Bi xêr hatin ser PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
         
                Kurdish   |   Turkish   |   Engilsh  |   German

Menu
  • Rûpela Serî
  • Nivîskarên Xoybunê
  • Nivîskarên Mêvan
  • Dîrok û Kurd
  • Nexiþê Kurdistanê
  • Belavok Lêgerîn
  • Cand û Huner
  • Helbestên Gel
  • Forum
  • Ankêt
  • Nuce
  • Album
  • Slayd Show
  • Muzîka Kurdî - 1
  • Muzîka Kurdî - 2
  • Kovara Xebat Vejîn
  • Kovara Xoybun
  • Pelgeyên bi Kurdî
  • Perwerdeya Siyasî
  • Malperên Kurdan
  • Li ser me
  • Arsiva Nûceyan
  • Nivîs & Nûçe Biþîne
  • Game-Cilîp- Listik
  • Game - 36KurdishTV

  • Nivîskar

    Ali Cahit Kirac

    Belavok
  • Belavokên Me
  • PDK- ARSIV
  • Belavokên We
  • Arþiva Xoybunê
  • Arþiva Niviskaran
  • Niviskarên Derkirî

  • Helbest
  • Ehmedê Xanî
  • E. Xanî - Memozîn
  • Mela Ahmedê Cizîrî
  • Dîwana Melayê Cizîrî
  • Feqîyê Teyra
  • Celadet Elî Bedirxan
  • Cîgerxwîn
  • Ciwanê Abdal
  • Osman Sebrî
  • Alî Cahît Kiraç
  • Feqîr Ehmed
  • Ahîn Zozanî
  • Abdullah Karabag
  • Alî Kolo
  • Armanc Nerwey
  • Aydin Coþun
  • Aydin Orak
  • Agir Abad
  • Bihrî Bênij
  • Dildar Îsmail
  • Ezîz Xemcivîn
  • Fethî Gezneyî
  • Felemez Akad
  • Hemreþ Reþo
  • Hîwa Qasim
  • Hindirîn Gullî
  • Hekîm Xêlexî
  • Hejarê Kurd
  • Hekîm Xêlexî
  • Husên M. Hebeþ
  • Amade Dive !!!!
  • Leyla Þemmo
  • Kiyaksar Temir
  • Konê Reþ
  • Kovan Sindî
  • Kalê Kurdîsî
  • Mehmed Çobanoxlu
  • Mehdî Mutlu
  • M.Kewê Dilxêrî
  • Mihemed Salih Alî
  • Tê Amadekirin !!!!
  • Navser Botanî
  • Nîhad Temir
  • Royarê Tirbesipîyê
  • Seydayê Dilmeqes
  • Sebrî Botanî
  • Sediq Sindavî
  • Seyid Feysel Mojtevî
  • Þivan Perwer
  • Þengal Osman
  • Seyda yê Arî
  • Îsmet Dax
  • Î. Xelîl Þêxmusoglu
  • FeyzulleKhaznawi
  • Xizan Þîlan
  • Y. Sebri Qamiþlokî
  • Helbestên We
  • Helbest û Stranê We
  • Helbest û Stranê Gel
  • Helbestê Bêperde-1
  • Helbestê Bêperde-2
  • Helbestê Bêperde-3
  • Helbestê Bêperde-4

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Kurd
  • Kronolijî
  • Imp. Med
  • 200 Salê dawî
  • Mervaniyan
  • Cum. Mahabad
  • Serhildanên Kurdan
  • Serokên Kurdan
  • Kerkuk Kurdistane
  • Nasîna Kurdistanê

  • Cand, Huner
  • Pêkenî 1
  • Pêkenî 2
  • Cîrok
  • Bûyerên Dîrokî
  • Gotinên bapîra
  • Tistonek
  • Dîlok
  • Durik
  • Henek
  • Kilîp û Vîdeoyê Kurdî
  • Pirs, Bersîv û Pêken
  • Çand huner û tiþt
  • Xwarinên Kurda
  • Sitran, Def û Zurne
  • Lîztik, Spielen, Game
  • Listikên Zarokan
  • Kincên Kurda
  • Edebîyata Kurdî
  • Zimanê Me
  • Perwerda Ziman
  • Perwerda Civana
  • Perwerda Zarok
  • Zarok
  • Qutîya Muzîkê-3

  • Nivîsên Siyasî
  • Kurdistana Serbixwa
  • Rêzname & Program
  • Projeyan

  • Rojane
  • Serxwesi
  • Biranin
  • Pirozbahi
  • Daxuyani
  • Sirove
  • Lekolin
  • Roj buyîn pîroz be
  • Roportaj
  • Agahdarî
  • Bang - Pêþwazî
  • Daxwaz
  • Xebatên me
  • Wesiyetname
  • Þermezar
  • Þahî û Þabun
  • Þirîgatî - Yekitî
  • Name ( Mektup )
  • Dîtin û Ramanê we
  • Civîn û Semîner
  • Ji Raya Giþtî Re
  • Xonçe, Xwençe

  • Jina Kurd
  • Tekoþina Siyasi
  • Tehdeyîyen Siyasi
  • Tehdeyîyen Civaki
  • Daxwazen We
  • Perwerde
  • Tenduristi

  • OL
  • Ola Êzîdî - Agahdarî
  • Ola Êzîdî - Nasîn
  • Ola Êzîdî - Wêne
  • Ola Zerdeþtî
  • Ola Cihû - Nivîs
  • Ola Cihû - Wêne
  • Îsa Mesîh - Jesus
  • Bibel & Jesus - Film
  • Ola Îslamî - Nivîs
  • Ola Îslam-Mewlud

  • Survey
    Hun dixwazin di vê malperêde zêdetir ci bibînin?

    Sîyaset
    Nûçe, Radyo, TV
    Dîroka Kudistan
    Cand & Huner
    Muzîka Kurdî
    Wêne ( Foto )
    Nivîskarên Kurd
    Zimanê Kurdî
    Pirtûk û Kovar
    Helbestên Kurdî
    Dibistana Kurdî
    Ansîklopedî



    Encama Pirsînê
    Pirsînên me

    Dengdan: 43299
    Nirxandin: 0

    PDK - Slide Show
  • Barzani Slide Show
  • PDK Slide Show 1
  • PDK Slide Show 2
  • PDK Slide Show 3
  • PDK Slide Show 4
  • PDK Slide Show 5
  • PDK Slide Show 6
  • PDK Slide Show 7
  • PDK Slide Show 8
  • PDK Slide Show 9
  • PDK Slide Show 10
  • PDK Slide Show 11

  • Di dirokede iro
    Rojek wek îro...

    Slide Show – Xoybun

    Muzîka Kurdî – 1

  • Muzîka Kurdî - 1

  • Muzîka Kurdî – 2
  • Muzîka Kurdî - 2

  • Photo Gallery–Xoybun

    Foto & Animasyon
  • Nîþana Azadîyê
  • Tekoþîngerên Kurda
  • Wene ( Foto ) - 1
  • Wene ( Foto ) - 2
  • Flaman û Logo
  • Anîmasyon
  • Lîztik-Spielen-Game

  • Projeyên Kurd
  • Projeyên Kurd

  • Lêgerin / Link
  • Malperên Lêgerinê

  • TV'yên Kurdistan ê.
  • Kurdistan TV - Zindî-1
  • Kurdistan TV - Zindî-2
  • Zagros TV - Zindî
  • Kurdistan TV
  • Kurdsat - Zindî - 1
  • Kurdsat - Live
  • Roj - TV - Zindî - 1
  • Roj - TV - Zindî - html
  • Roj - TV - Zindî - swf
  • MMC - TV
  • XOYBUN - TV
  • Þîn Þahî - TV
  • Êzidî - TV / Zindî
  • Malpera Êzidî-TV/Zindî
  • Rojava - TV
  • KNN - TV
  • Rojhelat- TV
  • Zagros - TV
  • Komala - TV
  • Kurd-1 TV - Zindî
  • Tishk - TV
  • Vîn - TV
  • Newroz - TV
  • Zaza TV-Flash-Player
  • Zaza-TV-Media-Player
  • Zaza TV

  • Paltalk Download
  • Paltalk Download

  • Reklam
  • Hunermendên Kurd
  • Karmendên Kurd
  • Kirîna Tiþtan
  • Firotina Tiþtan

  • Radio Xoybun
    Radio Xoybun - Dengê Vejîn ê, Amade Dibe !

    Ansîklopedîya Xoybun
    Ansîklopedîya Xoybun ê A û B, Amade Dibe !

    Partî û Rêxistin


    Medya Kurd, Ereb, Tirk
    Bijî Kurd û Kurdistan
    Malperên Kurdî, Yê
  • Polîtîk-Civak-Huner.

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Erebî

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Tirkî


  • Qutîya Muzîkê-1
  • Qutî ya Muzîkê - 1

  • Zêrzewat ( Sewze )
    Zêrzewat ( Sewze )

    Sazîyên Dijberê Tirka
    Rêxistinên Dijberê Tirka

    Radyo Zindî ( Lîve )
    7 - Radyo yên Zindî

    Qutîya Mizîka Kurdî - 3
    Qutîya Mizîka Kurdî - 4

    Kurdî û Îngîlîzî
  • Perwerde ya Zimanê Kurdî û Îngîlîzî

  • Musa | Cihû | Jewry

     
    Pêþewa Qazî Mihemed çawa di dîroka azadîxwaziya gelê xwe de bû rêberekî efsaneyî?!




























    Ji bo bîranîna 56 saliya þehîd kirina Pêþewa Qazî Mihemed û hemû þehîdên rêbaza bi þan û þerefa doza Kurdistanê.


    Gelek kes hene ku bi navê xizmetek mezin û di demek kin de navên mezin danîne ser xwe, lê nav danîn û qîre-qara wan demek zêde di çav û dilê gel de nemaye. Sedem jî di piratîkê de hatiye dîtin û selmandin. Wek bav û kal dibêjin:“ Kar wî kesî kir yê ku bi dawî anî û temam kir”

    Nav û hurmeta dîrokî zû nabe para herkesî. Ji bo bi destxistina navekî paqij di xebat û dîroka her netewekî de dûrbînî û fîdakariyek bênimune pêwîste. Dema di bîr û hizrên mirovekî de ev du sifet bên dîtin, bêgoman ew mirov ji tiþtekî natirse û bi rihetî li hemberî zehmetîyên dijminê gelê xwe berxwedanê dike.

    Þehîdê mezinê riya azadî û demokrasiya gelên Rojhilata Navîn Pêþewa Qazî Mihemed yek ji wan lîderaye ku di xweþî û nexweþîyên jiyana gelê xwe de, ji wan cuda nebû û heta canê xwe jî fîdayê bextewerî(xweþbextî) û serbilindiya gelê Kurdistanê kir. Ji bona wê jî nav û hurmeta wî ya dîrokî qet ji nava dil û mejiyê gelê Kurd û hemû azadîxwazên cîhana demokrasîxwaz reþ nabe.

    Roja 22. 01. 1946an li qada Çiwarçira di þahiya ragehandina komara demokratîka Kurdistanê de li bajarê Mihabadê Pêþewa Qazî Mihemed li hemberî zêdetir ji 20 hezar Kurdan û hinek lîder û giregirên Kurd bi þehamet û tewazi´ek tejî evîn sekinî û wiha axivî:

    “ Kurdistan xwedî cihekî istratejî û e´rdnigarîya taybet e ku gelê Kurd hertim û bi bê wê hindê ku netewe û milletekî din di navbera wan de mesafê çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hevre têde dijîn û tê de xwedî malkiyeta xwe ya millî ne. Serbihûrî(biserhat) û dîroka wan ya derbasbûyî yeke û bi giþtî têde hevparin. (Kurd) xwedî a´dab û a´det û nerîtîyên netewî yên wisane ku bi ti rengan sedemên cur bi cur û ti bûyerekê nekarîye sistiyekê di nava bingeh û binaxê millîyeta wan de peyda bike.

    Kurd ji kevin de xwediyê hezaran paþa û desthilatdar û rêkxistên xwe yên millî bûne. Hema di Kurdistana azad ya niha de(1) malbata emîrên Mûkirî ku destpêkerê wan Emîr Seyfeddîn bûye, heya 1020´ê hetavî(Þemsî) (1641ê zayînî) bi awayekî serbixwe yek li pey yê din: Emîr Seyfeddîn, Sarim Beg, Þêx Heyder, Emîr Beg, Emîr Paþa heya digehe Qûbadxan bi desthilat û hêza xwe ve (bi awayekî serbixwe) hukimdarî kirine.

    Milletê reþîd û xwedî xîretê Kurd di hemû dewir û çaxekê de herkesê ku xeyala desthilatdariya nîþtimana wan kiribe, dijayetî û berengarî wan bûne û li hemberî wan dijayetî(berberakanî) kirine û ji kirina ti fîdakariyekê jî kêmasî nekirine. Piþtî ji destçûyîna seltenet û desthilatdariyê jî, ji bo bi destxistina serxwebûn û azadiyê bi milyonan qûrbanî fîda kirine, ji bo ku hertim di halê xebat û berxwedanê da bûn, ti cure zehmetî û azarek nemaye ku di jiyanê de nekiþînin û nebînin. Bi viya re jî hêmû bextreþî, kurewerî, kuþtin û talan ji aliyê neyaran ve tehemûl kirine û qet ji bo bi destxistina armanc û xweziyên xwe newestiyane û di riya bi destxistina azadîyê da nesekinîne(bêhina xwe nedane), bi dilekî hind bi hêz û îradeyek wisa mezin xebat û têkuþan kirine ku heya niha hêzek wiha peyda nebûye ku bikarîbe bi hevre(têkda) wan bixeniqîne. Mîrê Kor kuþtine, Babanîyan serî hildane, Babanî bêdeng kirine Erdelanî hestane, ew li e´rdî dane, Bitlîsî rabûne û hezarên din yên mîna wan.

    Heta di van dawiyan de piþtî þerê cîhanê yê berê ku dîktatoriya Îran û Tirkiyê hatine ser kar û ziman û a´det û mezheb û taybetmendiyên Kurdan yên netewî bi carekê lawaz û hejar û bêqîmet kirin, ji kirina ti wehþiyet û hovtiyekê nesekinîn, xwîndin û nivîsîna zimanê Kurdî jî yasax û li berkirina cil û kincan (kincên Kurdî) jî qedexe bû.

    Nedihiþtin em xwediyên qencî û di ti mafên mirovanetiyê de piþkidar û xwedî par bîn. Riya hînbûna zanist û teknolojiyê ji me qût kiribûn, her rojê bi hecet(hêncet - behane) û herdemê bi teþqeleyekê kom bi kom û desete-deste Kurdên hejar û bextreþ heps û surgûn dikirin û ew dikuþtin û ji beyin dibirin. Destkeft û hatina vî milletê pêrîþan û bêçare ji xwe re dibirin û ew jî birçî û tî(têhnî) û tazî dihiþtin.

    Heya ku di Þehrîwera sala 1320an(Augusta 1941an) de firîþta azadîyê desthilatdariya dîktatorî û faþîstiya Rizaxan herifand(têkþikand). Serê Kurdan ji hemû zext û nerihetîyan, hinekî azad bû û di cih de hiss kir ku çawa divê ji derfetê mifayê bistîne û riya rastî û bi destxistina azadiya vî milletî çiye û yê çi bike?

    Zilam û mirovên bi bîr û xwedî hiþ û bi þeref ku pir ji mêjda bû xwîna dilê xwe vedixwarin û ji bo zelîliya vî milletî dûkel û bêhna þewatê ji hundurî wan derdiket, gelek zû dan xuyakirin ku dema kar û xebatê ye û divê ji vê derfetê feyde bê standin û ev dem bi temamî ew roje ya ku yên beriya me jî pir çav li riya wê bûn. Bi yekcarî û zû, bêwestan û rawestan, dest bi kar û xebatê kirin û (Hîzbî Dîmokratî Kurdistan)ê(2) pêkanîn û bi destekî peyt(mukim) mijûlî kar û barê xwe yê millî bûn û bi çavekî hûr û bi dîqet pêwîstî û pêdvîyên Kurdan dan xuyakirin û cî bi cî kirin.

    Beriya hemû tiþtekî dubendî û nakukîyên êlî û e´þayêrî ku bi dek û hîle û fitneyên kedxwar û dîktatoran ji bo mêtin(kedxwarî) û xwarina maf û çemandin(tewandin)a vî milletî wek ew bixwe dibêjin:” Tefreqê biyendaz w hukumet kûn_ Dubendiyê bavêje û ji xwe re desthilatdariyê bike”, xistibûn nava me û heya radeyekê ev agir belav û berfireh bibû ku birayên ji dayik û bavekê ji hev qetandin ku yekitî û hevgirtina wan jî, ji navê rakirin....”.






















    Piþtre Pêþewa Qazî Mihemed ku bi nêrîn û çavekî bavane li gelê xwe dinêrî, behsa wan kar û barê ku di çaxê desthilatdariya Kurdan de û valatiya desthilatdariya dewleta navendiya Îranê kirine, dike û wiha axaftina xwe berdewam dike:

    “ Me heya niha çend xwîndingehên keçan û kuran(xurtan) vekirine, xwîndingeha þevane me damezrand û pirtûk bi zimanê Kurdî hatin wergêrandin... Xurt û keç û zilamên mezin di xwîndingehên þevane û rojane da bi zimanê Kurdî dixwînin û li cihê wê hindê ku þeþ-heft salan mijûlî xwîndin û hînbûna zimanê Farsî bibin, di mehek-du mehan de dibine xwînde(xwîndewar) û hemû tiþtekî dixwînin û dinivîsin.

    Ji bo nasandina liyaqeta millî û derxistina jiyana çandî, kulturî û edebîya Kurdan û ji bo gehandina hewara xwe bi guhê cihana mirovanetî û e´daletê, pêwîstiya me bi tiþtên weþan û belavkirinê hebû. Weþanxaneyek gelek baþ hat çêkirin û di bajarê me(Mihabadê) bixwe de bi zimanê me û bi weþanxana me bixwe kovar û rojname derdikevin û bîr û ra û daxwazên me di cîhanê de belav diken.

    Destkeft û berhemên me ku pareke zêde û bi qîmet bû bi hîle(dek) ji destê me derdixistin û destê kedxwariyê barajek li pêþberî me û bazara cîhanê dirust kirbû. Me riya çareseriyê peydakir û ticaret û aboriya Kurdistanê pir baþ hat teimîn kirin.

    Di çaxê dîktatoriyê de ku hemû cure maliyat ji me distandin, bi kêmî û zêdeyî ne aletên saxlemî û dermankirinê, ne doxtor, derman û ne jî nexweþxane ji me re sazkirin. Em bixwe nexweþxanek pir baþ di pêþerojek nêzîk de vedikeyin û saxlemiya hevwelatiyên me teimîn dibe.

    Me hêzek millî pêkanîye ku bi cesaretek temam amedeye ji nîþtimana me re parêzvaniyê bike.

    Xuyaye ku serkeftina me seraser di hemen riya demokrasiyê de û di netîceya çalakiyên Hîzbî Dîmokratî Kurdistan û bi piþtgîriya cîhana demokratîk e, ji bona wê jî em dibêjîn: Bijî pêkhênerên Dîmokratê.

    Gelê Kurd bi hezaran sede(baraj) û astengîyên dijwar di rê de hebûn, kom û îdareyên dîktatoriyê bêrawestan li hemberî kar û xebata me hertim karþikênî dikirin û ji kirina ti namerdiyekê nedisekinîn. Duberekîyên di navbera êl û e´þîretan de di hundur de jî ji mere pirsgirêkên mezin bûn. Lê hîç yek ji vane nekarîn beriya me bigirin û me bi dilekî bihêz li berxwe da û me çalakî û xebatên xwe berdewam kirin heya ku serxwebûn û azadiya netewa Kurd me bi dest xist.

    Xuyaye ku hinek bermayîyên van xeter û tehlukan çi di hundur de û çi li derve hêjî mane, gelê Kurd bi mere li dijî wan yê xebata xwe berdewam bike û bi piþtigîriya Xwedê yê serfiraz û pîroz bibe.

    Îro ji nunerên hemû herêm û navçên Kurdistanê bi bê li ber çavgirtina cudahîyên çînî(sinifî) çi ji axa û reiyet, mezin û biçûk tev bi hevre civiyane û yekdil û yekziman hawara demokrasîyê diken û di rêya Demokratê(3) de dimeþin û hêza Demukratê didin xuyakirin”.(4)


    Rojên Xweþ yên azadî, demokrasî û bexteweriya Kurdan zêde nedomîn. Lê wek xuyaye sedemên cihanî bêtir di têkçûna komara Kurdistan û Azerbayicanê bi teisîr bûn. Piþtî ku Rizaxanê Pehlewî di þerê cîhanê yê duyemîn da helwesta dewleta xwe bêalî da îlan kirin, rewþa siyasî ya Îranê tevlîhev bû. Îran ji aliyê Yekîtiya Sovyet û Inglîzan hat dagîrkirin. Zexta Rusan ya li ser dewleta Îranê ji ber petrûla bakurê Îranê bû ku dewleta navendiya Îranê neçar bike bi wan re protukola neftê îmza biken. Di 04. 04. 1946´an de di navbera Îran û Sovyetistanê de peymana neftê hat îmza kirin.

    Ew peymana ku di navbera dewletên Emrîka, Inglîz û Yekîtiya Sovyet da hatibû îmza kirin, dida xuyakirin ku gereke hêzên hemû welatan di çaxê þeþ mehan piþtî sekinandina þer gereke ji Îranê derketane derve li ser esasê yekperçebûna axa Îranê ku di sê peymanên jêr de hatibû diyarkirin:

    1. Peymana Sê alî(hevgirtin) di 21ê Janiviya sala 1945´an de.

    2. Peymana Potsdamê ji 11ê meha Juyîyê heya 3ê Auta 1945´an.

    3. Peymana êmtiyaza neftê ya di navbera Tehran û Moskovayê de di 04ê Aprîla 1946an de.

    Kurdan ji peymana Atlantîk ku di navbera Rozvêlt û çirçîl de hatibû lidarxistin, hîvîyên mezin dikirin, lê ev peyman jî bi sudê rijîma Tehranê bû û Kurd têde xwedî ti mafekî nebûn.














    Herwiha sedemên din yên têkçûna her du komarên Kurdistan û Azerbayicanê cudabûna rêbaz û helwesta her du komaran ya di têkelîya bi gel re bû. Komara Kurdistan komarek demokratîk bû ku ti mesafe di navbera birêveber û gelê Kurd de nedihat dîtin. Hemû kêmnetewên olî û millî(Asûrî, Ermenî, Yehûdî û Azerî) di Kurdistanê de di mafên xwe yên kolturî û olî de azad bûn. Ferqek di navbera wan û Kurdan de nedihat dîtin. Birêveberên Kurd di nava hejarî û di nava dilê gelê xwe de gehiþtibûn û xwe ji wan cuda hiss nedikirin. Herwiha di 11 meh temenê komarê de tenê yek kes li Mihabadê hat kuþtin ku terorek siyasî nayê hesibandin.

















    Rêberên komara Azerbayicanê zû protukola hevkariyê ku di sala 1946an de di navbera nunerên her du aliyên Kurd û Azerî(Qazî Mihemed, general Mistefa Barzanî, general Mihemed Husên Sêyf Qazî, Ceefer Pîþewerî, general Kebîrî û ...) de pêkhatibû, di piratîka xwe de hilweþandin û zû ji Tebrêzê ber bi Yekîtiya Sovyetê revîyan. Bi vî rengî zêdetir ji bîst hizar kesan li Tebrêz û herêmên din yên desthilatdariya komara Azerbayîcanê hatin kuþtin. Ev karê birêveberên komara Azerbayicanê bû sedem ku komara Kurdistanê bi tenê bimîne û Pêþewa Qazî Mihemed ji bo parastina jiyan û namûsa gelê Kurd bi baþ dît ku bi teslîmkirina xwe, pêþî li wêrankirina bajarê Mihabadê bigire.

    Piþtî ku Azerbayican ket destê artêþa þahê Îranê(Mihemed Riza Pehlewî), bûyer bi awayekî tund li pey hev derbas bûn. Lê serokkomarê Kurdistanê carek din sonda ku di roja ragehandina komara Kurdistanê li meydana Çiwarçira li hemberî gel xwaribû, bi bîr anî û dubare kir:

    ‘’ Emin be Xuda, be kelamî e´zîmî Xuda, be nîþtiman, be þerafetî millî Kurd, be alay muqedesî Kurdistan siwênd dexûm ke ta axir henasey giyanim û rijandinî axirîn qetrey xiwênim, be giyan û be mal le rêy ragirtinî serbexweyî w berzkirdinewey alay Kurdistan da, têbikûþim û nisbet be cimuhrî Kurdistan û yekitî gelî Kurd û Azerbayicanê, mutî’î û wefdar bimênim.’’(5).

    Wî heya roja þehîdbûna xwe bi dehan caran ev sonda xwe ya wefadriye dubar û sedbare kir.

    Di rewþek wiha tevlîhev de karbidestên dewleta Îranê ku hertim xwestine ji ava þêlo masîyan bigirin, zû ketin xebatê ku bi destê rêgir, caþ û xayînên ku bi pere ji xwe re kirîbûn, bajarê Mihabadê talan û wêran biken, lê Qazî Mihemedê canfîda ku hertim ji bo parastina mafê gel sembula fîdakariyê dihat hesibandin, zû ji serleþkerê artêþra Îran Homayun û desthilatdarên Tehranê re xeber Þand ku:” Ger hûn bixwazin bi vî rengî hêriþê bînin ser bajarê Mihabadê, em jî yê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li dijî we Þer û berxwedanê bikeyin”.



    Hemû karên serokkomarê Kurdistanê bi awayekî demokratîk birêve diçûn. Wî xwest ji bo çênebûna jenûsîdek din di Kurdistanê de derfetê ji dagirkeran re nehêle. Ji bona wê jî piþtre di mizgefta E´bas Axa de gel û birêveberên komara Kurdistan li hev civandin û Pêþewa Qazî Mihemed ji gel dawa kir ku di derbarê Þer an jî teslîmkirina bajarê Mihabadê dîtinên xwe bînin ziman. Wî wê rojê ji gel re da diyarkirin ku”: Ez di xweþî û nexweþîyan de bi were bûm û ezê xwe bidim destê karbidestên dewleta Îranê ku bi kuþtina min hemû kîn û kerba xwe li ser min vala biken û bila xisarek negehe we. Ez bi sond, peyman û girêdana bi gelê xwe ve wefadar mame û qet ji we dûr nakevim... Ez berpirsyartiya her tiþtî digirim ser stûyê xwe...Bila baweriya we heya dawiyê bi min hebe...”.



    Dadgehkirina rêberên Kurd û bêpirensîbîyên birêveberên dadgehê


    Dadgehkirina lîderên komara 1946a Kurdistanê ku yek ji mezintirîn bûyer û mehkemên siyasî di hemû Îran û Rojhilata Navîn de tê hesibandin, ji ber çend xalan pir girînge. Girîngtirîn xal berxwedana Pêþewa Qazî Mihemed û hevalên wî ye ku bi eþkerahî dizanîn ewê bêne kuþtin. Lê wek þahidên artêþa Îranê bi xwe jî didin xuyakirin, Qazî Mihemed di hemû çaxê mehkemekirinê de heta carekê jî serê xwe netewand û hertim bêtirs û bi serbilindî bi bersivên xwe yên mentiqî, hemû amade bûyîyên di dadgehê de heyretgirtî kiribûn. Xaleke din ya girîngiya mehkemekirina þehîdên azadiya Kurdistanê vê rastiyê jî dide xuyakirin ku her sê Qazî di baweriya xwe ya bêdawî ji bo diyarkirina qedera siyasî ya gelê Kurd û îmana wan ya bi dewama þoreþ û demokrasiyê gelek zêde bûye.

    Di dadgeha formalîte û leþkerî de ku artêþa dewleta cinayetkara Îranê di leþkergeha Mihabadê de pêkanîn, li dijî her sê serokên Kurd zû biryara darvekirinê hat dayîn. Hertiþt di Çar rojan de bi dawî bû ku ev berevajî hemû xal û zagûnên yasaya bingehîna Îranê bû.

    Dadger û hevalên wî di biryar û karê xwe de ne xwedî insyatîfek serbixwe bûn û biryara dawiyê ji aliyê Inglîz û Emrîkîyan ve hatibû dayîn. Bi qasî ku birêveberên dadgehê di bîr û rayên xwe de bêîrade û lawaz bûn, Pêþewa Qazî Mihemed û hevalên wî jî xwedî îradeyek wisa mezin û bihêz bûn ku nimuneyek mezin ji fîdakarî û welatparêziya wan û bawera wan ya bêdawî bi pêþkeftina civakî û siyasî, demokrasî û rizgariya Kurd û Kurdistanê bû. Ew di berdewa armancên xwe de mîna çiyayekî mezin piþtrast û bi bawer bûn.

    Lê tiþtê herî giring di çaxê mehkemekirinê de ev rastî bû ku birêveberên mehkemê ji îman û bawermendî, rastî, cesaret, zanyarî û mêrxasiya lîderên Kurd e´cêbgirtî mabûn. Bi taybetî bersivên Pêþewa Qazî Mihemed ku bi piranî wî jî bi pirskirina pirsekê, bersiv dida pirsên serokê dadgehê, tevlîhevî xiste nava karê mehkemekirinê. Pêþewayê Kurd 14 seetan bi awayekî mentiqî bi wan re axivî û ji wan re da selmandin ku Kurdan di pêkanîna komara Kurdistanê de karekî qanûnî kiriye û mafê wane ku li ser diyarkirina qedera xwe ya siyasî, xwedî biryar û kiryar bin.

    Bi van dîtinên berfireh ew þehîdên destpêka demokrasî û azadiya gelê Kurdistanê û hemû gelên Îranê bûn ku ji bo gehiþtina bi armancên xwe, amade bûn canê xwe jî pêþkêþî doza gel û demokrasiyê biken.

    Di cihekî dadgehkirinê de ku bi serokatiya serleþkerî Îranî yê bi navê“ Parsî Tebar ”hat birevebirin, dema ew ji Pêþewa Qazî Mihemed re dibêje:” We xwe kire aletê destê dijimin...”, ew jî bi îradeyek bihêz ku ji hereket û rûyê wî yê nûranî dihat xuyakirin, wiha bersiv wî da:” Hûn li kûr bûn ku pêþiya vê jenûsîdê(facîê) bigirin. Bi van hemû stêrk û mîdal û vaksîlan, hûn li kûr bûn dema ev dijmin hat nava axa welatê me?! Min bi xwe gelek efser û serbaz dîtin, bê wê hindê ku dijmin nêzî wan bibe û bi sedan kîlometro ji wan dûr, silah(çek) û hemû tiþtên xwe yên din bi deste kincekî diryayî(qetyayî) digûherandin ku ji qada xebatê birevin. Min bi xwe zêdetir ji sed kes ji van hêjayan birinê mala xwe û ez ji wan re li ser îman, berxwedan û fîdakariyê axivîme ku razî nebûn. Min xwarin û kinc dan wan û dirav(pere) jî danî nava berîka wan û çek(silah)a wan careke din ji wan re vegerand û min gote wan:” ku ev namûsa weye û wê nedanin e´rdê ” û di dawiyê de min ew þandin Tehranê... Ger piþtî valahiya desthilatdariyê di herêmê de min berpirsyartiya birêvebirina herêmê girtiye destê xwe, ji ber wê hindê bûye ku gelê Kurd bi piranî ev berpirsyartîya han pêþniyarî min kirin. Lê ez li pey meqam an jî cihbilindiyê nebûm, çimkî min ew hebûn. Armanc ew bû ku ji difin(poz)a kesî xwîn neyê û wiha jî çêbû. Lê hûn ku li vir bi fermana axayên xwe yên Emrîkî û Inglîzî dixwazin me bi îdamê mehkûm biken, ev qas li dora tiþtên vala negeirin û vala neaxivin û destûra wan ya di berê de hatî diyarkirin, pêkbînin. Mirina di riya gel û azadîyê de ji me re þirîn e û em bi can û dil vê þerefê dipejrînin. Baweriya we hebe di çaxê daleqandinê de axînek jî ji min nayê....”.

    Hemû parastin û axaftinên Pêþewa Qazî Mihemed ji dil û can bûn û nexwest ku di rûyê dijmin de lawaziyê ji xwe bide nîþandan û bi vî rengî gelê Kurd li cem neyarên wan bê tehqîr kirin. Ji bona wê jî dema serokê mehkemê bi axaftinekê bêhurmetî bi gelê Kurd kir û Kurd kûçiksifet bi nav kirin, Pêþewa rabû ser piyan û xwest bi kursîya(sendelîya) ku li ser rûniþtibû hêriþê bike ser serleþker Parsî Tebar. Ev kiryara lîderê Kurd tirs û xofek mezin xiste dilê wan û ew neçar man ku navberekê bidene karê xwe yê dadgeh kirina her sê Qazîyan. Nûnerên e´daleta Îranê ya rizyayî zû pêhesiyan ku nikarîn bi awayekî qanûnî serokê Kurd û hevalên wî mehkûm biken. Çimkî Pêþewa Qazî Mihemed þarezayîyek zêdetir û baþtir ji wan li ser naveroka qanûna bingehîna Îranê hebû û dizanî ku çawa li hemberî wan bisekine û li berxwe bide.

    Necef Qulî Pisyan ku þahidekî çaxê dadgeh kirinê bû di cihekî pirtuka xwe ya bi navê ( Ez Mihabadê xunîn ta kinarêhayê Eres_ Ji Mihabada bi xwîn heya qiraxên Ersê) dibêje:” Di dadgehê de Qazî Mihemed hêriþî ser siyaset û kiryarên dewleta Tehranê kir û got: Ez ji kuncikê vê zindanê diqêrînim û ji dewleta Tehran û desthilatdarên wan re dibêjim ku hûn gunehkarin ne em... we hêriþ anîye ser ax û welatê me û mal û milkê me talan diken...”.

    Herwiha rojnamevanek bi navê Sulêyman H jî di vê derbarê de dibêje:” Qazî got ku divê hûn li cihê me bên girtin û mehkeme kirin ku we hêriþ anîye ser me û di malên me de we em hêsîr kirine û xistine nava girtîgehê...Tevaya karên ku rûdane ji ber siyaseta dewletê ya zalimane ye. Dewletê heta izin nedida ku gel bi deng û raya xwe nunerên xwe biþîne parlimanê... Ger dewlet hemû Kurdan weke xayîn dizane, bila destê xwe ji vî e´rdî hilgire û ger welatparêz dihesibîne bila izinê bide ku kar û barê birêvebirina xwe ew bi xwe hildin destê xwe...”.

    Qaz Mihemed qet ji karê xwe poþman nebû û di dadgehê de xwe mîna destpêkerê þoreþa demokrasiyê di Kurdistanê de binav dike. Herwiha ew bi dadgerê Îranî dide fam kirin ku berevajî birêveberên komara Azerbayicanê birêveberên komara Kurdistanê di bin bandora ti hêzeke biyanî de dewletek Kurdî pêkneanîne. Ew di dadgehê de bi dengekî bilind ji wan re dibêje:” Ev karê min ji ber evîna min ya ji bo welat û gelê min bû, her belaya ku hûn dixwazin bînin serê min, lê gelê min nerihet meken...”(6)

    Helwest û cesareta Sêyfî Qazî û Sedrî Qazî jî berpirsyarên dadgehê serþêwandî kiribûn û nedizanîn bi çi awayî bersiva pirsyarên wan yên mentiqî û rast biden!!.



    Helwesta nunerên Emrîka û Inglîz


    Di wê serdema ku rewþa cîhanê ya siyasî-civakî bi awayekî cuda ji ya îro bû û her du bilukên Rojhilat û Rojava bi hevre di rikeberatiyê de bûn, çend caran nûnerên Emrîka û Inglîz di girtîgehê de hatin dîtina Qazî Mihemed û xwestin ku wî bikþînin aliyê xwe û ji bo berjewendiyên xwe yên kedxwarî ji hurmet û bilindahiya wî ya civakî-siyasî mifayê bistînin. Qazî Mihemed herçend dizanî ku bi vî karî yê sedîsed ji mirinê rizgar bibe û dewleta Îranê nikare wî îdam bike, lê daxwazên nunerên Emrîka û Birîtaniya nepejirandin. Li gor wan belgeyên ku niha hatine weþandin, beriya destpêka mehkema yekemîn çaxê ku her sê Qazî li Mihbadê di binçavdêriyê de bûn, konsulê Emrîka birêz “Lîstir Sîtun” li bajarê Tebrêzê, konsulê Inglistanê birêz “Kars”, nunerê kilîsaya protestan ya Emrîka birêz “Lio Ingstun Bîtlî”, siyasetmedarê Emrîkî yê agehdar di pirsgirêka Kurdan de birêz “Duhar” û herwiha sefîrê Emrîka “Gorg Alen” li Tehranê her yekî bi awayekî nihînî xwe gehandin bajarê Mihabadê û bi hevkariya berpirsyarên artêþa Îranê di girtîgehê de çûn cem Pêþewa Qazî Mihemed. Lê wan nekarî îrada lîderên Kurd biþkênin û wan ji xwe re bikirin. Di hevdîtina ku Duhar bi Qazî Mihemed re pêktîne jîre wiha dibêje:”Ger Qazî di Kurdistanê de siyasetên Emrîka birêve biben(îcra biken), emê ji wan re hevkariyê biken û ewê ji girtîgeh û îdamê rizgar bibin...”

    Gorg Alen jî dibêje:” Eger Qazî razî bibe, dewleta Emrîka jî amadeye ku ji bo pêkanîna dewleta serbixwe ya Kurdistanê hevkariyê pêre bike...”.

    Lê bersiva Pêþewa Qazî Mihemed di dema ku dizanî roj bi roj dema þehîd bûna wan nêzîk dibe, li hemberî tevaya van pêþniyar û daxwazan Emrîkî û Inglîzan wiha bû:” Ez ne mirovekî durûme û baþ dizanim ku hûn ji min Çi dixwazin, lê ez bawerî û îmana xwe ji dest nadem. Ez nikarim xiyanetê li gelê xwe bikem. Min û gelê xwe destê biratî û dostîya Sovyetistanê girtiye û ji hevkarî û piþtgîriya wan Pêþewazîyê dikeyin.”(7)

    Hêzên mezin wê demê heta Kurdên ku di xizmeta berjewendiyên kedxwaran de bûn jî, xistin dewrê ku Qazî Mihemed razî biken û wî bêxin xizmeta berjewendiyên xwe yên siyasî. Wan bi riya serokwezîrê wê demê yê Îraqê Nûrî Seîd ku di xizmeta siyaseta Inglîzan de bû, xwestin ku Þêx E´laeddînê Zîniwê ji Qazî Mihemed re nameyekê binivîse û wan razî bike ku ew herin Îraqê. Þêx E´laeddîn nameyekê dinivîse û bi riya kurê xwe Þêx Ebdulqadir nameya xwe digehîne destê Qazî Mihemed. Lê Qazî di bersiva Þêx E´laeddîn de ji kurê wî re wiha dibêje:” Ji bavê xwe re bibêje ku ew bixwe xûlamê bîyanîyaye, ev bes nîne ku dixwaze ez jî xwe bifiroþim wan...”

    Her roja ku derbas dibû, di zindana tarîya dijminan de riha canfîdayî û berxwedana sembolên canbihûriya Kurdan zêdetir û geþtir dibû. Ew di wê baweriyê de bûn ku gelê Kurd zû an jî dereng rojekê yê azadîya xwe ji dagîrkerên Kurdistanê bistînin. Berpirsyarên dewleta navendiya Îranê carekê bi nihînî Qazî Mihemed û hevalên wî birin Tehranê jî, lê berpirsyarên Emrîkî û Inglîzî nekarîn wan razî biken ku daxwazên wan bipejirînîn û xwe ji mirinê rizgar biken.

    Wek dayika Kurd Mîna Qazî jî dide xuyakirin, Qazî Mihemed beriya ku ji malê derkeve û li Miyanduavê xwe teslîmî serleþker Homayun bike, baþ dizanî ku yê bê Þehîd kirin. Lê wî carek din anî bîra me û xwe ku çi soz û qirar dane gelê xwe û di deravê teng de nexwest ji bo rizgarkirina canê xwe mîna Ceefer Pîþewerî gelê xwe di nava lepên gorên har û hov de bihêle û di dîrokê de wek mirovek tirsinok û rûreþ bê bi bîranîn.

    Ew kinifa ku nîþana bêdadîya hizar salî ya padiþahên Îranê bû, nekarî di bîr û rayên wan yên azadîxwaziyê de gûherandinê çêbike. Ev rastî piþtî 56 salan ku arþîva millîya Îranê hinek belge û dokumentên li ser mehkemekirina her sê Qazîyan belav kirin, bi awayekî rontir tê selmandin. Di vê derbarê de rojnamevan û nivîskarên Îranî û biyanî jî derheqa rêberên Kurd de gelek xalên girîng dan eþkere kirin. Ji van belgan tê xuyakirin ku fîdakariya Pêþewa Qazî Mihemed û hevalên wî ji bo pêþeroja Kurd û hemû gelên Îranê dergehekî nû vekir ku ew jî dergehê demokrasîyê bû.

    Piþtî ku di dadgeha yekemîn de biryara îdamkirinê hat dayîn, heya sê mehan serokkomarê Kurdistanê û hevalên wî nehatin îdam kirin. Sedemek ji bo vî karî ew bû ku belkî Emrîkî û Inglîzî bikarîbin bi riya þiwirandina bi wan re bîr û rayên wan ber bi berjewendiyên xwe ve vegûhêzin. Lê sedema girîngtir ew bû ku hêzên pêþmerge û artêþa Kurdistanê di bin serokatiya nemir general Mistefa Barzanî de li herdera Kurdistanê belav bibûn û Þerê di navbera artêþa Îran û Kurdan de berdewam bû. Nunerê Sovyetistanê li bajarê Tebrêzê di raporteke xwe de dibêje:” Dema ku Kurdan hêriþî ser beþên cur bi curên artêþa Îranê dibirin û Þerê artêþa axayên xwefiroþ dikirin, wan ji ber tirsê û bi nîþana teslîmbûnê, ala Kurdistanê di çeperên xwe de bilind dikirin û wêneyê Pêþewayê Kurdistanê(Qazî Mihemed) hildigirtin destên xwe... ti rojek nîne ku ji herêma Kurdistanê Çend kamiyunên birîndar û kuþtîyan neînin Tebrêzê...”.

    Di vê navê de hêrþên hêza esmanîya Emrîka û her du dewletên Îraq û Tirkiyê jî hevkariya dewleta Îranê dikirin.Lê pêþmergeyên nemir general Mistefa Barzanî û Zêroyê Herkî(Bihadûrî) xisarek mezin gehandin artêþa Îranê.

    Roja 28ê Marsa sala 1947an serleþker Elî Rezima Ara û sefîrê Amirîka Gorg Alen hatin Mihabadê û bi awayekî nihînî di bin berpirsyartiya serleþker “Nîkozad” de bo cara duyê û dawiyê dadgeha Pêþewa Qazî Mihemed, Sedrî Qazî û general Sêyfî Qazî carek din destpêkir. Vê carê kîna wan ji Qazîyan pir zêde bû. Ji ber ku wan bi ti awayan nekarîbûn bigehin armancên xwe. Bersiva berpirsên Emrîkî û Inglîzî ji bo îdamkirina her sê Qazîya pozîtîv bû û Mihemed Riza þahê Pehlewî ku bi hevkariya wan li ser kursiya selteneta Îranê rûniþtibû, hukimê îdama Pêþewa Qazî Mihemed û hevalên wî îmza kiribû ku di destê serleþker “Elî Rezim Ara” de bû.

    Di dadgeha duyemîn de jî serokkomarê Kurdistanê û hevalên wî bê wê hindê ku belge an jî nivîsek di destê wan de hebe, parêzvaniya xwe kirin û bi netewe û welatparêziya xwe serbilind û bi karê xwe îftixar dikirin.

    Mîna Qazî di vê derbarê de dibêje:” Serwan Þerîfî Piþtî bi dawîbûna dadgehê hat mala me û bi dilekî tejî hesret û xem wiha got:” Heyfa mirovekî weke Qazî Mihemed, heyfa vî zilamê mezin, zana û hekîm. Duh dema pêkhatina mehkemê Qazî Mihemed Çar seetan axivî û bi îlim û mentiq û zanyarîyên xwe hemû birêveberên dadgehê e´cêbgirtî kirin. Qazî Mihemed bi evîn û fîdakariyek wisa mezin diaxivî û bala endamên dadgehê bi awayekî kiþandibû ser xwe ku ti kesekî ji wan nedikarî axftinên wî qût biken...”.(8)

    Di rastiyê de Qazî Mihemed ne tenê birêveber û endamên dadgehê mehkeme dikirin, belkî rijîma Îranê ya paþayetî jî rûreþ û riswa kiribû û mafdarbûna doza gelê Kurdistanê bi herkesî dida pejirandin.

    Serwan Þerîfî ku di dawiya mehkemê de fermana îdamkirina îdama Qazî Mihemed û hevalên wî nepejirandibû, ji ber vê helwesta xwe ya mirovanetiyê ji artêþê hat derxistin û piþtre ji ber vê camêrî û helwesta xwe ya mirovanetiyê rastî gelek serêþî û nerihetiyan hat.

    Nîve þeva 31ê Marsa sala 1947an bû. Dilgemar û mêrkujan serokkomarê Kurdistanê bi hinceta wê hindê ku yê wan biþînin Tehranê, anîn qada Çiwarçira û piþtî ku çavên serokkomar bi sêdarê îdamê ketin, berê xwe da serleþker Parsî Tebar û bi rûyekî xweþ wiha jêre got:” Hûn ji termên me jî di tirs û wehþetê de ne, ger dixwazim me îdam biken, Çima derewan dikin û dibêjin emê we biben Tehranê. Weke eþkereye derewgotin û durûyî qanûna we ye...”.(9)

    Piþtre Pêþewa di hundurî salona þaredariya Mihabadê de wesiyetnameya xwe dinivîse. Wek efserên Îranî didin xuyakirin du wesyetnameyên Pêþewa Qazî Mihemed hebûne ku yek siyasî û ya din jî ji bo malbata xwe nivîsîbû. Lê wesiyetnameya siyasîya her sê Qazîyan jî heya niha neketiye destê Kurdan. Li gor gotina efeserên ku di Çaxê îdamkirinê de amde bûn di rûyê Qazî Mihemed de ti nîþanên tirs û wehþeta ji kuþtinê nehatine dîtin. Ew mirovekî netirs û bi xîret bû. Di wê þevê de wî ji Mela Sidîq(10) re gotiye:” Binivîse, bila gelê Kurd bizane ku ez heya bêhina dawiya jiyana xwe, kurê fîdakarê wan bûm... Ji bo ku mîna bajarê Tebrêz Mihabad jî wêran nebe û namûsa we bê parastin, ez nereviyam û min xwe ji were fîda kir. Niha ez soza xwe ji bo we bi cî tînim û di wê baweriyê deme ku di dirêjahiya dîrokê de canfîdayîyek wiha nehatiye dîtin. Elbet li ser we jî ferze ku riya min bidomîn û tola min ji dagîrkerên welatê xwe bistînin. Ez îftixar dikem ku di riya gelê xwe de canê xwe dikim qûrban. Bijî serxwebûn û azadiya Kurdistan...”.

    Pêþewa Qazî Mihemed di bin sêdara îdamê de dibêje: ”Ey gelê Kurd riya azadiya xwe bermeden. Baweriya xwe bi dewleta xwefiroþa Pehlewî neînin, soz û qirarên wan tev derewin. Wan derew gotin me, dev ji Þoreþ û xebatê berneden, bijî azadî... ”.

    Dema ku berpirsên dewletê xwestin çavên Qazî Mihemed bi destmalekê girê biden, wî izin neda û ji wan re wiha got:” Ey xayînino, ez li hember gel û welatê xwe ne Þermizarim ku çavên xwe bigirim...Dixwazin di van kêliyên dawiya jiyana xwe de bi î´zet û serbilindî li asûyên sibeha welatê xwe yê bedew binêrim ku çawa berçêla tarîtiyê diçirîne(þeq dike). Ez kurê wefadarê gelê xwe bûm û heme. Mirin ji bo kedxwariyê, mirin ji bo Pehlewî, bijî Îrana azad, bijî gelê Kurd û bijî Kurd û Kurdistan...”.































    Bi vî awayî kurê þîrhelalê gelê xwe, Qazî Mihemed Þerbeta þehadetê vexwar û bi kiryar û gotinên xwe yên mêrane di dîroka gelê xwe de bû rêberekî efsaneyî û mîrasek bê mirin yê berxwedanê.


    Piþtî Þehîdkirina Pêþewayê Kurd general Mihemed Husên Sêyfê Qazî ji zindanê anîn qada Çiwarçira. Dema wî termê serokkomarê Kurdistanê bi kinfê ve daleqandî dît, bi dengekî bilind li ser serê Îranîyan qêrîya û wiha got:” We çawa serokkomarê Kurdistanê îdam kiriye!!?, bijî Qazî Mihemed, bijî azadî...”. Bi van dirûþmên ku wî didan ew ber bi sêdara îdamê birin û kinf xistin stoyê wî. Lê dema ew daleqandin kinifa darê îdamê qetiya û ew carek din ket e´rdê. Sêyfî Qazî mîna pehlewan û qehremanên efsaneyî carek din rabû ser pîyan û wiha got:” Ey efserên xayîn, hûn û padiþahên we, rê û a´detên we û axayên we weke vê kinifê rizyayî ne...”. Piþtre carek din kinif xistin stoyê wî û ew jî Þehîd kirin.

    Berê sibê demjimêr 5ê sibê Sedrê Qazî jî anîn qada Çiwarçira û dema xwestin avê jêre bînin, wî nepejirand û got:” Ez ji destê kûçikên pîs yên weke we avê venaxûm û ez jî mîna bira û pismamê xwe dixwazim bi çavên vekirî herim bin darê îdamê....”.

    Bi vî awayî û di rewþekê de ku wan bi rihetî dikarî can û malê xwe ji destê cinayetkarên dewleta Îranê rizgar biken, her sêyan bêpoþmanî û bêtirs werîsê xeniqandinê xistin stoyên xwe û di riya demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn de pêngavên girîng û dîrokî avêtin. Bi awayekî ku ne tenê di nava Kurdan de, belkî di nava hemû gelên azadîxwaz de ew Þehîdên rûmeta bilinda mirovanetiyê tên hesibandin. Çimkî wan bi vê fîdakariya dîrokî navê xwe di mêjûya hemû gelên sitem dîtî de, bi ava zêr dan nivîsandin û tomar kirin.



    Raya giþtî û þehîd bûna rêberên Kurd


    Nivîskara Îtaliyayî Marya Maçokî di pirtûka xwe ya bi navê Îran û Xebat de dinivîse:” Kuþtina hovane ya pêþewayê xebata azadîxwaziya gelê Kurd, Qazî Mihemed û birayên wî û þehamet û qehremaniya ku wan di Çaxê îdamkirinê de ji xwe nîþan dan, ti wextekî ji bîra mirovan naçe. Navê van birayan, hemû gelê Kurd ji bo xebata di riya bi destxistina azadî û demokrasiyê dilivand...”

    Kovara Firansî ya bi navê “ Muayîn Awiryan” jî wiha nivîsîbû:” Bîranîna xatireya rêberê navdar û pêþverû û xweþfikirê gelê Kurd û lîderê bizava demokratîka Îranê, Qazî Mihemed û birayên wî ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatin îdamkirin, ne tenê ji bo Kurdên Îranê belkî ji bo kêmnetewe û gelên din jî bûn dirûþme û nimuneyên Þoreþgerîyê ”.

    Herwiha dîplomatê Emrîkî Arçîbald Rozvêlt jî ku demekê di sifareta Emrîka li Tehranê wezîfedar bû, di pirtûka bîranînên xwe de wiha dibêje:

    ” Ez bi rojnamevanên Emrîkî û Firansî çûme Mihabadê ku ji nêzve komara otonomiya Kurdistanê bibînim û bi serokkomarê wê re biaxivim. Ji me re hat e´yan kirin ku rê û zagûnên komara Kurdan bi awayekî mukemel hatine damezrandin... Me bi dîtina Qazî Mihemed hisskir ku ew di nava gel de xwedî hurmetek taybetî ye... Qazî mîna intirnasyonalîstekî pêþverû, hurmetek taybetî ji bo gelên din li ber çav digire... Qazî mirovekî bi cesaret, zîrek, karzan û bênimune, xwedîyê mentiq û axaftinkerekî hosta bû ku bi her awayî xebtî daku rê û zangûnên dewleta Kurdistanê li ser bingeh û esasekî bitew û bihêz ê demokrasîyê darijîne...”(11)



    Berwawidek di navbera Komara Kurdistan û Komara Îslamîya Îranê de


    Pêwîste bê zanîn ku komara Kurdistanê li gor mercên wê dema cîhanê ji aliyê rê û zagûnên demokratîk, dewletek pêþverû bû. Ji ber ku di wê demê de bi giþtî li hemû cîhanê bi qasî hejmara tilîyên her du destan dewletên demokratîk di cîhanê de tunebûn ku divê komara Kurdistan yek ji demokratîktirîn dewletên wê demê bê hesibandin. Ger komara Kurdistan ya berî 56 salan bi komara Îslamîya Îranê ya îro re bê qiyaskirin, yê gelek cudahî bên dîtin. Komara paþverûya îslamîya Îranê ku meleyên Þî´î rêbertiya wê dikin, biçûktirîn maf ji bo kêmnetewên millî li ber çav nagire û ji bo vê armancê jî heya niha bi deh hezaran Kurd û kêmnetewên din ji aliyê wan ve hatine tîrbaran kirin û kuþtin. Lê di Çaxê komara Kurdistan de rewþa jiyana kêmnetewên olî û millî bi awayekî din bû û hurmeta mafê hemû kêmnetewên olî û millî di çaxê desthilatdariya Kurdan dihat parastin. Di van 21 salên derbasbûyî de bi hezarn kes rewþenbîr, siyasetvan û xelkê sivîl çi li dervey Îranê û çi di nava sinorên Îranê de hatine îdamkirin û terorkirin. Bi awayekî ku di roja îro de Îran di raya giþtî de mîna dewletek hov û piþtîvana terorîsima cîhanê tê hesibandin û binav kirin. Lê di 11 meh temenê komara Kurdistanê de heta yek kes jî ji ber armancên xwe yên siyasî nehat girtin û teror kirin. Di girtîgehên komara meleyên paþverû de bi sedhezaran mirov ji ber bîr û rayên xwe yên siyasî jiyanek tal û dijwar derbas diken û nikarin xwe ji zincîrên hêsîriyê rizgar biken. Herwiha komara demokratîka Kurdistan bi komarên mîna Tirkiye, Îraq û Sûriyê re jî di çi awayan de nayê berewird kirin.



