Lêkolîn : Xwedîkirin û guhdana zarokan di civaka kurd a kevin de
Rezo Osê
Di her wext û zemanî de, lê bêgoman di dema îro de hê bihtir, guhdan û xwedîkirina zarokan erkekî herî giran û giring e li pêþiya dibistana jiyanê, û bi taybetî li pêþiya bîrewer û zanyarên her gelî di civaka wî de, wilo jî di civaka navnetewî de. Loma îro roj guhdana zarokan dikeve pêpelûka pêþî ji nêrdewana þarevaniyê. Ev guhdan û xwedîkirin bi gelek rengan tê naskirin - çek û leystikên zarokan, xwarin û vexwarinên zarokan, çîrok û pirtûkên wan, sînema û awazgehên wan... û hd.
Lê gelo, di civaka kurdî kevnar de, di wê civaka gundîtî, êlîtî û koçeriyê de, di wê civaka gêl û kewden de, zaroka kurd çawa xwedî dibû, û çi guhdan pê dibû?.
Mixabin ko em, di vî warî de, nikarin pêr û mêzînên îro roj derbarî vê xwedîkirin û guhdanê pêk bînin û bi wan re bipîvin, ji ber ko Kurd îro roj ne xwediyê zaroka xwe ye (mafên Kurdan xwarî ne, zaroka wan bi destên bêgane xwedî dibe - ne xwendin, ne nivîsandin, ne çapxane, ne televizyon... û hd. di destên Kurdan de hene). Bo vê yekê, emê li bingehên guhdan û xwedîkirina zaroka Kurd, di demên dîrokî de, di riya jêmayên gelêrî de, bipirsin û wan ji hev derxin û berçav bikin, da em
zanibin zaroka me bi çi rengî û bi çi awayî dihate xwedîkirin.
Di vê lêkolînê de, em li ser bingehên biolojî û xwardemenî ya zarokê, ya berî roniyê bibîne, narawestin. Lê, emê bihingivin reng û þêweyên xwedîkirina zarokê piþtî bûnê - ji pêçekê tanî salên bîreweriyê.
Zaroka Kurd di himbêza makê de:
Zaroka Kurd, weku her zarokên demên berê, li ser sînga diya xwe, bi þîrê makanî xwedî dibû. Gelo, diya Kurd çawa zaroka xwe þîr dida?. Belê, ev pirseke bingehîn e ji xwedîkirina zarokê. Nasîn, jihevderxistin û bi cihanîna vê pirsê jî pêpelûka pêþî ye ji pêpelûkên saxî, saxlemî û aramiya laþanî ji zarokê re.
Dêmek, nasîna pergalên ko diya kurd, di warê þîrdana pêçeka xwe de pêk tanîn, dergehekî zanîneke gelêrî ji me re ronî dikin, û awayên guhdana vê civakê berçav dikin. Belê, diya kurd zaroka xwe, li gor bidestxistina regezên jiyanî, saxlem û hêzdar dirakir. Lê xweþ dinasî, ko ne tenha þîrdan bo zarokê pêwîst e, lê guhdan jî gerek e.
Di vî warî de jî dê, li gor asoyên têgehiþtina xwe û peydabûna regezên jiyanê di civaka xwe de, hiþmend û þiyar bû. Belê, pêçeka xwe ji þilbûn û þewliqandinê diparast û ew xweþ dipêça. Piþtî pêçaneke wilo, zaroka xwe dixiste hêlan, landik û dergûþan, û bi ritma (ton) hejandinê re, bi dengekî nerm û dilovan, zaroka xwe dilorand, da bi aramî raze û xeweke þêrîn û bê tirs bike. Wilo, zaroka xwe bi serpêkan dixist, û ew dixiste dibistana jiyanê.
Vê dibistanê jî bi çîrok û çîvanok, leyistik û mijûlî, serpêhatî û têderxistok, metelok û zargotin, þer û dîlok û stiran - geleporên dema xwe - dest pê dikir, û roj bi roj hiþ û gomanên zarokê fereh dikirin, û ew li ser bingehin civakî yî pak û rind, li gor dîtinên demê, ava dikir. Lê, bi van waneyan re dibistana zarokê kutayî nedibû, loma diya kurd zaroka xwe fêrî mijûlî û karên destan jî dikir. Û gava zarok bîrewer dibû, dikete dibistana civakî. Li wir fêrî kar û leystikên gelêrî dibû.
Lê zarok çawa be zirz û ne tebitî ye, dixwaze razên vê jiyanê bibîne û nas bike (dixwaze agir dade, kuþtinê bike, bi avê bileyize... û hd.), loma gelek caran saw digre û dikeve bin barê tirsê. Û ji bo ko dê zaroka xwe dûrî saw û tirsê ragire û ji wan biparêze, wê fêrî hin tiþtên bingehîn di jiyana civaka xwe de dike, ew tiþtên ko li ba zarokê, bi wextê re, dibin terz, endaz û di jiyana zarokê de.
Bi vî rengî, bi vî awayî diya kurd, li gor dîtinên xwe, dergehekî gelêrî pir fereh û mezin li pêþiya zaroka xwe vedikir û ew tê re, bi serbestî, derbasî jiyaneke nenas, rewþeke taze dikir. Wilo, zarokê tiþtek ji xwe dûr û raz û nenas nedidît. Wilo, fêrî zanîneke gelerî û nasîna dibistana jiyanî dibû. Wilo, rayên xwe bi dêrînî diberdan nava zemînê û cihê xwe li ser pêpelûka nêrdewana þarevaniya dema xwe digirt. Lê, gelo li ser cihekî rast û durust, li gor behweriyên þarevaniyê, dirûniþt.û di pêþerojan de desthilatî ravekirin û guhertina van mijarên dibistana jiyanî dibû?
Ji bo bersivdana van pirsan, û ronîkirina berpalên tox û tarî, ji bo nasîna pileyên bêserûberiya guhdan û xwedîkirina diya kurd ji zaroka wê re, em pêwîstî daneberhev û jihevderxistina rêz û bendên vê xwedîkirinê, hemberî xwedîkirina zanyarî dibin. Wilo jî em dikevin bin barê jihevejandin û berçavkirina tiþtên çak, rind û çê ji yên çewt, qels û bêkêr di dîroka sazkirin û avakirina vî endamî (zarok) di civakê de, ew þanika ko dê, li gor asoyên dîtin û nasînên xwe yên saltgîr, wê bi kiras dike.
Bêgoman, di warê xwardemeniya zarokê de, diya kurd di civaka xwe, ya kevnar de pêçeka xwe li ser sînga xwe xwedî dikir. Ev rengê þîrdanê, li gor zanistiyên bijîjkî, yên vê demê jî, rast û durust bû, ji ber ko þîrê makanî saxlemîke bê hempa, hemberî rengên xwarinên bejî, dide zaroka þîra. Lê, ko zarok ji þîr vedibû, kêmasiyeke berçav dikete awayên xwardemeniya wê de, ji ber ko diya kurd di civaka xwe de ne desthilatî zanînên naskirina normên xwarina zarokê bû, lewra zarok piþtî þîrvekirinê ji pûrsandina nanê tisî, þexelî dibû, qels diket û çîqzirav dibû. Ne tenha wilo, lê reng û awayên þîrvekirinê jî hêlîna xwe di hiþê zarokê de bi tundî ava dikir (ew talîþka þîrvekirina bi zirêv, ne tenha li ser zimên dima, lê di hiþ de jî þûna xwe digirt).
Diya kurd li gor mercên jiyan û civaka xwe, di warê pêçan, þûþtin û veþûþtinê de, zanîbû guh bide pêçeka xwe. Tim bihna pêçeka xwe bi qurnefil û bihnokan xweþ dikir. Laþê wê bi ava beybûn û hermelê diþûþt, bi kum, lepik û gorên rîsî dikir, ew ji sir, seqem û tavê diparast. Lê, ko ev pêçek bi serpêkan diket, rengê guhdanê dihate guhertin, û ew zaroka bi serpêkan ketî dibû barê zarokeke ji xwe mezintir, êdî xwe þil dikir, xwe bi toz dikir, xwe gemarî dikir û çav kul dibûn, poz bi lîk dibû...
Rengê landik û dergûþan, li gel awazên dê, li gel wê lorîna naz û þêrîn dilê zarokê xweþ dikir, dihiþt ko çavên xwe di bin sîbera konê dilovaniya dê de deyne ser hev, û aramiyeke bê sînor þax û perên xwe di berdane nava wê. Ev rengê aramiya zarokê, ne tenha di civakên kevnar de cihekî bilind li ser nêrdewana þarevaniya dema xwe digirt, lê wilo li ser nêrdewana þarevaniya dema îro jî digre. Lê, diya kurd ev war jî ne bi zanistî derbas dikir, û zaroka xwe di fêxan û qêrînan de dirakir, ji hawar û gaziyên þer û pevçûnan nediparast. Wilo, zarok tevlî hemî kul, derd, êþ û xemên mal û civaka xwe dibû, û ew wêneyên ne çak û rind di jiyana wê de li ber çavan diman û di pêþerojan de, bi zarokê re dibûne girêkên psîkolojî.
Ev rengê xwedîkirinê dûrî bingehên avakirin û sazkirineke þarevanî ye ji zarokê re.
Wilo jî toreya zarokan nîþaneke bi behrîn e. Di çi civakê de peyda bibe, û bi rêzberî bê betakirin, wê ew civak weku civakeke pêþketî berçav bibe. Lê mixabin, ko toreya di civaka kurd, ya kevnar de tenha ma toreyeke devkî, û pareke herî mezin di riya makê re digeha zarokê. Û ji ber ko asoyên têgehiþtina zanistî li ba vê makê pir teng û nizim bûn, guhertinên ne bi hiþmendî, bi demê re, tevlî wan wêneyên çak û rind dibûn, û ew giranbuhabûna toreya zarokan kêm diket, qels dibû û bi rêz û bendên nezaniyê dihate pêçan, dihate neqiþandin û kutan. Bi vî rengî ji kirasê xwe derdiket, bi naveroka xwe beyhûde dibû û ji erkên xwe dûr diket. Êdî rola êgir û þewatê, germî û peratê, mêrik û ziyanê, leyistik û beravêtinê, gumgumok û werandina diranan, çavgirtin û gunehkariyê, destava li ser rê û nexweþiyê* di hiþê zarokê de dibûne girêk, ko di pêþerojan de jî nikarîbû xwe ji wan serfiraz û azad bike. Wilo, bi van pîvan û regez û alavên têgehiþtînê, lebt û tevgera zarokê, bi toreya wê, dihatin sînorkirin û diketin çarçeveke ne rast û durust.
Zaroka Kurd di berpirsyariya bavê de:
Belê, diya kurd gêl, kewden, nezan û ne xwende zaroka xwe bi vî rengî xwedî dikir û guh diyayê. Lê çawa be piþka herî giring û giran, di warê guhdan û perwerdekirina zarokê de, di riya têgehiþtin, zanîn û pêþketina wê de, di civaka kurd, ya kevnar de (wilo jî di dema niha de) dikeve ser milên bavan. Dikeve ser milê wî bavê ko zarokeke xav, û ji zanistiyan þûþtî ji maka wê werdigre, û gerekî guhdan û perwerdekirina wê, di pêþerojan de dibe, da wê jîr, zana û xwedî bîr û behwerî rake. Ew bîr û behweriyên ko karibin ji çarçeva civaka xwe derkevin û wî qaqilkê zanînên xwe yên saltgîr, wê perda xwedîkirina xwe ya makanî, ber bi efraziyê de, bavêjin. Wilo, veguhestina civakê ji warê gundîtî, êlîtî û malbatiyê bi hêla þarevaniyeke zanistî de, dibe erkên bavan - û berî her kesî, bavên zana û xwenda di civaka kurdî de. Lê gelo, bavên kurd erkên xwe, di vê civakê de dinasîn?. Û eger dinasîn, bi çi rengî bizav û berxwedanên xwe, di warê hewildanên pêþketina vê civakê de, dikirin?
Bêgoman, ev rewþ di demên kevnar de, tanî îro roj, cihê pirseke gewre ye, cihê rawestaneke kûr û dûr e, cihê mijûlî û lêkolînê ye. Û da em berê xwe gelekî fereh nekin, em li ser zehmetkêþiyên zarokan di civaka mêran (civaka kurd, ya kevnar) de narawestin. Ew civaka ko zarok zû bi zû, li gor pêwîstiyên dema xwe, dixistin bin barên kum û kolosan, di bin barê hilanîna qelûn û kîsikên tutinê de, di bin barê hilgirtina xencer, rim, kevan û tivingê de, bi barê rûniþtina civatên kaçik û odan de, û bin barê karên giran de, çi gavantî be, çi xepartin û avdanî be, çi paleyî û kelpîçbirîn be, wilo jî gêre û ritma kadînan be... û hd.
Vedana çirûskên zanistiyê di civaka kurd, ya kevnar de:
Saya Xwedê û serê hozanê bi nav û deng Ehmedê Xanî, em dikarin çirûskên çakbîniyeke zelal hemberî tariya reþbîniyê di warê guhdan û perwerdekirineke zanistî, di civaka kurd ya kevnar de, bibînin. Belê, E.Xanî, di warê guhdan, perwerdekirin û fêrkirina zarokan de, weku di gelek warên din de jî, erkên (erkên bavan) bi xurtî dane pêþ û bizavên xwe di vê riyê de bi çalakî kirin. Lewra "Nûbuhara Biçûkan" danî, û ew weku bernameya xwendina dibistanî pêþkêþî "hicrika kurdî" kir. Wilo, erkên bavan di civaka kurdî de, di dema xwe de, derbarî fêrkirina zarokê berçav kirin, da ew bavê xwenda, vê zaroka kewden deyne ser baskên ilm û xwendinê, û wê bilind bi alî asoyên zanistiyê de bifirîne. Dêmek, bingehên "Hicrika kurdî" (cudabûnek di navbera vê hicrikê û "Hicrika olî" de, di civaka kurdî de, heye) bi vedana çirûskên zanistiyê re hatin danîn. Ew çirûskên, ko E.Xanî, di riya "Nûbuhara Biçûkan" re, di civaka xwe de vedan.
Rola vê hicrikê jî, di wê demê de, rola dibistanên seretayî bû, û bernameya xwendina wê bi xama Xanî bû.
Pêdiviya danîna "Nûbuhara Biçûkan" û fêrkirina zarokan:
M.E.Xanîumîda xwe zarok, ew nifþê nûhatî, ew mirovên biçûk, ko hîna mêjiyê wan paqij û taze ye, didîti û di riya fêrkirina wan re pêþketina civaka kurdî didît. Erê, xweþ dizanî, ko dibistana jiyanê çiqasî guh bide zarokê û xwedîkirina wê, bê xwendin û zanîn ew kêm û qels dimîne. Çiqasî geleporên civakî û pendiyên gelêrî hêja û giranbuha bin, bê xwendin û zanîn zarok xil û xav dimîne. Çiqasî dengê wê dayika kurd zîz û dilovan be, têl û perdên zanistiyê jê kêm in. Çiqasî civak hiþ û gomanên zarokê bi wê guhdan û xwedîkirina saltgîr fereh bike, bê ilm û xwendin hiþekî, bi asoyên xwe, sînorkirî dimîne. Çiqasî jêmayên gelêrî bi endîþeyî û sihr û wêneyên xwe canê zarokê þîndar bike, û wê fêrî zanîneke gelêrî yî paqij, rast û xweþ bike, bê xwendin zarok ker û lal dimîne.
Çiqasî zarok fêrî mijûlî û karên destan bibe, bê xwendin û zanîn bawî û seqet dimîne. Çiqasî zarok di civaka gêl, kewden û nezan de, xwedî terz, endaz û yasan be, bê xwendin û têgehiþtin endamekî bê çarçev di jiyanê de dimîne. Çiqasî dergehê zanistiyên gelêrî fereh û mezin bin jî, bê ferehbûna xwendin û nivîsandinê zarok tenha werêrek ronahî tê re dibîne. Û çiqasî zarok fêrî zanîn û nasînên dibistana jiyanî bibe, bê ilm û xwendin li ser pêpelûkeke pir nizim dimîne, eger ew pêpelûk di nêrdewana þarevaniya wê dema kevnar de bilind be jî. Bo rakirin û hilanîna van "çiqasî" yan tevan ji meydana pirsê, Xanî dest pê kir û got:
Bismillahi rrehmani rrehîm
Mebde'ê her ilmekî navê ´elîm R.2
Û "Nûbuhara Biçûkan" di civaka kurd, ya kevnar de kire kilîta xwendin û nivîsandinê, kire mifta dibistana zanistiyê, da zaroka Kurd bi hiþê xwe, ne bi hoþeyên xwe, tiþtan ji hev derxe.
Dimîne, em sirincokeke biçûk derbarî pêdiviya danîna "Nûbuhara Biçûkan" berçav bikin. Ew jî, di behweriya me de, ew e ko piþtî M.E.Xanî"Mem û Zîn" nivîsand, dît ko bû pirtûka eywanan, zarok jê bê par man û tenha di civatên mezinan de, di wê civata ko êdî zor e hiþê kesên wê bê guhertin de, tê gotin û bihîstin. Û bi vî rengî beheweriyên wî, bi ferehî di civaka wî de, nayên çandin û ber nagirin, loma xwest karekî bo vê civakê di riya zarokên Kurmancan re jî bike, û vê civakê bi mêjiyê nifþekî nû li ser bingehên zanîneke zanistî ava ke, da ev nifþ erkên xwe derbarî civak û gelê xwe nas bike û bizavê, bi hiþekî vekirî, di ber de bike.
Belê, Xanî vê behweriyê, di "Nûbuhara Biçûkan" de, rastûrê dide pêþ, gava dibêje:
Ne ji bo Sahib rewacan
belkî ji bo biçûkêt Kurmancan*
wekî ji Quranê xilas bin
lazime li sewadê çavnas bin. R.3
Kêsim û qilafetê "Nûbuhara Biçûkan"
Vêce gelo, ev "Nûbihara" ko em wê weku bernameya fêrkirinê di "Hicrika kurdî" de dibînin, çawa hatiye avakirin?: Bi kêsimê xwe çawa ye?.
Naveroka wê li dora çi zîlanê xwe dide hev?...
Bi kurtî, "Nûbuhara Biçûkan" ji 37 rûpelên destê navê pêk hatiye (rûpelê pêþî qap e, ew dimîne ji 36 rûpelên nivîsandî). Rêzên wê bi tevayî 430 in. Ev rêz tev bi alîkariya 13 pêlawazên bi navkirî hatine hûnandin (pêlawaza 28 rêzên pêþî ne hatiye bi navkirin). Ji
rêzên "Nûbiharê" 6 xezên dawî (wilo jî rêza pêþî) saf bi zimanê erebî hatine. Piþtî navê her pêlawezekê du rêz cindîtî (pendî, hikmet) û þîret û dîtinên Xanî tên, û piþt re du rêz pergala pêlawazê û danasîna kêþa wê tên.
Wilo, 28 rêzên destpêkê di þûna pêþgotinê de hatine, þeþ rêzên dawî jî di þûna paþgotinê de hatine, û 52 rêz pergalên her 13 pelawaz û danasîna kêþa wan e. Bi vî rengî M.E.Xanî"Nûbuhara Biçûkan", weku bernameya xwendina "Hicrika kurdî", ji 344 rêzan datîne. Û ne dûr e, ko ji ber vî qilafet û kêsimê biçûk, gelek vê pirtûkê weku "Ferhengoka Xanî bo biçûkan" didine nasîn!.
Gelo, ev behwerî û danasîn þûngirtî ne?.
Naveroka "Nûbuhara Biçûkan" an jî xwe li dora zîlana fêrkirina "zarokên Kurmancan", vekirina hiþê wan li dîtinên gerdûnê û guhertina civaka kurdî, çi bi hêla çandina riþtî, çakî û qenciyê de be, çi jî bi hêla guhertina civaka kurdî ber bi xwenaskirineke netewî de be, dide hev.
M.E.Xanîû mercên avakirina "Hircika kurdî"
Bo ronîkirina vê pirsê, emê bihingivin behweriyên Xanî, ko di nav helbestên "Nûbuhara Biçûkan" de çandine. Û da em dûrî zîlana lêkolîna xwe nekevin, emê ji pêþgotinê û rola ziman zanînê li ba Xanî dest pê bikin û bînin bîra xwe, ko zargotina kurdî dibêje: "Yê zimanekî zanibe mirovek e, yê du zimanan zanibe du mirov e".
Bêgûman M.E.Xanîoldarekî bi hêz û rêz bû, misilmanekî bi rêk û pêk bû, û li gorî yasayên ola misilmaniyê zanakî bi nav û deng bû. Lê, ne dûrî zanistiyên dema xwe bû, û zanyar û rewþenbîrekî mezin bû. Di warê zimanzanînê de jî, ne tenha zimanê kurdî (bi gelek zaravên wî ve) dizanî, lê wilo jî zimanê tirkî, farisî û erebî jî baþ dizanî. Ji van zimanan tevan, di dema wî de, zimanê erebî ne tenha zarê pîroz (zimanê Quranê) bû, lê wilo zimanê dîn, dewlet û zanistiyê bû. Loma, M.E.Xanîli ser mercên avakirina "Hicrika kurdî", bi hûrbînî, rawesta û xwest zanîna xwe, di riya vê fêrgehê re, di civaka xwe de bike "weqfe" û belav bike. Bo wilo, berê xwe da "biçûkêt Kurmancan" û bizavên xwe di ber fêrkirin û perwerdekirina wan de kirin. Loma jî, M.E.Xanîpêwist didît, ko zarokên Kurmancan fêrî vî zimanî bike, da hiþê wan li dinyayê û nûçe û bûyerên wê vebe, da li cîhanê ne çavmiç û kor bin, lê çavbel û dûrmeyzên bin.
M.E.Xanîhewl dida, ko zarokên Kurmacan fêrî Quran û zimanê Quranê bike, lê ev fêrbûn ne armanca wî ya dawî bû, ne hewildana ji bo jibîrirkina zimanê gelê wî bû. Armanca wî vekirina hiþê zarokê bû, di riya zimanekî alîkar re, ne þûngir re. Loma dibêje:
Ne ji bo sahib rewacan
belkî ji bo biçûkêt Kurmancan
wekî ji Quranê xelas bin
lazim e li sewadê çavnas bin
da bi van çend reþbelekan
li wan tebî’et melekan
derê zihnê vebîtin
herçî bixûnit, zehmetê ne bîtin. R3.
Dêmek, peyva "xwendin" ê li ba M.E.Xanîne bêjeyeke taybetî ye, ko bi misilmaniyê ve bê girêdan, lê gotineke gelemper e, ko bi hemî zanistiyan ve tê girêdan.
Belê, ne tenha Xanî dixwaze zarokên Kurmancan fêrî xwendina Quranê bike, lê dixwaze wan fêrî xwendinê, bi wateya wê ya giþtî, bike.
Wilo, Xanî rola xwendinê berçav dike, û fêrkirina zarokên Kurmancan ji zimanê wan re (bi xwendin û nivîsandin), bi alîkariya zimanekî xurtir, erkên xwe derbarî civaka xwe dibîne, da vê civakê ji gêlîtî û kewdeniya wê xelas bike, da hêlîna rewþenbîriyê di nav de ava bike, gava desthilatî xwendina çavkehniyên bi zimanên biyanî hatî weþandin be. Wilo, Xanî zanîna wan zimanan pêwîst didît, û bizav di ber fêrbûna wan de dikir, da mirovê xwende desthilatî dîtina nexweþên civaka xwe be, û bi zanebûn dermanê saxlemiyê peyda bike û bi kar bîne.
M.E.Xanîû bingehên avakirina "Hicrika kurdî"
M.E.Xanîbingehên vê hicrikê bi du awayan, di "Nûbuhara Biçûkan" de, danîne. Awak jê bi hiþmendiya giþtî ve, bi taybetiyên têgehiþtin, zanîn û mercên pêþketinê ve, bi reftariya mirovan di civakê de, û bi avakirina endamên bi bîr û behweriyên saxlem ve tê girêdan. Yek jî saf bi sîstema xwendin û fêrkirina zimên ve tê girêdan.
M.E.Xanîawayê pêþî, ji bingehên "Hicrika kurdî", di riya 13 cot malikên helbestî re çareser dike. Ew jî me bi navê "cindîtiyên Xanî", ango "pendiyên Xanî"dane nasîn.
E.Xanê awayê din jî bi berê zimên û rêzimên ve girêdide, û dîtinên xwe yên felsefî di hebûna jiyanê de, beçav dike. Bi vî rengî, Xanî ramanên xwe ji fêrkerên hicrikê re diraxe, û di riya wan re behweriyên xwe pêþkeþî þagiran dike. Lê, mixabin, ko van fêrkeran, bi demê re, ramanên Xanî bi þûn xwe de avêtin, û hicrika ko Xanî dixwest ava bike ji pendî û dîtinên wî bê par ma. Lewra, em bivê nevê dibin, ko li ser du terman, eger bi kurtî be jî, biaxifin. Yek ji wan: "Hicrika kurdî" û cudabûna wê ji "Hicrika Olî" ye. Terma din jî, "Bername" ya ko M.E.Xanîji bo vê hicrikê danî ye.
Danasîna "Hicrika kurdî" û sîstema fêrkirina wê:
Bêgoman, hicrik rola xwendegehan, di beþê civaka kurd, ya misilman de, di dema Xanî de (wilo jî di demên pêþtir û paþtir de), dileyist. Dêmek, hicrik cihê xwendin û fêrkirina ola misilmaniyê bû. Þagirên wê jî du celeb bûn. Celebek jê zarok bûn (5-11 salî), ko ji elfebayê dest bi fêrbûnê dikirin, û li gor pergalên hicrikê û zanebûna fêrkerên wê hînî xwendin û nivîsandinê dibûn. Ev e celebê ko Xanî "Nûbuhara Biçûkan" ji bo wî nivîsî. Yek jî dikete warê xwendina feqetiyê û di pêþerojan de berdewamiya xwendina melatiyê dikirin. Ev celeb jî ne warê lêkolîna me ye.
Lê, çawa be vê hicrikê suxtên xwe fêrî tîpên Qurana pîroz dikirin, fêrî xwendina Quranê dikirin, fêrî rêz û bendên ola misilmaniyê û navdarê vê olê dikirin...
Wilo, eger em vê behweriyê bi rewanî bidin pêþ, emê gerekî rawestaneke dûr û dirêj bibin, ko me dûrî mebesta me ji vê lêkolînê bixe. Lewra, emê bi kurtî li ser danasîna vê fêrgehê û guhertinê ko Xanî dixwest tê de peyda bike rawestin. Lê, berî vê rawestanê emê pirsekê ji xwe bikin, û hewildana bersivdana wê bikin, da em xwe, di riya vê bersivê re, xwe bi armanca xwe û Xanî bigehînin.
Gelo, çima me du navên cuda li vê fêrgehê kirin, û me sîstema xwendina wê bi "Nûbuhara Biçûkan" ve, weku bernameya Xanî jê re, da nasîn?.
Ev pirs di serê her kesî de li bersivê digere, û behweriyên baþqe dadixe meydana giftûgoyê. Ew jî ew e, ko hicrik fêrgeha ola misilmaniyê ye, û ti fentazî ji þirovekirina rola wê re navin. Wilo jî, fêrkerê wê Xanî be, çavkehniyên wê tenha Quran, Hedîs û Þîret in, ew kokên ko nayên guhertin, û destavêtina wan gunehkariyeke mezin bi ser xwediye xwe de dibarîne. Vêce, cudabûna navan ji fêrgeheke bi vî pesnî be, tiþtekî ji kelevajiyê pê ve berçav nake!.
Halo, em dûr çûn, û em bi vî awayî tiþtekî bi serê hev naxin. Û da em hev gunehkar der nexin û bi bedgomanî li hev nemeyzênin, emê li danasîna Xanî, ko di rûpelên buhurî de hatiye nivîsandin vegerin. Belê, "M.E.Xanîoldarekî bi hêz û rêz bû, misilmanekî bi rêk û pêk bû, û li gorî yasayên ola misilmaniyê zanakî bîrkêþ û hiþmendekî bi nav û deng bû. Lê, ne dûrî zanistiyên dema xwe bû, û zanyar û rewþenbîrekî mezin bû...".
Vêce, gelo çi pê ve ye, ko ev rewþenbîrê gewre taybetiyên civaka xwe, ew taybetiyên ko ne dijraberî ola wî ne, lê dikevine makecoya vê olê de, tevlî ola xwe bike û xweþî û baþiyê di nav gelê xwe de, li gor dîtinên xwe yên ola misilmaniyê, biçîne!?.
Bi vî rengî, em dikarin bersiva pirsa xwe di riya raxistina du xalan re bidin, û li zîlana riya lêkolîna xwe vegerin:
Sîstema fêrkirinê di vê hicrikê de bi hunrên zimên, rêzimên û hiþê kurdî ve dihate girêdan, û armanca wê vekirina hiþê zarokên Kurmancan bû, da li nasîn û têgehiþtinên gerdûnê çavbel bin, ne çavmiç û kor bin, da weku Xanî dibêje:
Derê zihnê vebîtin
Herçî bixûnit zehmetê nebîtin. R3
2. Eger em bi hûrbînî li hebûn û pêþveçûna (bi wateya þûnguhestinê) vê hicrikê meyzênin, emê taybetiyên civaka kurdî tê de bipelînin, û cudabûneke bi mercên xwe diyar di navbera wê û hicrikên civakên erebî, tirkî û farisî de bibînin. Û ji ber ko M.E.Xanîtaybetiyên civaka xwe, di riya pendiyên xwe re, guhestin vê hicrikê, me navê "Hicrika Xanî", ango "Hicrika kurdî" lê kir, û ew hicrika ko saf bi ola misilmaniyê ve (dûrî taybetiyên civaka kurdî) hate girêdan, me navê "Hicrika olî" lê kir.
Têkçûna "Hicrika kurdî"
M.E.Xanî"Nûbuhara Biçûkan" di gelek qonaxan re derbas dike. Qonaxa herî giran ji bîr û hiþên suxtan re cindîtiyên (pendî, hikmet) wî ne, ji ber ko gelekî renc û kutayî hatine.
Þirovekirin û ronîkirina wan, di "Hicrika kurdî" de, dimîne barê fêrkerên vê hicrikê, da ew jî li gorî jîrbûn û têgehiþtina xwe desthilat be, ko hunerên xwe bide der, û þagirên xwe li gorî vê têgehiþtinê jîr û zana rake. Lê, mixabin, ko " Hicrika kurdî", ew hicrika ko Xanî bingehên wê danîn, kirasê "Hicrika olî", di riya fêrkerên ne têgehiþtî re, bi bejna xwe de berda, tanî roj bi roj ev bingeh jê hatin dûrkirin, û ji armancên xwe dûr ket. Wilo, fêrkerên vê hicrikê pendiyên Xanî bi þûn xwe de avêtin, tanî "Nûbuhara Biçûkan" tenha weku "ferhengoka" suxtan dane nasîn, û weku qaqilkekî vala berçav kirin.
Wilo, ev hicrik, di riya fêrkerê netêgehiþtî û nezan re geha warê bidestxistina qazencên jiyanî, yên beyhude, yên rojane, wek:
"tebbet...bêne mirîþkeke weku bet" û "welma’ûne...bêne lihek sabûne...", û armanca wê tenha ma jiberkirina Quranê, ne fêrkirina wê. Û cudabûneke gewre di navbera "jiberkirin" û "fêrkirin" ê de heye. Wilo, mêkanîzma "jiberkirinê " Quranxwên derxistin, ne xwendevan. Belê, di vî warî de mebesta Xanî, di avakirina "Hicrika kurdî" de ne tenha pêk nehat, lê têk çû.
Êdî dîtin û behweriyên Xanî ziyana herî mezin dîtin, û ketin bin destên talankerên nezan- fêrkerên nîvkewden de.
Naveroka "Nûbuhara Biçûkan"
Erê "Nûbuhara Biçûkan" bi tîpên erebî hatiye nivîsandin, lê kirasê kurdî bi bejna wê de hatiye berdan. Belê, kurdî jî di wê demê de bi van tîpan dihate nivîsandin. Dêmek, ew þagirê ko fêrî nivîsandina tîpên erebî dibû, wilo jî fêrî pêkanîna tîpên kurdî (tevî taybetiyan) dibû. Wilo, piþtî ko þagiran elfeba, weku naskirina tîpan kutadikirin, diketin deriyê pêþî ji fêrbûna zimên û rêzimên, û þagirên vê hicrikê bi alîkariya "Nûbiharê", hem fêrî zimanê xwe dibûn, hem jî fêrî zimanê pîroz (zimanê Qûranê) dibûn.
Êdî, gotin di hiþê zarokê de, ne bi wênan ve dihatin girêdan; lê bi wateya wan ve.
Bi vî rengî M.E.Xanî"Nûbuhara Biçûkan" bo zarokên Kurmancan datîne, û li gorî bîr û behweriên xwe yên olî û netewî ava dike. Lê, mixabin ko di pêþerojan de, fêrkerên ko li ser rêça Xanî meþîn, ketin bin gelek barên zor û giran de, û þerê wan, di dîrokê de, bi gelek mercan hate kirin, tanî geha pileya bidarvekirina wan. Û wilo, fêrkerên ne desthilat þûna wan girtin, tanî berxwedana þopnasên Xanî bû zargotineke gelêrî, ko dibêje "Nîvtextoran can bi der dan, nîvmela dîn bi der dan". Belê, þopnasên "Hicrika kurdî" fêrkerên "Hicrika olî" weku nîvmela dinasîn, ji ber ko nêvî ji ola xwe pêk netanîn, ew nîvê ko bi gel û welatê wî ve girêdayî bû, tanî bûne alav di destên serdestên xwe de û serê xwe ji fermanên desthilatên xwe re ditewandin. Û ola misilmaniyê sertewandinê li ber zulmê gunehkarî dibîne.
Erê, M.E.Xanînaveroka "Nûbuhara Biçûkan" li dora yek zîlanê digerîne, lê vê naverokê bi du çerxan dilivîne:
A- Pendiyê M.E.Xanîdi " Nûbuhara Biçûkan" de:
M.E.Xanîpendiyên xwe di riya 13 cot malik ve, bi alîkariya 13 pêlawazên bi navkirî re, çareser dike:
Xanî navdariya mirov bi kar ve, bi westan û lêvegerê ve, bi wê dilopa ko þûna xwe di latê de dikole girê dide, û dibêje:
Heta tu dewr û dersan nekê tekrar û mesrûf
Di dunyayê tu nabê ne meþhûr û ne me’rûf * R.4
Xanî êþ û jana mirovaniyê di qeyd û bendan de dibîne, û di rakirin û avêtina wan de aramî û þahiyê dipelîne. Diyar dike, ko mirov di rewþeke serbixwe de dikare bibe xwedî dan, û desthilat ko cîhana xwe ava bike, weku wî bilbilê serfiraz, ko bi awazên xwe þahiyê di nava gulîstanê de peyda dike, gava dibêje:
Perde ko rabitin ji ber ´aridê dilsitanî xweþ
Dil ji xeman ke bête der bilbulê gulsitanî xweþ. R.6.
3. Xanî dibîne, ko zanîn û hiþmendî milkekî giþtî ne, ne taybetî ne. Lewre kesê zana weku kehniyê ye, gerek e her kes desthelat be ko jê vexwe. Bo wilo jî pêwîst e, ko ev mirovê navdar dilovan û xwedî sebir be. Dibêje:
Arifê ko bi qencî me’rûfi bit
Dê helîm û sabir û mewqûfi bit. R.8
4. Xanî gerek û pêwîst dibîne, ko mirov berxwedanê di ber armanc û bîr û behweriyên xwe de bi tundî bike, li wan bi xurtî bikole û li pêkanîna wan bilezîne, nemaze gava ev armanc bi giyanê mirov ve girêdayî bin û di nava mirov de hatibin çandin. Di vî warî de dibêje:
Ger dê te meqsûdek hebê, lazim divê lê bê bilez
Xesma te me’bûdek hebê, dayim di emrê wî bibez. R.10
5. Xanî zanistî û gêlitiyê weku zêr û tûncê dide ber hev. Dibîne, ko ew
gêlîtiya xwe bi zanistiyê biguhere, tûnca xwe bi zêr dikute. Xanî, bi vî rengî, dixwest civaka kurd, ya gêl bi ilim bineqiþîne. Û bidestxistina vê yekê di riya xwendin, fêrkirin û perwerdekirina nifþên nûhatî (zarok) re didît. Dibêje:
Herçî bi ilmê cehl kir mubeddel
Sifrê xwe wî kir bi zêr mukellel . R12
6. Xanî mafê pozbilindiyê nade wî kesê bindest, ko cirîd di bermala wî de dibin, û dibîne ko ew payabûna pûç, vala û bê bingeh nan nade xwediyê xwe û wî bi kiras nake. Lewra ji mirovê wisa dixwaze ko ne tenha dev ji vî rengê payebûnê berde, lê bi çelengî kar di ber xwenasiyeke rast û durist de bike. Hinga bi dilxweþî û rûspîtayî dikare serê xwe bilind rake, gava xwe bighîne vî warî, û vî mercî bi dest bixîne. Xanî dibêje:
Ey ko te kibri dayim kirye ji bo xwe merkeb
Ewil tu pê bikeyê, paþê bi kêre merkeb R.13
7. Xanî cudabûneke eþkere dixe navbera zanistiyê û olîtiyê. Dibîne, ko bîrgeþî û zanyarî di riya xwendin û kar re têne qezenckirin, lê þêxîtî û sofîtî bi kerametan ve têne girêdan.
Di vî warî de wilo dibêje:
Þeyx û sofîtî keramet û ilme xwendin ilm û e’mel*
Xilwet e hucr e terîqat e þerî’et bê xelel. R.15
8. Xanî bi civaka xwe mijûl dibe, kil û kêmasiyên wê dibîne, û dighe wê behweriyê, ko civaka çak û saxlem bi kesên xwe vî pesnî werdigre. Lewra, weku dermanê saxlemiya civakê pêwîst
dibîne, ko endamên vê civakê hêja, çeleng, rast û rûdar bin, da bi çakrewiþtî serkêþiyê bikin, da dûrî wan êþ û nexweþiyên ko giyanê her civakê, çiqasî hêja be jî, ji hev dixin û nexweþ dikin, nemaze derew, fen û fûn û xwehrî. Dibêje:
Ger te divêtin tu bibê Mîr û ser û mu’teber
Kizb û xilafê mebêj, ger te bikin ker ni ker. R.18
9. Xanî pêr û mêzîna tiþtên kesayetî û yên giþtî ji hev cuda dibîne. Dibîne, eger mirov li ser jidestçûna tiþtekî xwe xemgîn bibe û li windakirina wî tiþtî poþman bibe, lê bêgoman bi windakirina tiþtên giþtî (tevayî) re gunehkar dibe, ji ber ko Xanî tiþtên giþtî (welat jî tiþtekî giþtî ye) di pêpelûka evrayî (muqades) de dibîne, gava dibêje:
Herçî ko ji dunyayê berda þite damen bû
Bê þubhe di nêv ´amê efra þite gerden bû. R.21
10. Xanî kesekî hemberî mirovê zanyar nabîne, û di ser wî re naragire. Nemaze, ko ev zanîn û têgehiþtin ne di qaqilkê xwe de winda û dûrî pêwîstiyên gel û civakê bimîne, lê bêne bi karanîn. Dibêje:
Ger te divêtin ko beraber nebitin kes bi te re
ilmê bixûn, hem e’melê tu bike sin’et ji xwe re. R.23
11. Her weha jî, Xanî li ser xwendina ilmên (zanistiyên) qenc diraweste, û dewlemendiya wî bi giranbuhabûna
bidestxistina welatekî dipîve. Belê, ilmê "qenc" li ba M.E.Xanîbê sînor û bê çarçev e. Li vî þêweyê zanistiyê bi
çavekî dûrbîn û hiþekî vekirî dimeyzêne, û desthilatiya olê li ser nake pîvana çêyetiyê, gava dibêje:
Herçî kesê ilmekî qenc xwendiye
Dewlet e, ger wî bi esil zaniye. R.24
12. Xanî li buhara dilan vedigere, li kêf û þahiya gel û xweristê dinêre û dozê li her kesî dike, ko di nûbuharê de (di cejna 21 ê adarê de) li gel dîlber û dost û hevalan herin geþt û seyranê. Wilo, Xanî xweþiya vê rojê bi vîna jiyana herî xweþ ve girêdide û bi awazekî þêrîn dibêje:
Di fesla nûbiharê de di gel dîlber biçin geþtê
Ji ew xoþtir umur nabit, li min ev hal qewî xweþ tê. R.27
13. Xanî, di dawiya þîret û pendiyên xwe de, ji bîr nake ko waneyekê bide fêrkerên "Hicrika kurdî", gava bi wan dide nasîn, ko fêrker çiqasî dilkevir be û di warê fêrkirinê de hiþk û zivir be, divê bi þagirên xwe re, di warê têkiliyan de, nerm, dilnaz û diltenik be. Banga xwe ji fêrker re wilo datîne:
Mu’ellim bila dil wekî ber bitin
Divêtin ko þagir dilber bitin R.29
B. Ziman û rêzimanê "Nûbuhara Biçûkan" û wane û dîtinên E.Xanî
Piþtî berçavkirina pendiyên Xanî, dimîne ko em li parçê didiwa ji naveroka "Nûbuhara Biçûkan" vegerin, û wî, bi kurtî, dibin sîbera çend xalan de berçav bikin:
M.E.Xanî dergehê pêþî ji "Nûbuhara Biçûkan", piþtî pêþgotinê, bi danasîna xwedê, pêxember û xelîfan dest pê dike, û pêdanasîna navdarên ola xwe bi þagiran, erkê xwe yê pêþî dibîne. Dibêje:
Xwedê ellah e, qasid resûl e, ey xwedêzan
Xelîfê çar in, herçar imam in, ey musilman. R.4
Piþtre her çar imaman û her deh mizgîndayên buhiþtê bi nav dike, û ji þagiran dixwaze, ko bi dil wan nas bikin, gava dibêje:
Divêtin tu bizanê bi dil navê imaman
Muhemmed, Malik û Ehmed, ewê dîtir ke Nu’man
Mubeþþer bûne deh kes, ji eshaban bi te’yîn
ko dê biçne biheþtê, Xudê mizgînî da wan. R.5
Dîse li pêxemberê ola misilmaniyê vedigere û bi tundî li ser pêwîstiya naskirina wî ya kokane diraweste, û dibêje:
Li me ferze bizanin, resûlê xo bi tehqîq
Bi mewlid, hem bi medfen, binasin da û baban. R.5
2. M.E.Xanî vê danasîna xwe di rûpel û nîvekî de, bi yazdeh cot malik, kutayî dike. Paþê xwe di "Nûbihar" ê de noq dike û li hemî gov û berpalên gotin û parçên axaftinê digere, çi gotinên ferhengî bin, çi yên rêzimanî bin, çi jî avakirina hevokan be (hevokên saltgîr li gorî hiþê zarokan). Wilo, Xanî hemî parçên axaftinê (çi guhêrbar bin, çi neguhêrbar bin) li bêjinga "Nûbuhara Biçûkan" dike. Bi vî rengî ziman û rêzimanê kurdî bi zarokê þêrîn dike, lê li gorî pîvanên ziman û rêzimanê erebî, bi þagirên "Hicrika kurdî" dide nasîn. Û ji ber ko ev beþ bergeheke pir fereh e û dergehekî zor mezin e, emê di bin sîbera çend xalên alîkar re derbasî nava wî bibin:
a. Nav:
M.E.Xanî bi xurtî li ser navan radiweste, û komên navên þênber (yên mirov dikare wan bi hestên xwe nasbike û bipelîne) û yên razber (yên mirov bi hestên xwe nikare wan bipelîne û nas bike, lê bi ramana xwe nas dike) bi ferehî berçav dike. Emê, weku nimûnê li ser du cot malik rawestin:
Ibni kur e, binti keç e, sehrî xezûr e, mam ´em
´Emmet met e, ´emame þaþ, cedde çi ye, xo pîreda. R.6
Menkib û ketfi herdu mil, bal û demîr û qelbi dil
Cezl û fereh çi þahî ye, mewti mirin, girîn beka. R.7
Em di vî beþî de li ser wateya ferhengî ji navan re narawestin (weku nimûne: Sehir bi kurdî zava ye, ne xezûr e), lê emê tenha li ser cîwarên wan yên rêzimanî rawestin.
Wilo, navên cotê pêþî ji van malikan, di warê rêzimanî de, bi vî rengê jêrîn têne þirovekirin:
(Kur, xezûr, mam)- ev hersê nav, navên þênber in, canbar in, yekjimar in û bi zayenda xwe nêr in.
(Keç, met, pîreda)- ev hersê jî navên þênber in, canbar in, yekjimar in û bi zayenda zwe mê ne.
Lê (þaþ)- navekî þênber e, ne canbar e, yekjimar e, bi zayenda xwe mê ye.
Navên malika dawî ji van cotemalikan, navên razber in, lê koma her navekî ji yên din cuda ye. Wilo:
Þahî: Ji koma navên abstraktîv e (me’newî), bi zayenda xwe, di forma hevbendî de, mê ye.
Mirin: Ji koma navên kirinê ye, bi zayenda xwe, di forma hevbendî de, mê ye.
Girîn: Ji koma navên ramanî ye, bi zayenda xwe, di forma hevbendî de, nêr e.
b. Rengdêr:
E.Xanî li du þêweyên vî parçê axaftinê yê guhêrbar radiweste. Yekî ji wan di bin pergalên rengdêrên rengkerên erebî (sifat miþebehe bilfiil) re derbas dike. Weku:
Ebkem çi lal e, e’rec çi leng e
Yekçav e e’wer, ekmeh xwe kor e. R.13
Þêweyên din jî bi wateya navên berhevkirinê (esma eltefddîl), lê bê danîna pêpelûkên çêyîtiyeke rastûrê berçav dike. Weku:
Ekyes mirovê têjfehim, esme’ mirovê guhbiçûk
Ekþem keyo* hatî birîn, eslez wekî eyhem ker e. R.11
Wilo jî rengdêrên renglêker, yên ko dibine navên berhevkirinê jî, ji þagiran re dadixe ser rûpelên "Nûbiharê". Weku:
Exder çi kesk e, ehmer xwe sor e
Ezreq hiþîn e, cewreb çi gor e. R.12
c. Cînav (bernav, pronav):
Ehmedê Xanî ji cînavên kesîtî, yên foma rast tenha cînavê kesê didiwa, yê pirjimar (hûn) pêk aniye. Ji cînavên nîþankirinê jî yekî pêk tîne. Weku:
Te’alû serî’en, werin hûn bi lez
Fe hazhi cennet, eve ha ye rez. R.36
Hûn- cînavê kesîtî, yê forma rast e, ji kesê didiwa yê pirjimar re tê pêkanîn.
Eve- cînavê nîþankirinê ye, bi navên nêzîk yên yekjimar re tê pêkanîn.
Ji cînavên pirsê jî M.E.Xanîtenha cînavekî, di forma yekjimar û pirjimar de, pêk tîne. Dibêje:
Eyser û yusra çi ne, ew herdû çep
Rastê çi ye, eymen û yumna bizan.R.25
Çi ne- cînavê pirsê di forma pirjimar de ye.
Çi ye- cînavê pirsê di forma yekjimar de ye.
Lê, M.E.Xanîcînavên kesîtî, yên forma tewandî bi tevayî, pêvî cînavê kesê sisiya yê mê (wê), pêk tîne; gava dibêje:
‘Eleyke, li ser te, ´eleyye li min
´Eleyhi, li ser wî, we minnî ji min
´Eleyna, li ser me, ´eleyhim li wan
´Eleykum, li ser we, xesaret ziyan. R.36
(Min, te, wî)- cînavên kesîtî ne, yên forma tewandî ne, yekjimar in. Cînavê kesê sisiya yê mê (wê) bi Xanî re derbas ne bûye.
(Me, we, wan)- cînavên kesîtî ne, yên forma tewandî ne, pirjimar in.
Wilo jî M.E.Xanîtêkilî pênc grûpên cînavan nabe.
d. Jimar:
M.E.Xanîjimaran bi þagirên "Hicrika kurdî", weku beþekî ji parçên axaftinê yên guhêrbar, dide nasîn. Lê tenha li ser jimarên bingehîn radiweste, û jimarên dehên pêþî ji yên dehta û yên sedta cuda dike. Wilo dest pê dike:
Wahid û isnan çi ne, ew yêk û dû
Sê ne selas, erbe’e çar in ´eyan. R.26
Wilo, jimarên dehê pêþî dibêje, tanî dighe:
Tis’e, ´eþer, herdû neh û deh temam
Sed mi’et û elfi hezar, ey ciwan. R.27
Lêbelê, M.E.Xanîli ser jimarên mezin (milyon..), jimarên carkirî (yeko-yeko, yekta, duta,sêta..) jimarên kombêj (þeþek, heþtek,...), jimarên rêzda (yekemîn, pêþî,...) û jimarên parçekirî (çi yên bingehîn: nîv, sêyek, çaryek,... û çi yên dehyekî: 0,1...0.01...) naraweste û wan bi þagiran nade nasîn (bi ser ko parvekirina pêmayên civaka misilmaniyê bi wan saz dibin). Weku nimûne: "Mehr û heþtek", " zekat 0,1" û...û t.d.
e. Lêker:
Beþê herî mezin, giran û giring, di ziman û rêzimanê kurdî de (wilo jî di piraniya zimanên cîhanî de), nasîn û bi
durustî pêkanîna lêkeran û veguhestina wan e. Di vî warî de jî, M.E.Xanîhin nimûne ji þagirên "Hicrika kurdî" re, di rûpelên "Nûbuhara Biçûkan" de, dadixe. Weku:
Hatim eteytu, atî têm, wî hat, iitî were
E’teytu me da, xuz bigir, irce’ veger, izheb here. R.11
Ic’el bigêr, isheq bihêr, idrib biqut, inzur binêr
Iqre’ bixûn, i’lem bizan, eyman bi me’na bawer e. R.11
Gelo lêkerên ko Xanî bikar anîne, di çi rengî û çi formê de ne?
(Hatim, têm, hat, da)- Ji lêkerên hîmî ne, saltgîr in, makderên wan "hatin û dan" in, rayên dema buhûrî "hat û da" ne. Kirde (subject) bi lêkerê pêþî re veþartî maye, bi yê paþî re diyar hatiye.
(Were, veger, here)- Ev lêker tev di forma fermanî ya erêtî de hatine. Bi kesên didiwan, yên yekjimar (tu) û pirjimar (hûn), re têne veguhretin.
(bigêr, bihêr, biqut, binêr, bixûn, bizan)- Ev lêker jî tev di forma fermanî ya eretî de hatine. Bi kesên didiwan, yên yekjimar (tu) û pirjimar (hûn), re têne veguhestin. Ev herdû grûpên lêkeran, li gorî kirde (subject) "e" û "in" distînin, lê M.E.Xanî "e" di veguhestinê de, li gor pergalên pêlewazê, rakirine. Di warê pêkanîna makderan de jî Xanî dibêje:
Iþq û mehebbet çi evîn, buxd û ´edawet çi nevîn
Inhezemû cumle revîn, ixtelesû yanî revan. R.22
("Evîn" û "nevîn")- bi ser ko Xanî ev herdû bêje, li gorî erebî, weku makderan berçav kirine, lê di kurdî de weku navan mane. Rayê afirandina lêkeran ji van navan der nayên. Dimîne, ko ev bêje, bi demê re, ketibin bin barê guhertinin kokane de, û veguhestina wan weku lêkeran, bê dîtin û nasîna rayên deman e, bê sûd dimîne.
"Revîn"- Makder e, rayê dema berê "revî" ye, yê dema niha "rev" e. Lêkerê vê makderê di veguhestina xwe de saltgîr e.
"Revan"- Makderê vê bêjeyê "revandin" e, rayê dema berê "revand" e, yê dema niha "revên, revîn"e. Lêkerê vê makderê di veguhestina xwe de derhingêv e.
f. Parçên axaftinê yên neguhêrbar:
Bê çawa M.E.Xanîli ser parçên axaftinê yên guhêrbar radiweste, wilo jî parçên axaftinê yên neguhêrbar (hoker, daçek, gehandek) bi þagirên "Hicrika kurdî" dide nasîn.
- Di warê hokeran de dibêje:
Remel zû li rêçûnê, hem herwele
Nehafet zebûnbûn e, hem hewqele.R.34
Te’alû serî’en, werin hûn bi lez
Fe hazihi cennet, eva ha ye rez. R.36
"zû, bi lez"- herdû hoker in, rewþa kirinê nîþan dikin û bersiva pirsên: çawa?, çilo? û bi çi rengî? didin.
- Xanî daçekan jî bi xurtî bi kar tîne. Weku:
Eyne li kû, keyfe kû we, tehti li bin, e’la li ser
Summe ji paþî wê bizan, ente tu wî, lî bo mi ra. R.8
(Li, li bin, li ser, ji, bi, bo)- ev tev daçek in, ko desthilatê tewandina nav, cînav û jimaran in.
- Gehandek jî li ba Xanî bi piranî têne pêkanîn, nemaze gehandeka "û". Xanî dibêje:
Þehd û ´esel herdû çi ne, hingivîn
Ar yû senûn û dereb ew jî wusan*.R.25
(û, jî)- du gehandekên yekta ne, ko bi erkê bi hevgirêdana nav, lêker û hevokan radibin. M.E.Xanî"Nûbuhara Biçûkan" ne tenha di van qonaxan re derbas dike, lêbelê wê bi gotinên ferhengî jî têr dike, û ji bîr nake ko perda fedîbûna civakî ji fêrgehê û ji nav þagirên wê rake, û di warê binavkirina organên laþê mirovan de vê perdê biqetîne. Wilo, organên nêr û mê di laþ de, bi rengekî perwerdeyî, bi þagirên "Hicrika kurdî" dide nazîn, û xweþiya hevgehandina mêr û jinê ji wan re diyar dike. E.Xanî, bilî van waneyan, felsefa heyînê jî nêzî hiþ û ramanên þagirên "Hicrika kurdî" dike, û bi fermandarî, dûrî dûdiliyê, regezên jiyanê bi wan dide zanîn û þêweyên candariyê ji wan re diyar dike, gava dibêje:
Bizan çar in ´enasir, ax û av ba û agir hem
Mewalîd in eve hersê, nebat û me’den û heywan. R.28
Halo, M.E.Xanîgav bi gav û qonax bi qonax bi þagirên "Hicrika kurdî" re dimeþe, tanî wan dighîne warê fêrkirina avakirina hevokan. Di vî warî de jî dibêje:
Li nezheb we nel’eb we ne’ikul me’en
Biçîn da bileyzin, bi vêkra bixun. R.36
Wilo, M.E.Xanîbernameya vê hicrikê bi dawî dighîne, û paþgotina xwe bi sê cot malikên saf bi zimanê erebî datîne. Cotê dawî ji wan:
Usellî e’la þafi’î Ehmeda
Fela tense ya þafi’î Ehmeda. R.37
Û tarîxa danîna "Nûbuhara Biçûkan" bi têderxistinok dinivîse, ko dibe çarê cemada paþî sala 1094ê koçî.
Gelo, mebesta me ji vê raxistina rêzimanî çi ye?. Lê, berî em bersivê
bidin, emê berê xwe bibin serî. Belê, me bi vê helebezê hin ji naveroka "Nûbuhara Biçûkan" berçav kir û li ber xwendevan, rexnegêr û lêkolînvanan raxist. Lê, em dîse bivê nevê pendiyekê ji yên M.E.Xanî dibin, da xwe bi armanca xwe bigehînin û bi behweriyeke bê dudilî bêjin, ko "Nûbuhara Biçûkan", weku bernameya "Hicrika kurdî", bi xama Xanî hatiye danîn. Xanî pendiya pêþî (waneya destpêkê ji fêrkeran re) di "Nûbuhara Biçûkan" de bi vî rengî dibêje:
Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf
Di dunyayê tû nabî ne meþhûr û ne me’rûf.. R.4
Mixabin, ko fêrkerên vê fêrgehê, bi demê re, tenha beþê pêþî ji malika pêþî (heta tu dewr û dersan nekî tekrar) pêk anîn, û avakirina "Hicrika olî" bi vê pêkanîna seqet ve hate girêdan. Loma, fêrkerên vê hicrikê serê þagirên xwe bi rotikên xêzeranî dax didan, da yan wan hiþkor bikin, bê ko zanibin sûd ji vê xwendinê çi ye, da li fêrkirin û perwerdekirina zarokan guhdar bin. Lê, bernameya Xanî ji "Hicrika kurdî" re ew bû, ko dewr û ders ne tenha bêne vegerandin û jiberkirin, lê wilo jî bêne veguhestin (mesrûfkirin), da þagir, berî hertiþtî, rêz û bendên zimên bi dest bixe û veguhestinê li ba Xanî ne tenha naskirina rêz û bendên rêzimanê erebî ne, lê wilo jî ji bo nasîna yên rêzimanê kurdî ne... û ev e mebesta me ji raxistina naveroka "Nûbuhara Biçûkan" bi vî rengî. Hinga fêrker desthilat e, ko dergehê zanînê li ber þagirên xwe veke û wan bi hiþekî zelal derbasî nava gulzarê zanistiyê bike.
Têbîniyek:
Dimîne, em têbîniyeke dawî bêjin. Ew jî ew e, ko nasîna bend û rêzên vekirina dergehê her karekî, her pîþekî fêrbûn e, û mifta her fêrbûnê jî elfeba ye. Elfebaya xwendin û nivîsandinê jî nasîn, bilêvkirin û pêkanîna durust e ji tîpan re. Lê, gelo çima M.E.Xanî"Nûbuhara Biçûkan" bê mifte pêþkeþî "Hicrika kurdî" kiriye?. Ango, ne tenha elfeba ji "biçûkêt Kurmancan" re, bi rengekî cuda nenivîsiye, lê wilo jî di
"Nûbuhara Biçûkan" de ne daniye. Û bernameya fêrgeheke seretayî bê nasîna tîpan nabe. Dêmek, rast e M.E.Xanî"ferhengokek" ji þagirên hicrikê re daniye!!.
Eger, em bi hûrbînî li ser vê pirsê jî rawestin, emê bibînin, ko rêz û bendên fêrkirina elfebayê, di vê fêrgehê de (di warê praktîk de), xwe dispartin akamên "Nûbuhara Biçûkan" û li gorî pêl û kêþa pêlewazên wê pêk dihatin... û hîna pêk tên. Belê, her 13 pêlewazên "Nûbuhara Biçûkan" vê behweriyê bi cih tînin, lê emê tenha li ser nimûnekê rawestin, ko dibêje:
E’rec lengî ye, hem e’wec xwehrî ye
I’nayet we nesret çi ne, arî ye. R.34
Hicrik jî, tanî îro roj, þagirên xwe li gorî vê pêlewazê fêrî bilêvkirin û veguhestina tîpên elfebayê dike, gava fêrker li pêþya þagiran dibêje:
Elif fethi en, kesri in, demmi un
Bê fethi ben, kesri bin, demmi bun*
Bi vî rengî em dikarin bêjin (weku di civaka kurdî de tê gotin), ko "kesê tilha xwe bixe guhê xwe, zane wê çi stranê bêje". Lê mixabin, ko qederê nehiþt Xanî stirana xwe bêje, nehiþt ko çirûskên umîda E.Xanî, di pêþerojan de, bibin ronî û behrînê bi geþî di nav civaka gelê wî de bela bikin.
Çend pirs:
Halo, me keleka xwe (li gorî zanebûna xwe) gehande kenêr û gotara xwe bi dawî anî. Lê, em xwe, bi vê dawîxistinê re, gerekî berçavkirina çend pirsên rastûrê dibînin, belkî hiþin ji yê me vekirîtir karibin wan, di meydana giftûgoyê de, ji me re ronîtir bikin, û karibin van bedgomaniyên nedesthilatiya civaka mêran (civaka kurd, ya kevnar) di warê guhdan û perwerdekirina zarokê de, di riya berhemên kevnenivîskarên kurd re, rakin. Pirsên me jî bi "Nûbuhara Biçûkan" û naveroka wê girêdayî ne:
1. M.E.Xanî13 cot malik di bin siha þîret û pendiyan re derbasî "Hicrika kurdî" dike. Têgehiþtina van malikan serdestî hiþê zarokê ye. Dimîne, ko M.E.Xanî pendiyên xwe ji fêrkerên vê fêrgehê re nivîsandibin, da ew di riya xwe re ji þagiran re þirove bikin, wan têbigehînin û li gor wateya van pendî û dîtinan þagirên hicrikê perwerde bikin. Gelo, M.E.Xanîasoyên hiþ û têgehiþtinên zarokan ne dizanîn, tanî xwe bisipêre fêrkerên nenas û nedîtî?!.
2. M.E.Xanîfêrkirin û perwerdekirina "biçûkêt Kurmancan", di riya hicrikê re, barê xwe didît. Lê, gelo çima behweriyên xwe bi zelalî ne dane pêþ û rastûrê ne dane zarokê?.
3. M.E.Xanîdoza "tekrar û mesrûf" kirina dewr û dersan li þagirên hicrika xwe dike, bê ko serçivkên veguhestinê rêzimanî bi wan bide nasîn û pergalên van veguhestinan ji wan re þirove bike.
Çima M.E.Xanîdergehên þirovekirin û pergalên veguhestinan di "Nûbuhara Biçûkan" de ne vekirin, û wî bi xwe þagirên fêrgeha xwe tê re derbas ne kirin?.
4. Di gelek waran de pêwîstiya pêkanîna sînonîmên (hevwate, muradif) erebî hemberî gotinên (bêje) kurdî nîne. Weku nimûne:
Qeswere’w deyxem û dilhasî þêr
Haris û leys û esed ew jî wusan. R.26
Çima M.E.Xanîzarokê dixe bin vî barê gotinên (li vir navên) ne gerek de?
5. Sedemên xwesipartina M.E.Xanîji fêrkerên fêrgeha ko wî dixwest ava bike, di "Nûbuhara Biçûkan" de, nayên diyarkirin. Gelo, çi hiþtiye ko dilê Xanî li fêrkerên vê fêrgehê rûne?. Û çi garantî li ba Xanî hebû, ko "Nûbuhara Biçûkan" weku wî dixwest, wê bibe mifta fêrkirin û perwerdekirina "biçûkêt Kurmancan"?.
6. Gelek caran, di warê psîkolojiya zarokê de, alavên dijraber roleke pozîtîv di bijartinê de dileyizin. Wilo, talî, þêranî bi zarokê xweþ dike. Spehîtayî, kirêtiyê di çav zarokê de reþ dike. Sivikatî hemberî giraniyê bi zarokê asan dibe, û....
Gelo, heye ko mebesta M.E.Xanîji pêkanîna hin gotinên (bêje) biyanî yên zivr û ziwa pêþêrînkirina ziman û zaravê kurdî be li ba zarokê (li ba þagirê "fêrgeha Xanî)?.
Di dawî de, em bi hêvî ne, ko lêkolînvan, rexnegêr û zanayên me wê karibin wan dîtinên kevn ko "Nûbuhara Biçûkan" bi wan hatî pêçan, wê karibin wî qaqilkê ko li dora "Nûbuhara Biçûkan" hatî avakirin biþikînin û wê karibin behweriyên me bi jêmayên wan pirtir bibin.
------------------------------------------------------------
Çavkehniyên lêkolînê
1. Nûbihar M.E.Xanî- lêveger û rastkirina Mele Ebdilselam Nacî Cezîrî. Þam
2. Nûbuhara Biçûkan M.E.Xanî- vejartin û pêþkêþkirina Hemdî Evdilmecîd Selefî. Çapxana El - Reþîda. Bagdad.
3. Rêzimanê zimanê kurdî bo kursê II. Berhevkirina Zagrosê Haco - destnivîs.
4. Kovara "Stêr" 19/1991 R.42 - 47 - ARO.
5. Rêbera rêzimanî: E.R.Ekrawî ç.I 1980.
6. Ferhenga kurdî nûjen. A.S.A. Gewranî - Urdun - Emman 1985
7. Ronîkirina astengên rêzimanê erebî - Nîgara Namî û Nisrîna Osê - Konsultant.
8. Konsultantê bilêvkirina durust, li gor xwendina hicrike, Samiyê Nam
*Bo naskirina van wêneyên ko dê zaroka xwe bi wan perwerde dikir, li gotara ARO "Xwedîkirina zarokan" vegere Kovara Stêr
*Peyva Kurmanc di danûstandin û zargotina kurdî de bi wateya giþtiya gel (reþaya milet) ve hatiye girêdan. Xanî jî ev peyv di vê wateyê de pêk aniye, û mebesta wî ji gotinê ew e, ko Nûbihar ji tevaya gelê xwe re dinivîse.
*Li gor zaravê Nûbiharê dibin ‘nekêyî, nebêyî’ piþtî sivikirina ‘ê’.
*Ji bo ko helbest ji gurd nekeve ‘Arî û’ bûye ‘Ar yû’.
*Di Nûhiharê de (Keyu) hatiye, lê ne dûr e ko þaþîtiya çapê be. Ji ber ‘Keyo hatî birîn’ û ‘Ke guh hatî birîn’ di bin pergalên yek pêl û kêþê re derbas dibin. S.Namî dibêje:
*Me ‘guyê’ (sivikiya ‘guh yê’) ji ber kir. H.Selefî ‘Ekþem mirovê guhbirî...’ dinivîsîne.
*Di nerîna min de malika pêþî ji vî cotê malikan ne li gor kêþa pêlawazê hatiye, ji ber ko ketiye bin barê þaþîtiya çapê de. Lewra, ez rengê rast ji vê malikê re halo dibînim:Þeyx û sofî keramet, ilm e xwendin û e’mel.
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-08-03 (5386 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |