Di dîrokê de helbesta kurdî
Sidîq Borekeyî
Ya ku ron û eþkere ye, berî îslamê helbest bi zimanê kurdî hatine honandin. Helbesta kurdî serê xwe di gelek dergehan rakiriye û gelek þûn û war dîtiye. Beþa bi navê 'Gata yan Gatan' a Avestayê hemû bi awayê helbest û kîteyî hatiye nivîsîn. Niha jî ew awayê helbestgotinê di nava kurdan de heye. Di Avestayê de bi taybetî helbesta dehkîteyî tê dîtin. Helbestvanên kurd jî piraniya helbestên xwe li ser kîteyan nivîsîne.
Li gorî van belgeyên ku di destên me de ne, derdikeve holê ku berî Îslamê di nava gelê kurd de gelek helbestvan derketine ku bi kurdî helbest ristine.
Mamoste Enwer Mayî di rûpela 196 a pirtûka xwe ya bi navê 'Elekrad fî Behdînan' de dibêje: "Dr. Bileç Þêrko di bîrnivîsên xwe de nivîsiye ku Rojhilatnasê bi navê 'Fliyamînof' berdnûsrawêk ku li ser wî kevirî du beyt helbest ji helbestvanê bi navê 'Boraboz' hatine nivîsîn. Ku ew helbestvan di salên 330'yê berî zayînê de jiyaye. Ew du helbest ev in:
Xwazdî ez tû bi hev ra bîn
Werdî bihîrîn kûtira bîn
Bi hîv ra hîrîn xurînî
Bangik dîn bi hîv ra narînî
Wate: Xweziya hingê wextê ez û tu bi hev re bûn, em bi hev re diçûn çiyayan (kohistan), were da ku em xurîniyê herin derve, bi hev re stranekê (narînê) bibêjin.
Li ser gotina Mamoste Dr. Seîd Xanî Kurdistanî nêzîkî sed sal berê parçeçermik li Þikewta Cêþane ya Silêmaniyê hatiye dîtin ku çend helbest bi zaravayê goranî li ser hatine nivîsîn. Di wê serdemê de misilmanan Þarezûr û gundên derdorê dagîr kirine, ew helbest jî rengê wê serdemê vedibêje. Ev helbest ku nêzîkê 1400 sal berê hatine gotin vê yekê nîþan didin ku helbest di nava kurdan de berî Îslamê jî wekî niha li pêþ bûye. Helbest ev e:
Hormizgan riman atiran kujan
Wêþan þardewe gewrey gewrekan
Zorkar ereb kerdine xapûr
Ginaw paleyî heta Þarezûr
Þin û kenîkan we dîl beþîna
Mêrd azar tilî we rûy hiwêna
Rewiþt zertuþtire manewe bê des
Bezêka nêka hormiz we hêwiç kes
Wate: Bajarê Hormizganê dagîr kirin, agirê agirdankan (ateþdan) temirandin, mezin û giregiran xwe veþart, biyaniyan bi zor û sitemê gund û bajar heta Þarezûrê talan kirin û xerakirin, jin û keç bi dîl birin, mêrên çeleng di nava xwînê de hiþtin. Rêz û rêçikên ayîna Zerdeþt bê bandor maye. Dilê Ehûramezda bi kesî neþewitî û gunehê wî bi kesî nehat.
Wêje û helbesta kurdî çar beþ e. Helbesta þer, helbesta dildarî û stran, helbesta Xwedênasî û olî û helbesta lasayî.
Helbesta Þer
Helbesta þer di kurdî de, karesatên þer û lehengiyên pehlevanên gelê kurd vedibêje. Di nava kurdan de helbestên þer pir in, wekî: Kurdî, Goran, Birzû û Felamez, Diwanzdeh siwarên Merîwanê û bi sedan berhemên din.
Helbesta Þadî û Stran
Helbesta þadî û stranê ji helbesta dildarî pêk hatiye û þibandine wan. Ev cure helbest di nava kurdan de pir e. Helbesta Melayê Cizîrî, Mewlewî, Nalî, Goran û bi sedan helbestvanên din bi vê rêbazê ne.
Helbesta Xwedênasî û olî
Helbesta Xwedênasî jî ew helbest e ku dabaþa rêz û rêçikên olî û armanca wan dike û mînakên wê helbestê jî di kurdî de pir in. Babe Balûl, Babe Serheng, Babe Gerçek, Daye Tewrêz û bi sedan helbestvanên din bi wê rêbazê helbestên xwe vehonandine.
Helbesta Lasayî
Helbesta Lasayî jî ew helbest e ku der heqê jiyana civakî, dab û nêrîtên kurdewarî bi awayê lasa û senaryo ji xwe re çavkaniyek dîtiye. Ew rêbaza helbestê berê di nava kurdan de tune bûye, lê belê di vê dawiyê de ji aliyê hin helbestvanan ve bi awayê çîroka lasayî hatine honandin. Yek ji wan kesên ku bi wê rêbazê helbest honandine, Xwedêlêrazî Siware ye ku hêþat (hê jî) berhemên wê nehatine çapkirin.
Helbestên Hacî Qadirê Koyî, Keyfî, Nalî, Kurdî û gelek helbestvnanên din di dîroka wêjeya kurdî de roleke berz hebûne û serdemek afirandine.
Di helbesta kurdî de 'Beyt'
Rêz û rêçika duyem jî 'beyt' e. Ku ev hem bi awayê helbest û hem jî bi awayê pexþan hatine gotin. Hem helbest û hem jî pexþanên wê xwedî kêþekê ne. Mirov dikare wê helbestê bide ber helbesta nû û wekî hevterz bihesibîne.
Helbesta Kîteyî
Rêz û rêçika sêyem helbesta kîteyî ye ku helbesteke xwemalî ye. Mînakên wê di wêjeya kurdî de pir in. Wekî helbestên helbestvanên kurd ên wekî Mewlewî, Bêsaranî, Xanayê Qubadî û sedan helbestvanên din. Ev cureyê helbestê ango helbesta kîteyî di Avestayê de pir in. Di Avestayê de helbesta yanzdeh kîteyî, diwanzdeh kîteyî, þanzdeh kîteyî, nozdeh kîteyî, heþt kîteyî, heftkîteyî û deh kîteyî pir in. Di wêjeya kurdî ya niha de jî helbesta deh kîteyî, yanzdeh kîteyî û heþt kîteyî pir in. Piraniya helbestên kurdî yên kevn û yên nû bi wî terzî hatine honandin. ji bo mînak, di helbesta dehkîteyî de her xiþtek (hevokek) xwediyê deh kîteyan e. Wekî vê helbesta Goran ku dibêje:
Be asmanewe estêrem dîwe
Le baxçey behar gulim çinîwe
Yan Mewlewî dibêje:
Ham derdan aman er menden hoþim
Sedayê weþen meyo ne goþim
Yan Þamî Hersînî dibêje:
Merdim bayne diyar î bedbextî ye
Ron xatircem ley þere niye
Yan jî Cegerxwîn dibêje:
Yê þer dixwazî bimrî bikevî
Bijî azadî bijî wekhevî
Mînakên helbesta yanzdehkîteyî jî di wêjeya kurdî de zor in. Wekî helbestên Baba Tahirê Hemedanî ku bi zaravayê lorî gotine. Goranê nemir jî gelek helbestên xwe bi terzê yanzedehkîteyî honandine. Wekî ku di vê beytê de dibêje:
Zor qijî zerd sirincî rakêþawim
Zor çawî þîn dawiye pirþing le çawim
Qaçaxê Muradê Êrewanî jî dibêje:
Geliyî kûr da tirîk dil mebe gor
Geþ her aliya behar dertê ji buhur
