Mizgīn li Gund
Hevalźn Mizgīnź li dora wź rūnshti būn ū wź ji hevalźn xwe re qala īzīnź xwe ya hisal dikir.
Hisal min īzina xwe li ba dapīr ū bapīrź xwe li gund derbas kir. Min ji gundź dapīr ū bapīrź xwe pir hez kir. Ez li wź derź li ker ū hespan siwar dibūm ū bi kar ū berxan dilīstim.
Dema ku hźvarī pez ji ēźrź dihat, me ew berź dikirin hewshź. Her ēi dapīrź min bizin ū mī didotin, min jī serź wan digirt. Ji alīyekī ve mī ū bizin ū ji alīyź din ve jī berx ū kar dikalīn. Wan dixwest, ku ew werin ba hev. Pishtī ku dapīra min hemū bizin ū mī didotin, bapīrź min berx ū kar berdidan nav pźz. Berx ū kar derhal bilez li dayīkźn xwe digarīyan, ew zū didītin ū dest bi mźtina gihanźn dayīkan dikirin. Wexta ku wan gihanźn dayīkźn xwe dikirin devź xwe hema liser erdź ēok vedidan. Dayīkźn wan jī nema dikalīn. Wan bi awakī bextīyarī devź xwe radikirin jor ū didan kayīnź (kayīkź). Ez yek bi yek li nav wan digerīyam ū min destźn xwe raser pishta wan dixist. Min ji wan hemūyan ū wan jī ji min pir hez dikirin. Jibo vź yekź min qet nedixwest, ku ez ji gund vegerim bajźr. Dema ku ez ji gund vegerīyam, ēavźn min tijī hźstir būn. Dapīra min ez kirim ber pźsīra xwe ū got:
"Mizgīn, berxa mine delal, jibo ēi tu wergī melūl dibī? Tu dikanī sala tź dīsa werī gund."
Ēaxź ku min ew bihīst, min li dayīka xwe mźzekir ū wź jī li min nźrī ū got:
"Mizgīn, ezź sala tź te dīsa bīnim gund, tu dikanī dīsa bi kar ū berxan bilīzī."
Min derhal bazda cem dayīka xwe, pīyźn xwe li sitūyź wź werdan, pir caran ew maē kir ū got:
"Zor sipas jibo te dayīka mina shźrīn!"
Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2003-05-09 (4924 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |