Ez gelek tî me
Ez gelek tî me
Þeraba wan lebên lala
Bi minde ez gelek tî me
Bila xêra te bî cana:
Nizanî ez çi birçîme?
Ji baxê paxil û sîngê
Eger sêvek bidî Seyda
Xurînî pê ku biþkînim
Diçim ser rê ku rêwîme
Eger sênca rez û baxan
Çirand û dest birin sêvan
Dibî lêv herne ser lêvan
Li min megre ku sêwîme
Bi tenha ez li çolême
Serî goka di holême
Birîndarim ji wan mijgan
Pêrîþanim çi xwînîme?
Welatperwer bî ey xanim:
Were dest deyne ser canim
Birînê min qemûþk bigrin
Bi jînê pir bi hêvîme
De wer maçek biminde xweþ
Li dêm ko bisk bikin þevreþ
Ku ayîna te bigrim ez
Ji nûve da bi zanîme?
Bihayê herdû sêvên zer
Li dil xistin te sed xencer
Mebîne qelsemêrim ez
Ji kurdên ser niþîvîme?
Kurê Xesro û Guhderzim
Di vê rêde gelek berzim
Evîndarim ku can û dil
Li ber destê te danîme
Eger ez ser dibim ber pê
Xwedana þal û îþerpê
Dixwazim ku tu pîroz bit
Di vê rê ez çi manîme?
Dema çavên te yên mêrkuj
Dibênim ez dibim wek mij
Peyala þerbeta lêvan
Kirim gawir ku yezdîme
Ji te dûrim te nabînim
Li ser te ez ciger xwînim
Çi bêjim ko nikarim bêm
Di îro ez swêdîme.
Stockholm 26.9.1979
Cîgerxwîn
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-09-06 (5787 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |