17.09.1992 — 17.09.2017 : Dr. Şerefkendî û 3 hevalên xwe, roja 17.09.1992 de, li Almanya bajarê Berlînê ji alîyê terorîstên Îranê û Libnanê va hat Şehîdkirin...
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
17.09.1992 — 17.09.2017
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) ê, Roja reş, ya 17'ê îlona sala 1992an de, li bajarê Berlînê, li welatê Almanya yê, Şehîdkirina, Dr. Şerefkendî û sê hevalên wî, bi tundî şermezar dikim û wan bi Dilekî germ, bibîr tînim. Şerefkendî û sê hevalên wî, wekê her Şehîdên Kurdistanê, nemirin. Şehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, Şermezar dikim...
Kurdistanîyên Hêja : Dr. Şerefkendî di havîna sala 1980'yî de dibe Endamê Deftera Siyasî ya PDK-Î'yê. Di kongreyên pêncem, şeşem, heftem, heştem û nehem ên partiyê de hemû caran bû Endamê Komîteya Navendî û di Komîteyê de jî hemû caran ji bo Endametiya Deftera Siyasî hate hilbijartin. Ji bilî vê yekê jî berpirsiyariya çapemeniya partiyê jî li ser milê wî bû. Ji sala 1986an heta dema şehîdbûna Dr. Qasimlo wekî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê karê têkoşînê meşand.
Dr. Şerefkendî piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo, bi girtina dengên giştî yên Komîteya Navendî, bû Sekreterê Giştî yê Partiyê. Kongreya nehem a partiyê jî bi rêveberiya wî pêk hat û heta dema şehîdbûnê wekî Sekreterê Giştî yê Partiyê wezîfeya xwe pêk anî. Ew di 17'ê îlona sala 1992an de li bajarê Berlînê li welatê Almanya tevî sê hevalên xwe ji aliyê sîxurên dewleta Îranê ve hate kuştin û bun şehîdên Kurdistanê...
Ey qehremanên Kurdistan' ê hun herdem di dilê meda dijîn.
Şehîdên Kurdistan ê Nemir in ! ...
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
Bimre Koledarî û Terorîzma Dagirkerên Kurdistan ê
Bijî Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwa û Azad
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
Mihemed Sadiq Şerefkendî :
Mihemed Sadiq Şerefkendî (1937-1992) (Seîd) yek ji kesayetiyên herî şareza yên rojhilatê Kurdistanê ye.
Ew di roja 21'ê çileya sala 1937'an de li malbateke niştimanperwer, li Mehabadê ji dayik dibe. Di temenê zarokatiyê de bavê wî dimire û serperestiya wî dikeve ser milê birayê wî yê mezin Mamoste Hejar.
Serdema zarokatiya Dr. Şerefkendî rastî xebatên ji bo rizgariya Kurdistanê û damezirandina Komara Mehabadê tê. Ew xebatên rengîn û çalakiyên serdemê di mêjiyê wî de neqişîn û mêjiyê wî kemilandin.
Dr. Şerefkendî pola yekem û duyem li bajarê Bokanê dixwîne û piştî ku malbata wan koçî Mehabadê dike, ew jî li Mehabadê xwendina seretayî û ya navendî deqedîne û lîseyê jî li bajarê Tewrêzê (Tebrîz) dixwîne. Ew di sala 1959'an de li Zankoya Bilind a Tehranê dîplomeya Endezarya kîmyayê digire. Di dema xwedina xwe de weke şagirtê yekem dersên xwe diqedîne û di heman salê de dibe hîndekarê kîmyayê û heta sala 1965an li bajarên Urmiye û Mehabadê bi karê hînekariyê re mijûl dibe.
Di dema hînekariyê de ji bo gihîştina xwendekarên kurd gelekî zehmetiyê dikişîne û hemû şagirtên wî qebûl dibin û diçin zanîngehê. Ev yek bala 'Sawak'ê ango (Dezgeha Casûsiya Rejîma Mihemed Riza Şah) dikişîne û nahêlin ku ew li Kurdistanê bimîne, lewma wî sirgûnî bajarê Erak û paşê jî bajarê Kerecê dikin.
Dr. Mihemed Sadiqê Şerefkendî di sala 1970yî de weke asîstanê beşa kîmyayê tê wezîfedarkirin. Ew di sala 1972an de diçe Fransayê û piştî çar salan doktoraya kîmyayî ya analîtîk li zanîngeha hejmara 6an a Parîsê werdigire.
Dr. Sadiq Şerefkendî di sala 1976an de vedigere Tehranê û wekî mamosteyê beşa kîmyayê li zanîngehên Tehranê di xebite.
Di sala 1973an de, gava ku Dr. Şerefkendî li Parîsê hewil dide doktoraya bistîne, bi riya Şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo bername û rêz û rêçikên PDK-Î'yê nas dike û bi wan re aşîna dibe.
Piştî vê yekê dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê û gelekî zehmetiyê dikişînê û ji bo pêkanîna wezîfeyên ku partiyê dane wî, pêk bîne gelekî hewl dide û têdikoşe. Heta gelek caran jî giyana wî dikeve metirsiyê.
Piştî têkçûna rejîma paşayetiyê û destpêkirina eşkere ya PDK-Î li Îranê, ew dibe Berdevkê Komîteya Navendî ya Partiyê û di meha reşemiya sala 1979an de jî di Kongereya Çarem a Partiyê de dibe endamê Komîteya Navendî ya Partiyê û berpirsiyariya partiyê ya Tehranê dispêrin wî. Di havîna sala 1980yî de ji bo karê herdemî wî vedixwînin Kurdistanê.
Dr. Şerefkendî di havîna sala 1980'yî de dibe Endamê Deftera Siyasî ya PDK-Î'yê. Di kongreyên pêncem, şeşem, heftem, heştem û nehem ên partiyê de hemû caran bû Endamê Komîteya Navendî û di Komîteyê de jî hemû caran ji bo Endametiya Deftera Siyasî hate hilbijartin. Ji bilî vê yekê jî berpirsiyariya çapemeniya partiyê jî li ser milê wî bû. Ji sala 1986an heta dema şehîdbûna Dr. Qasimlo wekî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê karê têkoşînê meşand.
Dr. Şerefkendî piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo, bi girtina dengên giştî yên Komîteya Navendî, bû Sekreterê Giştî yê Partiyê. Kongreya nehem a partiyê jî bi rêveberiya wî pêk hat û heta dema şehîdbûnê wekî Sekreterê Giştî yê Partiyê wezîfeya xwe pêk anî. Ew di 17'ê îlona sala 1992an de li bajarê Berlînê li welatê Almanya tevî sê hevalên xwe ji aliyê sîxurên dewleta Îranê ve hate kuştin.
Faîk Bûcak, ne tenê siyasetmedar bû. Helbestvan jî bû. Di hemû helbestên xwe de bang li xort û keçên Kurd dikir. Hêviya wî xort bûn. Helbesta xwe ya navdar “Sonda Mirinê“ ji bo xorten ku canê xwe yê ezîz ji bo welat feda dikin, li zîndanan jiyana xwe ji dest didin nivîsandi bû.
Faîk Bûcak, dema ku helbestên xwe dinivîsand wê demê şert û îmkanên îro weke îro tune bûn. Mirov nikarîbû tiştên nivîsandî bi xwe re bigerîne. Faîk Bûcak helbestên xwe êvarê bi dost û hevalên xwe didan jiberkirin û digot ”qîza xalê min, van helbestan baş jiber bike, rojekê ku ez canê xwe ji dest bidim bela ev helbest wenda nebin. Berî şehadeta wî dostekî helbestên wî bi dengê wî di kasêtekê de tomar kiribûn.
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêsimê.
Hovîtî kirin li Muş û Amedê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baranê.
Hunandîy e vejînî û xoybunê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hun Dizanin !
Ji Yêzdanê Dilovan,
Dîyarî Bihuşte...
Ew der Kurdistane...
Ava Bihuştê...
Kanîya Zemzemê...
Hebuna li bin Axê...
Zêrê Zer û Ava Reş...
Kakilên, Gûz û Tûyan...
Darên Rezan û hwd...
Li Welatê Kurdistane...
Kaniya Neftê, Diherike Cîhanê...
Çavên birçîyan, Zur bu...
Ewrê reş, li ser Kurda, rêz bu...
Terorîstên, bi Cilên Reş, har bu...
Amerîka û Ewropa, Hevkar bu...
Pêşmerge, bi Top û Tifingan, ra bu...
Barzanî, bê xew ma û Tekoşer bu...
Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilşînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...
Xuşk û Bira yên Hêja !
Ji boy aşîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li şeş devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Di vî pirojê da, Nexişê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beşdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.
Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geş bive...
Kurdistanîyên Hêja :
Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beşardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Şêhîdên Kurdistanê, şad bikin...
• Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beşdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...
• Dubare, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beşardarê PDK - XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK - XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Şehîdên Kurdistan ê, şad bike...
• Ez hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçe'yên (Herem'ên) Kurdistan ê, rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
• Disa, hêvîmim, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî û Federe da, xurt û geş, bive...
• Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 200 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...
• Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 200 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 200 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji Artêşa Kurdistanê ra, 80 Mîlyon, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...
Kengê Kurdekî Were Kuştin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .
Gelê Xuşk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuşkên me Kurda bi şiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuşt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuştin, hun jî, di şuna wî kesê şehîd da, sê zarokan çêkin !...
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...
Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sala 2113 yê, ango hetanê sed salê kî, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
Hovîtî kirin li Muş û Amed ê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.