    Ew namirin û di dîrokê de bûn efsane


    Di e´smanê þevên sayî û tarî de, gelek stêrk dibiriqin, lê ronahiya hinek stêrkan zêdetir e û bala mirovan bêtir dikiþînin ser bedewî û tîrêjên xwe yên tejî hîvî. Dîroka gelên azadîxwaz jî mîna e´smanê tejî stêrkên cur bi cure. Lê hinek kes, stêrkên tejî ronahî yên dîroka netewekê ne ku bi nûra xwe ronahî û bexteweriyê pêþkêþî gelê xwe diken. Ew bi ti awayî vemirandinê napejirînin û mîna mumikan diþewitin daku ji civata xwe re ronahî û bexteweriyê pêþkêþ biken. Pêþewa Qazî Mihemed, Sedrê Qazî û Seyfê Qazî jî girantirîn berhemê xwe yê vê cîhanê yanî canê xwe gorî þerafet û doza gelê Kurdistanê kirin. Ew namirin, Çimkî ew tev mirovên xwedî xîret û netirs bûn ku ji mirinê netirsîn. Dilê wan ji hesinê polayîn bû, ji ber ku ji bo jiyaneke erzan piþta xwe nedan gelê xwe û ew bûn navên bêmirin ku bi hizaran salan yê di nava dil û mejiyê hemû azadîxwazên cîhanê de bijîn.

    31ê Marsê roja hemû Þehîdên Kurdistanê, yê bibe roja serhildanek giþtî di her Çar perçen Kurdistanê d. Bi wê hîvîyê ku em riya þehîdên xwe berneden.

    Kurd fîdakariya serok û Þehîdên xwe ji bîr naken. Ji bona wê jî navê Pêþewa Qazî Mihemed di helbest û stranên þaêr û hunermendên Kurd de cih girtiye. Cîgerxwîn, Qedrîcan, Pîremêrd û gelek kesên din canfîdayîya wan di helbest û stranên xwe de xemilandine. Li jêr nimuneyek ji strana dengbêjiyê ku ji aliyê dengbêjekî Kurd yê bi navê Helîm ve hatiye strîn:








    "Heger bîra we nayê,

    hûnê sond bixwin

    bi wê sonda mezin

    Bi serê Qazî Mihemd

    Bi xwîna Þêx Seîd,

    Ji wê rojê heya roja îro

    çavê qîz û bûkê Kurdistanê

    Ji hêsira,

    Ji girî

    Li ser fêrisa

    Ti carî betal nabin."






    Jêder û Têbînî:


    1. Pêþewa Qazî Mihemed behsa azadiya Kurdistanê dike ku bi serokatiya Hîzbî Demokratî Kurdstan komara Kurdistan hatibû damezrandin. Hizbî Demokrat li ser van bingehan hatibû damezrandin: Heqîqet, Edalet û Temedûn(þaristaniyet).

    2, 3. Yanî mexseda wî HDK e. Divê bê zanîn ku HDK di destpêkê de bi bê peyva Îran dihat naskirin. Li piþtî þehîdbûna Pêþewa Qazî Mihemed navê rêxistinê bû bi “ Hizbî Dîmokratî Kurdistanî Îran.

    4. rojnama kurdistan hejmar 10 15.11.1324 beranberî 04. 02. 1946

    5. Sonda péþewa Qazi Mihemed bi zarava Kurmanci wihaye:

    ’’ Ez bi Xwedé, bi kelama ezim(mezin)a Xwedé, bi niþtiman, bi þerafeta netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistané sond dixüm ku heya nefesa cané xwe ya dawiyé ü rijandina dilopa xwina xwe ya heri dawiyé, bi can ü mal di riya ragirtina serxwebün ü bilindkirina ala Kurdistané bixebitim ü nisbet bi komara Kurdistan ü yekitiya gelé Kurd ü Azerbayicané, muti’i ü wefadar biminim.’’

    6. Nemir Qazî Mihemed mirovekî Kurdperwer, dîndar û di çaxê serokkomariyê de zanîbû ku berpirsyartiyek girîng girtiye ser milên xwe û divê heya dawiyê li ser soza xwe ya ku ji gelê Kurd re dabû, wefadar bimîne. Ji bona wê jî nedixwest ji ber karên ku ew berpirsê wan bûye, gelê sivîl û bêguneh bê nerihet kirin.

    7. Ev helwesta exlaqî nîþana wefadarî û peyman neþkêniya mêrxas û þêrejinên Kurdaye ku di dîrokê de nimuneyên wiha gelek caran bi ber çav dikevin.

    8. Hevpeyvîna min bi dayika Kurd Mina Qazî(xanima Pêþewa Qazî Mihemed) re.

    9. Zêdetir ji 300 salaye ku birêveberên Îranî bi derew û durûtiyên xwe gelê Kurd û lîderên wan bi navê aþtî û lihevhatinê dixapînin û dikujin. Heta gelek caran wan serokên Kurd di nava mala xwe de jî kuþtine ku ev jî di nava koltura Kurdan de bêþermiyek wisa mezine ku qet nayê bexþîn. Ji Emîrxanê Lebzêrîn, Cewer Axayê Þikak, Simkoyê Þikak, Mengur Axa bigire heya Pêþewa Qazî Mihemed, Silêman Mûînî, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Dr. Sadiq Þerefkendî û...hwd tev bi navê diyaloga aþtiyê bi destê padiþah û meleyên Îranê hatine þehîd kirin.

    10. Mela Sidîq mirovekî xwefiroþ û xulamokê dewleta Îranê bû ku di kêliyên dawiya jiyana serokên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve ji bo nivîsandina wesyetnameya lîderên Kurd hevkariya dijminê gelê xwe dikir. Gelê Kurd ev xiyaneta wî ji bîr nekirin. Ji bona wê jî wî nekarî jiyana xwe di Mihabadê de berdewam bike û piþtre ji nava Kurdan reviya.

    11. Nivîsa Nemir Rehîm Qazî “ Esrarê muhakimêyê Qazî Mihemd ve yaraneþ bi zimanê Farsî_ Esrarên mehkeme kirina Qazî Mihemed û hevalên wî”.






    Kakþar Oremar














    Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.

    Weþandin:: 2003-05-06 (6235 car hat xwendin)

    [ Vegere ] | PRINTER


    | PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |


    PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
    Email : xoybuncom@yahoo.de
    _______________________________________________

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Download !!!

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    _______________________________________________

    Content û Naverok


    _______________________________________________

    Pêlê Logoyên Li Jêr Bikin ! Press the Logos Below !


    Open Society Foundations


    Clinton Foundation


    Bill & Melinda Gates Foundation


    Rockefelleer Foundation


    International Monetary Fund (IMF)


    Office Of George W. Bush


    Bush Foundation


    George W. Bush Foundation


    IBRD - IDA | World Bank Group


    Rockefeller Capital Management

    _______________________________________________

    _______________________________________________


    Private Bank - Deutschland Frankfurt

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Neue, Biligen und Große Wohnungen Zu Vermieten.

    Gratis Strom und Heizung für Mieter.

    _______________________________________________


    _______________________________________________


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Pîzza, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Kîosk, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Tabacco

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________



    Kurdistan, ''Þerab bi kurdî xweþ e''.

    _______________________________________________



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.

    _______________________________________________


    Wodka Stepanoff - Doppelkorn - Weinbrand und etc

    _______________________________________________






                    
    Google