Bi xêr hatin ser PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
         
                Kurdish   |   Turkish   |   Engilsh  |   German

Menu
  • Rûpela Serî
  • Nivîskarên Xoybunê
  • Nivîskarên Mêvan
  • Dîrok û Kurd
  • Nexiþê Kurdistanê
  • Belavok Lêgerîn
  • Cand û Huner
  • Helbestên Gel
  • Forum
  • Ankêt
  • Nuce
  • Album
  • Slayd Show
  • Muzîka Kurdî - 1
  • Muzîka Kurdî - 2
  • Kovara Xebat Vejîn
  • Kovara Xoybun
  • Pelgeyên bi Kurdî
  • Perwerdeya Siyasî
  • Malperên Kurdan
  • Li ser me
  • Arsiva Nûceyan
  • Nivîs & Nûçe Biþîne
  • Game-Cilîp- Listik
  • Game - 36KurdishTV

  • Nivîskar

    Ali Cahit Kirac

    Belavok
  • Belavokên Me
  • PDK- ARSIV
  • Belavokên We
  • Arþiva Xoybunê
  • Arþiva Niviskaran
  • Niviskarên Derkirî

  • Helbest
  • Ehmedê Xanî
  • E. Xanî - Memozîn
  • Mela Ahmedê Cizîrî
  • Dîwana Melayê Cizîrî
  • Feqîyê Teyra
  • Celadet Elî Bedirxan
  • Cîgerxwîn
  • Ciwanê Abdal
  • Osman Sebrî
  • Alî Cahît Kiraç
  • Feqîr Ehmed
  • Ahîn Zozanî
  • Abdullah Karabag
  • Alî Kolo
  • Armanc Nerwey
  • Aydin Coþun
  • Aydin Orak
  • Agir Abad
  • Bihrî Bênij
  • Dildar Îsmail
  • Ezîz Xemcivîn
  • Fethî Gezneyî
  • Felemez Akad
  • Hemreþ Reþo
  • Hîwa Qasim
  • Hindirîn Gullî
  • Hekîm Xêlexî
  • Hejarê Kurd
  • Hekîm Xêlexî
  • Husên M. Hebeþ
  • Amade Dive !!!!
  • Leyla Þemmo
  • Kiyaksar Temir
  • Konê Reþ
  • Kovan Sindî
  • Kalê Kurdîsî
  • Mehmed Çobanoxlu
  • Mehdî Mutlu
  • M.Kewê Dilxêrî
  • Mihemed Salih Alî
  • Tê Amadekirin !!!!
  • Navser Botanî
  • Nîhad Temir
  • Royarê Tirbesipîyê
  • Seydayê Dilmeqes
  • Sebrî Botanî
  • Sediq Sindavî
  • Seyid Feysel Mojtevî
  • Þivan Perwer
  • Þengal Osman
  • Seyda yê Arî
  • Îsmet Dax
  • Î. Xelîl Þêxmusoglu
  • FeyzulleKhaznawi
  • Xizan Þîlan
  • Y. Sebri Qamiþlokî
  • Helbestên We
  • Helbest û Stranê We
  • Helbest û Stranê Gel
  • Helbestê Bêperde-1
  • Helbestê Bêperde-2
  • Helbestê Bêperde-3
  • Helbestê Bêperde-4

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Kurd
  • Kronolijî
  • Imp. Med
  • 200 Salê dawî
  • Mervaniyan
  • Cum. Mahabad
  • Serhildanên Kurdan
  • Serokên Kurdan
  • Kerkuk Kurdistane
  • Nasîna Kurdistanê

  • Cand, Huner
  • Pêkenî 1
  • Pêkenî 2
  • Cîrok
  • Bûyerên Dîrokî
  • Gotinên bapîra
  • Tistonek
  • Dîlok
  • Durik
  • Henek
  • Kilîp û Vîdeoyê Kurdî
  • Pirs, Bersîv û Pêken
  • Çand huner û tiþt
  • Xwarinên Kurda
  • Sitran, Def û Zurne
  • Lîztik, Spielen, Game
  • Listikên Zarokan
  • Kincên Kurda
  • Edebîyata Kurdî
  • Zimanê Me
  • Perwerda Ziman
  • Perwerda Civana
  • Perwerda Zarok
  • Zarok
  • Qutîya Muzîkê-3

  • Nivîsên Siyasî
  • Kurdistana Serbixwa
  • Rêzname & Program
  • Projeyan

  • Rojane
  • Serxwesi
  • Biranin
  • Pirozbahi
  • Daxuyani
  • Sirove
  • Lekolin
  • Roj buyîn pîroz be
  • Roportaj
  • Agahdarî
  • Bang - Pêþwazî
  • Daxwaz
  • Xebatên me
  • Wesiyetname
  • Þermezar
  • Þahî û Þabun
  • Þirîgatî - Yekitî
  • Name ( Mektup )
  • Dîtin û Ramanê we
  • Civîn û Semîner
  • Ji Raya Giþtî Re
  • Xonçe, Xwençe

  • Jina Kurd
  • Tekoþina Siyasi
  • Tehdeyîyen Siyasi
  • Tehdeyîyen Civaki
  • Daxwazen We
  • Perwerde
  • Tenduristi

  • OL
  • Ola Êzîdî - Agahdarî
  • Ola Êzîdî - Nasîn
  • Ola Êzîdî - Wêne
  • Ola Zerdeþtî
  • Ola Cihû - Nivîs
  • Ola Cihû - Wêne
  • Îsa Mesîh - Jesus
  • Bibel & Jesus - Film
  • Ola Îslamî - Nivîs
  • Ola Îslam-Mewlud

  • Survey
    Hun dixwazin di vê malperêde zêdetir ci bibînin?

    Sîyaset
    Nûçe, Radyo, TV
    Dîroka Kudistan
    Cand & Huner
    Muzîka Kurdî
    Wêne ( Foto )
    Nivîskarên Kurd
    Zimanê Kurdî
    Pirtûk û Kovar
    Helbestên Kurdî
    Dibistana Kurdî
    Ansîklopedî



    Encama Pirsînê
    Pirsînên me

    Dengdan: 43299
    Nirxandin: 0

    PDK - Slide Show
  • Barzani Slide Show
  • PDK Slide Show 1
  • PDK Slide Show 2
  • PDK Slide Show 3
  • PDK Slide Show 4
  • PDK Slide Show 5
  • PDK Slide Show 6
  • PDK Slide Show 7
  • PDK Slide Show 8
  • PDK Slide Show 9
  • PDK Slide Show 10
  • PDK Slide Show 11

  • Di dirokede iro
    Rojek wek îro...

    Slide Show – Xoybun

    Muzîka Kurdî – 1

  • Muzîka Kurdî - 1

  • Muzîka Kurdî – 2
  • Muzîka Kurdî - 2

  • Photo Gallery–Xoybun

    Foto & Animasyon
  • Nîþana Azadîyê
  • Tekoþîngerên Kurda
  • Wene ( Foto ) - 1
  • Wene ( Foto ) - 2
  • Flaman û Logo
  • Anîmasyon
  • Lîztik-Spielen-Game

  • Projeyên Kurd
  • Projeyên Kurd

  • Lêgerin / Link
  • Malperên Lêgerinê

  • TV'yên Kurdistan ê.
  • Kurdistan TV - Zindî-1
  • Kurdistan TV - Zindî-2
  • Zagros TV - Zindî
  • Kurdistan TV
  • Kurdsat - Zindî - 1
  • Kurdsat - Live
  • Roj - TV - Zindî - 1
  • Roj - TV - Zindî - html
  • Roj - TV - Zindî - swf
  • MMC - TV
  • XOYBUN - TV
  • Þîn Þahî - TV
  • Êzidî - TV / Zindî
  • Malpera Êzidî-TV/Zindî
  • Rojava - TV
  • KNN - TV
  • Rojhelat- TV
  • Zagros - TV
  • Komala - TV
  • Kurd-1 TV - Zindî
  • Tishk - TV
  • Vîn - TV
  • Newroz - TV
  • Zaza TV-Flash-Player
  • Zaza-TV-Media-Player
  • Zaza TV

  • Paltalk Download
  • Paltalk Download

  • Reklam
  • Hunermendên Kurd
  • Karmendên Kurd
  • Kirîna Tiþtan
  • Firotina Tiþtan

  • Radio Xoybun
    Radio Xoybun - Dengê Vejîn ê, Amade Dibe !

    Ansîklopedîya Xoybun
    Ansîklopedîya Xoybun ê A û B, Amade Dibe !

    Partî û Rêxistin


    Medya Kurd, Ereb, Tirk
    Bijî Kurd û Kurdistan
    Malperên Kurdî, Yê
  • Polîtîk-Civak-Huner.

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Erebî

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Tirkî


  • Qutîya Muzîkê-1
  • Qutî ya Muzîkê - 1

  • Zêrzewat ( Sewze )
    Zêrzewat ( Sewze )

    Sazîyên Dijberê Tirka
    Rêxistinên Dijberê Tirka

    Radyo Zindî ( Lîve )
    7 - Radyo yên Zindî

    Qutîya Mizîka Kurdî - 3
    Qutîya Mizîka Kurdî - 4

    Kurdî û Îngîlîzî
  • Perwerde ya Zimanê Kurdî û Îngîlîzî

  • Musa | Cihû | Jewry

     
    Dr. Nûredîn Zaza û Kurteçîrokên Wî







    Dr. Nûredîn Zaza û Kurteçîrokên Wî.

    STOCKHOLM, 3/12 2002 — Dr. Nûredîn Zaza, yê ko di nav koma hevkarên Hawarê de yê herî xort bû, jiyana wî jî mîna ya pir ronakbîrên kurd trajîk; lê bi rûmet, pirhêl, rengîn, bi tecrubeyan tijî û dewlemend derbas bû. Wî ji welêt bêtir dûrî, xerîbî û sirgûnî dît. Ew hê di deh-yanzdeh saliya xwe de mecbûr dimîne, digel kekê xwe Dr. Nafiz cih û warê xwe terk dike, ji ber zilm û zora tirkan, ji ber taqîbkirin û stemkariya polîsên wan nake der, riya azadî û rizgariya xwe di revê de dibîne. Ew û kekê xwe Dr. Nafiz baz didin û derbasî Sûriyê dibin. Ew pêþî diçin Helebê, paþê jî bi alîkariya hin kurdên nas û welathez li Þamê bi cih dibin.

    Nûredînê biçûk û kekê xwe demekê ji hev diqetin. Ji ber ko kekê wî doktor bû û welathezekî dilþewat bû, ji bo ko ew alîkariya kurdan bike, wan derman û derzî bike; ya girîngtir jî wan ji nezanî, belengazî, perîþanî û bindestiyê rizgar bike, berê xwe dide beriya Cizîrê û li wir di nexweþxaneyekê de wek doktor û di nava gel de jî wek mamosteyekî azadiyê dest bi xebatê dike.

    Nûredînê biçûk, lê yê ko niha di dibistana fransizan de xwendiye û xwe gihandiye, bûyerên Tirkiyê roj bi roj taqîb dike û dilê wî her ji bo gelê wî lêdixe. Loma, bombebarandina dewleta tirk ya li ser Dêrsimê tehmûl nake, ji bo protestokirina van kirinên dewleta tirk, bi hin hevalên xwe re (ku paþê di bin navê Hêvî de komeleyekê ava dikin) li sefaretên hin welatên Ewrûpayê digerin, ji bo piþtgiriya gelê kurd û lidijderketina ordiya hov, ji wan alîkariyê daxwaz dikin.

    Nûredîn Zaza li gelek welatan digere. Pêþî Sûrî, paþê Iraq, Lubnan û Siwîsrê... Ew di vê gera xwe de, an jî di vê jiyana xwe ya sirgûnê de gelek tade û neheqiyê dibîne. Ew di zîndanên kûr û tarî de hesreta çirûskek roj dikiþîne. Ew jiyana wî sirgûnê, tade û neheqiya ko lê dibe wî hê bêtir li xebatê gurr dike. Ew bi Cegerxwîn re dibe yek û bi helbestên wî, ko wê demê ji bo kurdên razayî zengilê þiyarkirinê bû, pê xelkê ji xewa nezanî û kirêt þiyar dike; bi Osman Sebrî re, ko ew jî weke wî mecbûr mabû, welatê xwe terk kiribû û li Sûriyê bi cih bûbû, yekemîn car, di sala 1957an de bingehê Partiya Demokrat a Kurd (P.D.K.) datînin. Berî lidarxistina Partiyê, ew li Ewrûpayê, di sala 1949an de bi hin hevalên xwe re “Komela Xwendekarên Kurd Li Ewrûpa” ava dikin û berpirsiyariya wê jî hildigire ser milên xwe. Bi avakirina vê komelê re gelek êrîþ têne ser Nûredîn Zaza. Ev êrîþ ne bi tenê ji welatên dagîrker, herweha ji komunîstên dogmatîk yên welatên dagîrker jî dihatinê. Van celeb komunîstan Nûredîn Zaza bi nasyonalîstî sûcdar dikirin û xwe jî bi înternasyonalîstî didane pêþ. Lê, ew înternasyonalîstiya wan, hindik ba jî, dîsan gelê kurd jê destekewtî nedibû û jê bi qasî misqalekî fêde nedidît.

    Nûredîn Zaza di sirgûnê de her sirgûn dibû, xwe nedida dest, dîlî û bêdengî nedipejirand; her li ber xwe dida, her dixebitî... Wek mînak; li Sûriyê partî danî, li Swîsrê komele ava kir û rojnameya bi navê “Dengê Kurdistan” derxist, li Bêrûdê berpirsariya radyoya kurdî, ko bermaya Mîr Kamiran Bedir-Xan bû, girt ser milên xwe.

    Vî ronakbîrê kurd ê bi rûmet, tu carî li ber zilm û zorê, neheqî û pîkoliyê serî dananî. Lê mixabin, kansera kambax pençê xwe avête vî camêrê rûspî, seriblind, zana û têgihiþtî û li xerîbiyê serê wî danî. Vê zerara mezin dostên kurdan xemgîn û dijminên wan jî dilþa kir.

    Dr. Nûredîn Zaza heta bi wefata xwe jî li Swîsrê dima. Ew li wir bi jineke swîsrî re zewicî bû û bavê lawekî bû. Ew li welatê xwe yê sirgûnê doktora xwe li ser “Herikîna Personalist di ramana fîlosofê fransiz Emmanuel Monnier” de dike û ji bilî xebatên xwe yên milîtanî û siyasî jî gelek bend û nivîsên bi kurdî, erebî û fransizî dinivîsîne û pirtûkeke helbestan bi navê “Þerê Azadî“ çap dike. Du pirtûk jî bi fransizî “Contes et Lé gendes du Kurdistan” û “Ma vie de Kurd” derxistine. Romana Ereb Þemo wergerandiye, destana kurdî “Memê Alan” digel pêþgotineke dirêj û bedew amade kiriye û hê jî gelek tiþtên wî yên neçapkirî hene.

    Lê, digel hemû tiþtan, digel xebatên wî yên siyasî, nivîs, bend û pirtûkên wî jî, dîsan ji bo min tiþtên herî balkêþ li ba Nûredîn Zaza, çîrokên wî ne. Ew di aliyê nivîsandina çîrokan de xurt, têgihiþtî û li gorî dema xwe nûjen bû. Hê di bîst û du saliya xwe de gava çîroka wî ya yekemîn “Xurþîd” di kovara Hawar, hejmar 27, 15 Nîsan 1941ê de derketibû, ez bawer dikim wê pir kêfa xwendevanên Hawarê hatibe.

    Ev çîroka wî ya ko di bin navê Nûredîn Ûsiv de hatiye nivîsandin, di derheqa peyakî bi navê Xurþîd de ye. Xurþîd dewlemendê gund e. Rojekê ji vî dewlemendê gund re lawek çêdibe. Ev camêr ji bo navê lawê xwe diçe mala meleyê gund. Mele peyakî welathez e û navê wî Cemþîd e. Ew vî navê xwe yê þîrîn diyarî lawê Xurþîd jî dike. Xurþîd bi vê yeka han pir dilþa dibe û bi kêfxweþî ji ba melê dide rê û diçe malê.

    Piþtî þanzdeh salan, ji bo ko lawê Xurþîd, Cemþîd, bi serfirazî dibistana xwe xelas dike, bavê wî ji bo dayina mewlûdekê dîsan diçe nik melê. Mele dîsan bi rûkenî Xurþîd qebûl dike û ji bo serfirazî û zîrektiya lawê wî mewlûdeke kurdî dixwîne.

    Piþtî heþt salên din, vê carê jî Xurþîd ji bo mehra lawê xwe diçe mala Melê. Mele bi kêfxweþî mehra wî jî dibire. Heya berî ko kurê Xurþîd, Cemþîd, bi dû destikên keþtiya xwe di avê werdibe û difetise, Xurþîd wek xortekî bextiyar e. Ew dilþa ye, bi hêvî ye, xurt û li ser xwe ye. Lê piþtî windakirina kurê xwe, yê ezîzê ber dilê xwe, Xurþîdê weke çiyayekî dikeve, kal dibe, rû lê diqermiçe, piþt lê ditewe û por û rih lê spî dibin. Û bi wî awayî diçe ba melê, bi stûxwarî wê nûçeya reþ digihînê. Meleyê ko hem zane ye û hem jî welathez e, Xurþîd teselî dike, ew bi zanebûna xwe û Xurþîd jî bi malê xwe bi xortên gund re dixebitin, xwestina Cemþîd tînin cih, wan didin xwendin û daweta çil xortên hêja û miletperwer, digel ko Xurþîd di sergovendê de ye, çêdikin.

    Di hezîrana 1941ê, di hejmara 29an de jî bi navê “Derketî’ adaptationeke Nûredîn Zaza heye. Ev çîroka ko bi bêhnekê tête xwendin û weke helbesteke bedew diherike, li ser derketiyan e.

    Derketî; ew kesên ko ji welatên xwe derketine, terka welatê xwe kirine, bi çol û çepelan ketine û ji xwe re li dûriyê li starekê geriyan e. Mirov di vê kurteçîrokê de dibîne ko dûrî çiqas xweþ be jî, dîsan mal, yanî welat xweþtir e. Xwarin, lixwekirin, vexwarin, xweza û stranên welêt bi mirov xweþtir û þîrîntir in.

    Di eynî hejmarê de, yanî di hejmara 29 ya 10ê hezîrana 1941ê de çîrokeke wî bi navê “Gulê” heye. Gulê mêrê xwe, yê ko bêî dilê wê ye dikuje, paþê bi qiralê çiyan, Qoçoyê Pola re derdikeve çiyê. Gulê jineke bejinzirav, spehî, þîrîn û mêrxas e. Lê di çavê gundiyan de jineke qehpik, bênamûs û xerab e. Qoçoyê Pola ko gelek xerabî û rêbirrî kiriye, ji bo ko êdî li hemberî dijminê gelê xwe þer bike, di hizûra gundiyan de sond dixwe.


    Nûredîn Zaza hatina Qoço wilo salix dide:


    “Gundî di mêvanxana Reþo de rûniþtibûn û daxiftin. Dijmin ji gund bi tenê qonaxekê dûr bû, nixta gundê Þadiya di nêzîk de wê biketa axa bav û kalan.

    Herkes diponijîn û li çarekê digeriyan. Ezman girtî bû, bandevekê ji reþiya þevê re hîn bêtir tirs dida. Di vê gavê de derî bi þidet vebû; qiralê çiyan, Qoçoyê Pola bi heþt mirovên xwe ve kete hundir. Cilên wan þil bûn, av di tivingên wan de dihate xwarê. Gunidyan giþan da ber qîran: Poloyê kurd, sergevazê çiyayên Kurdistanê, fermo”.

    Qoço bi çil gundiyan ve li hemberî dijmin kemînê vedigirin û bi hêrs û rik li hemberî dijmin þer dikin. Gulê radihêje xencerekê û demekê winda dibe. Paþê gava di reþayiya þevê de ji hember tê, gundî û Qoço wilo têdigihîjin ko Gulê ew xistine xefka dijmin; loma gundî Qoço hêrs dikin û Qoço jî berê tivinga xwe bi Gulê vedike û bi hêrs berdidiyê.

    “Berikê wek qîrekê tariya þevê çirand û armanca xwe a zirav wek çarþeveke hevrîþim raxiste erdê”.

    Lê paþê gava zora dijmin dibin û li gund vedigerin, di malekê de tiþtekî ecêb dibînin.

    “Serê zabitê dijmin ji laþê wî hatibû birrîn û xencer bi xwîn bû... Di kulma zêbit a guvaþtî de gurzek porên Gulê ên zer pêl didan”.

    Gava qiralê çiyan, Qoçoyê Pola, vê mêrxasî û binamûsbûna Gulê dibîne û bi rastiyê dihese, rohnî di çavan de namîne, radihêje xencerê û bi bayê bezê derdikeve û nema xuya dike.

    Çîroka “Keskesor” jî di derheqa serîhildana Þêx Seîd de ye. Ev çîroka ko bi forma kesê yekemîn hatiye nivîsandin, xuyaye bîranîneke Nûredîn Zaza ya zaroktiyê bi xwe ye.

    Nûredîn zarok e, diçe dibistana tirkan. Tam di destpêka biharê de ye. Yanî gava êdî zivistan cihê xwe ji biharê re û sarî jî cihê xwe ji germê re dihêle, Nûredîn guhertinekê di mirovan de dibîne, tiþtin dibin. “Gelo ev çi ye, çi dibe?” Nûredînê xwendevan ji xwe dipirse. Lê paþê ji çûyin û hatina mezinan, ji tevgera wan, ji rabûn û rûniþtina wan, ji peyv û gotinên wan têdigihê ko þerek dike dest pê bike; þerê kurdan, serîhildana wan li hemberî dewleta tirkan. Têkoþerên kurd demekê baþ li ber xwe didin, xwe ji ber êrîþên dijmin diparêzin û paþê jî dijmin ji bajarê xwe derdixin.


    Zaza vê yeka han wilo salix dide:


    “Esker top mitralyozên xwe berdidan û direviyan. Mezinên bajêr yên ko berê berberî bi hev re dikirin, li hev dihatin û çek didan mirovên xwe”.


    Þerkerên kurd yên ko ji bajêr derketibûn û dabûn ser piþta dijmin, milet bê sebir li bendî vegera wan e. Dû re gava pêjna hatina wan dikin, “Hatin, nêzîk bûn, kurd hatin” dibêjin. Ev yeka han zû di nava bajêr de belav dibe, her kes pê dihesin “Xort û mêr bi çekên xwe ve, hin bi dehol û zirne, hin siwar, hin peya; bi hezaran û bi dengê her bijî kurd! Her bijî Kurdistan! Her bijî serbestî!" ve pêrgî þervanên xwe tên.

    Xuya ye ev azadî û kêfxweþiya milet zêde dom nake. Dijmin bi hemû hêza xwe ve digere ser wan; kêfxweþî û dilþahiya wan li wan dike dûjeh, wan þerpeze dikin. Yanî wê azadiya ko wan ji bo kurtedemekê bi dest xwe xistine, bi hovîtî ji wan distînin.

    “Ala rengîn, þan û rûmeta me çirandin, avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li þûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn. Ziman û stranên kurdî bend kirin û tirsek dijwar xistin dilê xelkê”.

    Çîroka bi dû vê de jî ya bi navê “Stêrk” e. Stêrk çîrokek evînî ye, ji “Les Étoiles”, D’alphose Daudet adaptation e. Ez dikarim bêjim ko ev çîrok yek ji çîrokên bi kurdî ya herî xweþ û bedew e ko min xwendiye û jê hez kiriye. Ev çîroka ko gelekî nêzîkî realîzmê ye, lê di eynî demê de pirr romantîk e, di derheqa þivanekî û keça axê, Mijganê de ye. Di derheqa evîna wan de ye, an jî di derheqa evîna þivên ya nîvplatonîk de ye.

    Ew xortê diltenik, dilketiyê Mijganê, li ba bavê wê þivan e. Cihê þivên bi qonaxekê dûrî mala axê ye. Ew di xaniyekî mîna holikekê de dijî û ji panzdeh rojan carekê xwarina wî jê re diçe. Piraniya caran, pîrê, ko ew jî li ba mala axê xizmetkar e, xwarina þivên jê re dibe. Rojekê pîrê ne hazir e û kesekî din ko bikaribe xwarina þivên jê re bibe tuneye, ji ber vê yekê keça axê, Mijganê, digel xwarina þivên ya panzdeh rojan li hespê siwar dibe û berê xwe dide zozên, ba þivên.

    “Mijgan bi bejna xwe ya zirav û narîn, bi çavên xwe yên çeleng û bi cilên xwe ên xemilandî û giran spehîtî bi xwe bû. Ciyê wê bajar, xaniyên delal û îþê wê govend, reqs û stran bû; lê ne çiya, rêl û qantir bûn.”

    Gava þivan bi wî awayî çav li Mijganê dikeve þaþ dibe, bi çavên xwe bawer nake.

    “Mexlûqa çeleng! Çavên min jê nedibûn. Cara pêþî min ew ji pir nêzîk de didît. Niha ew li ber min sekinîbû û tenê ji bona çavên min bû”.

    Lê ew yeka han ji þivên re ne ewçend hêsan bû. Ya ko ew di xewn û xeyalan de lê difikirî, niha li ba wî, zadê wî yê panzdeh rojan jê re anîbû. Ji ber vê yekê jî ew þaþ bûbû. Gava ew pê re dipeyivî jî, dilê wî hildavêt, hiþê wî diçû û qirika wî dihate girtin.

    Ji ber ko baran tê û çem weke lehiyekê radibe, Mijganê nikare li çem bixe, derbasî aliyê din bibe û here malê, loma bi tirs ber bi þivên ve vedigere. Þivan vê mêvana xwe ya ezîz bi dilxweþiyeke bêhempa qebûl dike, ji bo ziwakirina kincên wê jê re agirekî dadide, di wê navê de jî jê re xwarinekê û tasek þîr amade dike. Paþê jî jê re ji pûþ û ji postê mihê cihekî razanê çêdike.

    Ew yeka ko ji bo þivên bi tenê xewn û xeyal bû, niha rastî bi xwe bû. Loma jî wî "tu caran ezmanek mîna ezmanê wê þevê kûr û stêrk wek yên wê þevê geþ nedîtibû".

    Keça axayê wî ye, þeveder maye û xwe spartiye wî. Þivanê diltenik ji evîna wê pê ve li tu tiþtekî din nafikire. Yanî li gor gotina þivên, “Li tiþtekî xerab nafikire’’.

    Xuya ye di wê holikê de li ser wî pûþî xewa Mijganê direve, ew radibe ser xwe û derdikeve der.

    “Deriyê holikê vebû û weke hîva çardehþevî keçika delal jê derket”.

    Di hejmara 35’an a kovara Hawarê de jî çîrokeke Zaza bi navê “Perîþanî” heye. Perîþanî ya li ser xeyalekê hatiye avakirin, wilo dest pê dike:

    “Li taxa mahciran, ji oda xwe temaþa baxçeyên Þamê dikim. Ji niþkê ve zozanên Kurdistanê ên bilind, bi dar û avên cemidî tên bîra min. Ez xwe li wê derê, li ser kanîkê, li bin daran dibînin.” Û wilo dom dike, di van xeyalan de kûr diçe, digel xweþî û spehîbûna Kurdistanê, ew zilma leþkeran, stemkariya wan, perîþanî, belengazî, paþdemayîn û nezaniya kurdan û welatê wan dibîne û di vê rêwîtiya xeyalan de dîsan bi paþ de tê Þamê, dikeve oda xwe û li ber pencera xwe xuya dike. Bê hemdê xwe keserekê dikiþîne û ji xwe re dibêje:


    “Nezanî...Nezanî...Nezanî...”


    Hevîna Perîxanê jî di hejmara 37an a Hawarê de weþiyaye. Çîroknivîs vê bûyerê ji destpêka sedsala 19an distîne. Ev evîn ne evîna ko em pê dizanin, ne evîna xortekî ye. Evîna Perîxanê evîna welêt e, evîna gelê wê ye. Evîna bavê Perîxanê jî evîna gel bû, evîna welêt bû. Lê bavê wê yê girs, çeleng, dewlemend û miletperwer di ber vê evîna xwe de þehîd dikeve. Þehîdketina bavê Perîxanê gelekî tesîrê lê dike, dilê wê yê tenik perçe dike. Loma ew dixwîne, xwe digihîne, bi dil û can û bi bawerî dide ser riya bavê xwe. Di demeke kurt de gelek mirov li dor xwe dicivîne û dibe serok û þîretkera wan. Lê mixabin, ew jî mîna bavê xwe ji wê evîna pak re dibe gorî, lê ji aliyê din jî li ser riya hizir û ramana wê kurd cih bi cih rizgar dibin.

    “Nûçeyên serdestiya Kurdistanê dihatin. Xelkê hêstirên þîn û þahiyê dirijandin û giyanê Perîxanê di tava ala rengîn de diçirisî û ji giyanê bavê xwe re dikenî “.

    Nûredîn Zaza di hemû çîrokên xwe de zimanekî sivik û zelal bi kar aniye. Ez bawer nakim wê tu xwendevan di xwendina van çîrokan de zehmetiyê bikiþîne. Digel sivikbûn û zelalbûna zimên, gava mirov temenê wî û dîroka nivîsandina van çîrokan jî dide ber çavan, mirov dibîne ko Zaza xurt û jêhatî bû. Ger di nivîskariya wî de berdewamî hebûya, ew dikarîbû bibûya nivîskarekî dema me yê bijarte. Lê mixabin, ji ber gelek sedemên nas û nenas, mîna piraniya endamên ekola Hawarê wî jî berhemin kêm li dû xwe hiþtin. Lê her çawan be, ev kêmberhemên wî jî ji bo rohnîkirina dîroka kultur, siyaset û edebiyata kurdî, þewqek e. Nemaze, wê di dîroka edebiyata kurdî de cihekî çîrokên wî yê taybetî hebe.







    FIRAT CEWERÎ

    -----------------------------------------------------------

    Ev nivîsar sala 1987-ê li Karlstadê li Swêdê hatiye nivîsandin.










    Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.

    Weþandin:: 2003-05-05 (4938 car hat xwendin)

    [ Vegere ] | PRINTER


    | PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |


    PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
    Email : xoybuncom@yahoo.de
    _______________________________________________

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Download !!!

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    _______________________________________________

    Content û Naverok


    _______________________________________________

    Pêlê Logoyên Li Jêr Bikin ! Press the Logos Below !


    Open Society Foundations


    Clinton Foundation


    Bill & Melinda Gates Foundation


    Rockefelleer Foundation


    International Monetary Fund (IMF)


    Office Of George W. Bush


    Bush Foundation


    George W. Bush Foundation


    IBRD - IDA | World Bank Group


    Rockefeller Capital Management

    _______________________________________________

    _______________________________________________


    Private Bank - Deutschland Frankfurt

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Neue, Biligen und Große Wohnungen Zu Vermieten.

    Gratis Strom und Heizung für Mieter.

    _______________________________________________


    _______________________________________________


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Pîzza, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Kîosk, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Tabacco

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________



    Kurdistan, ''Þerab bi kurdî xweþ e''.

    _______________________________________________



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.

    _______________________________________________


    Wodka Stepanoff - Doppelkorn - Weinbrand und etc

    _______________________________________________






                    
    Google