22.04.1898—22.04.2019 — Salvegera, 121 Saliya Rojnamevaniya Kurdî, Ya Bi Navê Kurdistan Pîroz be !
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
22.04.1898 — 22.04.2019
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) ê, Salvegera, 121 Saliya, Rojnamevaniya Kurdî, Ya Bi Navê Kurdistan, bi Dilekî germ, Pîroz dikim. Di dîroka Kurdistanê da, kesên Kurdistanî, herdem, di warê Rewşenbîrî da, xizmetên curbecur kirine û di rêyê ya Kurdewarî da, Şehîd bune... Şehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, Şermezar dikim...
Kurdistanîyên Hêja : Rojnameya yekem ya di dîroka Kurdistanê de, di 22’yê Avrêla (Nîsana) sala 1898’an de, ji aliyê hêla Mîqtad Bedirxan û Celadet Elî Bedirxan ve li Qahîreyê, li paytexta Misirê hate weşandin...
Piştî zexta Osmaniyan a li ser Misrê, Rojnameya Kurdistanê ji neçarî gelek cih guherandin. Bedirxaniyan weşandina rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenewre, London û Folkstonê domandin. Piştî Mîdhed Bedirxan Beg, Evdirehman Bedirxan Beg xwe da bin barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin.
Hejmarên ji 1’ê ta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an ta 9’an li bajarê Cenewreya Swîsreyê, ji ya 20’an ta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an ta 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û ji hejmara 30’yî ta 31’ê li Cenewreyê hatine weşandin.
13 Nîsan 1909 Rojnameya "Kurdistan" ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.
Rojnameya yekem ya di dîroka Kurdistanê de, di 22’yê Avrêla (Nîsana) sala 1898’an de, ji aliyê hêla Mîqtad Bedirxan û Celadet Elî Bedirxan ve li Qahîreyê, li paytexta Misirê hate weşandin.
Bi minasebeta 121 saliya rojnamevaniya kurdî û salvegera derketina hejmara yekê ya rojnameya KURDISTAN-ê, ku ew destpêka xebata qelem û hîmê projeya rewşenbîriya neteweya me tê bibîrkirin û qebûl kirin. Ez ji dil, pîrozbahiyên germ pêkêşî tevaya rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêvîya serketina ji bo wan dixwazim.
Hêvî dikim, rewşembîr, ronekbîr û ronamevanên Kurd li Kurdistanê û li dervayê Kurdistanê bi Pênusên ( Qelemên ) xwe yên rengîn, dîtin û nêrînên curbe cur, berjewendî, armanc û ragihandina kurdî ber bi ragehandineke armancdar ve bibe.
Ez hêvîdarim ku mesaja xebata rojnamevaniya kurdî, bi rengekî şaristanî û bi berçavkirina qeyde û pirensîpên rojnamevanî encam bidin. Disa ez hêvîdarim ku rewşembîr, ronekbîr û ronamevanên Kurd li Kurdistanê û li dervayê Kurdistanê, rola xwe ya bi bandor weke deshilata çarê di avakirina civakekî medenî û raya giştî de bi lehîze.
Tenê rewşembîr, ronekbîr û ronamevanên Kurd, li Kurdistanê û li dervayê Kurdistanê dikare, kêmasîyên di nava civaka Kurda jî destnîşan û çareser bike.
Hewceye rewşembîr, ronekbîr û ronamevanên Kurd, bi hîsên Kurdewarî li Kurdistanê û li dervayê Kurdistanê, di xizmeta gelê me, yên curbe curda da be.
Ez careke din hêvîya serfirazî yê û pêşveçûnê, ji bo rewşembîr, ronekbîr û ronamevanên Kurd dixwazim. Kêyfxwaş û serbilindîm bu xwediyên van qeleman, mil bi mil bi pêşmergeyên dilêr û qehremanra xebat kirine. Hêvîme hemî qelemên azad û qelemşorên Kurdistanê jî her di xizmeta berjewendîya netewa Kurda be.
Kurdistan, rojnameyik sala 1898êde Qahîre, hêla Mîqtad Bedirxan û Celadet Elî Bedirxan derketiye. Kurdistan rojnameya yekemîn bi kurdî bû.
Rojnameya KURDISTANÊ di 22’yê Avrêla ( Nîsana ) sala 1898’an de, ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê, li paytexta Misirê hate weşandin. Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin.
Piştî şoreşa 1789’an a Fransayê, raman û giyana netewayetî li seranserê welatên Ewrûpayê belav bû. Di nav demeke kin de, ev raman mîna lehiyekê li cîhanê belav bû û bêguman ku Împaratoriya Osmanî û gelên ku di bin desthilatdariya wan de dijiyan, mîna ereb, alban ( arnawid ), bulxar û tirk bi xwe jî ketine ber vê lehiyê.
Piştî têkçûna Serhildana Bedirxaniyan a sala 1847’an, Dewleta Osmanî malbata Bedirxaniyan sirgûnî Qahîreya paytexta Misirê dike. Mîqdad Mîdhed Bedirxan beg li wir dest ji kar û xebatên netewayetî bernade û xebatên xwe yên rewşenbîrî didomîne. Rojnamegeriya kurdî jî cara yekem bi van xebatên Mîdhed Beg û weşandina Rojanameya Kurdistanê, dest pê dike.
Ev rojnameya yekem e di dîroka Kurdistanê de. Her wiha, gelê kurd wê demê hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê çandî û ramanî, hem jî di warê ziman û gelek aliyên din de têkoşîna man û nemanê dida, li hemberî êrîş, zilm û zordariya desthilatdaran. Taybetî û grîngiyeke din a mezin a rojnameya Kurdistanê jî ev bû ku, di demeke wiha de hate weşandin. Lewre pêdiviyeke mezin a gelê kurd bi danûstendin, nûçe, ragihandin û bi çand û hunera xwe, bi zimanê xwe hebû.
Rewşenbîr û mîrê mezin ê gelê kurd Mîqdad Mîdhad Bedirxan ev valahî dît û bi ked û kespeke bêhempa ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistanê dagirt û pê re jî bû destpêkek, bû dîrokeke giranbiha.
Mîqdad Mîdhed Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên : ”Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye KURDISTAN. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim."
Mîqdad Mîdhed Bedirxan di sergotara yekem a rojnameya KURDISTAN’ê de li ser rewşa aborî û civakî ya gelê kurd jî radiweste.
Piştî zexta Osmaniyan a li ser Misrê, Rojnameya Kurdistanê ji neçarî gelek cih guherandin. Bedirxaniyan weşandina rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenewre, London û Folkstonê domandin. Piştî Mîdhed Bedirxan Beg, Evdirehman Bedirxan Beg xwe da bin barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin.
Hejmarên ji 1’ê ta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an ta 9’an li bajarê Cenewreya Swîsreyê, ji ya 20’an ta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an ta 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û ji hejmara 30’yî ta 31’ê li Cenewreyê hatine weşandin.
13 Nîsan 1909 Rojnameya "Kurdistan" ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.
Faîk Bûcak, ne tenê siyasetmedar bû. Helbestvan jî bû. Di hemû helbestên xwe de bang li xort û keçên Kurd dikir. Hêviya wî xort bûn. Helbesta xwe ya navdar “Sonda Mirinê“ ji bo xorten ku canê xwe yê ezîz ji bo welat feda dikin, li zîndanan jiyana xwe ji dest didin nivîsandi bû.
Faîk Bûcak, dema ku helbestên xwe dinivîsand wê demê şert û îmkanên îro weke îro tune bûn. Mirov nikarîbû tiştên nivîsandî bi xwe re bigerîne. Faîk Bûcak helbestên xwe êvarê bi dost û hevalên xwe didan jiberkirin û digot ”qîza xalê min, van helbestan baş jiber bike, rojekê ku ez canê xwe ji dest bidim bela ev helbest wenda nebin. Berî şehadeta wî dostekî helbestên wî bi dengê wî di kasêtekê de tomar kiribûn.
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêsimê.
Hovîtî kirin li Muş û Amedê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baranê.
Hunandîy e vejînî û xoybunê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hun Dizanin !
Ji Yêzdanê Dilovan,
Dîyarî Bihuşte...
Ew der Kurdistane...
Ava Bihuştê...
Kanîya Zemzemê...
Hebuna li bin Axê...
Zêrê Zer û Ava Reş...
Kakilên, Gûz û Tûyan...
Darên Rezan û hwd...
Li Welatê Kurdistane...
Kaniya Neftê, Diherike Cîhanê...
Çavên birçîyan, Zur bu...
Ewrê reş, li ser Kurda, rêz bu...
Terorîstên, bi Cilên Reş, har bu...
Amerîka û Ewropa, Hevkar bu...
Pêşmerge, bi Top û Tifingan, ra bu...
Barzanî, bê xew ma û Tekoşer bu...
Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilşînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...
Xuşk û Bira yên Hêja !
Ji boy aşîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li şeş devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Di vî pirojê da, Nexişê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beşdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.
Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geş bive...
Kurdistanîyên Hêja :
Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beşardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Şêhîdên Kurdistanê, şad bikin...
• Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beşdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...
• Dubare, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beşardarê PDK - XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK - XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Şehîdên Kurdistan ê, şad bike...
• Ez hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçe'yên (Herem'ên) Kurdistan ê, rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
• Disa, hêvîmim, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî û Federe da, xurt û geş, bive...
• Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 500 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...
• Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 500 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 500 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji Artêşa Kurdistanê ra, 80 Mîlyon, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...
Kengê Kurdekî Were Kuştin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .
Gelê Xuşk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuşkên me Kurda bi şiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuşt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuştin, hun jî, di şuna wî kesê şehîd da, sê zarokan çêkin !...
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...
Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sala 2113 yê, ango hetanê sed salê kî, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
Hovîtî kirin li Muş û Amed ê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.