Di pêþwaziya newrozê da
Di pêþwaziya newrozê da
Newroz e dîsan newroz e
Roja bi hev re þa bûnê ye
Roja mizginiya rizgar bûnê ye
Roja peyvên ba', kirinên baþ û hizrên baþ e
Werin xortîno werin hembêz kin
Bêhna gul û rihana tê
27 sedsal tev gelê min û di hizra gelê min da
Di þevên dirije payizîn reþ da
Cardin tevî newrozê divejiyêt
Mêrg û dîmenên welat dixemlîne
Werin xortîno werin hembêz kin
Bêhna gul û rihana tê
Welatê min bi newrozê serbilind e
Bi bejna Agirî û Sîpan û Qendîl û Þehîdan û
Ji ber ronahiya agirê newrozê
Ji ber bêhna gul û beybonên demên biharê
Werin xortîno werin hembêz kin
Bêhna gul û rihana tê
Feqihê teyran bi dengê siroþtê Kurdistan
Bi dengê awazên bulbula û peyvên kulîlkan
Bi dengê þire þira çemên buharê
Her dê bijîm bi hêviya newrozan
Werin xortîno werin hembêz kin
Bêhna gul û rihana tê
Ey newroz, ey roja ji hev hatinê
Xilas bû kul û keser tev bahoza zivistanê
Gelê min di pêþwaziya wê rojê da
Dikin cejin û dîlan û govend
Werin xortîno werin hembêz kin
Bêhna gul û rihana tê
Cengiz Temeryan
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-05-04 (6835 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |