EY WAHIDÊ PÎNHAN
EY WAHIDÊ PÎNHAN
Ey wahidê pînhan ku ji zatê Te ne peyda,
Ev kewn û mekan, erd û sema kûnbedê xedra.
Erwah û ûkûl, Enfûs û E’raz û Cewahîr
Halîn û musewwer, ne Mehell û ne Heyûla
Lewh û Qelem û Kursî û ErŞ, Encum û Eflak
Hem agir û hem ax û hewa,cumleyê esya
Sed qafile mewcûd û peyapey,mutewatir
Her lehze ji Sehra yê edem tên bi temenna
Hin, neqdê fenayê diguhorin bi beqayê
Hin,neqdê wucûda xwe dikin bê bedel îfna
Her yek bi wucûda xwe wucûda Te dixwazin
Bil cumle xirîdarê cemala Te ne heqqa
Lew suphet ê pîra bi hewes talibê Yûsif
Dor hatîye ‘Xanî‘ kelefa rîsê di desta
Ew jî bi meta ê xwe qumasê Te di xwazit
Subhaneke len tu’yîse mîn rewhîke eb‘da
Ehmedê Xanî (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2002-12-06 (5399 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |