01.11.1934—23.01.2023 — Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan, pûblîsîst û wergêrê bi nav û deng, Wezîrê Eþo, di temenê 81-salîya xwe da, di 23.01.2015 de, li bajarê Brûksêlê (Bêlçîka) çû li ser dilovanîya xwe.
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
01.11.1934 — 23.01.2023
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) ê, Wezîrê Eþo yê Hûtî, bi Dilekî germ, bibîr tînim. Wezîrê Eþo, wekê her Tekoþer û Þehîdên Kurdistanê, nemire û Dilê meda dijî. Þehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, Þermezar dikim...
Kurdistanîyên Hêja : Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan, pûblîsîst û wergêrê bi nav û deng, Wezîrê Eþo, di temenê 81-salîya xwe da, di 23.01.2015 de, li bajarê Brûksêlê (Bêlçîka) çû li ser dilovanîya xwe. Wezîrê Eþo yê Hûtî, 1ê mijdara sala 1934an li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê, ji Dayik buye. Wezîrê Eþo, Xwendin-perwerda xwe ya destpêkê, di dibistana gundê xwe – Pampê (niha Sîpan li herêma Ermenîstanê ya Aragasotinê) û ya Tivlîsê ya jimara 23an da bi giranî bi zimanê Ermenî bi cî aniye. Sala 1958a fakûltêta (beþa) Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê – Yêrêvanê ya dîrokê xilas kiriye. Serê Endamên Malbata, Wezîrê Eþo û serê heval û hogirên wî, serê Netewa Kurd, sax be...
Ey qehremanên Kurdistan ê, hun herdem di dilê meda dijîn.
Qehremanên Þoreþa Kurdistan ê Nemir in ! ...
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
Tekoþîna Þoreþgeran Herdem Dibê, Mirina Koledarî û Terorîzma Dagirkerên Kurdistan ê.
Bijî Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwa û Azad
______________________________________
Wezîrê Eșo wefet kir.
Caweke pir xemgîn iro gihîște min. Dijwere wê rastiyê ra qayîl bim, ku hogirê minî qelemê, ku eva devedevî niv sedsale em rêkê da bi hevra dimeșin û van sale dewyê heftêk tunebû me bi seheta hevra xeber neda xatirê xwe ji me dixweze, dice tevî refê rewșenbîrê meye nemir yê dewra sovêtê bibe: Erebê Șemo, Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Șekroyê Xudo, Emînê Evdal, Nado Maxmûdov, Fêrîkê Ûsiv, Mîkayêlê Reșîd, Simoyê Șemo… Wê cêrgê mirov kare dirêjke. Gișk jî navên mezin û bijare. Gișka jî Wezîr hiz dikirin, gișkê jî bi hizkirin li rex xwe wê ciyê layîq bidine Wezîrê Eșo…
Wezîrê Eþo sala 1934 a, 1 ê meha mijdarê li paytextê Gurcistanê: bajarê Tilbîsê da hatibû dinê. Pêþyên nivîskar destpêka salên 80 î sedsala 19 an ji ber zulm û zora dewleta Osmaniyê û olperestên êlêye fanatîk ji Eleþgirê ( E´yntap ji navça wan ra digotn) ji êla xwe ya Sîpka diqetin û bi dijwerî direvn e navça Dîgorê li qeza Qersê. Wê demê ew herem êdî di bin bandora desthiletdariya Împêratoriya Rûsiya qiraliyê da bû. Êla wan: Sîpkîên Êzdî li wî cîyê nû ji xwera gundan ava dikin. Mala kalkê Wezîr gundê Þîrikûyê da cî dibin. Ew li wê êlê da malbeteke bi nav- denge û kivþ bû… Berî þerê cihanê yê ewlin kalkê wî Hûtê Begê Reþîd axa wek gilavîyê (serokê) wê êlê tê hilbijartin. Lê ev yek dirêj nakþîne. Sala 1917 an li Rûsiyayê þoriþa Oktiyabirê ser dikeve. Leskerên Rûsa Piþkavkazê dihêlin, diçin. Leþkerên Osmaniyê û alayên Hemîdiyan dadikutine wê heremê. Qewatên Ermenîya têrê nakin pêþya wê lêya zalm bigrîn. Êla Sîpkan ji aliyê Osmaniya da ziyneka mezin dikþîne. Yên tên qirkirinê, yên bi teherekî ji çemê Ava Reþ derbaz dibin, diçin, digîhîjne navça Elagezê kurdên Êzdî. Wê demê 12 gundên Êzdiyan li pala çîyayê Elegezê hebûn. Malbeta kalkê nivîskar Hûtî Begê gundê Pampê da cî dibin. Lê hêzên Roma reþ tev Hemîdiyan tên, bi þûrê xezevê digihîjin wan gundan jî, Êzdî dikevin devê þûrê neheqiyê. Mêra, zarok, kal û pîran dikujin, gunda talan dikin, geleka hêsîr digrin, tev talên dajone kûraya Tirkyê. Malbeta wan mecbûr, direvin bajarê Tilbîsê. Wê demê Tilbîsê da jî feqîrî û nangiranî bû: tije sêwî û evdên bêxweyî.
Wura jî qeydê Sovêtê tê demezirandin. Bajêr da mektebên karkiran yên hildana nexwedîtiyê vedibin. Eþo jî wan mekteba da bi piþtgiriya Kamil Beg Bedirxan (Wê demê ew lawê mala Bedirxana li bajarê Tilbîsê dijît, tevî hinek karkir û rewþenbîrên kurdan kare kurdewarî dimeþand) dixwîne, xwe pêþ dixe, dibe þagirtekî Bedirxwen. Dizewice. Halê wan xweþ dibe. Sala ku Wezîr tê dinê (1934 a) malbeta wan vedigerin nava qewm-pismamên xwe: Ermenistanê, gundê Pampa Kurdan. Bavê wî ewil wak berpirsiyarê kilûba gund, paþê salên dirêj wak serokê sovêta gind dixebite…
Zarotya Wezîr wî gundê Kurdayî çiyayî bedew da derbaz dibe. Pampa Kurda (niha Sîpan) li nav wê navçê da gundkî herî þên e, bi bihar û havînê xwe yên li nav kulîlkada xemilî, kerî, sûrî, berx , berodan, bindarûk, zerî-domamên çevreþ, payîzên bi dewet û dîlan, zivistanên berf û boran, odên germe tije çîrok û kalên zemana. Pamp xizna zargotinê ye.
Dema Wezîrê me dinivîsî, yan li nava civakekê da diaxivî, kolorîta axaftina Pampiya dihate bîra mirov. Xeysetekî kurmancîyî, lîrîkîyî, sivik, zimanekî xweþî tije tem û þîrnayî, ruhsivikî, axaftineke maqûlî, zaroka ra zaroke, mezina ra mezin bû Wezîr me. Timê li nav þîn û þaya, mesrefa da, mîkrafon yan kasa eþqê dêst da, ber dilê evda da dihat, ku derdê wan sivikke, destanînê wan ra þabûna xwe digot, xelq pîroz dikir. Axaftina wî jî ne wek ya xelqê bû, dirêje û heftq bû. Rewþembîrekî usan bû ku nav, bi xûdana xwe, keda xwe qazanc kiribû, hela dewsa hinek rewþembirên me, nîrê wan jî kiþanibû û carna li bin sîyê da mabû.
Xwendina ewlin Wezîr dibistana gundê xwe ya hevtsale da standibû, paþê bajarê Tilbîsê da mekteba navîn xilaz kiribû. Sala 1953 an beþa dîrokê ya Zanîngeha Yêrêvanê da hatibû qebûlbûn û ji pey bi serketin qedandina xwendina bilind ra gundê xwe da bûbû berpirsiyarê dibistanê.
Sala 1961 ê dice Lênîngiradê ku li ser dîroka gelê xwe bixebite û têza doktoriyê bistîne. Ew li wur kurdzan-rojhilatzanên bi nav û deng ra dibe nas, li nav dîroka gelê xwe da kûr dibe. Sala 1963 a vedigere Yêrêvanê. Sala 1964 a wî kivþ dikin wek rêdaktorê sîyasî î sereke yê weþenên têlêvîziyon- radiyo û weþenxana li Ermrnistanê. Salên 1983-1994 an karê rêdaktoriye û wergervaniyê di beþa weþanên Kurdî ya Radiyoya Yêrêvanê da dike. Sala 1994 an ji sedemên taibeytî Wezîrê Eþo penaberî Bêlgîyayê dibe û heta roja xweye dewyê kar –barên xweyî rewþembîryê, zaniyaryê, nivîskariyê, welatparêziyê li bajarê Birûsêlê didomand.
***
Despêka salên 60 î, sedsala çûyî, Wezîrê Eþo jî tev Þikoyê Hesen, Mîkayêlê Reþît, Fêrîkê Ûsiv, Simoye Þemo, Sihîdê Îbo, Egîtê Xudo, Emerîkê Serdar u gelekên din ronayîke geþ anî nava rojnemevanî û edebiyeta Kurdên welatê Sovêtê… Ermenistanê da ew bûne stûnên karkir û rêvabir ji bo ocaxên medeniyeta Kurdan. Salên weþena xweye ewlin heta sala 1994 a çawa para axaftinên radiyoya Kurdî ya rojane, usan jî pelên rojnema RIYA TEZE bi nivîsarên Wezîrê Eþo xemilîne…
Wezîrê Eþo di nav xwendevana da çawa nivîskarekî bi þuret û hizkirî eyane. Pirtûkên wî yên kurteçîrokan: “Mizgînî” (1976), “Dengbêj kal bûbû” (1983), “Pamp-Sîpan” (1986) û gelek efrandinê wîye din ji alyê xwendevana da hatine hizkirin. Têma efrandinê nivîskar emrê evdê kurde, Pampa wîye delal, dijweryên dîrokê, jîyana îro, hizkirin, penaberî û xerîbî, hisreta Welatê kal-bavan, pismamtî û xêrxweziya gelan… Þirovekirna wî þîrin û xweþe, bi gilyê pêþiyan, laqirdiyan, reng û rewþên hewaskar xemilandîye…
Nivîskarê hizkirî karekî mezin di aliyê wergera bedewetiyê da kirye. Xebata salaye dirêj di warê wergerê da û zanebûnên bêqisûr ya zimanên Rûsî û Ermenî mecal danê ku efraninên bedewetiyê usan wergerîne kurmancî, wekî ew ji bingehê danexin. Sala 1982 berevoka wî ya wergeran ji nivîskarên Ermenî “Xebera Dosta” hate weþendin. Bi wergera wî radyoþanoyên “Hisret”, “ Nahapêt” yên li ser hîmê romanên nivîskarê Ermeniyayî Hraçiya Koçar nivîsî, “Memê û Gulê” ya nivîskarê Kurd Nado Maxmûdov salên baþqe-baþqe bi zimanê Kurdî Radiyoya Yêrêvanê da hatine dayîn. Wezîrê Eþo usa jî yek ji wergerê berevokên efrandinên nivîskarên Ermeniya yên mezin H. Tûmaniyan û A.Îsahakiyan e.
Li ber dilê min da xebateke wî ya giranbha Xaçatûr Aboviyan u lêkolînê wî KURD û ÊZDÎ ye, ku sala 1986 li Yêrêvanê hate weþandin. Xaçatûr Aboviyan, dost û xêrxwezê gelê Kurd hîmdarê Edebiyeta Ermeniya ya nû ye. Ew salên 40 î sedsala nonzdan çûye li nav êlên Kurdan û ev herd gotarên giranbiha nivîsîne, weþendiye. Wezîrê Eþo ne ku tenê ew gotarên giranbiha wergerandine Kurdî lê lêkolîneke pir kûr, bi nirx û delal derberê wan û nivîskarê wan da weþandiye û daye xwendevanên xwe…
Ji bo emekê wî yê mezin, sala 1991 ê ji alyê yekîtya Nivîskarên Ermenyan va ew hêjayî xelata hurmetê ya ser navê Erebê Þemo bû.
Radyoþanoyên wî “Koçekê Derewîn” û “ Tîgran û Mehmûd” ji aliyê guhdarê radiyoyê va gelekî baþ hatine qebûlbûn lê komêdya “Remo, Þemo, Temo…” salên 70 î ,demeke dirêj ji ser dika tîatroya Elegezê ya gelêrî nedihate xar…
Wezîrê Eþo karne mezin kirye di warê rojnemevanyê, rêdaktorya pirtûkan da. Ber qelema wî bi hezara qise, nûçe, miqale, heypîvan, gotarên hewaskar derketine. Wî pêþgotinên dor deh pirtûkên nivîskar, helbestvan û zanyarên kurd nivîsye yên wek Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Fêrîkê Ûsiv, Simoyê Þemo, Þemsî û yên din.
Ew endemê Yekîtya Nivîskar û Rojnemevanê welatê Sovêtê bû, dewsgirtiyê sedrê yekîtiya rewþembirên Kurd yên Ermenistanê…
Ji pey penaberyê ra jî Wezîr rehet rûneniþtye. Berê qelema wî hê adan bûye. Sala 2007 a li Hewlêrê pirtûka wî: “Dosya Barzanî Sandoqa Stalîn ya pola da” hate weþandin. Ew pirtûk, bi wergera dr. Îsmayîl Hesaf salek peyra bi zimanê erebî dîsa li Hewlêrê hate weþandin.
Sala 2008 li Baþûrê Kurdistanê pirtûka wî ya novella “Paryê Berdamayî” bû male xwendevana. Vê berevoka novella da bi cure bîranîna nivîskar vegeryaye berbi koka xwe, jiyana kal bava û girêdana xwe bi wî emrê derbasbûyî, wan evdên hizkirî ra. Berevok serketîye û bi hizkirin tê xwendin.
Monogirafiya wîye ser jîyan, kar û berhemên Qanatê Kurdo, ku van axriya hate weșendin xebateke pir bi qîmet e derheqa Rojhilatzanê mezin da.
***
Vê dewyê, dema pîrozkirina 80 salya wî, pașê jî seva roja sala nû, me dirêj hevra xeber da. Gelekî ji bo nivîsarên xweye neweșandî dikewgirî. Keça wî Mîdiya xûșik jî hazir bû. Gelekî kêfxweș bû dema min gotê Kovara Navenda Lêkolînên Êzdînasyê hejmara ewlin hatiye weșendin û wegera wîye pir hêja, gotarên Xaçatûr Abovyan “Kurd û Êzdî” bi temamî hatye weșandin. Emê zûtirekê jêra bișînin. Çendek pêșda Leyla Çildergûșî hatibû Mala Êzdiyan Oldênbûrgê, min kovar jêra șand, lê sed heyf Wezîr êdî nexweșxanê bû.
Wezîrê Eșo wê tim dilê heval-hoger, xwendevan û gelê xwe da bimîne.
Esker Boyik, 23.01.2015
______________________________________
Wezîrê Eșo wefet kir.
NIVÎSKAR Û ROJNAMEVANÊ NAVDAR
WEZÎRÊ EÞO ÇÛ LI SER DILOVANÎYA XWE.
Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê bi nav û deng Wezîrê Eþo, di temenê 81-salîya xwe da li bajarê Brûksêlê (Bêlçîka) çû li ser dilovanîya xwe. Çanda meye netewî zîyaneke mezin kiþand.
Wezîrê Eþo yê Hûtî 1ê mijdara sala 1934an li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê. Xwendin-perwerda xwe ya destpêkê di dibistana gundê xwe – Pampê (niha Sîpan li herêma Ermenîstanê ya Aragasotinê) û ya Tivlîsê ya jimara 23an da bi giranî bi zimanê ermenî bi cî aniye. Sala 1958a fakûltêta (beþa) Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê – Yêrêvanê ya dîrokê xilas kiriye. Salên 1958-1961ê weke serokê dibistana gundê xwe – Pampê (li nawça Axbaranê) kar kiriye. Salên 1961-1963an li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) beþa kurdzaniyê da ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994a wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her usa jî wek rêdaktor-wergêrê beþa weþanên bi kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne. Ji sala 1995a hetanî naha li Payîtextê Bêlcîka-Brûksêlê dima û diafirand.
Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya kurdî ya «Riya Teze» da û her wiha bi wergerên ji ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenîstanê yên wêjeyî da ji sala 1958a û vir da hatine çapkirinê. Berhemên wî yên lîtêratûra bedewî weþanên kurdî yên bi radiyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê Eþo yên lîtêratûra bedewî, bi tayîbetî bîranînên wî ser Erebê Þemo di berevokên berhemên nivîskarên kurd da jî hatine çapkirinê, ku salê carekê bi navên « Bahara teze » û « Bahar » li Yêrêvanê salên 80î û 90î hatine weþandinê.
Hetanî niha ev pirtûkên Wezîrê Eþo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirinê : «Mizgînî » (Yêrêvan, 1976), «Xebera dosta » (berevoka novêlên nivîskarên ermenî bi pêþgotin û wergera ser kurdî), «Dengbêj kal bibû » (Yêrêvan, 1983), «Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî » ; werger, pêþgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eþo (Yêrêvan, 1986) ; «Pamp-Sîpan » (Yêrêvan, 1986) ; «Dosya Barzanî sandoqa Stalîn ya polayî da » (bi kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008) ; «Pariyê berdemayî » (Hewlêr, 2008) ; «Kurdzanê mezin Qanatê Kurdo » (Bilxaristan, 2010) ; «Zargotinzanê kurd yê mezin » (bi ermenî, Yêrêvan, 2010), ev pirtûk ser jiyan, kar û barê Heciyê Cindî hatiye nivîsandinê; «Simoyê Þemo: jîyan û kar » (bi kurdî, Yêrêvan, 2013).
14 pirtûkên nivîskar û zaniyarên kurd û ermenî bi pêþgotinên Wezîrê Eþo hatine weþandinê, ku her yek ji wana wek xebat, lêgerîneke zanyarî tê dîtinê. Bilî wan gelek gotar û raporên wî yên bi tayîbetî ser pirsên kurdzaniyê û ser kurdzanan, ser dîrok, wêje û çanda Kurdên Yekîtiya Sovyîtiyê û Ermenîstanê bi þiklê lêkolînên zaniyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatê Awropayê û Herêma Kurdistanê ya fêdêral da bi kurdî, ermenî, rûsî, almanî hatine çapkirin. Çend heb ji wana raporên zaniyarî ne, bi kîjanan Wezîrê Eþo beþdarî konfêransên zaniyarî li eyînî welatan bûye.
Weke rojnamevan-pûblîsîst Wezîrê Eþo ji nîveka salên 50î yên sedsala buhurî û vir da deng daye. Bi sedan gotarên wî di rojname û kovarên Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê, welatên Awropayê û Kurdistanê da hatine weþandin, di malperên kurdî da hatine belavkirin, bi giranî yên ser dîrok û jiyana Kurdên Sovyêtistanê ya çandî. Em îdî derheqa wan komêntar, þirove û nivîsên wî da nabêjin yên ku bi radiyoya Yêrêvanê bi zimanê kurdî, lê usa jî ermenî û rûsî, hatine weþandin.
Wezîrê Eþo bi sedan sêmînarên ser dîroka Kurdistanê, bi tayîbetî tevgera azadîxweziya kurd, ser wêje û çanda kurdî, ser kurdzanînê li Ermenistanê û piþtra li welatên Awropayê, nemaze Bêlcîka û li Herêma Kurdistanê, bi cî anîne.
Pirtûkên çend nivîskar û zaniyarên kurd, di nava wê jimarê da yên fêrên ziman û lîtêratûra kurdî bi rêdaktorî, bi serrastkirina Wezîrê Eþo hatine weþandin.
Wezîrê Eþo warê wergervaniyê da jî xizmeta pêþxistina wêjeya kurdî û xwendevanên wê kiriye. Ewî gelek berhemên nivîskarên ermenî yên kilasîk û hemdem yên dûznivîsarê (pirosayê) bi giranî yên ser jiyana kurdî û qehremanên kurd bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên kurd. Bi wergera wî her wisa jî kurteromana nivîskarê rûs yê mezin Arkadî Gayîdar ya bi sernavê « Têmûr û koma wî » beþa pirtûka fêran ya « Zimanê kurdî » ya kirêstomatîk da ya bona sinifa 4a hatiye bi cîkirinê.
Wezîrê Eþo xizmeta þanogeriya kurdî jî kiriye. Di radyoya Yêrêvanê da ew pir salan þîretkarê derhênan bûye di warê amadekirina þanoyên radiyoyê (radiokompozîsiyan) da yên ser bingeha berhemên nivîskarên kurd û ermenî çêkirî. Du þanoyên radiyoyê jî ser bingeha serhatiyên (novêlên) wî bi xwe yên bi sernavên «Tîgran û Mehmûd » û «Koçekê derewîn » hatine amadekirinê (çêkirinê). Lê komêdiya Wezîrê Eþo ya bi sernavê «Remo, Þemo, Temo û lawik» çend salan ser sehna (dika) Têatiroya Elegezê ya kurdî ya gelêrî bi serkeftin hatiye nîþandanê.
Niha ev pirtûkên Wezîrê Eþo li ber çapêne û ji bona weþandinê tên amadekirinê : « Wêjeya kurdî li Ermenîstanê », « Stranbêjê kurd yê mezin Þivan Perwer », « Dîrokzanê kurd yê bi nav û deng Þekroyê Mihoyî », « Doxtirê kurd yê lêgêndî Þîraliyê Eþo», « Kurteroman », « Hûnera kurdî ya stranê û mûzîkayê û qeyîdkirina berhemên wê li Ermenîstanê », « Çapkirina pirtûkên kurdî û ser Kurdan li Yekîtiya Sovyêtiyê » û yên dinê.
Wezîrê Eþo di dawîya jîyan xwe da bi giranî ser lêkolîneke berfireh karê xwe berdewam dikir ya ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê salên 1947-1958a.
Reþnivîsarên bîranînên Wezîrê Eþo, novêl û kurteromanên wî yên nû û çapnekirî têra dagirtina çend pirtûkên stûr dikin.
Wek nivîskar û wergêr Wezîrê Eþo yekemîn ronakbîrê kurde li Ermenîstanê û dervayî sînorên wê bû, ku hêjayî xelata Yekîtiya nivîskarên wê komarê ya bi navê Erebê Þemo (Þamilov) bûye. Ew hatiye hilbijartin weke endamê Yekîtiya nivîskar û Yekîtiya rojnamevanên Ermenîstanê û Yekîtiya Sovyêtiyê. Ji ber kar û barê xwe yê civakî yê aktîf, bi heyacan ew hatiye hilbijartin wek cîgirê serokê Þêwra Ronakbîrên Kurd li Ermenîstanê.
Piþtî hatina li Awropayê Wezîrê Eþo kar û barê xwe yê berhemdariyê û civakî berdewam dikir wek endamê Instîtûya Kurdî ya Brûkselê, lê piþtra bû endamê Bûroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li eyînî bajarî. Ew her wisa jî hatibû hilbijartinê wek serokê þerefê yê rêxistina Kurdên Kavkaziyayê li Bêlcîka.
Em–heval û hogirên Wezîrê Eþoye pênûsê û maþoqên nivîsarên wî, bi dilkovanî serxweþîyê didine malbeta rehmetî û gelê meyî zêrandî!
Bila serê lawê Wezîrê Eþo, bira-pismanên wî û gelê me sax be!
Em gelê xwe didine bawerkirinê, ku mîrata Wezîrê Eþo ya wêjeyî wê tu caran unda nebe, hemû berhemên wî wê bêne tomarkirinê û çapkirinê!
Bila Rehma Xwedê Wezîrê Eþo be, bila mikanê wî li bûhuþtê be!
Faîk Bûcak, ne tenê siyasetmedar bû. Helbestvan jî bû. Di hemû helbestên xwe de bang li xort û keçên Kurd dikir. Hêviya wî xort bûn. Helbesta xwe ya navdar “Sonda Mirinê“ ji bo xorten ku canê xwe yê ezîz ji bo welat feda dikin, li zîndanan jiyana xwe ji dest didin nivîsandi bû.
Faîk Bûcak, dema ku helbestên xwe dinivîsand wê demê þert û îmkanên îro weke îro tune bûn. Mirov nikarîbû tiþtên nivîsandî bi xwe re bigerîne. Faîk Bûcak helbestên xwe êvarê bi dost û hevalên xwe didan jiberkirin û digot ”qîza xalê min, van helbestan baþ jiber bike, rojekê ku ez canê xwe ji dest bidim bela ev helbest wenda nebin. Berî þehadeta wî dostekî helbestên wî bi dengê wî di kasêtekê de tomar kiribûn.
______________________________________
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deþt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber þîpa avê.
Hilanîy e dengê þîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek þevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêsimê.
Hovîtî kirin li Muþ û Amedê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baranê.
Hunandîy e vejînî û xoybunê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hun Dizanin !
Ji Yêzdanê Dilovan,
Dîyarî Bihuþte...
Ew der Kurdistane...
Ava Bihuþtê...
Kanîya Zemzemê...
Hebuna li bin Axê...
Zêrê Zer û Ava Reþ...
Kakilên, Gûz û Tûyan...
Darên Rezan û hwd...
Li Welatê Kurdistane...
Kaniya Neftê, Diherike Cîhanê...
Çavên birçîyan, Zur bu...
Ewrê reþ, li ser Kurda, rêz bu...
Terorîstên, bi Cilên Reþ, har bu...
Amerîka û Ewropa, Hevkar bu...
Pêþmerge, bi Top û Tifingan, ra bu...
Barzanî, bê xew ma û Tekoþer bu...
Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilþînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...
Xuþk û Bira yên Hêja !
Ji boy aþîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li þeþ devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Di vî pirojê da, Nexiþê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beþdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.
Ez hêvîmim, Partî û Rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne... Ger ev yek pêk ney, Partîya me, Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) amadeye, bi angorên Qeydeyên (Normên) Demokrasîyê, li Kurdistana mezin Rista ( Sîstema ) Key'atî yê û Mîr'atî yê, pêk bîne...
Ez hêvîmim, zaravayên Kurdî, Kirmaþanî, Kurmancî, Hewramî, Soranî, Goranî, Zazakî/Kirmanckî, Loranî/Lurî, Kelhori, Lekî, Þêx-Bizinî, Baxtîyarî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwe û Federe an jî Key'atî yê û Mîr'atî yê da, xurt û geþ bive...
Kurdistanîyên Hêja :
Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beþardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Þêhîdên Kurdistanê, þad bikin...
• Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê — Xoybun ( P D K — XOYBUN ), bang li kevneþopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beþdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...
• Dubare, bang li kevneþopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beþardarê PDK—XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK—XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Þehîdên Kurdistan ê, þad bike...
Ez hêvîmim, Partî û Rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne... Ger ev yek pêk ney, Partîya me, Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) amadeye, bi angorên Qeydeyên (Normên) Demokrasîyê, li Kurdistana mezin Rista ( Sîstema ) Key'atî yê û Mîr'atî yê, pêk bîne...
Ez dubare hêvîmim, zaravayên Kurdî, Kirmaþanî, Kurmancî, Hewramî, Soranî, Goranî, Zazakî/Kirmanckî, Loranî/Lurî, Kelhori, Lekî, Þêx-Bizinî, Baxtîyarî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwe û Federe an jî Key'atî yê û Mîr'atî yê da, xurt û geþ bive...
Ez disa hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, emê bi avakirina Kurditana mezin, li Kurdistan ê Rista (sîstema) Federe, pêk bînin. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, avake... Anjî Kurd, Rista/Sîstema Paþa'tî yê (Key'tî yê/Qiral'tî yê), bikar bîne… Piþtê Pêncî Salê jî, wekê Mînak'a Îngîlîzstan ê, Rista (Sîstema) Parlamentoyê jî, pêk bîne... Piþtê avakirina Kurdistana Mezin, Devleta Kurdistanê, Devleta Îsraîlê û Devleta Hîndîstanê wekê Yekîtîya Ewropayê, Yekîtîya Kurdistanê, Îsraîlê û Hîndîstanê pêk bîne… Kurdistan, Îsraîl û Hîndîstan, hewceyê Yekîtîyê ye...
An jî, Kurdistan, Îsraîl, Hîndîstan û Îngîlîzstan bi hevra te'vê Yekîtîya Ewropayê be, Navê Yekîtîya nu jî, bibe; Yekîtîya Welatên Arîyan... Hewceye, Amerika û Rusya jî, di nav Yekîtîya Welatên Arîyan da, Cîyê xwe bigire...
• Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 500 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...
• Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 500 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 500 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji 50.400.000 endamên Artêþa Kurdistanê ra, 50.400.000, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...
80% ji çavkaniyên dewlemendiya Asya, Kafkasya, Balkan û Afrîkayê yên di Nexþeya Kurdistana Mezin de hene, dê ji bo 500 salan bidin hevalbendên Kurdistanê ... Ya mayî; %20ê serweta sererd û binerd ji bo mûçe, alavên leþkerî û xerciyên din ên 54,400,000 Pêþmerge û polîsên Kurdistana mezin tê bikaranîn.
Emê 500,000 Miqerên Navendî yên Artêþî / Leþgerî ava bikin, 54,400,000 Pêþmerge û Polîsên Kurdistana mezin, bi Artêþî / Leþgerîya Welatên Hevalbendên/Hevkarên Kurdistanê ra bikar bînin.
— Gelek Projeyên minên din jî heye û Pirojeyên min, di berjewendî ya, Welatên Hevalbendên / Hevkarên Kurdistanê da ye…
Kurdistana Mezin Bihuþt a Cîhanê ye...
— Berjewendîya Amerika'yê û Hevpeymanên Amerîka yê, di Hevpeymanî ya Kurdistana Mezin da ye…
(Berjewendîya Welatê Amerika yê, Welatê Îngîlîzstan ê, Welatê Îsraîl ê, û Welatên Ewropa yê, di Hevpeymanî ya Kurdistana Mezin da ye…)
— Birêz, Rêvebir û Serokên Hêja, Kurdistana Mezin, Di Berjewendî ya Welatên weda ye…!!!
Birêz, Rêvebir û Serokên Hêja, yên Welatên Emperyal, ez hêvî dikim, welatên we, pirojeyên xwa, yên, Rojhilta Navîn, bi angorê, avakirina, Kurdistan a mezin, ji nuva, nujen bike...
Berjewendîya welatên we, di Hevpeymanî ya Kurdistanê da ye. Ez hêvîme, welatên we, bi welatên Hevpeymanên xwe ra, li hemberê, welatên Dagirkerên Kurdistanê, ''Surîyê, Tirkiyê, Îranê, Iraqê û hwd'ê'', piþtevanîya avakirina Kurdistana Mezin bike...
Dema, welatê Amerika, bi Welatên Hevpeymanên xwe ra, li hemberê, welatên Dagirkerên Kurdistanê, ''Surîyê, Tirkiyê, Îranê, Iraqê û hwd'ê'', piþtevanîya avakirina Kurdistana Mezin bike...
Nîv'ê, Gaz û Neft'a Kurdistanê, 500 sal, ji welat'ên Hevpeyman'ên Kurdistanê ra ye !!!
Nîv'ê, Qezenc'ên, Çem, Gol û Derya'yên, Kurdistanê û Nîv'ê, Qezenc'ên, ji Ser-Edê û ji Bin-Erdê, Kurdistanê, 500 sal, ji welat'ên Hevpeyman'ên Kurdistanê ra ye !!!
80% ji çavkaniyên dewlemendiya Asya, Kafkasya, Balkan û Afrîkayê yên di Nexþeya Kurdistana Mezin de hene, dê ji bo 500 salan bidin hevalbendên Kurdistanê ... Ya mayî; %20ê serweta sererd û binerd ji bo mûçe, alavên leþkerî û xerciyên din ên 54,400,000 Pêþmerge û polîsên Kurdistana mezin tê bikaranîn.
Emê 500,000 Miqerên Navendî yên Artêþî / Leþgerî ava bikin, 54,400,000 Pêþmerge û Polîsên Kurdistana mezin, bi Artêþî / Leþgerîya Welatên Hevalbendên/Hevkarên Kurdistanê ra bikar bînin.
— Gelek Projeyên minên din jî heye û Pirojeyên min, di berjewendî ya, Welatên Hevalbendên / Hevkarên Kurdistanê da ye…
Kengê Kurdekî Were Kuþtin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .
Gelê Xuþk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuþkên me Kurda bi þiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.
Gelê Xuþk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuþt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.
Gelê Xuþk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuþtin, hun jî, di þuna wî kesê þehîd da, sê zarokan çêkin !...
Gelê Xuþk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...
Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sed salê kî din, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi þiklên Curbe-cur kuþtine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi þiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li þeþ devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.