17.12.1946—17.12.2019 — Piştê Sovyetê, Leşgerên xwe, ji Kurdistanê û Îranê kişand, rejima Şah, êriş anî ser Komara Dêmokratîk e Kurdistanê ( Komara Muhabad ê ) û ew ruxand.
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
17.12.1946 — 17.12.2019
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) ê, Roja reş, ya 17.12.1946 de, bi êrişa Rejima Şah, Ruxandina Komara Muhabadê, bi tundî, şermezar dikim û Şehîdên Komara Muhabadê, bibîr tînim. Şehîdên Komara Muhabadê, wekê her Tekoşer û Şehîdên Kurdistanê, nemire û Dilê meda dijî. Şehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, yên li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, ango giştikan Şermezar dikim...
Kurdistanîyên Hêja :
17.12.1946 - Piştê Sovyetê, Leşgerên xwe, ji Kurdistanê û Îranê kişand, rejima Şah, êriş anî ser Komara Dêmokratîk e Kurdistanê ( Komara Muhabad ê ) û ew ruxand. Em wek sonda Qazî Mihemed sond dixwun ku heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji boy doza Kurd û Kurdistanê wefadar bimînin. Biji Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwa, Demokratîk û azad !... Ji têkçuyîna Komra Kurdistanê virda, Netewa Kurd û Kurdistan, Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Sadiq Şerefkendî û gelek kadirên xwe yên hêja di vê têkoşînê de wenda kiriye lê xebata xwe her berdewam kiriye. Şehîdên Kurdistanê Nemirin.
Du Dîyarîyên, Komara Dêmokratîke Kurdistanê ( Komara Muhabadê ) Ala Rengîn û Ey Reqîb.
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
Ji boy Kurdistanek, Yekgirtî, Serbixwa, Demokrat û Azad Amadebin ! . . .
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
Ey Reqîb : Bi behdînî
Ey reqîb her, maye qewmê kurd ziman
Naşikê û danayê topên zeman
Kes nebê n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Lawê kurd rabûye ser piyan wek şêran
Ta bi xwîn nexşîn bike tacî jiyan
Kes nebê n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Em xortên Medya û Keyxusrew in
Dînman û ayînman kurd û Kurdistan
Kes nebê n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr bike xwîna diyan me da rijan
Kes nebê n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Lawên Kurd tev hazir û amade ne
Canfîdane canfîda, tev canfîda
Kes nebê n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
---------------------------------------
Dildar (1918 - 1948)
Dildar yêkeke ji hozanvanên kurd yên navdar li başûra kurdistanê.
Dildar navê wî Yunis Re ofe û li sala 1918 li bajêrê Koye ser bibajêrê Hewlêrê ji dayik bîye. Xwandina seretayî li Raniye û xwandina navendî li Hewlêrê bidumahî hîna. Paşî li Bexda kolîca dadperwerî bidumahî hîna, û çend saleka wekû parêzer karkir.
Dildar herdem dengekî zelalbî dijî dagîrkerên kurdistanê û dijî sitem û tawankarîyê bî.
Dildar şehrezayî hebî di warê cihanîda, taybet di warê wêjeya yonanî, firesî û turkîda. Sirûda, Ey Reqîb, sala 1946 hate nivîsîn bihelkefta damezrandina komara Muhabadê û hersal ev sirûde bî sirûdekî neteweyî ya vê komarê. Nûke ey reqîb yê bî sirûda neteweyî ya hemî milletê kurd li kurdistana mezin. Jibilî vê sirûdê Dildarî çend çêrûkekjî nivîsîbîn.
Dildar li sala 1948 li jiyê 30 salîda mir, û kurdan dengekî resen û pir hestê kurdayetî jidestdan.
Ey raqîb her mawe qewmî kurd ziman,
Nay şikên danery topî zeman.
Kes nelê kurd mirduwe; kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
Lawî kurd hestaye ser pê wek dilêr,
Ta be xuên nexsîn deka tacî jiyan.
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
Ême roley Midya u Keyxusrewîn,
Dînman, ayînman her Kurdistan
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
Ême roley rengî sûr u şoreşîn,
Seyrîke xuênawiya raburdûman.
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
Lawî kurdî hazir u amadeye,
Giyan fîdane, giyan fîda, her giyanfîda.
Kes nelê Kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
---------------------------------------
Dildar (1918 - 1948)
Dildar yêkeke ji hozanvanên kurd yên navdar li başûra kurdistanê.
Dildar navê wî Yunis Re ofe û li sala 1918 li bajêrê Koye ser bibajêrê Hewlêrê ji dayik bîye. Xwandina seretayî li Raniye û xwandina navendî li Hewlêrê bidumahî hîna. Paşî li Bexda kolîca dadperwerî bidumahî hîna, û çend saleka wekû parêzer karkir.
Dildar herdem dengekî zelalbî dijî dagîrkerên kurdistanê û dijî sitem û tawankarîyê bî.
Dildar şehrezayî hebî di warê cihanîda, taybet di warê wêjeya yonanî, firesî û turkîda. Sirûda, Ey Reqîb, sala 1946 hate nivîsîn bihelkefta damezrandina komara Muhabadê û hersal ev sirûde bî sirûdekî neteweyî ya vê komarê. Nûke ey reqîb yê bî sirûda neteweyî ya hemî milletê kurd li kurdistana mezin. Jibilî vê sirûdê Dildarî çend çêrûkekjî nivîsîbîn.
Dildar li sala 1948 li jiyê 30 salîda mir, û kurdan dengekî resen û pir hestê kurdayetî jidestdan.
Dîroka gelê Kurd bi serhildan û şerê azadaryê dewlemend e. Dema meriv van herd sedsalên dewî mêze dike bawarkî tu wexta Kurdistanê da agirê berxwedanê vênesyaye. Bi seda hezara şihîdê me hene. Navên, ku di dîroka me da bi herfên zêrîn hatine nivîsar pirin. Em li ber bîranîna wan teva bejna xwe ditewînin. Lê di nav wanda cîyê Mele Mistefa Barzanî bilind û cudaye. Tê bêjî li nava çîyayê Kurdistanê da serê herî bilind, herî bi ewra pêçayî, herî kubar yê herî gewre, ku mirov nikare bigihîjê ewe.
Barzanyê Mezin agirê berxwedana Kurdan ji qalibê heremeke Kurdistanê, ji qebîltyê, ji nav ol û civakîya teng derxist û kir agirê netewî. Ew agir usa gur û geş kir, ku ronayî û germaya wî kete ne ku tenê dilê Kurdên heçar perçên Kurdistana birîndar, Kurdên li dervayî welêt lê bi navê wî gelê cihanê jî halê Kurd û Kurdistanê hisyan.
Çiroka jiyana Barzanyê mezin efseneke mêranyê, weletparêzyê, merivhizyê, heqyê û kurdewaryê e. Ev çîrok ji efsena jî hêjatir û bilindtire. Ji bo her efsenek ji alyê yan gel, yan nivîskar, yan hunermendekî da tê efrandin, çêkirin, bûyar û tiştên bûyî û nebûyî, rastî û xiyalî tên tevlihenkirin û efrandinek çê dibe, him tê bawarkirin, him nayê bawarkirin.
Efsena jîyana Rêberê gelê Kurd rastîke, ku wî bi emrê xwe, bi kirin û hereketê xwe, bi welatparêzî, qehremanî û culetya xwe, bi bîr û bawaryên xweye kurdewarîyêye bêqelp efrandiye. Ev efsena qehremanyê, ku gelê mera gerekê bibe kitêba dershildanê, fêrbûna weletparêzyê, hê jî kêm hatye lêkolînkirin, gelê kurd ra kêm hatye ronîkirin, derheqê da kêm hatye nivîsar, gelek qetên wêye zêrin hê jî, di bin tarya demên emrê wîye giran û sindoqên dagerkir û dîktatorên cihanêye zalim da bi nivîs û nenivîs veşartîne…
Ewledê malbeta welatparêz hê zarotyê da dagerkir û neyarên welet û gelê xwe nas kir, zulm û xezeba wan himberî gelê Kurd bi xwe tem kir û wan neheq û zalimara kete di nav dew û dozeke dijwere dûr û dirêj.
Se salya xwe da tevî dayka xwe li Mûsilê hat girtin, sala 1915 a dema 12 salîyê da dît çawa bi hukumê Welyê Osmanî Silêman Nezîf paşa, ku bi xwe Kurd bû, li bajarê Mûsilê, ji bo kurdewaryê bavê wî Şêx Ebdulselam darda kirin.
Ji bo azaya welatê xwe bû pêsmergekî sondxwerî, jîyana xwe dîyarî azaya welatê xwe kir, çiqas jî dijwerî, tengasî, sirgûnî, xerîbî dît, rojên here teg da jî bêguman nebû, serî ber tu dîktatorê zalim danenî, şûrê xweyî heqyê û welatparêzyê tucar nekire kalên, her dera şerkarya xwe bi mêranî pêjda bir, bawarkî heçar perçên Kurdistanê da jî ji bo azaya gelê xwe şer kir, ji bîr û bawaryên xwe gavek jî paşda navît û gelê xwe ra bû sond-due’a netewî.
76 sala Rêberê Mezin jît. Şerkarya xwe da wî, sînorên ku dagerkiran li nav axa welêtê wî da kişandine nas nekir, li kîderê pêwîstî hebû şervanê xweva xwe gîhand wur.
Bawarkî temamya jîyana xwe wî di nav pêşmergên xwe da, çeka wî dêst da, tim li cêrga pêşin da, cîyê herî bi agir û dijwer da derbaz kir. Çiqas jî berê wî dane sirgûnyê û xerîbyê tucar ji bo şexsyeta xwe, ji bilindaya berjewendyên gel û walatê xwe nehatye xar.
Piştî bi alîkarya hêzên esmanî yên Birîtanî serhildana Barzanîya, ya li Başûr têk çû, bi armanca alîkaryê Komara Dêmokratîke Kurdistanê, di meha Oktobirê Barzanîya bi hêzeke mezin, derbazî Rojhilatê Kurdistanê bûn. Barzanî ji alyê Hukumata Mihabadê da wek gênêral hat hilbijartin û bû serleşkerê wê Komarê.
Derfetên vê gotarê mecalê nadin, ku derheqa wan bûyarên diramatîk e dîrokî da berfireyî bê şirovekirin, qîmetkirin. Derheqa Komara Mihabadê, serokkomarê wêyî efseneyî Qazî Mihamed û rola Gênêral Mistefa Barzanî wek serleşkerê wê da meriv kare pir binivîse.
Ez dixwezim li vir çend fikirên Serokkomarê qehreman Qazî Mihamed bi kurtî derheqa Mistefa Barzanî da bîr bînim, kîjan wî dema dadgehkirinêa xwe cawa pirsên serhingê dewleta Îranê daye :
„Min alayê Kurdistanê daye destê Mela Mistefa Barzanî û li ser milên wî ye, ji vî çiyayî bo yê din û ji vî bajarî bo yê din, ji vî welatî bo yê din dibe, heya rojek wê li ser tevayan çîya û bilindahîyên Kurdistanê bête hildan û biheje, pirr bawer bin ew roj wê bête.“ .
„Ez nikarim hemû sexlet û taybetmendîyên Mela Mistefa Barzanî ji we re bas bikim, hûn jî qet nikarin bi temamî Barzanî nas bikin, ji ber ku eger ez bêjim qet hûn pesend nakin ku dujminê xwe bi van hemû kiryar û reftar (helwest-War) û sexletên baş û ciwan nas bikin, ji ber ku di rêza dujminatîya we de ye.“
„Baş e, lê tenê di çend ristekan (hevokan) de dikarim bêjim Mela Mistefa Barzanî, di dîrokê de, ji mêrxasî û merdinî, şeref û mirovayetî û azayetî û nerevîn û keramet û netirsî çiqas kesên mezin hebûne, Mela Mistefa jî yek ji wan e. “
„Ji ber ku Mela Mistefa û Barzanî hêvîya paşeroja milletê Kurd in û min jî alayê Kurdistanê daye destên wan, ew dê wê alayê biparêzin û heya roja wî bête, alayê Kurdistanê wê li cem wan be.… Hêvîya min ji xwedayî ew e, ew ala bi destê pirrhêzê Barzanî li ser vî xanîyê ez têde tême dadgehîkirin û hemû cihên bilindên Kurdistanê bilind bibe û biheje.“
„…Mela Mistefa Kurd e û Kurdistan mala hemû Kurdekî ye û Mela Mistefa wek mirovek ji beşekê mala xwe hatîye beşek din, hemû kesekî ew maf heye li her cih û alîyekê mal û milkê xwe rûne û ev mafê wî ye.“
Bi wî teherî rêvabirnên gel e esil ber neyarê xwe derheqa heval û hogerên xwe da dibêjin…
Bi texmîna min serok û rêvabirên meye niha gerekê ji Qazî Mihamed: Sihîdê Kurdî herî mezin dersê hildin.
Ji ji pey têkçûna Komara Mahabadê Mistefa Barzanî çekdarên xwe va berê xwe da Welatê Sovyêtê.
Yanzdeh salê emrê wî ( 1947-1958 ) ew jî salê temenê wîye here aktîv li Welatê Sovyêtê, li nav sînorên wêye pola da derbaz bûn. Ew dem salên rêjîma Stalîn, yên weke navê wî dîktatorî hişk, dijwer, berk, sar,û bêrem bûn. ( Peyva stal yanê pola ).
Tê bêjî li nava lêkolîn û nivîsarên derheqa Rêvabirê Mezin da ew sal valayî bûn, yan jî bi fikir û firazên tomerî dihatin tijekirin. Ez, wek xwendevanekî pir kêfxweş bûm bi pirtûka nivîskarê Kurdî navdar Wezîrê Eşo, ya bi sernavê DOSYA BARZANÎ DI SINDOQA STALÎN YA POLA DE, ku ji alyê Yekîtya Nivîskarên Kurd-Dihokê da hatye weşandin. Pirtûk tê bêjî wê valayê hevkî tije dike û ronayîke bi rastî davêje li ser kar û barên Rêvabirê Mezin û bûyarên wan salan. Çiqas jî xudanê vê pirtûka biçûk dinivîse, ku ev pirtûk kurtaya lêkolîn-kitêba wîye li ser kar û barê Barzanyê Nemir li Sovyêta Berê, ku niha nivîsandina wê cî tîne, helbet di wî karê pîroz da em jêra serketinê dixwezin, lê dîsa jî vê pirtûkê da bi zanestî gelek xal, pirs û pirsgirêk bi nû va hatine ronîkirin û şirovekirin.
Sîyasya Welatê Şovyêtê usa bû xêncî piropanga pesndayîna sîyasya dewleta Sovyêtê, partya Komûnîstyê, qeydê sosyalîzmê, her tişt û bûyarên din ji gel veşartî, dizîva, di çarçova KGB (Komîtêya Amintya Dewletê) dihate pêkanîn. Nivîskar rast dinivîse, ku: „… nava wan hemû salan da… li ser wana ( Barzanya E.B ) peyvek çiye medya Sovyêtê da nehatye weşandin…“
Nemê ku Barzanî Stalîn ra şandine jî bê caw mane…
Melûmetyê ku ji pişt van 11 salan derheqa sirgûnya Barzanya da mane hinek bîranînin ( biranînê Gênêralê KGB Pavêl Sudoplato, Yêvgênî Pirîmakov û hivd ) û nivîsarên sindoqên KGB da veşartîne. Ew nivîsar jî ku veşîtî û bêbextya sîyasya Sovyêtê veşêrin yan hatine tunekirin, yan jî usa veşartîne ku dîtina wan dijwere.
Pirtûkê da, Wezîrê Eşo wek nivîskar-dîrokzanekî bi tercûbe bi kurtayî li ser van pirsgirêkên hîmlî hatye rewastandin :
Hinek egerên rola Welatê Sovyêtê di demezirandina Komara Muhabadê û têkçûna wê da.
Sebebên çûyîna Mistefa Barzanî û çekdarên wî li Welatê Sovyêtê.
Berbirbûna rêvaberya wî welatî berbi Barzanyan û sebebên wê helwesta bêbextyê.
sîyasya Welatê Sovyêtê, partya wêye Komûnîstyê û partyayên Komûnîstyê yên dagerkirên Kurdistanê berbi pirsa Kurdan.
Rola Barzanî di geşbûna welatparêzyê - kurdeyetyê û demezirandina sazyên kûltûrî, çandî, zanestî li nav Kurdên Sovyêtê da.
Bi texmîna min nivîskar heqe, ku derdikeve dijî wê fikrê, ku giva weletê Sovyêtê Komara Muhabadê çê kir û têkçûna Muhabadê jî rûyê wêda bû. Dema em li dîroka gelê xwe dinhêrin, her deman wexta hevkî firsend çê bûne, gelê Kurd jî ji bo azabûna xwe ew mecal dane xebatê. Hê despêka salê 1930 î li Rojavayê Kurdistanê dijî rêjîma dagerkire Îranê tevgereke azadaryê ye xurt çê bûbû, karne xurt dihatin kirin. Qazî Mihemed pêşyê yek ji lîdêr, paşê bû rêvabir û seokê wê tevgerê. Usane hazirya wan hebye.
Çiqas jî tekîlyên serokatya leşjerên Sovyêtê bi Mahabadê ra hebû jî, lê leşkerên Sovyêtê neketin nava axa Mahabadê. Mahabad wek erdekî nêytral navbera leşkerên Sovyêtê û Înglîterê da ma. Hêzên Îranê ji wur kişyan çûn. Tevgera Kurdan jî bi serokatya Qazî Mihemed ew mecal dan xebatê û ji xwera Kumara dîrokî bi navê Mahabadê saz kirin.
Mixabin emrê Komarê kin kişand. Kurda ra mecal çê nebûn Komara xwe biparêzin.
Ji pey herba cihanê ya duda ra, gorî peymana navbera Amêrîkayê, Birîtanyayê û Welatê Sovyêtê, hevpeymanan Sovyêt mecbûr kirin, ku ew jî wek Birîtanya leşkerê xwe ji Îranê derxe. Bi derketina leşkerên Sovyêtê qewatên Îranê ra rê vebûn, ku êrîşê bivin li ser Komarên Kurda û Aziryaye nû demezirandî.
Helbet, eger bêjin, ku gunê Sovyêtê têkçûna Komara Kurdada tune bû şaşye. Sovyêt herbê da ser ketibû. Rûmet û navê wê li cihanê da bilind bûbû, karibû gemê serokatya Îranê bikşîne, nekir. Durûtya Sovyêtê werda dîhar bû, ku rûva nîşan dida giva piştovanyê Komarên Azerbêcanê û Mahabade dike, pêra jî Îranê ra hev kiribû, ku himber Komarên Kurda û Azerya pêtrola Bakûrê Îranê werbigre… ( Paşê serokatya Îranê Sovyêt di pirsa wergirtina pêtrola Bakûrê Îranê da jî xapand ). Komarên Kurda û Aziryan bêpişt man. Serokên Komara Azirbêcana Îranê revyan. Hêzên Îranê devera wan di nav xûnê da xeniqandin. Kurda texmîn kir, ku dijî hêzê Îranêye giran şerkirin bêfikire. Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed, wekî çi hatibû serê xelkên herema Azerya neyê serê xelkê Mahebadê biryar girt bi xwe tesmîl be, xwe bike qurban û nehêle Mahabad jî bikeve halê Komara Aziryên Îranê…
Xwendevan bi xwe zanin dewyê bûyar çawa meşyan.
Piştî têkçûna Mahabadê, Barzanî Ala Kurdistanê ji Qazî Mihemed wergirt û bi 500 leşkerên xwe va dest bi meşê kir berbi Welatê Sovyêtê. Meşa ku dîrokê da bi navê „ meşa dirêj“ eyane ( 350 km) 52 roja kişand. Serleşkerê qehreman nav hêzên neyar yên Tirkyê û Îranê ra, bêy zirara mezin, li ser çyayê Agiryê ra, 18 ê Hezîranê hêz xwe gihande hidûdê Welatê Sovyêtê.
Pirs pêjda tê çima Barzanya çûne Welatê Sovyêtê, neçûne deverek din ?
Xudanê pirtûkê bi çevê dîrokzanyê bûyarên wê demê analîz dike, kûr û dûr li ser wan radiweste, cawa pirs û pirsgirêkan bi zanestî dide û sîyasya hukumdarya Sovyêtê ya sexte û xapandinê himber wan û pirsa Kurdî rexne dike.
Serketina Welatê Sovyêtê herba hemdinyaêye duda da qedrê wî welatî di nava dinyayê, xazma li nav gelên bindest da bilind kir, wana azaya xwe di hevkarî û alîkarya wî welatî da didîtin. Bi fikira min Barzanî, wek evdekî dûrdîtî, texmîn dikir ku dora wî û leşkeran tev weletên dagerkir û neyarin. Cîyê, ku hişê wî lê dibirî Soyêt bû. Bi guman bû, ku ew weletê xwe elam dike piştovanê gelê bindest wê alîkarya gelê wî jî bike. Ev fikir ji herd nemê Barzanî, ku Stalîn ra şandye rind tê xanê.
Lê çawa em divînin, gotin û emelê Sovyêtê hev nedigirtin, li bin postê berxada bi rastî weşekî ac veşartî bû. Ew weletê xwe elam dikir piştovanê gelên bindest, alî zulmkar û dagerkira dikir. Ji bo berjewandyên xwe karibû wan „heval û hevkarên „ xwe birfoşe.
Û usa jî bû dewsa alîkaryê bide wan nûnerên gelê bindest, ku ji bo alîkaryê xwe avîtibûn ber bextê wê, wan digre û sirgûn dike. Vira şexsyeta Serokê Komara Azerbêycanê Mîrcefer Bagîrov tê ortê. Qedera Barzanyan dikeve destê weşekî wek Bagîrov û KGB ê.
Bi rastî sîyasya Hukumdarya Rûsyayê ji berê da di werê pirsgirêka kurdî da tim erênî nî bûye, wurda evdên wek Bagîrov, neyarên Kurdan rola mezin lîstine.
Kurdzanên Rûs berê berê da sîyasya hukumdarya welatê xwe ya çewt himberî pirsgirêka Kurd texmîn kirine û nerazîbûna xwe nîşan dane,rexne kirine. M.S Lazarêv, gotara xwe ya „ Urisêt û Kurdistan“ da bi heqî dinivîse, ku armanca Sovyêtê ne çareserkirina doza kurdî bû… dixwest wê dozê bike aletekê bo sîyaseta Sovyêtê di Rojhilata Navîn da.“ We gotarê da ew sîyasya Weletê Sovyêtê himber tevgera Barzanya bi tûndî rexne dike.
Siyasya Partyayên Komûnîstyê yên welatên dagerkirê Kurdistanê ku bi Kurda hatibûn dagertin, ji wan hineka da Kurd serok û rêvaber bûn, bi serokatya Partya Komûnîstên Sovyêtê hindava doza Kurdî da xapandin bû. Nivîskarê pirtûkê heqe, ku dinivîse : „ Gorî bîr û bawaryên Partya Komûnîstên Sovyêtê û … Partyayên dagerkirê Kurdistanê yên Komûnîstyê Kurd gotî bendê bimana hetanî wan welatan da bi destê wan dêmokirasî bihata çêkirin… û di nava çarçova wê dêmokirasya wan dewleta da Kurd bigihîştana heqê xwe… gorî vê bîr û bawaryê heqê kurda yê cudexwezyê, veqetandinê ji welatê dagerkir tune bû…“
Li bin wan lozûng û bawaryên çewt da Kurd demeke dirêj hetine xapandin, çepên Kurda peyda bûn, wan berjewandyên gelê xwe kirine quebana bîr û bawaryên komûnîstyêye sexte.
„ Ewana bûn Lênînvan, Stalînvan, Tiroskîst, Maoçî û nizanom îdî çî lê her tenê nebûn Kurd.“
Barzanyê Mezin salê jîyana xwe li welatê Sovyêtê da her tişt bi çevê xwe dît û sextekarya sîyaseta Komûnîsta ya xapandinê rind fem kir. Şerkarya xwe da amintya xwe Sovyêtê neanî.
Pirtûkê da derheqa van pirsgirêka bi hûrgilî hatye nivîsar.
Tenê ez fikirekî dixwezim zêdekim : Hilşandina Welatê Sovyêtê bi mîlyona evdên wek min ra tiragêdya sedsala 21 bû. Em temamya jiyana xwe bi dilsozî, wê dewletê ra, bawarkî nanoziko xebitîn û hilşandina wê ra me her tiştê xwe unda kir. Lê dîsa jî ez şikirbûna xwe ji Xwedê tînim, ku ew welatê sextekaryê û zulmêyî gewre hilşya, eger hilneşya ez bawar nakim dew û doza Kurda li Başûr wê bigihîşta vê derecê…
Pirtûka Wezîrê Eşo ez berbi bîranînên rojên buhurî birim. Wek xewna şevê tê bîra min sala 1956 a, gava Barzanî hate gundên berpala çyayê Elegezê li Komara Ermenistanê û gundê mera jî derbaz bû. Ez wê demê zaroke mektebvan bûm. Gundya ra gotin „ Barzanî tê“. Me nizanbû Barzabî kî ye, wê ji ku bê û çima tê ? Tek tiştek berbiçev diket, nava gunda, dora rêya û mekteba paqij dikirin. Xelkê tê derdixistin, ku ew mirovekî pir mezine ( Wî wextî ji bo mirovên mezin ew yek dikirin). Heta wê demê me qet nedîtibû, ku mirovekî Kurd bê û hazirya usa boy xatirê wî pêk bînin.
Evê yekê hiseke netewî dilê xelkê da vê xistibû û me bi kubarî çevê gelê cînar dinhêrî : „Binhêrin, merivên me yên mezin jî hene“.
Wê rojê gund-gundîtî derketibûn dora rê. Seyarên, ku Batzanî û koma pêra di nav mera derbaz bûn. Gotin li gundê Elegezê seyare rawastyane. Barzanî hazirara axivye.. Şaya rasthatinê li gundê Cercerîsê ( navê niha Dêrik) pêk hatibû.
Ji pey çend sala ra navê Barzanî cihan hilda. Agirê berxwedana azadaryê bi hezara kîlomêtra dûr, xerîbyê da gihîşte me û dilê me da jî agirê welatparêzyê geş kir. Ez wê demê êdî xwedkarê zanîngehê bûm. Ji bo derheqa tevgera Başûr da melûmetyên nû bibihên her roj em odên rojnema RYA TEZE û Radya Kurdî ya Yêrêvanê da dicivyan. Civînên beşa nivîskarên Kurd zû-zû dibûn. Şebeqê zû ji bo nûçeyên nû me rojneme dikirîn, guhê me sr radyoyê bûn. Me Koma Xwendevanê Kurd li Yêrêvanê demezirand. Civînê me ser wê tevgerê bûn.
Û eger mecal bidana me, îmkan hebûna, xort û keçê me wê teva çek hildana bihatana tev refên pêşmerga, bin ala netewî da, ji bo azaya welatê xwe, welatê Barzanyê nemir şerkirana…
Gelek Kurdên navdar, serokê partyan hatin nava Kurdên Ermenistanê, lê ji pey tu kesî hizkirin, nav û bîranîneke usa nema çawa pey Barzanyê Mezin. Geleka mavê zarokên xwe danîn Barzanî, kilam û helbest hatine efrandin…
Pirtûka Wezîrê Eşo di nav lêkolînên derheqa rêvabirê Mezin da xebateke giranbiha ye, cîyê layîq digre û hêjayî qîmetekî bilinde.
Heyf ev pirtûka bi qîmet ji alyê rêdaksyon û weşenxanê da gelekî bê berpirsyarî û peşbûrde hatye weşandin. Dewsa peyvên Îran -Şîran, Îngilîtera-Şîngilîtera, kişyan-ki?yan, çarçove-şarçove u gelek peyvê din hatine weşandin…Ev şaşî cîkî duda nînin, seranserî pirtûkê ne, kîjan ji bo xwendina pirtûkê gelekî zemetya derdixe. Em gumanin weşanxaneyê vê kêmasyê hesav hilde û carke din pirtûkê biweşîne.
Wesiyetnameya Qazî Mihemed di demên dawiya jiyana xwe de.
Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan
Gelê minê kurd û birayên min yên hêja, biryên min yên behr xwarî, gelê min yê zorlêkirî, vama ez di gavên herî dawîn yên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê îdî dujminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dujminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dujminan, dujmin her ewqas we dixwaze tanî karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî naket; di her fersendekê de be qed li we nabuhure.
Dujminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sîmbola serketina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim bin destê dujmin be, ti tiştê we gelê Kurd ji gelên li ser rûkê vê erdê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî.
Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lêbelê yekîtiya ên xwe rizgar kirine hebûye, bila hun jî mîna tev gelên li ser rûkê erdê; îdî bin dest nebin, her bi yekbûn û hesûdî bi hev nebirinê û xwe nefirotina ji dujminan re li dijî neteweya me; hun dikarin rizgar bibin, birayên min îdî bi dujmina neyên xapandin, dujminên Kurdan ji her reng û destek û netewekê bin, her dujmin e, bê dilovanî ye, bê wijdan e û rehmê bi we nake, wê we bi hevdu bide kuştin, wê we temah bike û bi direw û xapandinê; wê we berengarî hev bike, ji tev dujminên gelê Kurd, dujminê Ecem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir e, destê xwe ji ti tawanan li dijî gelê Kurd naparêze, bi dirêjayiya dîrokê bi gelê Kurd re xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî, temaşa kin, binêrin tev zilamên we yên mezin, her ji Simayîl Axayê Şikak, tanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandin aram kirin û xelq ji pişt wan vekir û ca pir bi nemerdî ew kuştin, ew tev bi sond û Quran xapandin ku xudêgiravî niyaza eceman ya xêrê bi wan re heye û wê qenciyê bi wan re bikin, lêbelê her xweşbawer e û bi sond û sozên Eceman hatiye xapandin û jê bawer kiriye, lêbelê tanî niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye bi tenê carekê jî ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û ehdên dane Kurdan pêk bînin, tev de direw û xapandin bûye, ca vaye ez wek birayek we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û ti carî pişta hev ber medin, piştrast bin ger ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê, bi sond û sozên direwên eceman mexapin, ku ger hezar carî jî dest li Qurana pîroz bixe û soz bide we, bi tenê niyaza wî xapandina weye, ji bo hîlekê li we bike.
— Va me ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedê yê mazin ez we şîret dikim ku a ji destê min hat bi ser can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana riya rast; min ji we re xemsarî nekiriye, niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim ku îdî bi eceman mexapin û ji sond û dest li Quranê xistin û ehd û peymanên wan bawer mekin, ji ber ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin, li cem wan bi tenê ji ber ku hun Kurd in, bila hun musilman jî bin, hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xeza qebûl dikin, soza min ne ew bû ez herim û we di destê van dujminên dilreş de bihêlim, min pir caran jî raborî û zilamên me yên mezin dihizirand, ên ku eceman bi xapandin û sond û direw û hîle ew girtine û kuştine, neçar bi direw û hîle ew xapandin e, kuştin e.
Ew tev li bîra min bûn û ti carî jî min ji eceman bawer nekiriye, lêbelê beriya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi şandina kesên navdêrên Kurd û Fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku niyaza xêrê ya dewleta ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta ecem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî.
Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e.
Piştrast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hunê pir baş bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, tanî hin digîjin hêvî û meremên xwe; divê hê jî pir kesên din yên mîna me di vê rê de gorî bikin.
Piştrast im piştî me pir kesên din jî her wê bi xapandin û durûtiyê ji holê werin rakirin.
Piştrast im pir kesên ku wê piştî me jî bikevin xapandina eceman de; wê ji me zanatir û hêjatir jî bin, lêbelê hêvîdar im kuştina me ji dilsozên gelê Kurd re bibe pend û îbret.
Wesiyeteke din min ji were ew e daxwaz bikin her çiyê we ji bona serfiraziya gel kir, alîkarê we gel be, piştrast im Xwedê yê mezin wê we serbixe û wê alîkariya we bike, heye ku hun bêjin; lê çima ez serneketim?! di bersivê de dibêjim, bi Xwedê kim ez serketime, çi nîmetek, çi serketinek ji wê yekê mezintir e ku va me ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim, bawer bin min pir ji dil dixwest ger ez mirim bi mergekî bimirim ku di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de rûsor bim, ji min re ev serketin e.
Xweştiviyên min, Kurdistan mala her Kurdekî ye, her wek di malê de; endamên malê her kesê ji her karekî dizane, wî dispêrin wî, îdî mafê ti kesî ti ne ku hesûdiyê pê bibe, Kurdistan jî her ew mal e, ger we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.
Îdî çênabe hun kevira danin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê bêşe ku berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene, ger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rêve bir, welê diyare jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene. Piştrast be birayê te yê Kurd her ji dujminê dil bi kîn baştir e û ger berpirsiyariyên mazin li ser milê min nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de neradiwestiyam, lewra çênabe hun bi hev re temahkar bin, ên ku fermanên me pêk ne anîn, ne her bi tenê pêk ne anîna fermanan, lêbelê tam dujminatiya me dikir, ji ber me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xwea şirîn de ne, lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin darê sêdarê de me û wa ezê demên dawî yên jiyana xwe bi vê wesyetnamê derbaz dikim. Ca ger berpirsyariyên mezin di sitoyê min de nebûna, ez jî wê niha di nava zarok û zêçiyên xwe de di xewa şirîn de bûma, ku ez niha ji bo piştî çûyîna xwe jî we şîret dikim, ew jî yek ji berpirsyariyên di sitoyê min de ye, piştrast im ger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana sitoyê xwe, niha ewê li şûna min di bin darê sêdarê de bûya, ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsyariya di sitoyê xwe de mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di riya çakiyê de, min ev şîret li we kirin ku hêvîdarim ji niha pê ve pendan jê wergirin û dirust guhdariya şîretên min bikin, bi hêviya Xwedê yê mezin we bi ser dujminên we de serbixe.
1 - Baweriya we bi Xwedê û tiştê li cem Xwedê tê û peristina Xwedê û pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêk anîna erkên Olî de xurt bin.
2 - Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev mekin û temah mebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.
3 - Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêşve bibin ji bo dujmin kêmtir we bixapîne.
4 - Ji dujminan bawer mekin, bi taybetî jî dujminên ecem, ji ber bi çend awa û riyan ecem dujminên we ne, dujminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê selmandiye ku berdewam ji Kurdan bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin û ji ti tawanan di derheq Kurdan de destê xwe nagirin.
5 - Ji bo hin rojên jiyana bê qîmeta vê dinê, xwe mefiroşin dujminan, ji ber dujmin dujmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.
6 - Îxanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet li îxanetkar vedigere.
7 - Ger yekî ji ve dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.
8 - Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexoşxane û dibistanan re nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin ji bo pêk werin û mifa jê bigirin.
9 - Hun ji xebat û hewl û tekoşînê ramewestin ji bo mîna tev gelên din ji bin destê dujminan rizgar bibin, malê dinê ne tiştek e, ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê we jî hebe.
10 - Ez nebawer im, heqê Xwedê nebe, ti heqên din li ser min hebin, lêbelê ger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tiştikî wî li cem min e, min malekî pir hiştiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire.
Tanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev mekin, ji ber Xwedê pir zû zalim ji holê radike û nabûd dike. Ew soza Xwedê ya bê kêm û zêde ye, zalim dirûxiyê û nabûd dibe, Xwedê toleya zilmê jî hil tîne.
Hêvîxwaz im wan gotinan têxin guhê xwe û Xwedê we bi ser dujminên we de bi ser bixe, weke Sedî Kerem kiriye :
Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm
Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm
Ango: Mirama me şîret bûn û me kir, me hun rasparin Xwedê û em çûn.
Faîk Bûcak, ne tenê siyasetmedar bû. Helbestvan jî bû. Di hemû helbestên xwe de bang li xort û keçên Kurd dikir. Hêviya wî xort bûn. Helbesta xwe ya navdar “Sonda Mirinê“ ji bo xorten ku canê xwe yê ezîz ji bo welat feda dikin, li zîndanan jiyana xwe ji dest didin nivîsandi bû.
Faîk Bûcak, dema ku helbestên xwe dinivîsand wê demê şert û îmkanên îro weke îro tune bûn. Mirov nikarîbû tiştên nivîsandî bi xwe re bigerîne. Faîk Bûcak helbestên xwe êvarê bi dost û hevalên xwe didan jiberkirin û digot ”qîza xalê min, van helbestan baş jiber bike, rojekê ku ez canê xwe ji dest bidim bela ev helbest wenda nebin. Berî şehadeta wî dostekî helbestên wî bi dengê wî di kasêtekê de tomar kiribûn.
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêsimê.
Hovîtî kirin li Muş û Amedê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baranê.
Hunandîy e vejînî û xoybunê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hun Dizanin !
Ji Yêzdanê Dilovan,
Dîyarî Bihuşte...
Ew der Kurdistane...
Ava Bihuştê...
Kanîya Zemzemê...
Hebuna li bin Axê...
Zêrê Zer û Ava Reş...
Kakilên, Gûz û Tûyan...
Darên Rezan û hwd...
Li Welatê Kurdistane...
Kaniya Neftê, Diherike Cîhanê...
Çavên birçîyan, Zur bu...
Ewrê reş, li ser Kurda, rêz bu...
Terorîstên, bi Cilên Reş, har bu...
Amerîka û Ewropa, Hevkar bu...
Pêşmerge, bi Top û Tifingan, ra bu...
Barzanî, bê xew ma û Tekoşer bu...
Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilşînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...
Xuşk û Bira yên Hêja !
Ji boy aşîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li şeş devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Di vî pirojê da, Nexişê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beşdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.
Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geş bive...
Kurdistanîyên Hêja :
Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beşardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Şêhîdên Kurdistanê, şad bikin...
• Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beşdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...
• Dubare, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beşardarê PDK - XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK - XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Şehîdên Kurdistan ê, şad bike...
• Ez hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçe'yên (Herem'ên) Kurdistan ê, rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
• Disa, hêvîmim, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî û Federe da, xurt û geş, bive...
• Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 500 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...
• Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 500 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 500 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji Artêşa Kurdistanê ra, 80 Mîlyon, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...
Kengê Kurdekî Were Kuştin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .
Gelê Xuşk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuşkên me Kurda bi şiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuşt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuştin, hun jî, di şuna wî kesê şehîd da, sê zarokan çêkin !...
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...
Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sala 2113 yê, ango hetanê sed salê kî, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
Hovîtî kirin li Muş û Amed ê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.