Helbesta heþtkîteyî jî gelek ji rûpelên dîwanên helbestvanên kurd dagîr kirine û ji xwe re cih girtiye. Ji bo mînak Goranê nemir dibêje:
Newroz ekem, Newroz ekem
Newrozêkî be soz ekem
Cejnî gelî pîroz ekem
Wek kurdêkî dilsoz ekem
Helbesta heftkîteyî jî di wêjeya kurdî û bi taybetî di fulklora kurdî de pir in. Ev cureyê helbestê di Avestayê de tê dîtin. Helbestvanên kurd jî di vê dawiyê de bi vî rengê xwemalî helbest honandine. Beþeke mezin ji helbestên Kameran li ser vê kêþê ne. Wekî ku di vê helbestê de dibêje:
Mang demî maç kirdim geþ
Hat û min girtime baweþ
Þemal be bestey þîrîn
Derya þeyolî rengîn
Sirûdiyan ewt bo dil
Geþamewe wekû gul
Hin ji helbestên Osman Ezîz jî li ser vê kêþê ye. Wekî ku di vê helbestê de dibêje:
Eroyn berew rûy mebest
Hemû dest edeyne dest
Takû hemû wek yek çîn
Be bextiyarane ejîn
Ev nivîs ji pirtûka nivîskar a bi navê 'Mêjûyî Wêjeyî Kurdî' hate girtin.
Ji tîpên erebî bo tîpên latînî û ji kurmanciya jêrîn bo kurmanciya jorîn: Îkram Balekanî
Nalî Þarezûyî (1933 -1916)
Navê vî helbestvanê payeberz Xidir e û kurê Ehmedê Þaweyisê Mîkayîlî ye. Nalî di sala 1933'yan de li gundê Xakxol ê deþta Þarezûrê pê avêtiye qada jiyanê. Ew di zarokatiya xwe de mijûlî xwendinê bûye û rêzimana erebî û pirtûkên farisî û Quran xwendine û paþê çûye dersa feqîtiyê û lewre li gelek bajar û gundên Kurdistanê geriyaye. Wî di sala 1916'an de xatir ji cîhanê xestiye.
Hacî Qadirê Koyî (1861 - 1935)
Navê vî helbestvanê payeberz Qadirê Koyî ye. Ew kurê Mele Ehmed e ku li gundê Gorqerec ji dayik bûye.
Gorqerec ketiye baþûrê rojavayê bajarê Koyê. Ev wekî Hacî Qadirê Koyî bi nav û deng e. Hacî Qadirê Koyî li Stenbolê mamostetiya zarokên Bedirxan kiriye.
Piþtî ku Hecî Qadirê Koyî di temenê 74 saliyê de koça xwe ya dawî kir, ew li Goristana Karaca Ahmed li Uskudara Stenbolê veþartine.
Baba Tahirê Hemedanî
Navê vî hunermendê kurd Baba Tahirê Hemedanî ye ku di sala 935'an de li Hemedanê ji dayik bûye û di sala 1010'an de jî koça dawî kiriye. Ew wekî Baba Tahirê Uriyan bi nav û deng e. Wî bi zaraveyê lorî helbest nivîsîne. Piþtî Zerdeþt ew wekî yekemîn helbestvanê kurd ê payeberz û serkevtî tê hesibandin. Helbestên wî yên evînî, olî, þer û hwd pir in.
Cegerxwîn (1903 - 1984)
Cegerxwîn di sala 1903'yan de li gundê Hesarê hatiye dinê. Ji 11 xwiþk û birayan tenê sê mane. Ew û xwiþk û birayekî wî. Ew hê biçûk bû, dayik û bavê wî bi salek navber dimirin. Ew di temenê biçûk de dest bi kar û xebatê dike. Di sala 1920'an de diçe Amedê li bal þêxan ku bixwîne. Ew xwendina 15 salan di 8 salan de kuta dike. Di dema feqîtiyê de ew li her çar aliyên Kurdistanê digere. Wî di 22'ê kewçêra 1984'an de jiyana xwe ji dest da.
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-08-11 (5051 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |