ji xeyra) birevîne ji xwe ra, bese..
Hazra (14) shewitî bi kevire,
Gêncê min hat, wek (weke) agire,
Gênco Nûrê (15) revand, ji xwe re bire..
‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑
(1) got (2) Gencê (3) riya (4) cadê (5) basyî (6) besyî (7)multecî (8) sed (9)van rêzik ducarkî bûne (10) diaxivim (11) malê (12) tekrîmî (13) ew ji xwe (14) Navê gundekî ye (15) Navê keçikê ye.
Gidyano!
(De Gidyano!)
De Gidyano! De Gidyano!,
Bîra gundê me xetimî,
Keçikê digot: Sing û berê min mîna qeymaxê miya,
Nivîshkê serê sibehê, min ji delalê xwe re danî,
Ser nankî genimî.....
Min sund xwariye bi Quranê,
Ez tu car narim wî hundirî, wî kavilî,
Wî mîratî, wî sitimî....
Min dî ji nîvê shevê pê ve,
Delalê dilê min di nav cihê min de diqedimî.
Mi go: Bila Xwedê ji melayê gundê me nexwesh be,
Çava (çawa) mehra min birî, li wî kotîkî, li wî çepelî,
Li wî ma’dzerhemî.
De Gidyano1 De Gidyano!,
Bîra gundê me bê qam e,
Jêr de kanî ye, jor de cam e,
Ez û delalê dilê xwe bîst û çar saeta tê de mane,
Min nizanî bû, ko dilketina min û bejna zirav,
Sala vê salê bi milam e.
De Gidyano! De Gidyano!,
Delalê dilê min dike di xopanê gundê me de avanîkê çêke,
Ezê bishînim Midyata xopan dû Sham û Shekiro,
Bila bên, cîkî ji min û bejna zirav li tebeqa jorî çêke,
Kul û kederê bejna zirav, di ser dilê min de shax berdane,
Bûne kotik û merez û xem û xiyal û girêk e,
Shixula min û bejna zirav li erdana xira bûye,
Belkî Rebê a’lemê li ezmana ji ba xwe çêke.
De gidyano ! De Gidyano!,
Roka me li navbeyna nîro û e’sir dageriya,
Xwezila ji xeyra Xwedê re,
Ezê ji kevoka bibûma kevokê xubariya,
Shevkê minê ji nîvê shevê pê ve xwe berda hebsa Mêrdînê,
Nav girtiya û nav hebsiya.
Digo: Delalê dilê te rakirin, dane ber qundaxê eyneliya.
De Gidyano! De Gidyano!,
Bi ser min û delalê min de, hat payîzê wextê tirî,
Min dî shevkê ji nîvê shevê û pê ve,
Dê û bavê min li hewsha me sekinîn, pev shêwirîn,
Keçikê gazî dikirê digo: Lo, lo lawiko!
Mala bavê te shewitiyo!..
Rojkê were bi qewil û resûlê Xwedê,
Min ji mala bavê min bixwazê...
Sed wa’de, li canê min keti be, ko ez ne dam te,
Ezê serê sibehê rabim bi dawa taqî bigirim,
Li bav û bira herim gilî,
Qatî nebû, miradê min û bejna zirav,
Ezê serê sibehê rabim destê xwe di kêlekê xwe yî vala xînim...
Ezê li ser rêka welatê xerîb û xurbetê,
Bi dû bejna zirav de dikewkirim,
Qatî nebû, miradê min û bejna zirav,
Ezê herim di mala xelkê delal de rûnim ne mehirkirî.
De Gidyano! De Gidyano!
Navbeyna min û bejna zirav bi dîwar e,
Alî kils e, yek nikar e,
Cotê memkê min xanim xatûnê yek sêv û yek pirtiqal e...
Keçikê gazî dikir digo: Lo...lo! Lawiko!,
Shevkê ji nîvbenda sheva û pê ve,
Were tewafa singê berê min keçikê,
Ji te re xweshtir e ji teberika mala shêxê Kal e.
Ji girêdana pishtê ber jor de, tu çi dixwazî ez minêkar im,
Ji girêdana pishtê û ber jêr da, ez mirîda mala shêxê Kal im,
Çi bixwazî ez nikarim.
Gulê, gulê
Kevoka Qitirbilê,
Qeymaxê ser satilê,
Gul dosta axê minê,
Lawê Zeyto j' xwer birê..
Bir xopana Mûsilê,
Destê xwe kir pashilê,
Çi pashilek xûydayê,
Serê memka hildayê,
Memik para xortayê,
Tishtik me tê, ne mayê..
Ez naçim bexçê gula,
Ez narim taxa fila,
Lê gulê, gulçîçekê,
Çavreshê, meshordekê, (mesh+ordek)
Rîhana li ser doshekê,
Ez rûnishtim li kêlekê..
Ezê gulê birevînim,
Bibim bajarê Swêrekê,
Heçî bi dilê xwe zewicî,
Sê ro dizîn ji felekê..
Ez gul im, gulsipî me,
Nav bexçeya efendî me,
Dosta lawikê xwey cindî me..
Gulê
Hay lê Gulê, lê Gulê!,
Eman Gulê, yar Gulê,
Dem û dewran Gulê,
Derd û derman Gulê.
Ehtîqat û nezan Gulê,
Dîs l’benga Xortan Gulê,
Eman gulê, yar Gulê,
Beybûn û qurnefîlê.
Gulê gulçîçekê,
Rêhana li ser doshekê,
Destê xwe xist kêlekê,
Ziravê, meshordekê.
Hay lê Gulê, yar Gulê,
Destê xwe xist pashilê,
Çi pashilka xweydayî,
Serê memika hildayî.
Eman gulê yar Gulê,
Der û derman Gulê,
Dem û dewran Gulê,
Ihtiqat û nezan Gulê.
Gulê !
Gulê, gulê, lê gulê, lê gulê!,
Gulê tu metka Ferec e,
Bi xeftanê melemenc e,
Tu ji alî malê ne gence,
Gava sher ban li nevalê,
Sê siwar derketin bixarê,
Yek xelîlê Xezalê û yek hiseynê Delalê,
Gulê ebûqatê,
Bê l’anet bavê hatê,
Te xwar dîkê sibatê.
Gulê, Ay lê Gulê !
Eman neman, Eman neman,
Ez heliyam tu di min nema!...
Bejna te zirav e, tak rêhanê li ber avê,
Shaq û berê xwe berdane li vê navê,
Ez xulama shêbiskê te sorî henekirî,
Li ser hinarikê rûkê te, da silavê,
Mi dî sibehê gewra min rahisht kûzê xwe,
çû mîrata kehniyê, avê,
Ezê çiqas xiyal û bala xwe didimê,
Neqeba cotê zermemika, serê çeleyê zivistanê,
Shil dibûyê, ji avê yê, ne welleh ji xunavê,
Mi dî bihna qûtya gulyaxê,
di ber pishta bejna zirav de bihin da...
Kalo rebeno!
Kalo ! rebeno! Zozan bishewitin,
Belê ho ê kalo! Zozan wa bi cî ye?
Hezar û heftsed suwarê di Zîlan
û Heydera Xalib axa kirin karê xwe ne..
Diçin xirabkin (bikin), Xirba Zila shewitî,
û Meh’ê, kekê Gewrê dikujin, suwarê Zerdekê..
Delo, ho ê kalo! De lolo, xwarzî te ye..
Kalo rebeno! Zozan bishewitin,
Delo ho ê kalo! zozan î shîne,
Hezar û heftsed suwarêd di Zîlan û Heydera kirin,
û kom kirine,
Diçin, xirab bikin, Xirba Zila shewitî û
Meh’ê, kekê gewrê, dikujin suwarê Zerdekê..
Xeyret û namûs li dor te nîne,
Delo, ho ê kalo, zozan bi semaq e,
Hezar û heftsed suwarê di Zîlan û Heydera Xalib axa
kirin bi tifaqe..
Diçin, xira bikin, Xirba Zila shewitî,
û Meh’ê, kekê Gewrê, bikujin suwarê Zerdekê..
Bira ellah û îman Ellah, heko tu neçî,
arî Meh’ê, kekê Gewrê nekî,
Ez dê xwe ji te berdim bi telaqe..
De lo lo, Kalo!...
Kanî
Kaniya serê Sirtikê!,
Çavreshê, meshqitikê!,
Tama memkên te xwesh in,
Weka hêka qitikê,
Ezê bi çeplê te bigrim,
Bavêm qeza Dêrikê.
Min û Kaniya Merzeqa,
Eniya qewra min bi deqa,
Heke tu delala min î,
Destê xwe bi destê min kî,
Ezê bi çeplê te bigrim,
Bavêm her du Sinceqa.
Kaniya serê Mêrgêo!,
Kengê her û kengê bê o,
Ez xulamê bejn û balê o,
Heke tu delala min î,
Emê herin binya xetê o...
Kejê
Berhevkirina : Thomas Bois
Saliyê Naso dibêjit:
Wey lê Kejê, te kir, te kir, lê lê te kir, te kir,
Wey lê, Kejê, mal xirabê, te shûlekî bi dilê xwe kir,
Te destê min ji Mîrê Paloyê vekir..
Xatûn Kejê dibêjit:
Erê, Saliyê lawo!, min kir, min kir,
Min destê te ji Mîrê Paloyê vekir,
Dê hela bi çengelkê sorkejê bigire birevîne,
û bibe mala Mihemedaxa li Diyarbekir..
Gava Kejê wa gotiye,
Saliyê Naso bi çengelkê xatûn Kejê girt û suwar kiriye,
bi shev û rojê ajotiye..
Saliyê Naso dibêjit:
Erê, Kejê tu here li nav Hirîma,
Kejê, li nav Zariya.
û ezê herim koçkeka xirabê.
Axa yê giran digel min çiye?
Xatûn Kejê bi cihê Hirîman û Zariya ve çûye.
Saliyê Naso derê koçkê sekiniye,
silavekî bi xêr li Mihemed axa wê kiriye.
Mihemed axa dibêjit:
Erê Saliyê Naso tu bi xêr hatî,
l'ser serî ye,
Belê ka bo min bêje,
Shûlê axa yê giran digel min çiye?.
Saliyê Naso dibêjit:
Erê, Mihemed axa, shûlekî mezin qewimiye.
her du kurê di Mîrê Paloyê min kutiye.
Min xatûn Kejê ji canê xwe re revandiye,
min wê qesda Xwedê û qesda mala te kiriye.
Mihemed axa dibêjit:
Erê, Saliyê Naso, wayê, sed car wayê;
befr û baran lê kir digel vê bayê.
Mîrê Paloyê beraz e û zilm e li dinyayê.
em feqîr û jar, Mîrê Paloyê derheq nayê.
(Diyar e ev parçeya stranê bi gishtî wek gelekên din nehatiye nivîsandin.)
Kejê!
Tu kej î, tu kej î,
Dilê min ketî te jî,
Çogê min shikestin,
Nikarim herim, mala xwe jî.
Bejna keçikê tayê tirincê,
Diranê mehrûmê heba birincê,
Destê, çavreshê dermanê qolincê,
Weleh bileh tu kej î,
Dilê min ketî te jî,
Çogê min shikestin,
Nikarim herim, mala xwe jî,
Kevanjenê!
De bijen, bijen Kevanjenê!,
Sêviya bavê ser Hesenê,
Bû pepûka ber bedenê,
Xwelî l’serê te b’tenê.
Kevanê te mishmish e,
Toq benya xush e, xush e,
Memkê gewrê sêva tirsh e,
Li ber xwe bir qal û qirsh e.
De bijen, bijen Kevanjenê!,
Kevanê te hirmê ye,
Bîstkê lêxim ji kêfê ye,
Piçkê pembo l’ ber bê ye.
Garana l’ser sergo ye,
M’d kerandî b’shev û ro ye,
Çavê wî l’keçka do ye.
Heb b’ heb jê dikirî,
Teres l’ keçkê fitilî,
B’ shêx û mela t’ a min î,
Mehbûba l’ ber vî dilî.
Kezîzer
Kezîzerê, kezî zer,
Kezîzerê lewendê,
Sing doshek, balif zendê,
Zeriyê t' were (tu were) dîlanê,
Gewrê were govendê..
Kezîzerê kezî zer,
Xulama memkê girover,
Serî sore; binî zer,
Mîna berfa newala,
Siya dara tim li ser,
Tu j' govenê (govendê) were der,
Te ramîsim car din her..
Kezîzerê min sisê ne,
Her sê delaliyê dê ne,
Yek min, dido xelkê ne..
Lo erdiko beyaro!
Minê çandî xiyaro,
Çi b'kim dosta bi yaro,
E’sil dosta qîzê ne,
Mîna shekir shîrîn e.
Mînaagir bi tîn e,
Mîna gula bi bîn e..
Kezîzerê!
Kezîzerê kezîzer,
Li serî destmalek zer,
Qamek qut î girover,
Tu j’ govendê derkev der,
Ez t’ ramîsim dîsa her
Xeyr û guneh j’ bavê ter’.
Kezîzerê kezîzer,
Mîna berfa l’ zinara,
Siha dara tim li ser,
Kezîzer im sisê ne,
Em her sê l’ ber Zewacê ne,
Behra xortê xelkê ne.
Kezîzerê kezîzer,
Li meha danê êvara,
Sî dageriyan zinara,
Ma’dê gewrê xeyirî,
Hemî ji xem û xeyala,
Hemî ji kul û mitala.
Kezîzerê kezîzer,
Ez xulamê memkên girover,
Wê enya te bi nîv ziyer.
Kezîzer im dido ne,
Em her du wek heyiv û ro ne,
Kezîzerê kezîzer,
Mîna berfa li zinara,
Siya dara tim li ser.
Kezîzerê kezîzer,
Kezîzerê mala min,
Agir berda dilê min,
Xwesh e j’ goshtê lashê min.
Kezîzerê lewendê,
Eqlê ji serê min stendê,
Sing doshek baliv zendê,
Destê xwe li destê min xe,
Emê herin govendê.
Kezîzerê dido ne,
Rîhan in endiko ne,
Kezîzerê em çar in,
Her çar in lê li mal in.
Kezîzerê em shesh in,
Û her shesh pev re dimeshin,
Xwesh in jî, çavê resh in.
Kirîvê!
Nisêbînê bi qishle ye,
Hê lê kirîvê!,
Gul û rêhan tê de ye,
Meskenê min û te ye,
Kêf kêfa min û te ye.
Gundî û maliya çi ji me ye,
Ya sitar bê lome,
Çi gundê bi lom e.
Nisêbînê bi tehtik e,
Sola kirîvê bi kabik e,
Kengê mêrê kirîva min bimirê,
Kirîvê wez min bike.
Nisêbînê bi av e,
Siwar û peya da nav e,
Hewsha kirîvê min bi giha ye,
Lê lê kirîvê.
Mi çînê te badaya,
Shêx û mela lê palda ye,
Sing û berê te gewr in,
Wek xurmayê li Bexda ye.
Koçer û Dostkî
Ew kûrbîla li nav deshtê ve,
Çepelê Elî Gendal û Elî Fatih li dengê rê ve,
Elî Gendal dikite Elî Fatih:
Keko! Bira ! Ne rabin li ber çepera,
Xwedê berxê nêr wê danî bo kêrê ve,
Deshta Sêcî bi qij û ber e,
Tifaqa Sîso Elî Mawîzer e,
Sed heyf û mixabin:
Sîso kushtî li ber çepera..
Deshta Sêcî bi nihêl e,
Tifaqa Sîso Elî karxana ya têl bi têl e,
Sîsoyê Elî sê denga gazî dikit,
Erê! Babo! Doskiya revî , min ne hêla,
Sed heyf û mixabin: Sîso kushtî hêj çile..
Kotiko!
Mala te bi kotiko,
Çîm xwehro, çîm qeysiko,
Lawê Hora dihniko,
Hema xwe pizik diko,
Teres siwarê dehshiko,
Navbeyna Mercê û Metîna,
Ji xwe re kiriye qevziko.
Kotik derket ser bana,
Ban kir melekê ezmana,
Rûhê kotik bistînin,
Bavên axê cebana.
Mala te bi kotiko,
Çîm xwehr û çîm qeysiko,
Tu wek jina b’ du giyana,
Li gasîna tif diko,
Ne kurk û ne çêçiko,
Ne mih û ne berxiko,
Ne bizin û ne kehriko,
Ne çêlek û goliko,
Lawê Hora dihniko,
Hema xwe repik diko.
Law Osman e
Lê yadê law Osman e,
Biçûk î tenbûrvan e,
Qedrê zeriya j' xwe nizane..
Bi vî erdî, bi vî ezmanî,
Naçim suxra vî Çaçanî,
Ka bazinê te j' miranî,
Ka xilxalê te b'xweanî..
Lê dînê, zalim dînê,
Tirsa min j' hebsa Mêrdînê,
Ziyareta Kilêbînê,
Te law bimire narim ûnê..
Osman î xerbende ye,
Te rêkirî mala me ye,
Desmala zer kir ma’ne ye,
Singê bêbavê mîna berfa li xirbe ye,
Émîshê devê te ye..
Ne dîn im, ne dirust im,
Taq rîhanê, pêlê xist im,
Teresbavo, pishta mi girtin,
li e’rdê xistin,
Du parsû yê min ne xuyane,
Sê parsû yê min shikestin..
Ez ne dîn im, ez ne har im,
Taq rîhanê pelê pan im,
Pishta mi girtin, li erdê dane,
Du parsû yê min ne xuyane..
Delîl, Delîl, Delîl, Delîl!,
Ketim bextê bavê Cemîl,
Xodo (Xwedêyo), Rebbî, kes tê nemîn,
Lê yadê law Osman e..
Lorî
Xelîlê Metînî
Lorî de lorî,
Kara min de lorî,
Berxa min de lorî...
Hekîmo, hekîmê Helebê,
Tu bîne derman û elbik û melhemê,
Birîna xortê mala bavê min pir xedar e,
Shaxê xwe berdane ser kezebê,
Lo..lo..hekîmo..! hekîmê zozana,
Tu bîne elbik û dermana,
Birîna xortê mala bavê min pir î xerab e...
Ez bala xwe didimê, zenga mirinê avêtiye dirana,
De lorî, kara min de lorî,
Dergûsha kara min ji darê lûle yê,
Ezê tê wer kim kurk û ebeyê,
Ezê berxa xwe li nav pishta xwe bishidînim,
Ezê bibim mala bavê xwe yê...
De lorî, karika min de lorî...!
Dergûsha karika min ji darê gwîzê,
Ezê pê wer kim bihna misk û mawerdê,
De lorî karika min de lorî...
Mala me ji malan wê de
Mala me ji malan û wê de,
Keçikê kulmekî li kurî da..
Kurik dibêjit:
Keçikê dînê, te gava ew kulm li min da,
Min zanî stêra min li ezmana rijiya,
û belgê min ji darê cennetê weriya,
û emrê min sed û pencî sala li dinyayê leq ma,
Mala me ji malan û wê da,
Keçikê kulmekî li kurî da,
Dibit; Kuriko dîno! Were li vî de!..
Mamo!
Mamo çû Diyarbekir,
Porê sor hine kir,
Beqala l’ hev zêde kir,
T’ (te) a min bû Xwedê ne kir.
Mamo ji Torê tê,
Bihna gulê jê tê,
Sebra dotmam pê tê,
Pezka kovî pê dê.
Lata resh hezaz e,
Singa gewir beyaz e,
Dosta te tolaz e,
Dêka te shambaz e.
Mam Delalê!
Çi shikefta dev mezinê,
Jê reviya refek jinê,
Çavê min li a mezinê.
Çi shikefta dev li hewa,
Jê firiya refek kewa,
Çavê min li a bedewa.
Çi shikefta dev biçûk e,
Jê firiya refek bûk e,
Çavê min li a biçûk e.
Sibe bû, min karek nekir,
Destê lêwik qipçe kir,
Sê siwara xuyayî kir.
Min go siwarino hon (hûn) kî ne?
Go xwakê em xerîbî ne,
Xwakê em rêwî ne.
Mamo!, Pismamo!
Mamo ji Torê tê,
Bihna gula jê tê,
Sebra dotmam pê tê.
Lata resh hezaz e,
Singa gewr beyaz e,
Dêka te shambaz e,
Dosta te tolaz e.
Lata resh bi rê de,
Pezka kovî tê de,
Di nav gul û bihê de,
Destê min d’ ber pishtê de,
Tama cinetê tê de.
Memir
Memir, memir, memir
Mamîto lo..
Mamo ji xursê tê,
Mamîto lo..
Bihna gula jê tê,
Mamîto lo..
Memir, memir, memir,
Lo, mamo lo..
Xelkê dosta te bir,
Lo mamo lo..
Xwelî li serê te kir,
Mamîto lo..
Xwelî li qehfê te kir,
Rebeno lo..
Mero!
Dor Bêrûtê bi Zeytûn ê,
Shîrîn sherbet î lê Mero!
Tu di ber derîkî mermero,
Shîrîn sherbet î lê Mero!.
Her du diranên te zêro,
Shîrîn sherbet î lê Mero!,
Xulam qama girovero,
Shîrîn sherbet î lê Mero!.
Wê enîka bi nîv zêro,
Eman ne ma lê Mero!
Ez ban te dikim, tu î khero,
Bejin zirav î ji darê tero,
Ezê bi çeplê te bigirim,
Bibim ji canê xwe ro.
Mêremê!
Mêremê, Mêremê, Mêremê!
Sheve bi min (1) sheve, bi min sheve.
Rabe (2) cihê me (3) hilêne,
dayîna li xanebana (4) odê,
pelî gund (5) û a’lem bide heve (6).
Were ber pashilkê min rakeve,
ezê pashilkê xwe bi ser (7) te da bidim heve,
kula Helebê bikeve mala Shakir axa û Ebbas axa,
nehêshtin des dibêjim mehbûbê min eve.
Mêremê, Mêremê, Mêremê!
Ji dêrê heya bi dêrê,
Ro hilatî jialiya Xêrê,
Pi (bi) ser bejna zirav xishîkî meqes û kêrê,
Mêremê virda were, tu ji kê newêrê?
Mêremê, Mêremê, Mêremê!
Li me hatî ba yê serheda (8) gulgulî,
Shewqa (9) da bû bejna zirav,
girêka (10) shehrê (11) Hamûdî Mûsilî,
Xwazî bi gav e (12) rahêjim (13) kalûnê (14) Yasimî,
Dû wê (dûyê) Kalûnê bialiyê guhada biferînim,
tu (15 ) miqabilî,
Ramîsana te bûne hesreta vî dilî,
Mêremê, Mêremê, Mêremê! (16)
delalê mihebbetî (17),
Li odeka mala bavê min (18) rûnisht (19) sayî sipî bû,
Jizma (20) sor (21) bû shiftalî bû,
Bi derenca hat xwar,
jizma bi nalça bû, shemotî (22),
Sayiya (23) delalê min li Qasê (24) perek lewutî,
Mêremê, Mêremê, Mêremê!
Minê sayîka delalê malê xwe jêkir (25),
Me berava Diyarbekrê (26),
li ber kelaha Heskîfê diborin,
Dilê me qêmîsh nebû,
shûna axêna, me neshusht,
me bir ava Ridwanê, av (27) pirin,
me ne shusht, bi zugurin (28).
Mêremê, Mêremê, Mêremê!
dora Tilshahmê bi baîve,
Ez çûm (29) avê Selîve,
me nirî, me ne shusht (30),
shûnê gamêshe.
Mêremê, Mêremê, Mêremê!
delalê malê me e´zîze,
Ez çûm (31) Stawrê (32),
dilê me qeymî ne bû,
me ne shusht (33), shûnê palê guwîze.
Mêremê, Mêremê, Mêremê! (34)
ez çûm ava Muradê,
vaye helq (35) gotin li vê derê neshû gunaye.
Mêremê, Mêremê, Mêremê!
me got hella hella, (36)
Ez hatim (37) Mêrdînê,
Eyn‑Yawoz avteze bû, megene bû (38),
Me bada, dilê me qêmîsh nebû ez bishûm (39).
Mêremê, Mêremê, Mêremê!
Çiqas ez geriyam (40),
kesik me nebînê,
Me berê xwe davê Nisêbînê,
av teze tên, mi shusht li Nisêbînê.
Hêdiya sayî welgirtiye,
avjen qismetê wî ye (41).
Mêrik Mêremê ji xwe ra biriye,
jirjî ji wê (42) hatiye,
tishtik bi dest neketiye.
-----------------------------------------------------------
Shanik: Gotinên, ku di nav cothêvkan de, yên min in.
Têbîniyên, ku li binê text (têkst) hatine nivîsandinê:
(1) bimî (2) tu rabe (3) cihka me (4) xanebanê (5) gundî (6) bi dave (7) ser (8) ba yê serheda hat li me (9) shewqa (10) grêkê (11) sharê (12) (tu ne buye) (13) rahêj me (14) qal (15) tu (16) Lê lê nemayê tu ((an jî )) lê lê Mêremê (( ji vir û pêve dengbêj sêcarkirina Mêremê her gava vegeriye seriyê stranê gotiye)) (17) dilê min, dilêm (18) et me (19) rûnisht rûnishtiy û (20) cismika (21) sohr (22) sehliqî (23) sayîkê (24) bîs (25) me jêkir (26) re (( di stranê de ev “e” hatiye dirêjkirin, ku bi xanikên din re li saz keve )) (27)avî (28) dilê me qêmîsh ne bû (29) çû me (30) me go ez ne shûm (31) ez çûme (32) stewra xopan (33) ne shusht (34) (( li vir jî )) va ye va ye (( mîna rêzika pêshîne )) (35) helq ji me ra (36) hele bi me hele (37) ez î çû me (38)aveka teze jê tê xwar, megena bû (39) me bada (40) mêremê, hêdiya minê sayîka delalê malê xwe di navavê daniye.
Mih’emmedê Henne
Stranbêjekî filleh gotiye
Ez û Mih’emmedê Henne li hev (1) rûnishtin,
Me qiset kir, me kêf hîshtin (2),
Kevir û koçkê besta di h’alê me birishtin.
Mihemmedê Henne ji mal kar bû,
Li hespê boz ji xwe suwar bû,
Hespê boz li bin kehr û lal bû,
Li bajara Diyarbekrê jê peya bû,
Shehdayê Mih’emmedê Henne hebû,
Le’lîcanê Musilman bû.
Medo (3) go Mih’emmedo serê mi têshe (dêshe) nizanim çima,
Mih’emmed lê vegerand, go cîgerekê shêra jêkime,
Medo nexwesh bû, li Mih’emmedê Henne zulm e,
Go hespê Mih’emmedê Henne (4) boz e,
Rêyê Diyarbekrê dikê toz e,
Emê xwe bavêjin bextê balyoz e (5),
Ew Diyarbekrê li zozanê,
Em hatin Diyarbekrê, kesik me nizanê,
Emê xwe bavêjin bextê paterkê mezin li dêrê Ze’feranê,
Kesik ev e’cêb nebînê,
Emê herin cem xoce Cabbûr, wekîlê Mêrdînê,
Mih’emmedo ev galgal ne tu galgal e,
Lingê Medo bi xilxal e,
Medo gote Mih’emmedê Henne,
Go: dînê musulmana ji xwe betale,
Go Mih’emmedo ro helatî li Masîla (Mîsilê),
Melbûsê Medo ji herîr e,
Go emê herin dînê filleh (6) dînek esîl e,
Go Mih’emmedê Henne suwar dibû li ciwaniyê,
Jê peya bû ser kehniyê,
Ez û Mih’emmedo, me kêf kirbû li bin çiyê,
Li me hatî berfê teze,
Mih’emmed li ber deriyê me hat bi lez e,
Ezê vêra herim (7) fith’ê rez e,
Rêka (8) Mêrdînê bi jebesh e (zebesh e),
Melbûsê Medo melbûsek resh e,
Hespê Mih’emmedo enî besh e,
Mih’emmedê Henne ji mal rabû,
Vê ro li ser me e’cac (9) û ba bû,
Dilê Mih’emmedê Henne li mi xirabû,
Mih’emmedê Henne suwar bû (10) li bargîle,
Peya dibû li devê bîr e,
Mihemmedê Henne bi min ne qayîl e.
E’wênya (11) shewitî va li kash e,
Di lingê Medo qumash e,
Ez û Mhemmedo, emê herin Mêrdînê dîwanê pashe,
E’wênya shewitî li ber bênderê,
Mihémmed destavêt qebda xençerê,
Bavê mi ji E’wênya wê bi derê,
Îro sê ro mi karek nekir,
Ro bi derket jialiyê Bohta,
Minê sozik ji xwe ra digohta (14),
Bejna Medo ket firota,
Deriyê malê me bishkêra,
Serêm (15) têshe ji kulezêra,
Mih’emmedê Henne hat, mi soz god (16) vê ra,
Ez û Mih’emmed em ketin (17) henekê,
Lê Medokê çavbelekê !,
Mih’emmed got, go bavê te qebûl nakê,
Ez herme bi tafakê,
Mih’emmedo got Medo were,
Dest bavêjim ser kember e,
Rûwê (rûyê) Medo esmer e,
Mihémmedo nabê nabê,
Dilo dilhebanî, rê lê nabê,
Kurik felle ye, musulman nabê,
Mih’emmedê Henne li Diyarbekrê kes nabînê,
Li cem qansera e’cêbeg (18) digerînê,
Mih’emmedê Henne berê xwe daye Mêrdînê,
Bejna (19) te rihane ji xwe gule (20),
Muh’bet erê ji dile,
Emê çîne Mêrdînê ser dînê filleh,
Medo mi te dî bû li shibakê,
Em ketin kêf û henekê,
Vî kêf û henekê tu ji bîra nakê,
Medo rabû dey nekir,
Deriyê odê (21) vekir,
Mihémmedo go bi der mekeve, qebûl nekir,
Mihémmedo (22) li min û li vê gohtinê,
Bejna mi (23) zirave ji tayê tutinê,
Ji te ra hêja me (24) malê dinê,
Mihémmedo hîna, bi min hîna (25),
Çavê xwe li welad (26) bigerînê,
Mih’emmedo suwar bû ser meî’nê,
Berê xwe daye bajara Mêrdînê,
Weke min kesik tu nabînê,
Medo li min, li vê gotinê (27),
Bejna te nadim bi çarçiya firotinê,
Terkê te nadim heta xrêna mirinê,
Medo (28) we ye, we ye, we ye,
Medo gotin gohtina te ye,
Heta mirinê Medo ya mi ye (29)...
.....................................
Di h’erbekî kin li Gera Gerdiya,
Wek shewitî li ber bênderê,
Mihemmed dest avêt qebda xencerê,
Bavê mi ji Ewên ya wê bi derê,
Îro sê ro mi karek nekir,
Çûme cem falcî mi falik vekir,
Falê mi razd bû (Rast bû), derew nekir,
Ro bi derket ji aliyê Bohta,
Minê sozik ji xwe ra digohta (digota),
Bejna Medo kedfirota,
Deriyê malê me bishkêra,
Serêm (serê min) têshe ji kulehzêra,
Mihemmedê Henne hat, mi soz god (got) vê ra.
Ez û Mihemmed, em ketin henekê
----------------------------------------
Têbînî:
(1) Lev. (2) galgal kirin, gazîn hêshtin. (3) Mado. (4) ne mine boze. (5) balyose. (6) feilleha. (7) Bi Mhemmedê Henne fithê reze. (8) riya. (9) toz û ecac. (10) dibû. (11) Ewêniya. (12) Ez çûme. (13) rast bû. (14) digota. (15) Serê min. (16) got. (17) ketne. (18) ecêbek. (19) Medo bejna te. (20) Û ji xwe gule. (21) Kir ku vekir . (22) Medo. (23) Bejna te. (24) Bejna mi hêjayê. (25) Îna. (26) welat. (27) Gohtinê. (28) Go. (29) Te ye.
Mîrê Kurda (1)
Milhim beg, Xudanê çiyayê Shengalê
Dilê min î li hane,
Sûrega çiyayê Shengalê, çel û çar hezar malên Yezîdiyane,
Milhim beg li ser wan mîr û sultane,
Milhim begê, di ser re çû wext û zemane,
Berê pashê de dibêjin: Hene bashboxazê meriyane,
Vana kirin devê e’wîl û maqûl, kal û pîrane,
Vana li hemû dera geriyane,
Werin nerindiyekê têxin nava çel û çar hezar malên Yezîdiyane,
Go: balê xwe bidinê ! aliyekî eshîrê ketine kêfê û zewqê,
Li pêshê mala colêd miya ketine u’rurê û kalkalê,
qenteriyêd deviya û naxirêd gane..
Aliyê e’shîrê yê din, halê dinê li wane, xezane,
Aliyekî din dev dane çiya û zinarane,
Dibên em qebûl nakin h’ukmê Milhim begê,
Ma çima aliyekî ketiye kêfê û aliyekî xêzane?
Bala xwe bide, çawa berê daran peqiyane,
Qirikê deshtan di gul û çiçekan de xemiliyane,
Li nava malan û navê gundiyane,
Nabê gumirtiya devê meshkane, borborê zarokane..
Wana bi hesret qeymax û mastê hilbana,
Vana serê hevdu hezandin,
Çend meriyêd di ser re bilyane,
Go: Emê herin bin konê Milhim begê,
va shorê jê re bikin xweyane,
Heger ku nikane bike xizmetê çel û çar malên Shengalane,
bila ji ser milê xwe deyne kurg û hewrane..
Dema ku ji Milhim begê re gotin,
Çav li serî bûn gulê topê,
Tamarên serî rabûn, bostekê û çar tiliyane..
Got:" Hûn berdin shorên fesad û qumsiyane,
Nekin ji guhên xwe (.....................),
Di nava malên xwe de em nekin dee’wa û dogishên girane,
Hîro ((îro)) ez ji we re dikim beyane,
çel û çar hezar mal me hene,
Em sal bi sal dikin vêrg û salane,
Ewê ku bi dest de tuneye,
Cara min rokê nedaye bin ço û lêdane,
û mala wî ji xwe re ne kiriye xez û talane,
Ê ku xebat û kar dike halê xwe xweshin,
nahese bi sae’t û soliqane,
Wanê ((ewên)) bêkar, pishtên xwe ber hewsh û dîwarane,
Nehatine rokê li deriyê min nedane,
Negotine bo zarowên me nîne nan û arvane ."
Milhim begê ji wan re shorkirin,
Yekî got: Shora begê doxriye,
Yekî got: Dunya derewane..
Dengê van di nava çel û çar hezar mal de rabû,
Kete guhane, gihasht gelek derane,
Pir dirêj kir, ket h’ukmê çar salane
Ji Milhim begê standin kurg û hewrane..
U’mer û bi E’vdê û bi Kehrê ve,
Dibên Kehr î bilyane û Kehr î pishthesp î pehlewane,
Lê pir shoran û gaziyan dikin,
Kehr tênagihîne shorên wane,
Çiqas bibe, ewî ji malêd zengîn û xanedane,
Her wextekê nabe sêfîl û xezane.
Milhim begê serê xwe da axa gorane,
U’mer û E’vd û Kehrî ketin berdestê pîrê,
Li çiyayê Shengalê nakin xizmeta wane, li wan dikin zorane..
Dayîka wana, Xanima gelek cariya,
Ji bil etbaî’ û xizmetkaran, xelk dide meda û toxirmane..
Pir pê zehmet hat, çetin û girane,
Royê heft caran mirina xwe dixwaze,
Dibê ez jî herim axa gorane,
Dibê bila çavên min nebînin,
Dibin hatin kirin serê E’vdê û U’mer, serî shikiyane,
Kinc ji pêsîr û bedenê diriyane,
Ca destê min naqetê ji hersê lawane, bi min girane,
Dûre bi demane, nêzîke bi shorane...
Dayîka wan serê xwe da gora tarî,
Kurên Milhim begê li Çiyayê Shengalê, sêwî û berder mane,
Çiqas medam û shoran û toxirman didin Kehrî,
kehr guh nade wane..
Salê Evdalê dikevin çardehane,
Çiyayê Shengalê tev ji Evdê acizin,
roj bi roj lêxistina zarokane,
Kes na hewîne, li ser digrin deriyane,
Guvînta bayê Almamedê ji meha zemherîrê,
bi ser Evdê tê berf û barane,
Rêk û dirb li pêsha Evdê nemane,
Evdê Milhimê begê derdikeve nava malane,
Bervê xwe da çiyayê bi dûmane,
Dikeve shikeft û berqefane, dunya reshe, qurî zîndane,
Borbora gur û hevtar, cinawerên çolane, xew naye çavane,
Kutkuta dilê Evdê di zikê wî de,
Xeshîme, rê û yolaqa nizane,
Rohilat, dûman hilkishî serî çiyane,
Rêk û dirb ji wî ve hatin xweyane,
Ji nava malan derdikevin shivan û gavanane,
Evdê got:
" Min di sî û sê gornê bavê van niyo,
Evan ketine nav nivîn û ciyane,
Dane wan agirê Pixarane,
Ji hêvara mirina mîrê mezin da,
Evd ketiye bin shikevtane,
ne av û ne nane.."
Dema li Evdê nêzîk bûn shivan û gavanane,
Evdê rakir hîmekî zinarane,
Got: " Tûr û nanê xwe deynin dera hane."
Nanê germ, mûjê çiyayê Shengalê di nav da ne,
Evdê nanê xwe xwar,
"Hele ez herim serê van sirtên hane, "
Evdê vedixwar ava curnane,
Rojekê dudiya, dixwar çayîra çiyayê Shengalê,
dunya derewvane..
Got: " Evan xêrê bi min nakin,
ditirsim ewan rojekê min biînin axa gorane."
Ji Evdê ve xweya tê berîka bê pîvane
Evdê roya lêdixe li shevane,
Shevan lêdixe li rojane,
Rokê bala xwe didiyê, ba rabûye, toz û kulxane,
Evdê nêzîk dike, dibîne,
di wir de dihere karwan û bazirgane,
Hal û teqeta Evdê nemane,
ne av û ne nane,
lêvên wî ziwane,
destên xwe dane ser navane,
bi roya û heftane,
derketiye nava çolane..
Wana rabûn qelazê avê dane Evdê,
li pêsh evdê nan deynane,
Gotin: " Kuro ! tu kuve derê?
ji kuve tê?
ma tu shivane?
torinên te wendane?
an jî malan barkirî,
tu mayî li shûn wan e?."
Go: "Apo! xalo! di bextê we da me,
min ne dê û ne bave,
ez mame li ber hewsh û dîwarane,
Ji min re bikin beyane,
ma hûn kuve diherin ?.."
Gotin:" Em diherin e’bra Milane."
Evdê go: " Ez di bextê we da me,
ez nizanim rê û dirbane."
karwanan bi xwe muh’tacî meriyane,
Ewan siwarin, çoyek kirin destane,
Gotin Evdê: " Ji me re bajo qatirane."
Bi dema nêzîke, kine bi shorane..
Evd digihîne ebra Milane,
Vana ajotin, çûn mala Iskan pashayê Milane,
Karwanan barên xwe deynane,
û ketin shorane,
Wana ji mêvanan re çêkirin xwarin û nane,
Iskan pashayê Mila xeber da yekî û duwane,
Tishtê wan jê re firot mushteriyane,
Yekî ji karwanan got:
"Emê yadîgariyekê bidin te, beg her mih’tacê lawane,
Tu dikarî bavêjî nav xulam û etbaa’ne,
Yan ji xwe re bikî shivane,
Salên Evdê li çardehane,
Hêpek û simbêl badane.."
