20.06.1930 — 20.06.2017 : Di Serhildana Gelîyê Zîlanê da, Tevkujîya Gelîyê Zîlanê Ji Bîra Me Naçe...
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
20.06.1930 — 20.06.2017
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) ê, Roja 20.06.1930, di Serhildana Gelîyê Zîlanê, pîroz dikim... Şehîdên Serhildana Gelîyê Zîlanê, Şehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujîna Gelîyê Zîlanê, Şermezar dikim... Dubare, Şehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, Şermezar dikim...
Kurdistanîyên Hêja : Tekoşerên Kurd, wekê her demê, di Serhildana Gelîyê Zîlanda jî, xwastine Kurdistanê, ji bin Dagirkerî yê, Rizgar bikin. Wekê, hemên Serhildanên Kurdistanê, vî demê jî, Komara Tirk, ji bo Dagirkerîya xwa bimeşîne, bi êrişên hovane, êrişê Serhildana Gelîyê Zîlan kirine û bi hezaran Kurd kuştine, Gundan şewitandine, malan xirav û wêran kirine, Kudan bi dara zorê, bi Koçberî yê (Surgun) derbeder kirine... Dibê em, kirinên hemu dagirkerên Kurdistane, ji bîr nekin...
Li gorîya dewletê rojên 19 û 20ê Hezîran sala 1930 an kurên Kor Hiseyin Paşa û Emîn Paşa li Cildiran û Bazîdê ji hidût derbazê Tirkîyayê dibin xetên Telxrafê di çetînin û têne gelîyê Zîlanê, davêjin ser nehîya Zîlanê. Esker ji Erdîşê hereketê gelîyê Zîlan dike. Navbera Erdîşê û Gelîyê Zîlan 20 km ye. Kurên Kor Hiseyîn Paşa û Emîn Paşa davêjin ser Erdîşê.
Şer di navbera eskerên komara Tikîyayê û Kurdan da derdikeve.
Em dîsa çewa berpirsîyarê dewletê dibêjin bi wî awayî qise bikin : „Di roja 29.06.1930 an da, siet 02.45 an da qefleyek işqîya, bi qasî 200 siwarî û 80 peya davêjin ser qereqolên Surbaxan û Norşên. Bi qasî 25 esker winda bû ne. Işqîya makînelî tifingek sivik, 2 sandoq cepxane, 2 heywan û telefonek dibin.“
Kolorduya nehan li gora emrê serdarê umûmîya sereskerîyê roja 02.07.1930 an vî emrî dide : „ Işqîya di bin idara lawên Kor Hiseyîn Paşa û Emîn Paşa da bi qasî 350-400 kes li hêla gundên Sofî Mistefa, Kanî, Romika Jorî, Çaqirbeg, Gurgure, Xaçli, Koru, Xirabêbiçûk û Çawîş da ne.“
„Hêla Gelîyê Zîlan, işqîya di bin idara Seyît Resul da bi qasî 400 kes tê texmîn kirin. Di Gelîyê Zilan da li dora gundên Şûrik, Susok, Kadir, Esker, Minewer, Sivik, Axi, Dedelî û Şeytanava ne. Si gund û temamîyê gundên hêlê alîkarê işqîya ne.“
„Hêla Çildiran, Di bin idara Usiv Evdal ku ji Iranê ketiye welatê me, çend kes hene hê nayê zanîn. Ev koma işqîya jî li dora gundên Çilîyajerîn, Şêxromî, Alîkelê, Xaçan, Qeymez û Şêxsicû da ne. Kifş û eşkere bû ye ku li bakûrê hêlê di navbera hidûd û Tendûrekê da Xalidê Xelikanî û Tozoyê Melikanî cî girtine. Mexseda wan eve ku alîkarîya işqîyayê gelîyê Zîlan bikin.“
„Işqîya ji dûr va bi tifingan berik dibarînin û direvin. Gundên li hêla mintiqa serhildanê ku alîkariya van işqîyan dikin tê bi temamî bêne şewitandin, kavil û kambaxkirin. Hizretê Mereşal emir daye û dixwaze ku işqîya sax were girtin.“
„02.07.1930 an da li mintiqa kolordîyê ev hereket hatin kirin : Gundên Kaymez, Xaçan, Kolesor, Çilî û Osmanî ji jor va bi firokên şer hatin bimbe kirin. Gundên Patnosê bi bimbe û tifingên makîneli têne berik barandin.“
„Roja çarê Temûzê sala 1930 an, siet di navbera 02,50 û 07.00 an da işqîya hicûmê qereqolên Bêlukbaşî, Qerebûrûn û Qeyabûrun û hawîdorê gundê Tacbûrûn kirin. Di nava van işqîyan da Ihsan Nûrî, Bro Heso Têlî û Evdilqadir hene. „
„ ! 5 ê Temûzê li cepeyê Eşref Beg ji 500 kesan zêdetir işqîya hetine imha kirin û kuştin. Li mintiqa alaya suwarî, işqîya iltica kiri ye. Li vê hêlê ji gundîyan ji sedan zêdetir mêr, jin û zarok û 150 àyan zêdetir heywan, 6 hesp ketine dest. Bi temamîya heywanên vê hêle hatine civandin.“
„ ! 8 ê Temuzê firokên şer eşîreta Xelikan ji jor va bimbe kirin. Ji eşîreta Xelikan 18 insan û heywanek, ji eşîreta Tozo 6 mêr, mirî û 5 jin birindar, 7 heywan hatine telefkirin. „
„21 ê meha Temîzê, di nav du rojan da eşîreta Xelikan ji jor va bi firokan hatin bimbe kirin. 25 mirî, hewçend jî birîndar û gelek heywanên xwe windakirin.“
„25 ê Temuzê, Mifreza Derwêş Beg li dora Erdîşê hinek kesên ku xwe di nav dar û keviran da veşartibûn girt, belê ji kesên girtî zaftir kes jî sedem xwestin birevin hatin kuştin. Bi qasî 200 heywan jî hatine sitandin û li Erdîşê teslîmê komisyonê kirin.“
„29 ê Temuzê, Derwêş Beg bi mifreza xwe va ku li Gelîyê Zîlan ji bo paqijkirinê wezîfe girtî ye melayê gundê Papûşkin ku yekê sebebê serhildanê bû û pê ra 4 kesên dî mirî girtî ye. Ji xeynê wan 9 tifing û bi qasî 700 heywan hatine civandin.“
„2 ê meha Tebaxê, Mifreza Derwêş Beg li gundên Koçköprü, Gurgurbaba û Pertaqê nihêrî û di şikeftên dora van gundan da bi Heso ra kesek nenas kuştî xiste destan. Dîsa jinên ku di van şikeftan da xwe veşarti bûn xiste dest.“
„Zozanên Oramarê ji jor va hatin bimbe kirin. Di dehê meha Tebaxê da Mifreza Derwêş Beg işqîyayên bi nav û deng Siltan, Usiv, Kasim, Tahir, kurmamê Kor Hiseyîn Kasim û Mihyedîn kuştî kirîye dest. Gundên Şereflî û Meral şewitand û bi qasî 30 sîlehan xiste dest.“
Çewa em li dibînin ku tiştên berpirsîyar û kumandarên dewletê bixwe dibêjin li hêla Gelîyê Zîlan, Patnos, Erdiş, Çildiran, Bazî û Diyadînê çira insanan tê kirin, gund tev têne şewitabdin û wêrankirin, mal û heywan têne talankirin. ~ê talankirin û qirkirinê dewlet dibêje û ne kesek din. Bi rastî zilm û zordestî, bê wijdanî û bê imanî hê gelek xirabtir bû ye.
Em niha parîyek ji gotinên resmî derkevin û kurt li ser qetlîama Gelîyê Zîlan bisekinin. Kumandarêk esker bi navê Deriêş Beg me di gotinên rismî de jî dît ku çewan ji insanetîyê derketîyê, di Gelîyê Zîlan da zarok û zêç, jin û kesên kal, xort û zilaman qetil kirî ye, tazî û birçî, li ser berf û baranê, li ber xezeb û tofanê hiştî ye. Malên wan, xanî û qîyandinîyên wan talan kirî ye, heywanên wan bi zorê sitandîyê, bi qetlîama insanan têr nebû ye, heywanan jî qetil kirî ye. Gundan şewîtandî ye, kavil û wêran kirî ye, dilê wî rihet nebû ye ji jorva bimbe daye kirin, kevir li ser kevirê nehiştî ye. Insanên zarok, jin û kal, kesên bê sîleh, bê guneh û bê mecal, heywanên bê zar û ziman ku ji alîyê vî sereskerê hov û wehş va hatine kuştin kesek jimara wan nizane.
Jimarên ku ji alîyên berpirsîyarên komara nû va hatine eşkerekirin û raporkirin min hin ji wanan li jor nivîsand. Belê ev jimar ji deveyê guh e. Jimarên rastî kes nizane. Kes nizane çend zarok , jin û kal di şikeftan da hatin bimbe kirin. Kes nizane li serê çol û çîyayên Gelîyê Zîlan, di newal û daristanên Gelîyê Zîlan da çend kesên Kurd hatin qirkirin. Leşê wan bûn qismetê gur, hirç û heywanên hovên wek seresker Derwş Beg.
Li ser her bostek axa Gelîyê Zilan nalîna hestîyan bilind dibe. Her bostêk axa Gelîyê Zîlan bi xwîna jin, zarok, kal û xortên Kurd hatîye avdan. Ava newala Gelîyê zîlan ji xwîna Kurdan sor bû ye. Îro di gelîyê Zîlan da gundên gelîyê Zîlan şahîdê zindî ne kû li gelîyê zîlan çî bû ye. Kesên ku ji wê demê hê sax mane kêmin. Belê kesên ku mane ji hêja jî ji tirsa Derwêş Begê bê îman newêrin kula dilê xwe û qetlîama Derweş Beg bînin zimên. Kudera gelîyê zîlan bête kolan ji bin axê, hestîyê insanan, barut û berikên Derwş Beg derdikevin.
Gelîyê Zîlan ji alîyê komarê va hat tarûmarkirin. Kêsên sax man ji Gelîyê Zîlan hatin nefîkirin. Gelîyê Zîlan ji insanan hat valakirin. Gelîyê Zîlan û hawîdor ma ji gur, hirç, beraz û heywanên hovên ra ku ev heywanên hov ji Derwêş Beg bi wicdantir û gelek qanctir û aştir li ser erd û axa gelî disekinîn û disekinin.
Faîk Bûcak, ne tenê siyasetmedar bû. Helbestvan jî bû. Di hemû helbestên xwe de bang li xort û keçên Kurd dikir. Hêviya wî xort bûn. Helbesta xwe ya navdar “Sonda Mirinê“ ji bo xorten ku canê xwe yê ezîz ji bo welat feda dikin, li zîndanan jiyana xwe ji dest didin nivîsandi bû.
Faîk Bûcak, dema ku helbestên xwe dinivîsand wê demê şert û îmkanên îro weke îro tune bûn. Mirov nikarîbû tiştên nivîsandî bi xwe re bigerîne. Faîk Bûcak helbestên xwe êvarê bi dost û hevalên xwe didan jiberkirin û digot ”qîza xalê min, van helbestan baş jiber bike, rojekê ku ez canê xwe ji dest bidim bela ev helbest wenda nebin. Berî şehadeta wî dostekî helbestên wî bi dengê wî di kasêtekê de tomar kiribûn.
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêsimê.
Hovîtî kirin li Muş û Amedê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baranê.
Hunandîy e vejînî û xoybunê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hun Dizanin !
Ji Yêzdanê Dilovan,
Dîyarî Bihuşte...
Ew der Kurdistane...
Ava Bihuştê...
Kanîya Zemzemê...
Hebuna li bin Axê...
Zêrê Zer û Ava Reş...
Kakilên, Gûz û Tûyan...
Darên Rezan û hwd...
Li Welatê Kurdistane...
Kaniya Neftê, Diherike Cîhanê...
Çavên birçîyan, Zur bu...
Ewrê reş, li ser Kurda, rêz bu...
Terorîstên, bi Cilên Reş, har bu...
Amerîka û Ewropa, Hevkar bu...
Pêşmerge, bi Top û Tifingan, ra bu...
Barzanî, bê xew ma û Tekoşer bu...
Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilşînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...
Xuşk û Bira yên Hêja !
Ji boy aşîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li şeş devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Di vî pirojê da, Nexişê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beşdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.
Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geş bive...
Kurdistanîyên Hêja :
Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beşardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Şêhîdên Kurdistanê, şad bikin...
• Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beşdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...
• Dubare, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beşardarê PDK - XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK - XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Şehîdên Kurdistan ê, şad bike...
• Ez hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçe'yên (Herem'ên) Kurdistan ê, rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
• Disa, hêvîmim, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî û Federe da, xurt û geş, bive...
• Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 500 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...
• Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 500 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 500 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji Artêşa Kurdistanê ra, 80 Mîlyon, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...
Kengê Kurdekî Were Kuştin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .
Gelê Xuşk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuşkên me Kurda bi şiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuşt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuştin, hun jî, di şuna wî kesê şehîd da, sê zarokan çêkin !...
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...
Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sala 2113 yê, ango hetanê sed salê kî, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
Hovîtî kirin li Muş û Amed ê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.