Go: " Bawer dikim ev kurê we ye,
Hûn bi min dikin henekane."
Gotin : " Sêwiye, ne dê ye û ne bave,
qetiye ji xudiyane."
Go: " Berê li deriyê min hene heshtî, nod shivane,
Ma em sêla xwe bo zarokekî kuç dikin ?
Bila here bike xizmetê mêvanane,
Ji me re çêke qehweke tîr û girane."
Evd kurê Milhim begê ketiye deriyê Iskan pashayê Milane,
Mîna xizmetkar û kolane,
Lê ji xeyd û bîra Evdê tê shevên resh û barane,
Evd ji xwe re dibê:
" Eger bidin min nivînekê û kulavekî hêtirane,
çêtire ji çol û beriya vê pîvane."
Wextê e’gîd û mêr tên bin konê paê Milane,
Bal û baweriya Evdê tim li ser shûrane,
Yek dibîne, ku guhên Evdê ne li ser fermanane,
Meraqa wî ne xwarin û nane,
Ji berê de hebûn adetên erfat û îdane,
Li meydanekê çêkirin agirê sîngsîngê,
Li ber rabûn hev mîna pehlewanane...
( Mixabin ! E’liyê Heyder ev strana ji me re nebir serî..)
--------------------------------------------
(1) Sala 1987'ê min ev parçe ji devzara E’liyê H’eyder girtiye, Elî H’eyder ji dev bavê xwe Mislimê E’lo bihîstiye, Mislimê E’lo jî xelkê Çiyayê Kurda ye (rojavayê Kurdistanê).
Mîro!
(Hey lo Mîro!)
Hey lo Mîro, hey lo Mîro!
Te serxwesho, îmdad û meded gelek dûro...
Fîncan giro, qehwe tîro...
Yadê rebenê..shevê çûnê, çi qewimî û çi ciriya,
Li mala Ilyasê Hemzo, civateke mezin digeriya,
Shêwr û mishêwirê giran li mala Ilyasê Hemzo didaniya,
Sae’t sheshê rojê min xiyal û bala xwe dayê,
Di nav bira Tehta Sor û Tehta Girmo de,
Sê kemînê giran li pêshiya Mîrê min danîne,
û rûnishtine bi sê ciyan..
Mi dî xwesh tê dengê çapliyan, qîshtînê fedawiyan...
Sae’t sheshê rojê û pê ve, mi dî êrîsh bûne,
Ser cendekê Mîrê min bi darê çapliyan...
Mûsa Xaîn
Merev, merev !
Mûsa mere..
Te hetka min derxistî, bi navê xwe re,
Bi çeplê Stiya Namo bigir, bibe j’xwe re,
Heta bi erdê Shamê, ez bi te re,
û sozê min bi qerarê te re,
Heçî li dû sozê xwe vegere,
bê dîn bimire li ser riya bêdîna here..
Mûsa xaîn, bextê dinyayê ne wilo ye,
ne bi zirta ye, û ne bi forta ye,
Ne bi çefiya e’gêl xwarkirina ser xaniya ye,
Do (diho) pêr, mi tu diye ji ber Hisênkî gurî, tu reviyayî,
Li ber çavê min weke mijê tifingê tu xuyayî,
tu sekinî li diyarê heftayî,
Mûsa me re, bext ne wiha ye...
Konê Mûsa xaînê xwe bûm,
Sala vê salê, ez canê, min kirin nîshana gulleyê zer e,
Porê minî sor û sosinê li tûmka digere,
Mûsa, konê Mûsê min li ber avê,
Te rextê çarperçe, bavê devziravê,
Heya li me derkevin gaziya mala bavê...
Mûsa wayê, bext ne wihayê,
Te dest ji Stiya Namo berdidayê,
Te hisht li çol û çiyayê...
M’ xwena te dî
Her lê lê, de lê lê lê,
Her nedî, nedî, nedî,
Shevê çûyî m’ xewna te dî,
Mi destê xwe l’ ser memkê te dî,
Mi devê xwe l’ ser rûkê te dî.
Xwezla gewrê a min biwa,
Bila biçme ji vî beledî,
Bila ez nemirim ebedî,
Kesek têmtêla te nedî,
Li ber te bûm kewka kedî.
Mi dî bû li berwarê,
Xwedê mêrê te nehêlê,
Mêrê te pîs e, lê lê lê,
Mîna mishkê d’ bin kewarê.
Mîna çarûxê gemarê,
Mîna zembîla xesarê,
Xwedê mêrê te nehêlê,
Mîna qerashê l’ ber sêlê,
Ezê bi çeplê te bigrim,
Bavêm welatê jêrê.
Mi dî bû l’ ser qubê,
Te dî bû l’ ser qubê,
Bejin ziravê, ser bi ribê,
Her lê lê, de lê lê lê.
Mi dî bû li ser avzêlê,
Te dî bû l’ ser avzêlê,
Li te esmerê, kofîkêlê,
Ezê bi çeplê te bigrim,
Bavêm welatê jêrê,
Tama memkên te xwesh in,
Wek shekirê bajêrê.
Mi dî bû li ser bênderê,
Esmerê, xizêm zerê,
Keça sa, qîza kerê,
Shêrînê mihteberê,
Ezê rabim te b’ revînim,
B’ kotekê, b’ darê xençerê,
D’ ser qehrê mêrê te re.
Binya mala bi qash e (kash e),
Daw û derlingê te qimash e,
Kûçikê mêrê te ne bash e,
Wek kerashê li ber ash e.
http://www.kurdayeti.net/Stran3.htm
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-11-25 (11715 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |